Keskîn: Girtina rojnamegeran û Fîncanci, operasyona tolhildanê ye

  • rojane
  • 10:50 10 Mijdar 2022
  • |
img
STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn bertek nîşanî girtina Seroka Konseya Navendê ya TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci û xebatkarên Çapemeniya Azad da û wiha got: “Ev girtin, operasyona tolhildanê ye.” 
 
Çalakiyên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê û bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê berdewam in. Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci ji ber ku xwest bikaranîna çekên kîmyewî were lêkolînkirin, di 26’ê cotmehê de hat girtin. Demekî kin piştre di 29’ê cotmehê de jî 9 rojnamegerên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê hatin girtin. 
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn têkildarî girtina Fîncanci û xebatkarên Çapemeniya Azad bi ajansa me re axivî. 
 
‘DÊ DMME TIRKIYEYÊ MEHKÛM BIKE’
 
Eren Keskîn, da zanîn ku girtina Fîncanci binpêkirina makeqanûnê û peymanên navneteweyî ye û wiha got: “Di xalên 9 û 10’emîn ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) mafê azadiya xweîfadekirinê destnîşan dike. Tirkiye jî aliyekî vê peymanê ye. Nikare kesên weke Şebnemê bigire. Anku girtina wê li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Jixwe Tirkiye bi vê sedemê gelek caran ji hêla DMME’yê ve hatiye mehkûmkirin. Doza Şebnemê dê bibe yek ji van dozan û Tirkiye dê dîsa were mehkûmkirin. Rewşa akademîsyenên danezana ‘em nabin şirîkê vî sûc î’ weşandin û derheqê wan de doz hatine vekirin û ya Fîncanci heman e. Wan ji bo Sûr û Cizîrê ev daxuyanî dabûn. Lewma ji kar hatin derxistin û girtin. Lê piştre AYM’ê ji bo girtina wan got; ‘binpêkirina mafê azadiya xweîfadekirinê ye.’ Li gel ku gotinên Şebnemê ji yên akademîsyenan siviktir bûn jî hate girtin. Ev, operasyoneke tolhildanê ya li dijî Şebnemê û TTB’ê ye. Demek berê çûm serdana Şebnemê. Xwedî heman sekna berxwedêr û xurt bû. Ev sekn, hêviyê dide me.” 
 
OPERASYONA LI DIJÎ ÇAPEMENIYA AZAD
 
Bi domdarî Keskîn bal kişand ser girtina rojnamegeran û ev tişt anî ziman: “Her tim li ser Çapemeniya Azad zext heye. Hevalên me girtî ne lê rojnamegerên weke Mûsa Anter hatin qetilkirin. Heman kevneşopî didome. Ev kevneşopî bi taybet jî binpêkirinên li Kurdistanê vedibêje. Tiştên ku kesek nanivîsîne, dinivîsîne. Lewma her tim zext li ser heye. Hêj îdianameyên rojnamegerên di 16’ê hezîranê de hatine girtin jî amade nekirine. Ev yek, binpêkirina hiqûqê ye. Bêyî ku bizanin bê ka bi çi tên tawanbarkirin, bi mehan girtî ne. Operasyonên dema dawî de jî heman operasyona e. Şebnem zêdetir tê naskirin lewma her tim ew tê axaftin. Lê divê em li ser hevalên rojnameger jî biaxivin.  Ji ber ku rojnamegerî tê darizandin.”
 
‘KEVNEŞOPIYA ÇAPEMENIYA AZAD DÊ HER TIM BIDOME’
 
Keskîn, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kesên ji xwe re dibêjin muxalîf, ‘mexdûran hildibijêrin.’ Weke mînak, kemalîst tenê dema tiştek bi wan dibe dengê xwe dikin. Ji bo bersûcên Ergenekon û fermandaran gelek eleqe nîşan dan lê ji bo rojnameger, rewşenbîr û nivîskaran dengê xwe nakin. Lê divê li dijî hemû binpêkirinan bi heman awayî dengê xwe derxînin. Çapemeniya Azad dê tu carî bêdeng nemîne. Heke îro qala hinek peymanên mafên mirovan ên navneteweyî were kirin, heke hinek maf hatibin mayîndekirin û heke hêj niha jî hinek derdor di hiqûqê de ji bo hinek nirxan rêz bigirin, ev bi saya rojnamegeriya serbixwe ye. Lewma jî Çapemeniya Azad dê her tim hebûna xwe bidomîne. Heke ew biçin dê yên nû bên şûna wan. Demekê Ozgur Gundem hebû. Gelek rojnameger hatin qetilkirin lê yên nû hatin cihê wan. Karê rojnamegerên hatine girtin jî hevalên wan dikin. Kevneşopiya Çapemeniya Azad her tim didome.” 
 

Sernavên din

10/11/2022
12:40 Malbatên girtiyan: Vê zilmê ne Xwedê ne jî evd qebûl dike
12:19 Li gorî TUÎK’ê bêkariya li Tirkiyeyê zêdetir bû
12:06 Bersûcên Malbata Şenyaşar li Pirsûsê 2 kes bi gulebaranê qetil kirin
12:01 Ji ber gotinên derheqê çekên kîmyewî de li Demîrtaş doz vekirin
11:45 Girtiyên nexweş ên di grevê de li qawîşên yekkesî tên ragirtin
11:44 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Em ê alaya wan li ba bikin
11:11 Komîsyona Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê: Haya me ji bikaranîna çekên kîmyewî nîne!
11:00 Dê hêj ji Girê Miraza çi derbikevin? Rojnameger dê çawa bikin nûçe?
10:50 Keskîn: Girtina rojnamegeran û Fîncanci, operasyona tolhildanê ye
10:14 Sarisozen: Yên ku dengê xwe ji bo çekên kîmyewî dernaxînin, şirîkên sûc in
09:49 Qeyûm Bajarê Dîrokî Dara daye ber îmarê
09:39 MÎT li Dîlokê bi ASA'yê û li Atmê jî bi HTŞ'yê re civiyaye
09:30 Li Xelatê erdhej
09:30 Mafê hevdîtina bi hempîşeyên wan re yê rojnamegerên girtî asteng dikin
09:29 Cotkarên Silopiyayê nikarin pembûyê xwe bifiroşin
09:05 Mafê jiyanê yê her du birayên girtî û nexweş tê binpêkirin
09:04 Darfiroş û darvanên Colemêrgê: Heta ku AKP têk neçe krîza aborî çareser nabe
09:04 Li Wanê di 7 rojan de 4 mirinên biguman
09:03 Amed amadekariyên Komcivîna Stareyên Jinan dike
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2022'YAN
09/11/2022
21:03 Şahidê Komkujiya Dersimê Bego Polat jiyana xwe ji dest da
17:01 Li Edeneyê Platforma Ekolojiyê hate avakirin
16:57 Abdî ya bi tevî pitika xwe du mehî ve girtîbû hat berdan
16:38 Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:37 Nobeta Edaletê: Bila tecrîd û îşkence bi dawî be
16:08 Saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana şîna Temîz kirin
16:07 Şaxa Platforma KESK’ê ya Amedê: Ne bûdçeya gel lê bûdçeya şer e
16:07 Di doza Seroka Komeleya Rosayê de dê mutala bê amadekirin
15:33 Li Sirri Sureyya Onder 5 meh cezayê hefsê hate birîn
14:45 Rapora girtîgehan a OHD’ê: Divê mekanîzmaya venihêrînê ya serbixwe bê avakirin
14:33 Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê didome
14:11 Cenazeyên kesên di qezaya Dutaxê de mirin dane malbatên wan
14:07 Ferît Şenyaşar: Kujeran xwe li pişt îktidarê veşartiye
13:59 Rojnamevanan serdana ajansa me kir
13:45 Pêşniyaznameyên kîmyasalê bi hêceta ‘mijarên nayên pirsîn’ hat vegerandin
13:40 Bulbul: AKP qeyûm tayînî civaka elewîtiyê dike
13:31 Sefîra Ingilîz serdana HDP’ê kir
13:23 3 roj in li benda wergirtina cenazeyan in
13:13 Ceyrana girtiyan hat birîn
13:12 Gelo ser bermamiyên dîrokî ku li Ben û Senê derketin holê tê niximandin?
13:07 Ji girtiyekî name: Hevalên me le erdê radizên
12:42 Li pêşiya AYM’ê êrişî kedkarên perwerdehiyê kirin
12:38 Piştî girtiyan zexta “qawişa serbixwe” li malbatan jî tê kirin!
12:18 Guleryuz: Divê Tirkiye destûrê bide ku şandeyên serbixwe çekên kîmyewî lêkolîn bikin
12:06 Li Miksê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
12:02 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe bi cih neanîn
11:52 6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
11:32 Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir
11:15 Amediyan afîşên Bahçelî çirandin
10:51 MYK’a HDP’ê dicive
10:42 Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat damezrandin
10:36 Brûkanliyê xwe şewitandibû li revîrê bikelemçeyê tê dermankirin
10:24 Rojnamevan Bêrîvan Altan heqîqetê veguherand evîndariyê
10:12 Wesayîtên şaredariyê xistin xizmeta AKP’ê
09:55 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Werin li dadgehê bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin
09:41 Di qezaya Dutaxê de hejmara miriyan derket 8’an
09:03 'Armanca binpêkirinên mafan polîtîkaya tepisandinê ye'
09:02 Nelirêtiyên li ser nelirêtiyê yên qeyûmê Mêrdînê!
09:02 Kavak ê ku di 1974'an de Ocalan nas kiriye: Tekane çare Ocalan e
09:01 Evsen ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Li girtîgehan ji serî heta binî tecrîd heye
09:00 Sergardiyan gefa kuştinê li girtiyan xwariye: Em ê we bi komî bişewitînin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2022'YAN
08/11/2022
22:05 Acetê HPG'î li warê xwe Êlihê hat veşartin
21:38 Raportorên NY‘yê xwestin demildest Fincanci bê berdan
20:49 KCD, DBP û HDP'ê serdana malbatên kesên ku di qezaya Dutaxê de jiyana xwe ji dest dan kirin
19:37 Li Dersimê çokeke berf ketiye
17:45 Komîsyona rektoriyê dê ji bo daxwaza xwendekarên hiqûqê li hev kom bibe
17:26 Komîsyonê bi yekdengî biryara betalkirina parêzbendiya Guzelê da
17:20 Xwestin 'Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê' bê betalkirin
16:44 Danişîna mamosteyên nîjadperest ên ku heqaret li kurdî kiribûn hat taloqkirin
16:34 Danişîna doza Demokratîk Modernîteyê hat taloqkirin
16:20 Pirsa çekên kîmyewî ji Çavûşoglû hate pirsîn: Hûn ê lêkolîn bikin?
16:19 Dayika girtiyê nexweş: Bila her kes dengê xwe bilind bike
15:39 Prz. Gungordu: Biryar îspat dike ku muwekîlên me dîlgirtiyên siyasî ne
15:02 ÎHD li 27 bajaran daxuyanî da: Divê demildest dawî li binpêkirina mafên girtiyan were anîn
14:42 Şahidê qezaya li Agiriyê pêk hat: Îhmal heye
14:29 Li Wanê 137 sal û 6 meh cezayê hefsê dan 22 kesan
14:07 Sancar: Ji bo nixûmandina kedxwariya xwe serî li polîtîkaya şer didin
13:55 Li Nîjeryayê gelemperî jê jin 80 kes hatin revandin
13:04 Rêxistinên elewiyan meşiyan Meclisê: Em ne komeqanûnê lê hemwelatiya wekhev dixwazin
13:01 ELDH: Tecrîd ji aliyê gelên cîhanê ve tê zanîn
12:38 Malbatên girtiyan: Sedema zilma li ser zarokên me kurdbûn e
12:29 Partiya Çep a Kesk ji bo piştevaniyê serdana rojnamevanan kir
12:16 Xizmên girtiyan di danişîna ewil de beraet kir
11:59 'Heke daraz nikaribe mazlûman biparêze, kes nikare behsa edaletê bike’
11:37 Mîhrîcan bû bingeha nîqaşên şanoya serbixwe
11:28 Li Wanê 6 penaber ji zinar ketin xwarê
11:23 Elmanya ji bo Fîncanci name ji Erdogan re şand: Bila bê berdan
10:49 Serhildana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
09:17 Malbatên ku zarokên wan di jêrzemînan de hatin qetilkirin: Em ê doza heqê zarokên xwe bikin
09:07 Sîbel Balaç: Me li dijî bêedaletiyê mafê xwe yê rêxistinbûyînê parast
09:05 Îdianameya kujerê Berîvan Alturkê hat amadekirin
09:04 17 sal di ser bombekirina Pirtûkxaneya Ûmûtê re derbas bûn
09:01 Tevî hemû delîlan jî kujerên Evgun nehatine zevtkirin!
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2022'YAN
07/11/2022
20:09 50 kesên di meşa li dijî çekên kîmyewî de hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:30 Şandeyeke amerîkî hat Enqereyê
16:29 Li Agiriyê qeza pêk hat: 7 kes mirin 11 kes birîndar bûn
16:24 Di êrişa dewleta tirk de şervanekî HSD’ê jiyana xwe ji dest da
16:17 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Ev der Amed e û em ê li ber xwe bidin