Çelkî ku piştî fermanê dest bi rojnamegeriyê kir: Em ê êş û berxwedana vê civakê ragihînin cîhanê

  • rojane
  • 09:10 27 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Xidir Bişar Çelkî ku piştî fermana li ser Êzidiyan xwest êş û berxwedana Şengalê bi kameraya xwe ragihîne ji cîhanê diyar kir ku tevî hemû astengiyan û zehmetiyan jî ew ê bi pênûsê xwe û kameraya xwe ji rastiyan re bibin neynik. 
 
Di ser rizgarkirina Şengalê ya ji destê çeteyên DAÎŞ’ê 7 sal derbas bûn. Di 3'yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAÎŞ'ê bi piştgiriya dewleta tirk û PDK'ê êrîşî  Şengalê kir. Êrîşên plankirî yên çeteyên DAÎŞ'ê ewilî li ser Mûsilê û Telaferê dest pê kirin û pişt re jî her çar aliyên Şengalê hatin dorpêçkirin. Êzidiyên ku dixwestin ji qirkirinê rizgar bibin tenê rêyeke wan mabû. Ew jî çiya bûn û berê xwe dan çiyayê Şengalê. 12 hezar çekdarên girêdayî PDK’ê û hêzên asayîşê bi fermana Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî Şengal terkkirin û ew bi tenê hişt. Êzidiyên ku bê parastin hatine hiştin ji wan zêdetirî 5 hezar hatin qetilkirin û bi hezaran jin û zarok jî ketin destên çeteyên DA;Ş'ê. Êzidiyên ku ketine destê DAÎŞ'ê li bazarên Mûsil û Reqayê hatin firotin. Pişt re Şengala ku ji çeteyên DAÎŞ'ê hatibû paqijkirin di bin sîwana Rêveberiya Xweser a Şengalê de qadên xwe yên leşkerî, dîplomasî û aborî ava kirin. Di vê pêvajoyê de ku her kesî Şengal tenê hişt rojnameger, leşker, siyasetmender û mamosteyên xwe birêxistin kirin. Bi avakirina rêveberiya xweser re, bi dehan ciwanên êzidî biryara rojnamegeriyê dan û êş û berxwedana êzidiyan bi kamera û wênekeşên xwe ragihandin cîhanê. 
 
Ji van kesan yek jê Xidir Bişar Çelkî ye. Çelkî, di wan şert û mercên herî zehmet de biryara rojnamegeriyê daye û bi kêmderfetan xwe bi xwe fêrî rojnamegeriyê bûye. Çelkî, ev 7 sal in bi qameraya di destê xwe de dibe neynik û dengê berxwedan û êşa êzidiyan. Çelkî, têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
'AXA XWE BI DESTÊ XWE RIZGAR KIRIN'
 
Rojnameger Çelkî diyar kir ku êzidiyan li hemberî çeteyên DAÎŞ'ê berxwedaneke mezin kirine û got ku tişta herî xweş jî şahidetiya wê berxwedanê bû û ew pêvajo wiha vegot: "Ez rojnamegereke êzidî me. Wê demê li dijî civaka êzidî êrîşeke bi hov pêk anîn. Ew hêzên ku dê parastina civak êzidiyan bikirina êvara fermanê de êzidî tenê hiştin û terik kirin. Civaka êzidî rastî êrîşeke wisa hatin. Ew ferman fermana man û nemanê bûn. Êzidiyan li ber xwe dan. Li gundê Sibayê, li gundê girzerikê êzidiyan berxwedaneke gelek mezin dan. Di navbera çeteyên DAÎŞ'ê û ciwanên êzidiyan de nêzî 10 saetan şer qewimî. Bi qasî ku çekên çeteyên DAÎŞ'ê hebûn, di destê êzidiyan de nebûn. Çekên êzidiyan ê sivik bûn. Ji derveyî van çekan tu çekên wan nebûn. Ji ber ku beriya wê qedexe bû ku êzidî çekên mezin mala xwe de bihewînin. Ji êzidiyan re gotin,' em ê parastina we bikin' lê mixabin van êzidiyan pişta xwe da êzidiyan û terik kirin û ew rastî komkujiyeke mezin hiştin. Êzidî bi qirkirineke re rû bi rû bûn. Tiştên gelek êşbar rû dan. Kuştin, komkujî û destdirêjiya li ser jinan, talankirina malên êzidiyan... tiştên gelekî mezin dîtin. Lê beriya ku êzidî xwe bigihînin çiyayê Şengalê di gundê Koço, hirdan kokujiyên mezin hatin kirin. Bi hezaran êzidî hatin qetilkirin. Bi kuştinê re, destdirêjiyê û revandinê re hatin hiştin. Lê êzidî dîsa bi destê êzidiyan hate rizgarkirin. Axa xwe bi destê xwe rizgar kirin. Ew tişteke gelek girîng û bi wate bû."
 
'JI BO KU ÊŞ Û BERXWEDANA WAN NÎŞAN BIDIN BIRYAR DA'
 
Çelkî, anî ziman ku piştî bûye şahidê vê êş û berxwedana êzidiyan biryara rojnamegeriyê daye û wiha dom kir: "Di wê deme de li vir karê rojnamegeriyê gelek kêm bû. Ji ber ku rêya rojnamegeran hatibû kirin. Her wiha rêya di navbera Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de hatibû girtin. Di wê deme de karê rojnamegeriyê gelek zehmettir bû. Ji bo ku êş û birînên civaka êzidî û berxwedana êzidiyan a li dijî DAÎŞ'ê ji dinyayê re bidin ragihandin me biryara rojnamegeriyê da. Karekî gelek zehmet bû. Piştî rizgarkirina Şengalê me biryar da û me got ku, 'em ê rojnamegeriyê bikin.' Ji ber ku civaka êzidî di aliyê xwe yê şerê leşkerî de serkeftineke mezin bi dest xist. Li dijî terorîstan Şengal rizgar kir. Piştî wê pêwîstî pê hebû ku berxwedana civaka êzidî ji tevahiya cîhanê re hatibûna ragihandin. Min jî wekî erkekê ji bo ku êşa gelê xwe û berxwedana wan bidin bihîstin biryara rojnamegeriyê da." 
 
Çelkî da zanîn ku nêzî salekê ye malperek ava kirine û wiha got: "Em çend ciwanên êzidî di vê malperê de dixebitin. Em nûçeyên der barê êzidiyan de çêdikin.Bi giştî nûçeyên Iraqê. Lê em piştgiriyê didin êzidiyan. Em bi vê malperê dengê civaka êzidiyan radigihînin." 
 
LI HERÊMÊ ZEHMETIYÊN ROJNAMEGERIYÊ' 
 
Rojnameger Xidir Bişar Çelkî, bi lêv kir ku geşedanên li herêmê herî zêde bandorê li ser rojnamegeran dike û got ku ew her carê rastî astengiyeke mezin tên û ev tişt gotın: "Heta niha jî em zehmetiyên wê dibînin. Ji ber ku êrîşên li ser Şengalê didomin. Her carê bi hewayî li ser Şengalê êrîş dikin. Her wiha li Şengalê hêzên leşkerî pir hene. Ji ber wê jî karê rojnamegeriyê pir zehmete. Heta niha jî ev zehmetiye didomin. Şengal di nava xwe de perçe perçe ye. Her perçeyeke wê girêdayî hêzekî ye, partiyekî ye. Ji ber wê jî weke rojnamegerên Şengalê em gelek zehmetiyan dikêşin. Mirov nikare bişopîne, bikêşîne û binivîse." 
 
'EM Ê BI PÊNÛSA AZAD BINIVÎSIN'
 
Rojnameger Çelkî da zanîn ku ew ê di her şert û mecî de bi qemereya xwe bibin dengê civaka xwe û got: "Lê heta astekî azadiya rojnamegeran heye. Em bi zanistiya ku, 'em ê çawa ji vê civakê re xîzmet bikin' re tevdigerin. Zor û zehmetiyên wê pir in. Ev êrîşe herî zêde li ser me hene û herî zêde jî em zehmetiyan dibînin. Heta niha pirsgirêkên rojnamegeran her hebûn. Azadiya rojnamegeran tune ye. Rojnameger nikarin bi awayeke azad bixebitin. Şengal jî yek ji wan cihane. Pirsgirîkên siyasî, civakî û leşkerî ji rojnamegeran re dibin astengî. Lêbelê li tevî hemû astengiyan jî em dibin dengê vê civakê û heta ku ji destê me tê jî em ê bi penûsa azad binivîsin." 
 
 

Sernavên din

29/11/2022
09:04 Malbatên Zekeriya Xeyal û Komar Deruftade: Hedef girtin û kuştin
09:03 Çîroka Seyrê û Elîyê Mamed kir pirtûk
09:02 Qeyûm pere di qaseya şaredariyê de nehiştiye: Nikare heqê şîrketê bide
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2022'YAN
28/11/2022
23:06 Artêşa tirk cardin Kobanê bombeberan kir
22:12 Li herêma operasyonê eskerekî din jî mir
19:16 Doza Kobanê: Armanc cezakirina siyaseta demokratîk e
18:26 Ji Girtîgeha Panosê 7 girtî hatin sirgûnkirin
16:57 HSD: 90 caran êrişî gund û bajarokan hate kirin
16:55 Cezayê Gurdal ê ku 19 rojan kelemçekirî dihat tedawîkirin hat taloqkirin
16:52 Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:27 Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê: Em ê kolanan neterikînin
16:08 Hevseroka HDP’î ev du roj in di bin çavan de ye
16:07 Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê: Erdnîgarî qeder nîne
16:05 Kişanak: Doza Kobanê, doza ji holê rakirina çareseriyê ye
15:42 Tahir Elçî li gelek bajaran hat bibîranîn: Em ê di rêya têkoşînê ya Elçî de bimeşin
15:33 ‘Em ê destûrê nedin êrişan û Şoreşa Rojava biparêzin’
15:19 Gelê Geverê tevî hemû astengiyan jî li dijî ‘şer û dagirkeriyê’ meşiya
13:37 Tahîr Elçî li ber Mînareya Çarling hat bibîranîn: Qasidê aştiyê bû
13:15 Malbata Şenyaşar: Mala me ber deriyê edliyeyê ye
13:06 Kesên ji ber pankarta Kurdistanê hatin binçavkirin wê sewqî edliyeyê bên kirin
12:56 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:31 Serokkomarê Iraqê bi şandeya Herêma Kurdistanê re hevdîtin kir
12:03 Li Tekîrdag û Manîsayê gelek kes hatin binçavkirin
11:53 Hewsel bi rengên payîzê xemilî
11:36 116 jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:34 Kedkarên Çapemeniya Azad meheke girtî ne: Em ji ber rojnamevantiyê tên darizandin
11:25 HDP’ê Tahir Elçî bi bîr anî: Em ji bîr nakin û nadin jibîrkirin
11:01 Xwendekarê kurd ê êriş lê hate kirin: Em dikarin bi têkoşînê van nijadperestan ji dibistanan paqij bikin
10:55 Abdullah Ocalan: Sûriye dê qedera AKP’ê jî diyar bike
10:09 Akkaya ku înfaza wî hatiye şewitandin di hucreya yekkesî de tê ragirtin
09:55 Girtiyê ku dermanên wî nehatin dayîn di hucreya yekkesî de bi edrê ket
09:54 Destê Dayika Aşitiyê ku di 25'ê mijdarê de tundî lê hate kirin ji cih derket
09:35 Canbaz: Divê em tecrîdê têk bibin û berxwedanê mezin bikin
09:04 Jinên Botanî ku hatibûn binçavkirin: Em ê li ber xwe bidin bila ev jî ji wan re bibe derd
09:04 Tevlibûna daxuyaniya ji bo Denîz Poyrazê weke ‘propagandaya rêxistinê’ hesibandin
09:02 Rojnameger Kawe Fatehî: Serhildana gelan gelek tişt li Rojhilat û Îranê guhert
09:00 Jinên Mahabadî deriyê tirsê şikandine
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2022'YAN
27/11/2022
22:18 OHD: Rêbazên leşkerî wê pirsgirêkê mezintir bikin
21:32 Dewleta tirk gundên Şêrawa bombebaran kirin
21:25 Di komxebata ‘Di kapîtalîzmê de kedxwariya jinan’ de koç hate destnîşankirin
21:03 Xelata yekemîn a Mafê Mirovan û Azadiyê diyarî Jîna Emîniyê hat kirin
20:33 Li Qersê 3 kes hatin binçavkirin
20:27 Rojnamevan Evren: Jin nêzîkî azadiyê ne
19:30 Taşdogen: Divê li dijî ‘jina maqûl’ têkoşîn bê dayîn
18:59 Di êrişan de 3 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan
18:48 Di çalakiyên 25’ê Mijdarê de jinên îranî hatin silavkirin!
18:32 Li Şirnexê 9 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:55 Amedsporê li deplasmanê Înegolspor 2 û 0 têk bir
16:55 TMMOB’a Amedê: Binçavkiriyan di zûtirin demê de berdin
16:48 Tundiya mêr-dewletê li Antalyayê bi meşê hat protestokirin
16:29 MEBYA-DER bi malbatan re hate ba hev
15:58 Li Colemêrgê ji ber berfê rêya 155 gund û mezrayan hate girtin
15:31 Piştî kuştina leşkeran Akar çû ser sînor
15:30 Li Colemêrgê 3 jê jin 16 kes hatin binçavkirin
15:11 Husseîn Ronaghî hate berdan
15:00 HSD’ê bîlançoya êrişan eşkere kir
14:17 Li Mêrsînê 25 kes sê roj in di binçavan de ne
13:44 Malbata Şenyaşar: Em ê bêhêvî nebin
12:21 Di wesayîta cenazeyan a şaredariya AKP’î de tiryak hat desteserkirin
12:03 ESU: Divê NY li dijî êrişên Tirkiyeyê bikeve nava liv û tevgerê
11:55 Dewleta tirk gundê Eyn Deqnê û Balafirgeha Minixê topbaran dike
11:44 Polîsan li Taksîmê ciwanek kuşt
11:26 Turker a ku di 25’ê Mijdarê de piyê wê hate şikandin: Bijîşk hewl da tundiya polîsan veşêre
10:50 Cenazeyên 17 leşkeran anîn Colemêrgê
10:49 Li Duzceyê erdhejeke bi pileya 4.3’yan çêbû
10:49 Bertekên li dijî binçavkirinan: Çi bikin jî em ê her tim li dijî şer derkevin
10:48 Dozger tevlibûna kongreya ciwanan wek sûc hesiband
10:17 Yolerî: Bi piştevaniyê em dikarin hewldana bitenêhiştina girtiyan têk bibin
09:47 Xwişka girtiyê nexweş Guler: A tê kirin îşkence ye
09:40 Li gundê suryanan talankirina daran didome
09:10 Çelkî ku piştî fermanê dest bi rojnamegeriyê kir: Em ê êş û berxwedana vê civakê ragihînin cîhanê
09:09 Rojnameger Mêsî: Dewleta tirk li Rojava sûcên şer dike, sûcên wê belgekirî ne
09:08 'Astengiyên li ber 25'ê Mijdarê serketina jinê nîşan dide'
09:07 Dêra Geramonê bûye sergo!
09:04 Li Mahabadê hêrsa gel her ku diçe zêde dibe
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:30 Êrişên dewleta tirk di tevahiya şevê de domiyan
26/11/2022
17:57 Ebdî: Em li dijî êrişan amade ne, em ê li ber xwe bidin
17:09 DOM: Şoreşa Rojava belavî cîhanê bû
17:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan pirsîn
17:07 Hejmara kesên li Amedê hatin binçavkirin derket 40’an
16:56 MEBYA-DER û TUHAY-DER’ê serdana Emîne Şenyaşar kirin
16:07 Ji 20 karkerên birîndar 2 karker mirin
16:00 Jinan têkildarî 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:56 ÎHD: Bila girtiya nexweş Eylem Baş bê berdan
15:43 Bal kişandin ser rewşa 37 girtiyên nexweş ên jin
15:27 ÎHD’ê bal kişand ser binpêkirina mafên jinên girtî
15:17 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
14:55 Înfaza Evîn Şahînê şewitandin: Em poşmantiyê qebûl nakin
14:54 Li Amedê ji bo Fîncanci daxuyanî hat dayîn
14:28 Li Amedê qezaya trafîkê: 3 jê giran 35 kes birîndar bûn
14:22 Baranê kolan û cadeyên Cizîrê veguherand golên avê
14:09 Malbata ku keça wan di welidandinê de mir: Xemsarî heye
13:54 Di şer de leşkerek û cerdevanek mirin
13:52 Çalakiya xizmên windakiriyan hate asteng kirin: Biryareke li dijî hiqûqê ye
13:51 Di çarçoveya bîranîna Elçî de turnuvuya satrancê hat lidarxistin
13:16 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin
13:07 Di komxebata ‘Kedxwariya jinan’ de jinên têkoşer û Rojhilat hatin silavkirin