Rojnameger Mêsî: Dewleta tirk li Rojava sûcên şer dike, sûcên wê belgekirî ne

  • rojane
  • 09:09 27 Mijdar 2022
  • |
img
AMED – Nûçegihanê Ronahî TV'yê rojnameger Şîvan Mêsî tekildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Rojava anî ziman ku dewleta tirk li Rojava sûcên şer dike û ev yek bi dîmenan belgekirî ne. 
 
Dewleta tirk bi hinceta teqîna li Kolana Îstîklalê, di şeva 19-20'ê mijdarê de bi balafirên şer êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe kir. Şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 7 roj li pêy xwe hiştin û heya niha di şer de gelek sivîl ji aliyê dewleta tirk ve hatine qetilkirin. Her wiha li dijî êrişên dewleta tirk ji çar aliyên Kurdistanê û derveyî welêt gel herikîn qadan û bertekên tund nîşan dan.
 
Nûçegihanê Ronahî TV'yê Rojnameger Şivan Mêsî tekildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rewşa heyî pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivandin.
 
*Dewleta tirk teqîna bombeyî ya Stenbolê ji xwe re kir hincet ku êrişî rojava û başûrê Kurdistanê bike. Gelo armanca dewleta tirk a bi van êrişan çi ye? 
 
Armanca dewleta tirk a dagirker ya sereke qadên ku dagirkirine li rojavayê berfereh bike û bi vê yekê dixwaze careke din çeteyên DAÎŞ'ê nûjen bike û xeyalên xwe yên osmanî pêk bîne. Li kobanê bi taybet şerê çeteyên herî radîkal di cîhanê de hat kirin bi têkçûna DAÎŞ'ê re dewleta tirk jî sala 2014’an têk çû. Ji ber wê jî dagirkerî hewl dide li Kobanê tola xwe hilîne û gelek êrişên giran li Kobanê pêk tîne. Ji ber wê di teqîna Stenbolê de yekser Kobanê hate tewanbarkirin.
 
Di encama wan êrişên dewleta tirk de çi qas sivîl hatin qetilkirin? Gel çawa bertek êrişan dide?
 
Dagirkeriya tirk bi hemû rêbazan êrişî herêmên bakur û rojilatê sûryê kir , bi balafirên şer tang û topan herêm bombebaran û topbaran kir û hîna dewam dike, ev êriş ji şehba ta dêrikê hene, ji xwe êrişên dagirkeriya li van herêman ranewestiyane lê di 19’ê mijdarê de ev êriş girantir û berferehtir bûn , di dema ku ev êriş li ser welatiyan pêk hatin xelkên dêrikê bertekên xwe yên tund nîşan dan û dema ku çûn cihê ku bombebaran bûye carek din dagirkeriyê êriş kir û li wir komkujî pêk anî , di encama wê komkujiyê de 11 welatî şehîd bûn û 6 birîndar bûn taybet di wê êrişê de nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ye Îsam Ebdulah jî şehîd bû
 
Di van êrişan de rojnamevan tên hedefgirtin, di dema belge kirina bûyerên ku dagirkeriyê pêk anîne sibeha 20’ê mehê li kobanê nûçegihanê STÊRK TV Mihemed Ceradê û nûçegihanê Ronahî TV Mihemed Mistefa û Ehmed Şukrî êrişeke hewayî li hemberî wan pêk hat, di encama wê de nûçegihanê Stêrk TV Mihemed Ceradê birîndar bû.
 
Li aliyekî din binesaziya herêmê a ku debara jiyana xelkê peyda dike tê armanc girtin , sûcên şer tên kirin û ev binpêkirin bi dîmen belgekirî ne. Li hember êrişên dagirkeriyê li ser herêmên bakur û rojhilatê sûryê bertekên tund derketin pêş , ji roja ku ev êriş dest pê kirine gel li qadanin , helwesta xwe didin nîşandan û piştgirî  ji bo zarok û şervanên xwe raber dikin
 
Hûn dikarin ji me re qala rewşa niha ya Rojava bikin?
 
Niha rewşa rojava hîna êriş li ser pêk tên û her diçe ev êriş girantir dibin , bi taybet bi balafirên bê mirov yên bi çek dewleta dagirker heya 70’ ê km derbasî nava xaka sûryê dibe , tevahî herêm rojane êriş pêk tên û berfereh dibin.
 
Ji bo êrişên dewleta tirk a li dijî Rojava ji çar aliyên Kurdistanê û dervayî welet bertek tên nîşandayin hûn wan bertekan li wir çawa dişopînin? Bertekên ku tên nîşandayin têr dikin an?
 
Gelek bertek derketin pêş û Kurdistaniyên li dervayî welat heya astekê sekna xwe raber kirin , lê dewleta tirk bi hicetan êriş dike û qetilaman pêk tîne , pêwîste zêdetir Kurdistanî li dervayî welat di nava seferberiyekê de jiyan bikin. Em jî keda wan ya pîroz silav dikin.
 
Her wiha piştî têkçûyina DAIŞ’ê ji qada navneteweyî jî piştgirî da Rêveberiya Xweser. Niha li dijî êrişan di qada navneteweyî de bêdengiyek heye. Hûn vê bêdengiya navneteweyî çawa dinirxînin?
 
Dagirkerî di van êrişan de gelek zindan û kampên çeteyên daişê têde ne dewleta tirk hewil da ku wan çeteyan xilas bike lê careke din hêzên ewlekariyê ev bûyer kontrol kirin û nehiştin ku ev çete birevin. Lê hewildana dagirkeriya tirkiyê ji bo xelaskirina wan çeteyan dewam dike. Li herêmê dewletên ku qaşo hêzên garnetor hene weke Rûsya koalisyona navnetewî li li hember wan sûcên şer daxuyaniyên  şermok didin, tê diyarkirin ku ev êriş bi erêkirina wan pêk tên , her wiha li Rojava hikumeta şamê heye ji xwe di van êrişan de gelek leşkerên wan hatin hedef girtin û qetil kirin lê ew jî hîna di bêdengiya xwe de dijîn.
 
Bi qasî ku hûn dişopînin ji bo demên pêş pêvajoyeke çawa xuya ye?
 
Diyare ku ewê hemû hewildanên êrişeke berfereh û bejahî werin kirin, lê wê dagirkerî xwe di êrişeke berfereh de têk biçe, bi rihê şerê gelê şoreşgerî gel di nava xebatê de ye û parastina xaka xwe li kêlek şervanên xwe dikin. Îsal di 5’ê tîrmehê de Rêveberiya Xweser rewşa awarte ragihand û gelek amedekarî hatin kirin.Ji aliyê gel û sazî dezgehên rêveberiya xweser ve amedekarî yên pêwîst hatin kirin .
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

29/11/2022
09:04 Malbatên Zekeriya Xeyal û Komar Deruftade: Hedef girtin û kuştin
09:03 Çîroka Seyrê û Elîyê Mamed kir pirtûk
09:02 Qeyûm pere di qaseya şaredariyê de nehiştiye: Nikare heqê şîrketê bide
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2022'YAN
28/11/2022
23:06 Artêşa tirk cardin Kobanê bombeberan kir
22:12 Li herêma operasyonê eskerekî din jî mir
19:16 Doza Kobanê: Armanc cezakirina siyaseta demokratîk e
18:26 Ji Girtîgeha Panosê 7 girtî hatin sirgûnkirin
16:57 HSD: 90 caran êrişî gund û bajarokan hate kirin
16:55 Cezayê Gurdal ê ku 19 rojan kelemçekirî dihat tedawîkirin hat taloqkirin
16:52 Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:27 Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê: Em ê kolanan neterikînin
16:08 Hevseroka HDP’î ev du roj in di bin çavan de ye
16:07 Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê: Erdnîgarî qeder nîne
16:05 Kişanak: Doza Kobanê, doza ji holê rakirina çareseriyê ye
15:42 Tahir Elçî li gelek bajaran hat bibîranîn: Em ê di rêya têkoşînê ya Elçî de bimeşin
15:33 ‘Em ê destûrê nedin êrişan û Şoreşa Rojava biparêzin’
15:19 Gelê Geverê tevî hemû astengiyan jî li dijî ‘şer û dagirkeriyê’ meşiya
13:37 Tahîr Elçî li ber Mînareya Çarling hat bibîranîn: Qasidê aştiyê bû
13:15 Malbata Şenyaşar: Mala me ber deriyê edliyeyê ye
13:06 Kesên ji ber pankarta Kurdistanê hatin binçavkirin wê sewqî edliyeyê bên kirin
12:56 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:31 Serokkomarê Iraqê bi şandeya Herêma Kurdistanê re hevdîtin kir
12:03 Li Tekîrdag û Manîsayê gelek kes hatin binçavkirin
11:53 Hewsel bi rengên payîzê xemilî
11:36 116 jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:34 Kedkarên Çapemeniya Azad meheke girtî ne: Em ji ber rojnamevantiyê tên darizandin
11:25 HDP’ê Tahir Elçî bi bîr anî: Em ji bîr nakin û nadin jibîrkirin
11:01 Xwendekarê kurd ê êriş lê hate kirin: Em dikarin bi têkoşînê van nijadperestan ji dibistanan paqij bikin
10:55 Abdullah Ocalan: Sûriye dê qedera AKP’ê jî diyar bike
10:09 Akkaya ku înfaza wî hatiye şewitandin di hucreya yekkesî de tê ragirtin
09:55 Girtiyê ku dermanên wî nehatin dayîn di hucreya yekkesî de bi edrê ket
09:54 Destê Dayika Aşitiyê ku di 25'ê mijdarê de tundî lê hate kirin ji cih derket
09:35 Canbaz: Divê em tecrîdê têk bibin û berxwedanê mezin bikin
09:04 Jinên Botanî ku hatibûn binçavkirin: Em ê li ber xwe bidin bila ev jî ji wan re bibe derd
09:04 Tevlibûna daxuyaniya ji bo Denîz Poyrazê weke ‘propagandaya rêxistinê’ hesibandin
09:02 Rojnameger Kawe Fatehî: Serhildana gelan gelek tişt li Rojhilat û Îranê guhert
09:00 Jinên Mahabadî deriyê tirsê şikandine
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2022'YAN
27/11/2022
22:18 OHD: Rêbazên leşkerî wê pirsgirêkê mezintir bikin
21:32 Dewleta tirk gundên Şêrawa bombebaran kirin
21:25 Di komxebata ‘Di kapîtalîzmê de kedxwariya jinan’ de koç hate destnîşankirin
21:03 Xelata yekemîn a Mafê Mirovan û Azadiyê diyarî Jîna Emîniyê hat kirin
20:33 Li Qersê 3 kes hatin binçavkirin
20:27 Rojnamevan Evren: Jin nêzîkî azadiyê ne
19:30 Taşdogen: Divê li dijî ‘jina maqûl’ têkoşîn bê dayîn
18:59 Di êrişan de 3 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan
18:48 Di çalakiyên 25’ê Mijdarê de jinên îranî hatin silavkirin!
18:32 Li Şirnexê 9 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:55 Amedsporê li deplasmanê Înegolspor 2 û 0 têk bir
16:55 TMMOB’a Amedê: Binçavkiriyan di zûtirin demê de berdin
16:48 Tundiya mêr-dewletê li Antalyayê bi meşê hat protestokirin
16:29 MEBYA-DER bi malbatan re hate ba hev
15:58 Li Colemêrgê ji ber berfê rêya 155 gund û mezrayan hate girtin
15:31 Piştî kuştina leşkeran Akar çû ser sînor
15:30 Li Colemêrgê 3 jê jin 16 kes hatin binçavkirin
15:11 Husseîn Ronaghî hate berdan
15:00 HSD’ê bîlançoya êrişan eşkere kir
14:17 Li Mêrsînê 25 kes sê roj in di binçavan de ne
13:44 Malbata Şenyaşar: Em ê bêhêvî nebin
12:21 Di wesayîta cenazeyan a şaredariya AKP’î de tiryak hat desteserkirin
12:03 ESU: Divê NY li dijî êrişên Tirkiyeyê bikeve nava liv û tevgerê
11:55 Dewleta tirk gundê Eyn Deqnê û Balafirgeha Minixê topbaran dike
11:44 Polîsan li Taksîmê ciwanek kuşt
11:26 Turker a ku di 25’ê Mijdarê de piyê wê hate şikandin: Bijîşk hewl da tundiya polîsan veşêre
10:50 Cenazeyên 17 leşkeran anîn Colemêrgê
10:49 Li Duzceyê erdhejeke bi pileya 4.3’yan çêbû
10:49 Bertekên li dijî binçavkirinan: Çi bikin jî em ê her tim li dijî şer derkevin
10:48 Dozger tevlibûna kongreya ciwanan wek sûc hesiband
10:17 Yolerî: Bi piştevaniyê em dikarin hewldana bitenêhiştina girtiyan têk bibin
09:47 Xwişka girtiyê nexweş Guler: A tê kirin îşkence ye
09:40 Li gundê suryanan talankirina daran didome
09:10 Çelkî ku piştî fermanê dest bi rojnamegeriyê kir: Em ê êş û berxwedana vê civakê ragihînin cîhanê
09:09 Rojnameger Mêsî: Dewleta tirk li Rojava sûcên şer dike, sûcên wê belgekirî ne
09:08 'Astengiyên li ber 25'ê Mijdarê serketina jinê nîşan dide'
09:07 Dêra Geramonê bûye sergo!
09:04 Li Mahabadê hêrsa gel her ku diçe zêde dibe
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:30 Êrişên dewleta tirk di tevahiya şevê de domiyan
26/11/2022
17:57 Ebdî: Em li dijî êrişan amade ne, em ê li ber xwe bidin
17:09 DOM: Şoreşa Rojava belavî cîhanê bû
17:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan pirsîn
17:07 Hejmara kesên li Amedê hatin binçavkirin derket 40’an
16:56 MEBYA-DER û TUHAY-DER’ê serdana Emîne Şenyaşar kirin
16:07 Ji 20 karkerên birîndar 2 karker mirin
16:00 Jinan têkildarî 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:56 ÎHD: Bila girtiya nexweş Eylem Baş bê berdan
15:43 Bal kişandin ser rewşa 37 girtiyên nexweş ên jin
15:27 ÎHD’ê bal kişand ser binpêkirina mafên jinên girtî
15:17 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
14:55 Înfaza Evîn Şahînê şewitandin: Em poşmantiyê qebûl nakin
14:54 Li Amedê ji bo Fîncanci daxuyanî hat dayîn
14:28 Li Amedê qezaya trafîkê: 3 jê giran 35 kes birîndar bûn
14:22 Baranê kolan û cadeyên Cizîrê veguherand golên avê
14:09 Malbata ku keça wan di welidandinê de mir: Xemsarî heye
13:54 Di şer de leşkerek û cerdevanek mirin
13:52 Çalakiya xizmên windakiriyan hate asteng kirin: Biryareke li dijî hiqûqê ye
13:51 Di çarçoveya bîranîna Elçî de turnuvuya satrancê hat lidarxistin
13:16 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin
13:07 Di komxebata ‘Kedxwariya jinan’ de jinên têkoşer û Rojhilat hatin silavkirin