Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Dûmlûyê: Em zilmê qebûl nakin

  • rojane
  • 13:47 24 Mijdar 2022
  • |
img
STENBOL - Girtiyên li Girtîgeha Hejmara 1 a bi Ewlehiya Bilind a Dûmlûyê li dijî zextan, di 8’ê cotmehê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Serhat Karsû ku di greva birçîbûnê de cih digire anî ziman ku rêveberiya girtîgehê girtiyan arasteyî xwekûştinê dike.  
 
Paceyên qawişên Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlehiya Bilind a Dûmlû ya Erziromê bi têlên hesin hatin girtin. Girtiyên hindik be jî esman didîtin, bi tarîkirina paceyan re  ji hêla derûnî û bedenî ve bandoreke neyînî lê dibe. Girtiyan li dijî vê rewşê, di 8’ê mijdarê de biryara greva birçîbûnê ya 10 rojan a bidem û dorveger girtin. 
 
SAZÎ DÊ RAPORAN PÊŞKEŞ BIKIN
 
Malbatên girtiyan têkildarî mijarê serî li Şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) dan. Hat destnîşankirin ku OHD û TUHAY-DER a ku têkidarî serdanan çûbûn girtîgehê û bi girtiyan re hevdîtin pêk anîbûn, dê rojên pêş de rapora xwe parve bikin. Aynûr Taş ku birayê wê Serhat Karsû yê di sala 2011’an de Kanîreş a Çewligê hatibû girtin, têkildarî rewşa birayê xwe yê di qawîşa yekkesî de tê ragirtin û girtiyên rastî binpêkirina mafan tên axivî. 
 
‘EM NIKARIN ŞEV Û ROJÊ JI HEV DERXÎNIN'
 
Taş, anî ziman ku gardiyan bi şev dema ku girtî radikevin, her saetê carekê bi zanebûn girtiyan ji xewê şiyar dikin. Taş, di 18’ê mijdarê de bi birayê xwe re axafitina telefonê kir û ev gotin bi birayê xwe re parve kir: “Em hemû di qawişên yekkesî de têne ragirtin. Tenê dema ku em qêr dikin hev û du dibîhîsin. Xwedî li me derkevin. Hesin li paceyên me xistine. Em êdî nikarin şev û rojê ji hev derxînin. Hewl didin ku me arasteyî xwekuştinê bikin. Êdî em nikarin wisa bidomînin, li me xwedî derkevin.”
 
‘EM Ê LI BER XWE BIDIN’
 
Di berdewamê de Taş diyar kir ku girtî di destê zaliman de li ber xwe didin û ew li ber têkoşîna girtiyan serê xwe ditewîne. Di berdewama axaftiana xwe de Taş da zanîn ku roja înê jî roja telefonê ya birayê wî bû lê belê birayê wê telofon nekiriye. Taş, destnîşan kir ku wî sedema nekirina telefonê ya birayê xwe ji rayedareke girtîgehê pirs kiriye û bersiva “Odeya wan guherine” wergirtiye. Taş, têkildarî sepanên girtîgehê ev tişt gotin: “Dema ku me bi birayê xwe re diaxivî ji me re digot ‘Li ser me zext hene. Her saetê me şiyar dikin. Derûniya me serûbin dikin lê dîsa jî em li ber xwe didin. Dilopek jî xwîna me hebe em ê li ber xwe bidin. Em vê zilmê, van zextan qebûl nakin.
 
‘KANÊ MAFÊN MIROVAN?’
 
Ez bang li Ewropayê dikim, ger ku mafên mirovan hebin, kanê li ku ne mafên mirovan? Çima li ser kurdan, li ser zarokên kurdan evqas zext hene? Ewropa çima bêdeng e. Bila Ewropa were û pirsa ‘Çima zarokên we di girtîgehan de ne?’ ji me bipirse. Dewleta tirk li ser ciwanan û malbatên wan zexteke mezin dide meşandin. Ji ber wê zarokên me di zîndanan de dirîzînin. Em wek dayîk û xwîşK vê yekê qebûl nakin.”
 
Taş bang li malbatên girtiyan kir ku rabin ser piya û wiha bi dawî kir: "Ew di nava şereke ewqas mezin de ne, li ber xwe didin, em jî li ber xwe bidin. Em ji bo girtiyan tiştekê bikin.”

Sernavên din

26/11/2022
13:06 Binçavkiriyên pankarta Kurdistanê li miduriyeta polîsan tên ragirtin
13:06 Rencuzogûllari: DAIŞ li ser axa di bin garantoriya dewleta tirk de rehet digere
12:14 Polîsan lingê Turker a tev li meşa 25’ê Mijdarê bûbû şikand
11:57 Xwişka Garîbe Gezer: Ji kesên dixwazin re delîl pir in lê nîyeta dozger nîne
11:56 Digotin 6 saet emrê wê heye, lê 45 salî ye!
11:21 Bi keviran êrişî rêxistina HDP'a Çûkûrovayê kirin
10:48 Belavkarê Ozgur Gundemê Adnan Işik 29 sal berê hate qetilkirin
10:31 Parêzera girtiyê du destên wî nînin: Dewlet tolê dihilîne
10:13 Mak Pirtûk dest bi pirtûkfiroşiyê kir
09:11 Xoy û Urmiye: Gel ji rejima Îranê gelek kişand
09:03 ‘Qedexekirina konseran asîmlasyon e'
09:02 Surucu: Divê dawî li tecrîda li ser Ocalan bê
09:01 Rapora pêzaniyê: Kî li kê xistiye nediyar e, lê her kes li hev dixe
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2022'YAN
25/11/2022
22:20 Li Şirnexê panela 25'ê Mijdarê hat lidarxistin
21:34 Li Stenbolê dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' olan da
21:25 Li Cizîrê 23 kes serbest hatin berdan
20:07 Li Amedê ji 47 kesên hatibûn binçavkirin 31 kesên din jî hatin berdan
18:30 Dîmenên îşkencekirina Garîbe Gezerê derketin holê
18:08 Leyla Guven: Dê hesabê bidin
17:53 Kişanak: Dîtina kiryaran dê dîroka Tirkiyeyê rûnî bike
16:37 Hejmara binçavkiriyên li Mêrsînê derket 25’an
16:20 Ji ber cezayê muebbetê lê hatiye birîn nehiştin bi dayika xwe ya nexweş re biaxive
16:02 Nobeta Edaletê hat astengkirin
15:44 QSD'ê bîlançoya êrişên dewleta tirk ên 2 rojan aşkere kir
15:29 Li Girtîgeha Eregliyê zexta psîkolojîk dikin
14:49 HDP: Êrişên li ser Guzelê bi rêya Meclisê hatin berdewamkirin
14:34 Di Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê de polîsan tundî li jinan kir
14:17 Komîna Tevna Jînê strana bi navê “Jîna’yê” strand
14:15 Jin li qadan e: Li dijî tundiyê peyamên têkoşîna hevpar
12:53 Bi pankartan êrişên hewayî şermezar kirin
12:37 Jinan li Mêrdînê got: Me carekê tovê jiyanê li vê xakê reşandiye û dê têkoşîna her bidome
12:17 Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in
12:08 Li Eskîşehîrê xwendekar hatin binçavkirin
12:07 Emîne Şenyaşar ‘li dijî tundiyê’ ev 627 roj in li ber xwe dide
12:02 Ji bo tevlibûna danişîna ‘doza tacîza zayendî’ banga tevlibûnê hat kirin
11:18 Li Mêrsînê 15 kes hatin binçavkirin
11:07 Îdianameya derheqê Fîncanci de hat amadekirin
10:44 Çalakiyên li Cadeya Îstîklalê hatin qedexekirin
10:43 Şehba û Zirgan hatin bombebarankirin
10:30 Platforma Yekitiya Jinan: Jinan serî netewandin, pêşengtiyê dikin
10:21 Rojnameger Boran: Rûsyayê bi berdêla veguhestina HTŞ’ê li Efrînê, destûra êrişê da
09:15 Prof. Dr. Aktar: Gava mesele hat ser kurdan konsensusa neteweyî çêbû
09:13 Min tirs danî aliyekî û çûme Rojhilat û Îranê
09:05 Mele: Bikaranîna kîmyasalê li dijî mirovahiyê ye, guneh û heram e
09:04 ‘Muxalefeta ku dema mijar dibe Ocalan û kurd xwe li bêdengiyê datîne nikare pirsgirêkan çareser bike'
09:02 KNK: Me seferberiya yekitiya neteweyî îlan kir
09:01 Akademîsyen Zebarî: Ev komîsyon ji bo hilweşandina rejîma Erdogan belgeyeke mezin e
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2022'YAN
24/11/2022
22:32 Li Sîlopiyayê karkerekî jiyana xwe ji dest da
21:31 Agir bi konê koçeran ket: Zêdetirî sed heywanên wan mirin
21:27 Li Farqînê polîsekî xwe kuşt
18:59 Hasan Dal piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:53 ‘Faşîzma AKP-MHP’ê nikare têkoşîna me têk bibe’
17:49 Têkildarî mirina Garîbe Gezer biryara neşopandinê hate dayîn
17:01 Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê pirsa kîmyasalê bêbersiv hişt
16:41 OHD’ê ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Rihayê da
16:35 ‘Şahid’ îfadeya xwe qebûl nekir, Akdag dîsa nehate berdan
16:21 Li Wanê welatiyekî ji ber bêkariyê hewl da xwe bikuje
16:17 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
16:16 Banqeya Navendî polîtîkaya xwe ya faîzê daxist
16:10 Jinan ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî dan: Em ê li qadan bin
16:09 Ji Amerîkaya Latîn û Efrîqayê bertekên li dijî êrişên ser Rojava: Divê em bikevin nava tevgerê
15:46 Stranbêj Derya Cengîz ji ber gotina stranekê lêborîn xwest
15:29 ÎHD’ê bîlançoya salekê ya tundiya li ser jinan a bakurê Kurdistanê eşkere kir
15:16 Li melayê ku destdirêjî li zarokekî kirî 21 sal cezayê hefsê hat birîn
14:32 MKGP: Rojnamegerên girtî di zûtirin demê de berdin
14:22 Girtiyên nexweş ên sewqî Girtîgeha Eregliyê hatin kirin di hucreyên yekkesî de tên ragirtin
14:15 Malbatên girtiyan: Zarokên me tiştekî ku jê poşman bibin nekirine
13:47 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Dûmlûyê: Em zilmê qebûl nakin
13:37 Tê îdiakirin ku polîsan li Bazîdê welatiyek înfaz kir
13:23 Li Êlihê jin ji meşê re amade ne: Em ê dengê xwe bilind bikin
12:52 Malbata Şenyaşar: Nobeta me ya edaletê dê bandora perperokî bike
12:08 Encamên Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kûrt hatin eşkerekirin
12:07 Partiyên kurd: Yekitiya neteweyî ji duh lezgîntir e
11:40 Ji 47 binçavkiriyên Amedê 9 jê hatin berdan
11:02 Bernameya meha kanûnê ya Şanoya Bajêr a Amedê eşkere bû
10:43 Prof. Norman Paech: Tirkiye Peymana NY’ê binpê dike
10:42 Meclisa Leşkerî ya Kobanê: Mafê me yê şerkirin û parastinê heye
10:21 Berdevkê YPG’ê Mehmûd: Dê tu êriş bêbersiv nemînin
09:16 Di hunerê de têkoşîna bi kodên mêr re: Dengê heram li her derê olan dide
09:15 Rojnamevan Oremar: Êdî vegera berxwedana Rojhilat tune ye
09:12 EMEP û TÎP: Li dijî şer û kîmyasalê em ê li kolanan bin
09:09 Dozger ji bo tundiya polîsan got, 'şideteke hevgirtî' ye!
09:08 Ji Mahabad’ê heya Tehranê li kolanan çi dibe?
09:05 Jin vexwendin Meşa 25'ê Mijdarê: Em ê bi felsefeya 'jin jiyan azadî' qadan tije bikin
09:02 Amedî: Tirkiye ji bo her 4 parçe hev nebînin êriş dike
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2022'YAN
23/11/2022
23:44 Qamişlo hat bombebarankirin
21:21 Tirkiyeyê Kampa Holê bombebaran kir
19:56 Ji Girtîgeha Amedê ya Jinan 2 girtiyên din jî hatin sirgûnkirin
16:50 Ji girtiyê ku înfaza wî taloqkirin re gotin: Heke zarokên te çêbibin dê bişînî çiyê?
16:21 HSD: Di êrişan de 7 sivîl û 2 şervanên YAT’ê jiyana xwe ji dest dan
16:15 Komxebata Xwendekaran: Bi têkoşîna şoreşgerî dikare êriş bên pûçkirin
15:50 Li Şirnexê serdana goristanê hat astengkirin
15:34 Malbata Şenyaşar: Dê li ser sindoqê bersiva pêwîst bê dayîn
15:27 ‘Êrişî destkeftiyên Rojava dikin’
15:08 Ji jinên girtî re nameyên piştgiriyê hatin şandin
15:04 Hêzên Demokrasiyê yên Amedê: Bila 47 kesên binçavkirî bên berdan
14:32 Mazlum Ebdî: Sê birayên êrişkara Taksîmê dema ji bo DAIŞ'ê şer dikirin hatin kuştin