Kabaîş ev 5 roj in winda ye: Divê her kes ji bo dîtina Rojînê seferber bibe

WAN - Bavê Rojîn Kabaîş, Adem Kabaîş got ku heke ji windabûna keça xwe zû bihatina agahdarkirin dê rewş cuda bûya. Aktivîsta TJA’yê Ayşe Mînaz jî diyar kir ku windabûna jinekê di ser siyasetê re ye û xwest her kes xwedî li Kabaîş derkeve û ji bo dîtina wê seferber bibe. 
 
Ji xwendekara Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş 5 roj in tu agahî nayên girtin. Kabaîş, li Wargeha Xwendekarên Keç a Seyyîd Fehîm Arvasî dima û di şeva 27’ê îlonê de piştî şîvê ji wargehê derket û êdî careke din agahî jê nehatin girtin. Kabaîş, herî dawî li ser telefonê bi dayika xwe re diaxive û jê re dibêje ku dê biçe marketê û piştre vegere wargehê. Kabaîş, herî dawî diçe ber perava Gola Wanê û êdî agahî jê nayên girtin. 
 
Telefon, berguh, cuzdan, av û kek a Kabaîşê ji aliyê xwendekaran ve li rex peravê hatin dîtin û xwendekaran tiştên Kabaîşê teslîmî rêveberiya wargehê kir. Li ser vê yekê rêveberiya wargehê agahî dan tîmên ewlekariyê û malbatê. Lê malbata Kabaîş ji ber ku di dema xwe de nehatine agahdarkirin, giliyê rayedarên wargehê kir. Malbata da zanîn ku 18 piştî windabûnê ji rewşa keça xwe hatine agahdarkirin.  
 
ROJÎN HÊJ 3 ROJ BÛ HATIYE WANÊ
 
Bavê Kabaîşê, Adem Kabaîş têkildarî bûyerê axivî. Kabaîş, da zanîn ku keça wî zanîngeh îsal qezenc kiriye û di 25’ê îlonê de bi keça xwe re hatiye Wanê. Kabaîş, diyar kir ku 2 roj piştre agahiya windabûna keça wî jê re hatiye û ev tişt anî ziman: “Rojek piştre roja şemiyê wargeh li min geriya û gotin ku keça te şev nehatiye wargehê. Ji min pirsîn ka agahiya min ji keça min heye yan na. Min jî bertek nîşan da. Ji ber ku piştî 17-18 saetan ji rewşê agahdar kirin. Di vê mijarê de wargeh sûcdar e û min giliyê wan kir. Heke em û polîs zû bihatina agahdarkirin, belkî rewş niha baştir bûya.” 
 
‘PÊŞKETIN NÎNE’
 
Bi domdarî Kabaîş destnîşan kir ku piştî agahiyê li keça xwe geriyaye û wiha got: “Telefonê lê dida lê kesekî bersiv nedida. Piştre hatim vir. Der heqê lêgerînan de jî tu agahiyên nû nînin, pêşketinek nîne. Lêgerîn didome lê aqûbeta keça min hêj nediyar e. Ez ji temamiya gel rica dikim ku bila baldar bin û li ku derê çi bibînin me agahdar bikin.”
 
‘TIRKIYE JI BO JINAN CIHEKÎ EWLE NÎNE’
 
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Mînaz jî derheqê windabûna jinan de axivî. Mînaz, diyar kir ku windabûn û qetilkirina jinan asta herî jor a rizîna civakê ye. Mînaz, diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet û tundiya bi destê polîsan li Kurdistanê tê kirin sedema vê rizînê ye. Mînaz, wiha domand: “Ev welat ji bo jinan welatekî bi ewle nîne û bûye welatekî krimînal. Ev jî hevkariya desthilat û pergalê nîşan dide. Em jin di tu beşên civakê de xwe bi ewle hîs nakin.”
 
Mînaz, bal kişand ser windabûna Kabaîş û wiha got: “Em ji bo piştevaniya bi bi malbata Rojîn Kabaîş re hatin vir. Ji têketina zanîngehê heta vir gelek cihên ewlekariyê hene. Di ciheke wisa da jî jinek winda dibe. Ev jî tê wê wateyê ku cihên herî stare jî ji bo jinan gelek bêewle nînin. Divê hesasiyeta civakê ji bo tiştên wisa çêbibe û platformên ku li dijî tundiya li ser jinê disekinin bikevin di nava tevgerê de.”
 
‘JI BO DÎTINA ROJÎNÊ DIVÊ HERKES SEFERBER BIBE’
 
Mînaz, bal kişand ser xebata lêgerînê yên ji bo Kabaîş hatine destpêkirin û got ku xebatên lêgerînê gelek kêm in. Mînaz, diyar kir ku li hemberî wan hêzek ku naxwazin ew bikevin di nava zanîngehê de, naxwazin ew bangawaziyekê ji bo bûyerên wiha civakî bikin heye. Mînaz, bi domdarî ev tişt anîn ziman: “Windabûna jinekê di ser siyasetê re ye û divê hemû hêz ji bo dîtina vê jinê seferber bibin. Em dixwazin ku herkes nasnameyên xwe dane aliyekê da ku Rojîn bê dîtin û teslîmî malbatê bê kirin. Ev tiştên ku min behs kirî, encamên weke Gulistan Doku, Fîrdevs Babat, Îpek Er hwd. bi xwe re anîne. Malbat, pergal hwd. hemû qad ji bo jiyana jinê gelek krîmînal in.”
 
‘DIVÊ HER KES XWEDÎ LI ROJÎNÊ DERKEVE’ 
 
Bi domdarî Mînaz da zanîn ku ew weke TJA, Platforma Jinan a Wanê û gelek saziyên din ên jinan tev li xebatên lêgerînê bûne. Mînaz, bi lêv kir ku ew dixwazin nîşan bidin ka piştgirî û hêza jinê çiqas xurt e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hêvî dikim di demeke kin de em agahiyekê ji Rojînê bigirin. Ji bo dîtina Rojînê divê xebateke micid bê meşandin. Em weke hêzên jinan li ku derê dibe bila bibê dê li hemberî tundiya li ser jinê bin. Lê belê jinên li Tirkiyeyê û yên li Kurdistanê ne wekî hev in. Ji ber ku li Kurdistanê tundiya unîformayiyan pir zêde ye. Divê saziyên jinan ên li Kurdistanê bêhtir xurt bibin. Divê herkes weke ku zarokeke wan windabûye xwedî li Rojînê derbikeve.”
 
MA / Bazîd Evren
 

Sernavên din

12:04 Partiya Sosyal Demokrat a Alman serdana DEM Partiyê kir
11:38 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:30 Koçyîgît geşedanên di rojevê de dinirxîne
11:19 Binpêkirinên li girtîgehên Serhedê zêde dibin
11:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:21 Hêrsa kurdan a li dijî komployê
09:47 Ji bo 17 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:46 Li Şirnex û Erziromê bi ser malan de girtin: 6 kes hatin binçavkirin
09:14 Ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ banga tevlibûna çalakiyan hate kirin
09:13 Kabaîş ev 5 roj in winda ye: Divê her kes ji bo dîtina Rojînê seferber bibe
09:09 Mamosteyê zimanê kurdî: Wê têkoşîna me ya ziman bidome
09:08 Zimanzan Tan: Divê şaredarî pêşengiya xebatên zimanê kurdî bikin
09:04 Li Stenbolê seferberiya mitînga ‘Azadiyê’: Em berê xwe bidin Amedê
09:01 Girtîgehê bi hinceta ‘navtêdanê dike’ meqapê desteser kir!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2024'AN
30/09/2024
20:57 Li Surfestê kargeha ji bo zarokan
20:55 Endamên Koma Hevra serbest hatin berdan
20:53 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê 4 roj li pey xwe hiştin
19:55 3 hezar û 230 kes ji Lubnanê hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:34 Endamên Koma Hevra ji ber stranên kurdî hatin binçavkirin
16:07 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye
15:52 Wekîlê AKP’ê îstîfa kir
15:30 Xwendekara dibistana amadehî ya winda bûbû hate dîtin
15:29 Ji Bayraktarê daxuyaniya hevkariya bi Îsraîlê re: Em pê serbilind in
15:26 Çawişê pispor ê bi tiryakê hate girtin hat binçavkirin
15:24 Jinan ji bo Rojîn Kabaîş bang kir: Bila aqûbeta Rojîn jî nebe mîna aqûbeta Gulistan
15:00 Li Nepalê lehî û hezaz: Herî kêm 192 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:45 Li Hênê şahiya zarokan hat lidarxistin
14:29 Tundiya li ser kedkarên tenduristiyê hat protestokirin
14:18 Operasyona leşkerî ya li Pîranê didome
13:49 Bavê S.T. a bi darê zorê hatibû revandin: Gefa kuştinê li me dixwin
13:21 Yekitiya Sendîkayên Skoçyayê: Divê Ocalan azad bibe
13:13 Keftarên bixêzik ên neslê wan li ber tunebûnê ne xwedî dikin û diparêzin
12:58 Zavayê Ensarîoglû yê ji diziyê hatibû girtin di rojekî de hat berdan
12:09 Jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiyê kir
11:58 Bazara ku li dijî mezaxtinê piştevaniyê xurt dike
11:58 Meclisa Jinan a DBP'ê: Em hemû gelê xwe vedixwînin mitînga li Amedê
11:17 Di êrişa Îsraîlê de sê reveberên ERGF'ê hatin kuştin
11:15 Li Wanê 2 xwendekar winda ne
11:07 Mafê hevdîtinê yê Zeynep Celaliyan hate qedexekirin
11:06 Li Qersê jinek hate qetilkirin
11:03 Sekna Abdullah Ocalan a li dijî komployê
11:02 Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî şer deklarasyon weşand
10:58 Li balafirgeha Wanê şewat derket
09:32 KNK: Herin ser sindoqê û dengê xwe bidin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2024'AN
07:38 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Qiyametê rakin’ derket
29/09/2024
23:51 Ciwan li dijî tecrîd û îşkenceyê meş li dar xistin
22:58 Îsraîl Yemenê bi balefirên şer bombebaran kir
22:47 Nagîhan Akarsel li Baselê hat bibîranîn: Têkoşîna wê rê nîşan dide
22:30 Amedspor bi serkeftinê maç temam kir
22:15 Konsera Amedê: Em ê xwedî li çanda xwe derkevin
21:39 Serokê YNKʹê: Em ê vê desthilata gemar û qirêj biguherînin
21:29 Sûrfest bi stranên ermenkî û kurdî dest pê kir
20:53 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên 9’ê Cotmehê
20:32 Li Hamburgê ‘Maratona ji Abdullah Ocalan re Azadî’
20:18 Apê Mûsa li Îzmîrê hate bîranîn
19:48 Hatîmogûllari: Em ê têkoşîna xwe heya pergala biedalet ava dikin bidomînin
18:59 Li Stenbolê hevdîtina gel: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
18:16 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
18:08 DEM Partî dê li Konseya Ewropayê hin hivdîtinan bike
17:45 Li MED-DER’ê serdanên piştevaniyê
17:30 TJA: Em ê destûr nedin jiyana ciwanan were tarîkirin
17:10 Lubnan bi metirsiya mezin a koçberiyê re rû bi rû ye
16:18 Malbata Kabaîş giliyê peywirdarên wargehê kir
16:08 Du kesên êrişî avahiya DEM Partiyê kilrin hatin binçavkirin
16:01 Beştaş: Em ê di 13’ê cotmehê de li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
15:13 DYA’yê li Sûriyeyê du êrişên hewayî kir
14:57 Li ser rêya Agirî-Giyadînê qeza çêbû
14:38 Hatîmogûllari: Dixwazin mafê xanî dewrî sermayedaran bikin
14:21 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Eynika kesên demokrasiyê dixwazin Îmrali ye
14:05 Artêşa Îsraîlê: Rayedarê Hîzbullahê Nebîl Kavuk hate kuştin
13:40 Li Amedê 6’emîn Bazara Pevguhertinê hate vekirin
13:29 Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Kabaîş didomin
13:27 Li Pasûrê operasyona leşkerî: Daristan tê bombebarankirin
12:25 Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji ber rewşa li Lubnanê maseya krîzê ava kir
12:20 Cezayê qedexeya hevdîtinê dan girtiya cezayê îdamê protesto kirî
12:14 22 hezar û 215 lubnanî derbasî Sûriyeyê bûn
11:51 Li Pasûrê ‘herêma ewlehiya taybet’ hate ragihandin
11:43 New York Timesê tora îstîxbaratê ya Îsraîlê li dijî Hîzbullahê ava kirî vegot
11:17 Bakirhan li dijî îktîdara ekolojiyê qir dike banga rêxistinkirinê kir
10:56 Dosyayên doza tacîz û tecawizê yên li wargeha cemaetê kirin yek
10:43 Liceyî madenan naxwazin: Em ê dev ji xaka xwe bernedin
10:33 Bi komployê bersiv dan hewldanên ji bo çareseriyê
10:06 Li DYA’yê Bahoza Heleneyê: 63 kes mirin
10:04 Ji bo Nagihan Akarsel bang: Bila kesên cînayet teşwîq kirin bên darizandin
09:35 Hejmara nû ya Kovar Jinê derket
09:33 Sewalkar: Em bifiroşin jî zirar dikin xwedî jî bikin her zirarê dikin
09:04 Li Edeneyê dozeke din a ‘xespkirina îradeyê’
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2024’AN
28/09/2024
20:08 Li Stenbolê şahiya jinan
17:00 Ceylan Onkol di salvegera 15’emîn de hat bibîranîn
16:35 Li Licê protestoya madenê: Em ê rê nedin
15:34 Ji bo girtiyên nexweş Odûncû û Ozbek banga ‘berdana lezgîn’
15:03 Komkujiya Roboskî di meha 153'yemîn de ye: Em ê nedin jibîrkirin
14:47 Hizbulahê piştrast kir ku Hesen Nasrallah hatiye kuştin
14:35 Xizmên Windayan li çar bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
14:22 Êrişî Şaxa YNK’ê hate kirin
14:21 Aydenîz a serdana girtiyan kir: Divê raporên tenduristiyê yên bêalî bên dayîn
13:53 Li Cizîrê fûara ‘jinên hilberîner’