Leyla Guven: Dê hesabê bidin

  • rojane
  • 18:08 25 Mijdar 2022
  • |
img

AMED - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û wiha got: “Dijminê kurdan AKP û nokerên wan ên herêmî dê ji bo hemû komkujî û talanên ku li erdnîgariya kurdan dikin hesabê bidin.”

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê tê ragirtin, têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me re nameyek şand.

QIRKIRINA KURDAN DIDOME’

Guven di nameya xwe ya bi sernavê “Dê hesabê bidin” de diyar kir ku qirkirina kurdan ku ji hêla hêzên emperyalîst ên navneteweyî û dînamîkên navxweyî bi awayekî koordîneyê tê kirin, berdewam e û wiha got: “Ji damezirandina komarê heta niha her cureyên êrişê bi kar anîn û niha dîsa bi heman rêbazan hewl didin encamên cuda bi dest bixin. Bêguman ew jî dizanin ku nikarin bi van rêbazan gelê kurd tune bikin. Hêzên emperyal, naxwazin pirsgirêka kurd were çareserkirin ji ber ku ji bo polîtîkayên xwe bikarin bimeşînin, divê li Tirkiye û Rojhilata Navîn alozî ji holê ranebe. Pirsgirêka kurd a hatiye çareserkirin, dê li hundir û derve gelek kesan bêkar bihêle. Heke pirsgirêka kurd nebe, dê MHP û dûvikên wê çawa bikarin siyasetê û nîjadperestiyê bikin? Kesên qaşo pisporên ewlehiyê ne jî dê çîrokên ji aqil, zanist û rastiyê dûr vebêjin.Kesên çareseriya wan xwe bi xwe nebe her tim hewceyî çareseriya hin kesên din in.

SENARYO YA BAHÇELÎ YE, ROLA SEREKE YA SOYLÛ YE

Li Tirkiyeyê dema desthilata AKP’ê ya 20 salan de di mijara pirsgirêka kurd de daneyên girîng derketin holê. Polîtîkayeke AKP’ê ya partiya yek zilamî ya derbarê çareseriya pirsgirêka kurd de nîne. Rojekê li gorî fetwayê xoceyê xwe yê cemaetê tevgeriya, piştî encam negirt vê carê jî li gorî şîretên netewperestên Ergenekonî tevgeriya rêgezên şer dan rawestandin, di her qadê de bê hiqûqî xiste meriyete û li benda encamê ma. Piştî ku ji vir jî tiştek derneket kete nava hewldanên nû. Rêveberiya niha di dewrê de ye jî konsepteke ku senaryoya wê Dewlet Bahçelî nivîsandiye, rola sereke Suleyman Soylû dilîze AKP û hemû qewteyên wê weke figuran rol girtiye di dewrê de ye. Her kes dizane ku bûyera Cadeya Îstîklalê mizanseneke. Ev bûyer tenê lîstikeke mudaxilekirina Rojava bû. Divê kesek aqil û hişê civakê tune nehisibîne.

DÊ HESABA WÊ BIDIN

Yekane zilamê AKP’ê di demekî nêzîk de dîsa bêje ‘ez hatim xapandin’ em qet matmayî namînin. Lê bele divê gelê me bizane ku her xapandinek dibe sedemê mirovên ciwan jiyan ji dest bidin, karker, gundî, jin û ciwan zêdetir xîzan dibin û welat bi salan bi paş bikeve. Gelê kurd û tirk ê vê yekê dizane wê di hilbijartina ewil de hesaba vê ji desthilata faşîst a AKP’ê û MHP’ê bipirse. Em careke din diyar dikin ku AKP’a dijmina kurdan û hevkarên wê yên herêmî wê hesaba hemû pêkanînên talan û komkujiya li erdnîgariya me û ser gele me di çarçoveya hiqûqa navnetewî de bidin. Di serî de AKP, hemû beşên dijminên kurdan bila bizanin ku di demekî nêzîk de wê gelê kurd ‘wê şevekê ji nişka ve’ hemû mafên xwe yên hatine xespkirin bidest bixe û li ser axa xwe ya qedîm dê bijî. Kesên bi salan e hewl didin vê rastiyê asteng bikin jî wê ‘bifikar û xemgîn’ binêrin.

DIVÊ BEŞÊN MÛXALÎF BÊ LEBÊ BELÊ HEVKARIYÊ BIKIN

Desthilata ku faîla bi sedan komkujiyên weke Roboskê, Ûgûr Kaymaz û Berkîn Elvan qet şerim nake û li ser zarok û jinan diaxive. Ev jî tê re nake li ser bombeyan navên zarokan dinivîse û li gorî xwe ‘tolê’ dihilîne. Bawer im Îsraîlê jî wiha nekiriye. Bombeyên bi navê Ecrîn-Yagmûr diçin wê Berfîn, Hêlîn û Rojîna bikujin. Li welatekî xwediyê vê hişmendiyê tişta herî zor ew e ku mirov li wir jin an jî zarok bin. Gelê kurd û gelên Tirkiyeyê di serî de pirsgirêka kurd çareseriya hemû pirsgirêkên din ên li welat bi zêdehî qebûl kiriye. Divê hemû beşên mûxalîf hewldanên xwe yên edalet, aştî, demokrasi û mafên mirovan bê lebê belê bikin hevkar. Em ji bîr nekin ku desthilata AKP’ê ji ber perçebûna me 20 sal in kariye li desthilatê bimîne. Weke hemû partiyên din ên ji ber pirsgirêka kurd çareser nekirin di nav rûpelên tarî yên dîrokê de winda bûn wê AKP jî winda bibe û biçe.

EM GELEK NÊZÎKÎ SERKEFTINÊ NE

Em ê li dijî konsepta înkar, îmha û dijminatiya li gelê me tê ferzkirin weke jin, ciwan, zarok, dayik û girtiyên polîtîk ên bi salan e di nava têkoşîneke destanî de ne em ê zêdetir li ber xwe bidin. Bila gelê me bizane ku em gelek nêzîkî serkeftinê ne. Ji ber ku dema zaliman fêm kir ku winda dikin zulma xwe zêdetir dikin. Divê em êşên xwe veguherînin hêzên û yekitiya xwe pêş ve bibin. Bi vê wesîleyê em zarokên gelê me yê qehreman ên di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînim û sersaxiyê ji gelê me re dixwazim. Dilê me yê ligel Rojava û Başûr ên di bin bomberanan de li ber xwe didin. Divê herkes bizane ku gelê me yê berxwedêr çawa li her çar parçeyê Kurdistanê bûne yek û li dijî çeteyên barbar ên DAIŞ’ê têkoşiyan wê bi axayên wan re jî têbikoşin.”

Sernavên din

24/12/2022
10:55 Li Giyadînê zarokek bi awayek guman mir
10:50 Buldan û Sancar qetlîama li Parîsê şermezar kirin: Divê qetlîam bê ronîkirin
10:44 ‘Hûnê hê jî çiqas li vê bêedaletiyê temaşe bikin?’
10:02 Mîr Perwer: Hûner rêya xwe nasînê ye
09:50 Gele Amedê: Semra Guzel vîna me ye
09:44 Tulay Hatimogûllari: Wezîrê Dadê berpirsê tecrîdê ye
09:20 ‘Lêgerîna li avahiyên DBP'ê xespkirina erkê ye'
09:19 Malbatên Roboskiyê: Rêya edaletê di Roboksiyê re derbas dibe
09:16 Partiyên Tifaqa Kurdistanê: Em ê li dijî êrişan di nav piştgiriyê de bin
09:15 Ji ber daxwaznameyên xwe yên 'ji bo vegerin gundê xwe' ketin ber lêpirsînê
09:12 'Hunermend divê erka xwe bi cih bînin'
09:09 Muftuoglû: Dê têkoşîn encama sala 2022’yan diyar bike
09:03 Hunerê guh neda qedexeyan!
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:04 Navên cangoriyên li Parîsê hatin qetilkirin eşkere bû
23/12/2022
23:04 Dîmenên êrîşa Parîsê derketin holê
21:25 Kurd li Ewropayê êrişa Parîsê protesto dikin
20:32 Li Dersimê destavêtina li xwendekareke jin hat şermezarkirin
20:07 Polîsên fransî êrişî girseya li ber navenda çandê kir
18:23 Bertekên li dijî êrişa li DBP'ê: Em ê AKP'ê bişînin
17:13 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê hat definkirin
16:46 Li Êlihê banga mîtîngê hate kirin
16:29 Tora Têkoşîna bi Tundiyê re: Mûsa Sevîm çima nayê girtin?
16:04 Li Parîsê êrişî Navenda Çanda Kurd hat kirin: 3 kes hatin qetilkirin
15:49 Lêgerîna li DBP’ê 7 saetan dom kir: Dest danîn ser formên endamtiyê
15:34 Edene ji mîtîngê re amade ye
15:33 Li ber DBP’ê daxuyanî: Kurd bi ser dikevin, îktidara AKP-MHP’ê têk diçe
15:28 Baroya Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:17 HDP’ê û DBP’ê li Dîlokê çalakiya nobetê da destpêkirin
15:00 Hevseroka HDP’ê ya berê ku jiyana xwe ji dest da hate veşartin
14:59 Baroya Rihayê ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Li Girtîgeha Eregliyê televîzyon û pirtûk hatin qedexekirin
14:43 Li Parîsê êrişî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya hat kirin: Birîndar hene
14:18 Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci nehat tehliyekirin
14:02 Doza Kobanê: Pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye
13:57 Li Dêrsimê kesê ku hatibû binçavkirin hate girtin
13:53 Parlamenterên HDP’î bang li Wezareta Dadê kirin: Heke Îmrali li Tirkiyeyê be tecrîda mutleq rakin
13:52 Polîsan li avahiya DBP’a Êlihê ajandayên vala desteser kirin!
13:43 Operasyona li dijî DBP’ê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
13:20 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:52 Di serdegirtina Navenda DBP’ê de dest danîn ser wêneyê Orhan Dogan
12:46 Endamên DBP'ê bertek nîşanî weşana A Haberê dan
12:05 'Gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike’
11:57 MYK’a HDP’ê: Nîşana serkeftinê ya Bayindir, rêbera serkeftinê ya gelê kurd e
11:57 Fîncanci: Xebatên min dewletê aciz kiriye
11:23 Di lêpirsîna DBP’ê de ji bo 15 kesan biryara binçavkirinê
11:22 Li herêma operasyonê mirina biguman a leşkerekî
11:13 Avahiya DBP’ê bi girseyî ziyaret kirin
11:11 Li Stenbolê 7 kes hatin binçavkirin
11:03 Banga mitînga Êlihê: Em li dijî tecrîdê azadiyê biparêzin
10:59 Jinan bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Guzelê da: Biryarê nas nakin
10:40 Ji bo azadiya Fîncanci li ber Edliyeya Stenbolê gazî kirin
10:12 DBP: Kurdek jî dê li ber faşîzma we serê xwe netewîne
09:10 Keşîşxaneya Mor Ahoyê hatiye wêrankirin!
09:10 Şaredariya Silopiyayê Kompleksa Werzîşê ya Jinan çêdike
09:08 Li Roboskiyê çarenûsa hevpar a du birayan
09:06 Bayindir: Em ê sala 2023’yan bikin sala bingeha şikandina tecrîdê
09:05 Xweza di sala 2022’yan de dinaliya!
09:04 Jin di nava têkoşînê de bûne yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:32 Polîsan avêt ser avahiyên DBP’ê: Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir hat binçavkirin
22/12/2022
22:22 Rojnamevan Aygul hat berdan
21:26 Di Nobeda Azadiyê de ji bo danişîna Fîncanciyê bang kirin
21:09 HDP: Em ê hesab ji feraseta darbekar bipirsin
17:09 Li Êlihê gel vexwendin mitîngê
16:48 Parlamenteriya Semra Guzel hat betalkirin
16:46 Hefsa malê rakirin vê carê jî derveyî welat lê qedexe kirin!
16:28 Bernameya meha çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:51 Hevserokê HDP’î ku di êrişa polîsan de krîza dil derbas kir wê cara duyemîn anjiyo bibe
15:51 Tirkiyeyê li Kobanê êrişî îstasyonek avê kir: 3 karker birîndar bûn
15:43 Li Girtîgeha Eregliyê av, ceyran û gaza xwezayî hat qutkirin
15:43 HDP’ê bertek nîşanî mûçeyê kêmtirîn da: Xizanî tê ferzkirin
15:28 Doza rojnamevan Akogûl hat taloqkirin
15:11 ‘AKP, tehamulî çalakî û aktîvîteyan nake’
14:55 Başaran: Semra Guzel wê her parlamentera Amedê be
14:39 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:13 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:08 Ji Wezareta Dadê re bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
13:47 Ceza ji parêzer Ûlaş re hat xwestin
13:40 Kujerê Pakistan Demîr ne dîn e
13:17 Mûçeyê kemtirîn bû 8 hezar û 500 lîre
13:11 Temel: Rojeva me ya sereke mîsogerkirina azadiya Ocalan e
12:42 Malbata Şenyaşar: Bila kes baweriya xwe bi hêza xwe ya siyasî neîne
12:18 ‘Divê li dijî êrişan têkoşîneke hevpar were meşandin’
11:32 KCD'ê û HDP’ê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
10:24 Mirinên li girtîgehan nayên lêkolînkirin
10:23 Doza Fîncanci sibê ye: Dadgerên ku Sokrates darizandin nayê bîra kesî
09:42 Li Rojhilat merasimên çilrojê welatiyên hatine kuştin têne lidarxistin
09:14 ‘Helwesta desthilatê rê li ber tahde û destdirêjiyê vedike'
09:14 Parêzer Aslan: Bi tecrîdê neçareserî hatiye tecrîhkirin
09:13 Înfaza Tûrsûn ê ku 30 sal in girtiye bi hinceta 'ne poşman e' hat taloqkirin
09:11 Tifaqa Ked û Demokrasiyê: Em ê di 2023'yan de pergaleke nû ava bikin
09:07 Karker bi berxwedana xwe bi ser ketin
09:04 Çîçek: Siyaseta kurd êdî pêşeroja welêt diyar dike
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2022'YAN
21/12/2022
20:47 Li Amedê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
19:41 Cenazeyê Yorgûn piştî 7 mehan hat veşartin
19:22 Li Silopiyayê ajokarê TIR'ê hat kuştin
19:01 Çalakiya 'Azadî ji bo Ocalan' ket sala 2'yan
17:04 ‘Şahidê’ ku derbarê parêzerên xwe de îfade dan parêzer nas nekirin