COLEMÊRG - Çar gundên girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê ev 11 roj in di dorpêça leşkeran de ne. Leşker bi şev xwe li geliyên gundan vedişerin û kêmînan datînin.
Gundên Şîşemzîn, Basan, Xûrekana Seyîda û Soryan ên girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê ji roja 12’ê mijdarê heta niha di bin dorpêça leşkeran de ne. Hat zanîn ku leşkerên girêdayê Fermandariya Cendirmeyan a Ovaîçî di danê şevê de xwe ber didin nava geliyên gundên navborî, gundan dorpêç dikin û bi wesayîtên zirxî dikevin nava gundan û operasyonên veşartî li dar dixin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, leşker di danê êvarê saet ji 18.00’an heya serê sibehê saet 05.00’an xwe li geliyên gundên navborî vedişêrin û kêmînan datînin.