ÎHD li 27 bajaran daxuyanî da: Divê demildest dawî li binpêkirina mafên girtiyan were anîn

  • rojane
  • 15:02 8 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Girtîgehan ên şaxên ÎHD’ê li 27 bajaran daxuyanî hevpar dan û hat xwestin demildest dawî li binpêkirinên mafê jiyanê yên girtiyan were û mafê jiyana girtiyan bê temînatkirin. 
 
Şaxên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ji bo binpêkirinên mafê jiyanê yên girtiyan bi dawî bibe û were temînatkirin, li gelek bajaran civînên çapemeniyê li dar xistin û daxuyaniya hevpar dan. 
 
Komîsyona Girtîgehan ên ÎHD’ê di serî de li bajarên wek Amed, Êlih, Mêrdîn Riha, Wan, Colemêrg, Dêrsim, Enqere, Îzmîr, Stenbol, Edene, Mêrsîn, Hatay di nav de li 27 bajaran daxuyanî dan.
 
Daxuyaniya hevpar a bi sernavê “Ji bo temînatkirina mafê jiyana girtiyan binpêkirinên di girtîgehan de didomin bila werin bidawîkirin!” wiha ye: 
 
“Li Tirkiyeyê girtîgeh, bûne cihê kesên ji hêla desthilatdariya siyasî ve wekî ‘bi talûke’ tên binavkirin. Bi taybetî bi cuntaya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’î gelek muxalif di girtîgehan de bi îşkenceyan hatin qetilkirin, girtîgeh bi pêkanînên îşkence û miameleyên xirab tên bîranîn. Tam di demekê wiha de komeleya me hatiye darizandin ji 35 salan zêdetir e ji bo binpêkirinên girtegehan bi dawî bibin, kesên îxlalan pêk tînin werin darizandin û ji bo carekê din binpêkirinên wek hev neyên jiyîn têdikoşe. Ancax ji rabirdûyê heta niha desthilatdarek ji bo binpêkirinên mafên jiyanê yên girtîgehan îradeyek têrker dernexistiye holê îro ev dibe sedema girtîgehên Tirkiyeyê bibin navenda binpêkirinên mafên mirovan.
 
ÎKTIDAR DIXWAZE GIRTIYAN BIXE BIN KONTROLA XWE
 
Di dawiya salên 1990’î de biryara modeleke nû ya girtîgehan,girtîgehên Tîpa F’yê hat dayîn. Di serî de 11 heb girtîgehên tîpa F’yê hatin çêkirin. Li hemberî vê biryarê gelek rêxistinên sivîl ên civakî, odeyên pîşeyan, sendîka, siyasetmedar û parazvanên mafan bal kişandin; di girtîgehên tîpa F’yê de girtî tena serê xwe yan jî bi komên biçûk bên girtin. Ev yek wekî xetereya îzolasyonê  terîfkirin û izolasyona civakî dê ji bo tendûristiya fizîkî û derûnî xetereyên giran pêk bîne, ew ê ewlehiya girtî û cezaxwariyan di bin şertên îzolasyonê de bikeve xetereyê. 
 
CPT di rapora xwe ya 23’ê Sibata 1999’an de diyar kiriye di girtîgehên tîpa F’yê de heke derfetên çalakiyên hevpar ên beşên jiyanê pêk neyê, pergala nû di cihê çareseriya pirsgirêkan de dê pirsgirêkên nû biafirîne. Digel hemû pêşniyar û hişyariyan desthilatdara siyasî bi polîtikayên ewledariyê yê ku li hemû civakê pêktîne bi armanca girtiyan bixe bin kontrolê û tenê bihêle ji bo girtîgehên tîpên F’yê pêk were bi lezgînî dest bi xebatan kiriye. 
 
TÎPÊN GIRTÎGEHAN Û BINPÊKIRIN
 
Desthilatdariya niha ligel Tîpên F’yê girtîgehên îzolasyontir wekî Girtîgehên Girtî yên Ewlehiya Bilind û Girtigehên Girtî yên Tîpa S’yê ava kiriye. Li gorî daneyên Gerînendeya Malên Tewqîf û Cezayê yên Wezareta Dadê niha di Tirkiyeyê de giştî 14 heb tîpa F, 17 heb bi ewledariya bilind, 6 heb jî girtîgehên Tîpa S’yê hene. Bi taybetî di girtîgehên Ewlêdariya Bilind de girtî di odeyên yek kesî de tên girtin, di odeyên wan de cihê hewadariyê tune ne û girtî rojê saetek, saetek û nîv (1-1,5) di cihekî din de derdikevin hewadariyê û mecbûrî dema xwe ya mayî di wê odeya xwe ya yek kesî de diborînin. Bi pêkanîna Tîpa F, Tîpa S û girtîgehên Ewledariyên Bilind pispor û parazvanên mafan ku desthilatdariya siyasî hişyar dikirin mafdar derketin, girtiyên di van girtîgehan de tên girtin di serî de mafên wan ên jiyanê, mafên wan ên tendurîstî,mafên rêzdariya jiyana taybet û malbatê, mafên ragihandin û hevdîtina parêzaran her tim tê îxlalkirin pêkanînên dijberî qanûna înfazê derdikeve holê. Li hemberî van pêkanînan girtî li hiqûqa navîn û DMME’yê doz vekirine digel ku bi sedan biryarên erenî hebin jî binpêkirinên bûne mijara dozan bêyî bi dawî werin em dibînin her roja diçe ev îxlal zêdetir dibin. Girtî ji bo mafên xwe yên bingehîn ên mewzûata netewî û navnetewî bikarbînin gelek caran, mecbûr mane çalakiyên  greva birçîbûnê, xweşewitandine û xwekuştinê pêk bînin, di encama van çalakiyan de gelek kes jiyana xwe ji dest dane, gelek girtî jî ji ber van çalakiyan nexweşiyên mayînde jiyane. Herî dawî em ji çapemeniyê hîn bûn ku girtiyê bi navê Yakup Brûkanli ji bo pêkanînên tecrîd û îzolasyonên girtîgehan protesto bike di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî ya Konyayê de xwe şewitandiye û rewşa wî xeter e. Em wekî Komeleya  Mafên Mirovan careke din  bangawazî dikin  bila girtî çalakiyên jiyanî pêk neînîn û desthilatdara siyasî jî ji bo  daxwazên girtiyan pêk were polîtikayan biafirîne. 
 
HEJMARA GIRTIYAN Û GIRTIYÊN NEXWEŞ 
 
Li gorî daneyên ku girtigehan di 1’ê Mijdara 2022’an de diyarkirine di 399 heb Girtîgehan de 331.706 girtî hene û ev hejmar her tim zêde dibin. Ji dawiya sala 2002’an heta niha hejmara girtiyên di girtîgehan de 5,6 qat zêde bûne. Hejmara ewqas girtiyan bi serê xwe pirsgirekeke mezin e. Pirsgirêka tedawî nekirina girtiyên nexweş û tehlîye nekirina girtiyên nexweş jî wekî binpêkirinên din ên li girtîgehan diqewimin ji polîtikayên siyasetê yên dûrî perspektîfên mafê jiyanê pêk tê. Qasî komeleya me tespît kiriye ji 29’ê Nîsana 2022’an ve di girtigehên Tirkiyeyê de 651 heb girtiyên nexweş ên giran bi giştî 1517 girtiyên nexweş hene. Bi taybetî girtîyên nexweşiyên wan giran bûne û nikarin tena serê xwe jiyana xwe bidomînin her roja wan a girtîgehê ji bo wan û malbata wan tê wateya îxlalkirina  qedexeya îşkence û miameleya xirab. Nexweşiyên girtiyan yên ji ewilî yan jî yên piştre dest pê kirine bi sedema mercên girtîgehê û ne tedawîkirina bi rêk û pêk pêşve diçe û îxlala mafê jiyanê derdixe holê. Biryara taloqkirina cezayên nexweşên giran ên ku gihiştîne asta xeteriyê ji hêla dozgeriyê ve bi xemgînî em dikarin bibêjin bê wate ye. Serlêderên komeleya me û girtîyên di lîsteya nexweşan de bûn girtiyên bi navê Bedri Çakmak û Ehettin Kaya ji ber nexweşiyên xwe cezayên wan hatine taloqkirin û hatine berdan lê demeke kin piştî tehliya xwe jiyana xwe ji dest dane. Binpêkirinên di girtîgehên Tirkiyeyê de diqewimin bi guherînên qanûnî, perwerdehiya erkdaran û bi venêrîneke baş dikare pêşî lê were girtin. Di sala 2022’an de 70 girtî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane ev yek nîşan dide divê pêkanînên girtîgehên Tirkiyeyê bi lezgînî werin guhertin. 
 
BANGA LI WEZARETÊ
 
Piştî Wezîrê Dadê Bekir Bozdag got ‘dê di rewşa girtiyên nexweş de sazkirinên qanûnî pêk were’, me wekî Komeleya Mafên Mirovan bi pêşniyar û dîtinên xwe yên li ser mijarê û pêşniyarên guherînên di derheqê hikmê mewzûatê de raporeke bi hûrgulî amade kir vê raporê me hem pêşkeşî partiyên siyasî hem jî pêşkeşî raya giştî kiribûn. Beriya Wezîrê Dadê û desthilatdarî di derheqê girtiyên nexweş de guherînên qanûnî pêk bînin ji xebatên saziyên mafên mirovan, rêxistinên civakî yên sivîl, rêxistinên tenduristiyê û baroyan sûd bigrin û xebateke qanûnî bi van saziyan re pêk bînin ew ê derfeta çareseriya mijarê pêk were. Em dixwazin wekî Komeleya Mafên Mirovan careke din diyar bikin di derheqê guherîna qanûnî de em bi zanîn, belge û raporên di destê xwe de dikarin peywir bigirin. 
 
DIVÊ DEST JI POLÎTÎKAYA EWLEKARIYÊ BÊ BERDAN 
 
Di dawiyê de em dixwazin mijara ku her tim bal dikşînin li ser dîsa bal bikşînin. Hemû girtiyên di girtîgehên Tirkiyeyê de di bin venêrîn û berpirsiyariya dewletê de ne. Di mijara mafê jiyanê, nedîtina îşkenceyê, rêzdariya jiyana taybet û malbatê, ragihandin û ji bo bikaranîna hemû mafên mirovan divê dewlet pêşgiriyên pêwîst bigire û di derheqê kesên van mafan îxlal dikin de darizandinên bi bandor pêk bîne. Bi vê sedemê ji bo binpêkirinên mafan ên di girtîgehên Tirkiyeyê de diqewimin biqede divê dev ji polîtîkayên ewlêdariyê were berdan û divê hişmendiyeke li gorî rêzika gerdûnî û mafê mirovan bikeve meriyetê.” 
 
 
 
 

Sernavên din

10/11/2022
12:40 Malbatên girtiyan: Vê zilmê ne Xwedê ne jî evd qebûl dike
12:19 Li gorî TUÎK’ê bêkariya li Tirkiyeyê zêdetir bû
12:06 Bersûcên Malbata Şenyaşar li Pirsûsê 2 kes bi gulebaranê qetil kirin
12:01 Ji ber gotinên derheqê çekên kîmyewî de li Demîrtaş doz vekirin
11:45 Girtiyên nexweş ên di grevê de li qawîşên yekkesî tên ragirtin
11:44 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Em ê alaya wan li ba bikin
11:11 Komîsyona Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê: Haya me ji bikaranîna çekên kîmyewî nîne!
11:00 Dê hêj ji Girê Miraza çi derbikevin? Rojnameger dê çawa bikin nûçe?
10:50 Keskîn: Girtina rojnamegeran û Fîncanci, operasyona tolhildanê ye
10:14 Sarisozen: Yên ku dengê xwe ji bo çekên kîmyewî dernaxînin, şirîkên sûc in
09:49 Qeyûm Bajarê Dîrokî Dara daye ber îmarê
09:39 MÎT li Dîlokê bi ASA'yê û li Atmê jî bi HTŞ'yê re civiyaye
09:30 Li Xelatê erdhej
09:30 Mafê hevdîtina bi hempîşeyên wan re yê rojnamegerên girtî asteng dikin
09:29 Cotkarên Silopiyayê nikarin pembûyê xwe bifiroşin
09:05 Mafê jiyanê yê her du birayên girtî û nexweş tê binpêkirin
09:04 Darfiroş û darvanên Colemêrgê: Heta ku AKP têk neçe krîza aborî çareser nabe
09:04 Li Wanê di 7 rojan de 4 mirinên biguman
09:03 Amed amadekariyên Komcivîna Stareyên Jinan dike
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2022'YAN
09/11/2022
21:03 Şahidê Komkujiya Dersimê Bego Polat jiyana xwe ji dest da
17:01 Li Edeneyê Platforma Ekolojiyê hate avakirin
16:57 Abdî ya bi tevî pitika xwe du mehî ve girtîbû hat berdan
16:38 Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:37 Nobeta Edaletê: Bila tecrîd û îşkence bi dawî be
16:08 Saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana şîna Temîz kirin
16:07 Şaxa Platforma KESK’ê ya Amedê: Ne bûdçeya gel lê bûdçeya şer e
16:07 Di doza Seroka Komeleya Rosayê de dê mutala bê amadekirin
15:33 Li Sirri Sureyya Onder 5 meh cezayê hefsê hate birîn
14:45 Rapora girtîgehan a OHD’ê: Divê mekanîzmaya venihêrînê ya serbixwe bê avakirin
14:33 Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê didome
14:11 Cenazeyên kesên di qezaya Dutaxê de mirin dane malbatên wan
14:07 Ferît Şenyaşar: Kujeran xwe li pişt îktidarê veşartiye
13:59 Rojnamevanan serdana ajansa me kir
13:45 Pêşniyaznameyên kîmyasalê bi hêceta ‘mijarên nayên pirsîn’ hat vegerandin
13:40 Bulbul: AKP qeyûm tayînî civaka elewîtiyê dike
13:31 Sefîra Ingilîz serdana HDP’ê kir
13:23 3 roj in li benda wergirtina cenazeyan in
13:13 Ceyrana girtiyan hat birîn
13:12 Gelo ser bermamiyên dîrokî ku li Ben û Senê derketin holê tê niximandin?
13:07 Ji girtiyekî name: Hevalên me le erdê radizên
12:42 Li pêşiya AYM’ê êrişî kedkarên perwerdehiyê kirin
12:38 Piştî girtiyan zexta “qawişa serbixwe” li malbatan jî tê kirin!
12:18 Guleryuz: Divê Tirkiye destûrê bide ku şandeyên serbixwe çekên kîmyewî lêkolîn bikin
12:06 Li Miksê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
12:02 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe bi cih neanîn
11:52 6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
11:32 Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir
11:15 Amediyan afîşên Bahçelî çirandin
10:51 MYK’a HDP’ê dicive
10:42 Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat damezrandin
10:36 Brûkanliyê xwe şewitandibû li revîrê bikelemçeyê tê dermankirin
10:24 Rojnamevan Bêrîvan Altan heqîqetê veguherand evîndariyê
10:12 Wesayîtên şaredariyê xistin xizmeta AKP’ê
09:55 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Werin li dadgehê bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin
09:41 Di qezaya Dutaxê de hejmara miriyan derket 8’an
09:03 'Armanca binpêkirinên mafan polîtîkaya tepisandinê ye'
09:02 Nelirêtiyên li ser nelirêtiyê yên qeyûmê Mêrdînê!
09:02 Kavak ê ku di 1974'an de Ocalan nas kiriye: Tekane çare Ocalan e
09:01 Evsen ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Li girtîgehan ji serî heta binî tecrîd heye
09:00 Sergardiyan gefa kuştinê li girtiyan xwariye: Em ê we bi komî bişewitînin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2022'YAN
08/11/2022
22:05 Acetê HPG'î li warê xwe Êlihê hat veşartin
21:38 Raportorên NY‘yê xwestin demildest Fincanci bê berdan
20:49 KCD, DBP û HDP'ê serdana malbatên kesên ku di qezaya Dutaxê de jiyana xwe ji dest dan kirin
19:37 Li Dersimê çokeke berf ketiye
17:45 Komîsyona rektoriyê dê ji bo daxwaza xwendekarên hiqûqê li hev kom bibe
17:26 Komîsyonê bi yekdengî biryara betalkirina parêzbendiya Guzelê da
17:20 Xwestin 'Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê' bê betalkirin
16:44 Danişîna mamosteyên nîjadperest ên ku heqaret li kurdî kiribûn hat taloqkirin
16:34 Danişîna doza Demokratîk Modernîteyê hat taloqkirin
16:20 Pirsa çekên kîmyewî ji Çavûşoglû hate pirsîn: Hûn ê lêkolîn bikin?
16:19 Dayika girtiyê nexweş: Bila her kes dengê xwe bilind bike
15:39 Prz. Gungordu: Biryar îspat dike ku muwekîlên me dîlgirtiyên siyasî ne
15:02 ÎHD li 27 bajaran daxuyanî da: Divê demildest dawî li binpêkirina mafên girtiyan were anîn
14:42 Şahidê qezaya li Agiriyê pêk hat: Îhmal heye
14:29 Li Wanê 137 sal û 6 meh cezayê hefsê dan 22 kesan
14:07 Sancar: Ji bo nixûmandina kedxwariya xwe serî li polîtîkaya şer didin
13:55 Li Nîjeryayê gelemperî jê jin 80 kes hatin revandin
13:04 Rêxistinên elewiyan meşiyan Meclisê: Em ne komeqanûnê lê hemwelatiya wekhev dixwazin
13:01 ELDH: Tecrîd ji aliyê gelên cîhanê ve tê zanîn
12:38 Malbatên girtiyan: Sedema zilma li ser zarokên me kurdbûn e
12:29 Partiya Çep a Kesk ji bo piştevaniyê serdana rojnamevanan kir
12:16 Xizmên girtiyan di danişîna ewil de beraet kir
11:59 'Heke daraz nikaribe mazlûman biparêze, kes nikare behsa edaletê bike’
11:37 Mîhrîcan bû bingeha nîqaşên şanoya serbixwe
11:28 Li Wanê 6 penaber ji zinar ketin xwarê
11:23 Elmanya ji bo Fîncanci name ji Erdogan re şand: Bila bê berdan
10:49 Serhildana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
09:17 Malbatên ku zarokên wan di jêrzemînan de hatin qetilkirin: Em ê doza heqê zarokên xwe bikin
09:07 Sîbel Balaç: Me li dijî bêedaletiyê mafê xwe yê rêxistinbûyînê parast
09:05 Îdianameya kujerê Berîvan Alturkê hat amadekirin
09:04 17 sal di ser bombekirina Pirtûkxaneya Ûmûtê re derbas bûn
09:01 Tevî hemû delîlan jî kujerên Evgun nehatine zevtkirin!
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2022'YAN
07/11/2022
20:09 50 kesên di meşa li dijî çekên kîmyewî de hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:30 Şandeyeke amerîkî hat Enqereyê
16:29 Li Agiriyê qeza pêk hat: 7 kes mirin 11 kes birîndar bûn
16:24 Di êrişa dewleta tirk de şervanekî HSD’ê jiyana xwe ji dest da
16:17 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Ev der Amed e û em ê li ber xwe bidin