Ehmed Xoce yê PYD’î: Êrişa li dijî Kobanê dê dawiya Erdogan bîne

  • rojane
  • 10:11 30 Mijdar 2022
  • |
img
RIHA - Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ehmed Xoce têkildarî êrişên dewleta tirk axivî û wiha got: “Heke êrişî Kobanê bikin dê careke din têk biçin. Dê gelê Kobanê dîsa bi ser keve. Ev êriş dê dawiya Erdogan bîne.” 
 
Tirkiyeyê di şeva 19’ê mijdarê de êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Navenda êrişan jî bû Kobanê. Bajarê Kobanê bû cihê yekemîn şikestina DAIŞ’ê ku mîna ewrên reş li ser serê mirovahiyê digeriyan û hemû kurdên cîhanê anîbû ba hev. Tirkiyeyê jî cara ewil Girê Miştenûrê hedef girt ku Arîn Mîrkan çalakiya fedaî lê kiribû. Ruhê fedaî yê ku li Kobanê ya weke Stalîngrada kurdan tê pênasekirin hatiye raberkirin, gav bi gav DAIŞ ji dîrokê tune kir. Hemû mirovahiyê bi heyraniyeke mezin li Kobanê dinihêrt û piştgirî dida û di vê çarçoveyê de 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê hat ragihandin. Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce têkildarî girîngiya Kobanê ya ji bo kurdan û cîhanê û wateya êrişên dawî yên li dijî wê tên kirin bo ajansa me nirxand. 
 
GIRÎNGIYA KOBANÊ
 
Ehmed Xoce, da zanîn ku piştî serhildana li Sûriyeyê di sala 2011’an de veguherî şerê navxweyî, Tirkiyeyê xwe li gorî komên paramîlîter bi cih kir û wiha got: “Ji bo ku li sînorên Mîsak-i Mîllî vegerin amadekariyên xwe kirin. Ji ber ku li dijî hebûna gelê kurd dijminatiyeke dîrokî yê Tirkiyeyê heye. Di sala 2014’an de Tirkiyeyê berê terora DAIŞ’ê da Kobanê û ji kantonên Efrîn û Cizîrê heta tevahiya Rojava xwestin gelek qadan têxin bin serweriya xwe. Piştî ku DAIŞ’ê di sala 2014’an de êriş birî ser Şengalê, xwest bi dagirkirina Kobanê xîlafeta xwe berfireh bike. Cihekî taybet ê Kobanê ji bo gelê kurd heye. Navenda Kobanê û tevahiya 365 gundên Kobanê welatparêz in. Li Sûriyeyê gelemperiya kesên di nava tevgera azadiyê de cih girtîn, ji Kobanê bûn. Dema Abdullah Ocalan di sala 1979'an de derbasî Sûriyeyê dibe ji ewil tê Kobanê. Li wir bingeheke xurt ê welatparêziyê ava dike. Şehîdên ewil ên wê demê yên weke Şîraz û Dîcle, ji Kobanê derketin lewma jî vê yekê bala dewleta tirk kişand.” 
 
ARMANCÊN TIRKIYEYÊ 
 
Bi domdarî Xoce anî ziman ku DAIŞ’ê êrişa xwe ya di sala 2014’an de bi destê dewleta tirk pêk anî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Aliyekî taybet ê manewî û erdnîgariyê yê Kobanê heye. Xwestin pêşiya Kobanê bigirin û berxwedana 19’ê Tîrmehê têk bibin. Xwestin piştî Kobanê jî tevahiya Rojava bi dest bixin. Tevahiya cîhanê piştî êrişa ser Kobanê dît ku gelê kurd li dijî faşîzmê li ber xwe dide, heta dawiyê têdikoşe û ji bo azadiya xwe jî heta dilopa xwîna xwe ya dawî jî şer dike. Me ev yek di êrişên sala 2014'an de jî dît. Gelê Kobanê û şervanan li ber xwe dan. Wê demê jî hemû cîhanê 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê ragihand û piştgirî dan. Şervanên enternasyonalîst û ciwanên ji her çar parçeyên Kurdistanê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li Kobanê şer kirin. Vê yekê wateya Kobanê pir kûrtir kir. Erdogan wê demê got; ‘Kobanê ha ket ha dikeve’ lê gotina wî bi cih nehat. Ciwanên ku li ber xwe didan bi ser ketin û gotina wî vala derket.” 
 
GELÊN CÎHANÊ DEYNDAR IN 
 
Di berdewamê de Xoce bi lêv kir ku berxwedana li Kobanê hatiye raberkirin yek ji mînakên lehengiyê ne û wiha pê de çû: “Bi saya vê berxwedanê DAIŞ têk çû û ev têkçûn ne tenê ji bo gelê Kobanê lê ji bo hemû cîhanê bû hêviyek. Hem gelên herêmê û hem jî hemû gelên cîhanê ji ber ku DAIŞ’a tirs û xof li cîhanê belavkirî têk birin, bo ciwanên qehreman deyndar in.” 
 
JINÛVE HAT AVAKIRIN
 
Xoce, diyar kir ku gelê Kobanê piştî rizgarkirina bajar dest bi avakirina zêdetirî 8 hezar deverên hatine rûxandin kir û ev tişt anî ziman: “Rêveberiya xweser li gel gelên din ên li bajêr bi derfetên xwe ev bajar dîsa ava kir. Gelê Kobanê xwe bi xwe li ser pêyan disekine. Sazî û dezgehên wê hatin avakirin, ji tenduristiyê heta aborî, yekîneyên xizmetê û yekîneyên perwerdeyê, her tişt jinûve ava kir û xwe li ser pêyan girt.” 
 
'RANEGIRTIN’ 
 
Têkildarî êrişên dewleta tirk ên di 19’ê mijdarê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine destpêkirin jî Xoce wiha got: “Niha jî gefa êrişeke bejahî dixwin. Heta niha bi SÎHA û topan êriş dikirin. Di 20’ê mijdarê de bi 50 balafiran û 20 SÎHA’yan êriş kirin. Êrişî gelek deverên Kobanê û Herêma Federe ya Kurdistanê kirin. DAIŞ di sala 2014’an de li Kobanê hate têkbirin û gotina Erdogan vala derket. Piştî Kobanê xwestin tevahiya Rojava tune bikin. Lê armanca wan hasil nebû. Piştî Kobanê, deverên Reqa, Dêrazor, Tebqa û Cizîrê hatin rizgarkirin. Tirkiyeyê tehemûla vê yekê nekir. AKP’a bi serokatiya Erdogan ev rastî ranegirt. Lewma îro bi heman sedemê êrişî Kobanê dikin. Keleha berxwedanê Kobanê, di sala 2014’an de pêşî li ber dagirkirina Rojava girt û armanc û hedefên Erdogan vala derxist. Lewma jî dîsa bû hedefa êrişan.” 
 
'KOBANÊ JI BO TÊKOŞÎNÊ AMADE YE’
 
Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ehmed Xoce destnîşan kir ku Erdogan dixwaze bikeve Kobanê jî, Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî jî û ev nirxandin kir: “Dixwaze van herêman dîsa girêdayî Tirkiyeyê bike. Lewma hewl dide van herêman vala bike û li şûna gelê kurd jî gelên din bi cih bike. Lê belê amadekariyên Kobanê ne mîna yên berê ne. Kobanê ji bo şerê şoreşgerî tam amade ye û niha tam di parastinê de ye. Gelek tişt tecrûbe kirin. Dema rastî êrişan hat jî dizane bê ka dê xwe çawa biparêze. Ev yek di demên berê de jî nîşan da. Dê careke din bi lehengî rabe û amadeye ku heta dilopa xwîna xwe ya dawî têbikoşe. Xwedî wê hêz û şiyanê ye ku van êrişan têk bibe.” 
 
ARMANCA HEDEFGIRTINA QADÊN SIVÎLAN
 
Ehmed Xoce, got ku Tirkiyeyê di êrişa 20’ê mijdarê de bi taybet jî Girê Miştenûrê hedef girtiye û wiha dom kir: “Arîn Mîrkan bi gotina; ‘Hûn nikarin Kobanê derbas bikin. Heta ku hûn ser cenazeyê min re derbas nebin, nikarin ser re derbas bibin’ li Girê Miştenûrê li dijî DAIŞ’ê çalakiya fedaî pêk anî. Ev gir, bi navê wê re bûye yek. Lewma jî ev der hedef girtin. Sedema hedefgirtina gelek deverên lehengiyê jî ev e. Di êrişan de saziyên civaka sivîl, xizmetên civakî, embarên genim, binesazî û saziyên din ên xizmetê ji gel re dikin hedef girtin. Armanca wan ew e ku pêşî li ber xizmeta Rêveberiya Xweser bigirin û gel bitirsînin. Lewma jî zarok, jin û sivîl hedef girtin. Xwestin bajêr vala bikin. Mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, xwestin vê derê jî vala bikin û demografyaya wê biguherînin.” 
 
'DIVÊ KOBANÊ BIBE SEMBOLEKE HÎN MEZINTIR’
 
Xoce, diyar kir ku divê gelê Kobanê û Rojava li dijî êrişan careke din xwedî baweriyeke mezin be û wiha derbirî: “Çawa ku ji her çar parçeyan gelê kurd piştgirî dabe Kobanê, dê dîsa bide. Dê bi gelê Kobanê re tevbigerin. Heke li dijî Kobanê êrişek çêbibe, divê Kobanê bibe semboleke hîn mezintir. Em baş pê dizanin ku Kobanê cihekî pir girîng e. Ji bo gelê kurd cihekî sembol e. Ji bo nirxên mirovahiyê û azadiyê jî ev bajêr bajarekî girîng e. Em ê destûrê nedin ku tu kes wisa bi hêsanî bikeve Kobanê. Ev bajar piştî êrişên DAIŞ’ê gelek tişt tecrûbe kir. Bi hezaran şehîd bo vî bajarî hatin dayîn. Soz dane wan şehîdan. Dê heta dawiyê jî bo soza wan şehîdan li ber xwe bide. Çawa ku di sala 2014’an de gotinên Erdogan vala derketibin, heke êrişî Kobanê bike dê dîsa têk biçe. Dê careke din gelê Kobanê bi ser keve. Dê ev êriş dawiya Erdogan bi xwe re bîne.” 
 
'DIXWAZIN PROJEYÊN XWE PÊK BÎNIN’
 
Derheqê bêdengiya hêzên navneteweyî û garantor ên li dijî êrişên ser Kobanê jî Xoce wiha got: “Di şerê Rûsya û Ûkraynayê de Tirkiye carnan li cem Rûsyayê û carnan jî li cem NATO’yê cih digire. Lewma jî Rûsya û Amerîka ji bo berjewendiyên xwe hinek zextê li Rêveberiya Xweser dikin ku li gorî wan tevbigerin. Ji bo vê jî gefên Tirkiyeyê bi kar tînin. Dixwazin projeyên xwe li Rêveberiya Xweser û herêmê pêk bînin. Divê gelên cîhanê çawa ku di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê xwedî li Kobanê derket, divê dîsa li Kobanê û Rojava xwedî derkevin. Destana ku li vir hatiye nivîsandin û berxwedana tê rabekirin, ne tenê ji bo gelê kurd lê ji bo hemû cîhanê ye. Heke Erdogan bi ser keve dê ev serkeftin bibe serkeftina terorê. Di serî de Rojhilata Navîn, ev yek dê ziyanê bigihîne hemû cîhanê. Lewma jî divê kesek rê nede vê yekê. Divê weke sala 2014’an dîsa xwedî li Kobanê derkevin.” 
 
MA / Mujdat Can
 
 

Sernavên din

04/12/2022
12:25 Malbata Şenyaşar: Ji bo Nemrûdan li Rihayê cih tune ye!
12:16 Berxwedana ‘Jin, jiyan, azadî’ di hefteya 12’an de didome
12:10 Rojnameger Ermîş: Heke dewleta tirk êriş bike dê vêcarê têk biçe
11:12 Li Rihayê teqîn çêbû
11:07 Dewleta tirk êrişî Til Temirê dike
11:03 Hinceta girtina jinên TJA’yî: Kirariyên bankgêriyê tune ne
10:32 Hevserokên KNK’ê yên nû diyar bûn
10:26 'Girtîgeh veguherîne qadên îşkencexaneyê’
10:10 MKGP û DFG çûn serdana rojnameger Tûrfent
09:54 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: CPT parçeyeke konsepta tecrîdê ye
09:03 Jin li dijî polîtîkayên qeyûman xwe birêxistin dikin: Em ê qeyûman ji Kurdistanê derxînin
09:02 Ji CPT'yê bersiveke xumam: Me li Îmraliyê hem hevdîtin kir hem jî nekir!
09:02 Şaredariya AKP'î îhale da xizmê endamê AKP'î yê meclisa şaredariyê
09:01 Hevjînê wê di dema rizgarkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû: Çi karê Tirkiyeyê li Kobanê heye?
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2022'YAN
03/12/2022
19:31 Li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
19:06 Li Rihayê jinek hat kuştin
17:02 Dema binçavkirina Şadiye Manap cara duyemîn hat dirêjkirin
16:52 Midurê Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê yê Îdirê yê berê ji peywîrê hate dûrxistin
16:35 Erdogan, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
16:18 Walîtiyê hêceta qedexekirina çalakiyan spart nûçeyên ANF’a ku qedexe kiriye
16:17 KNK'ê li dijî êrîşan û tecrîdê deklarasyona hevpar weşand
15:58 Ciwanan bang kir: Werin em di bin banê MXD’yê de bibin yek
15:43 Ji bo girtiyê nexweş ê 74 salî banga berdanê hat kirin
15:30 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Kirtay bê berdan
14:52 Komxebata Meclisa Xwendekarên Demokratîk: Wê ciwan li dijî tecrîd, dagirkerî û kîmyasalê li ber xwe bidin
14:51 Şenyaşar: Hişmendiya ku bêedaletiyê nebîne wê winda bike
14:26 ÎHD’ê û Malbatên Windakiriyan aqûbeta Togcû û Degîrmencî pirsîn
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
13:45 Li ber rojnameya hat bombekirin gazî kirin: Em ê bêdeng nebin
13:04 Başaran: Jinek tenê jî bimîne wê têkoşîna me berdewam bike
12:45 Doza Dîlan Kortak: Lêpirsîn bêalî nayê birêvebirin
12:16 Li Îmraliyê sohbet qedexe ye
11:14 Swêdê Mahmût Tat radestî dewleta tirk kir
11:09 Di Doza Kobanê de biryara navberê hate dayîn: Daxwazek jî nehate qebûlkirin
10:42 Luqman Werdî: Dewleta tirk axa Kurdistanê dagir dike
09:49 Xalid: Tirkiye dixwaze tevahiya Sûriyeyê dagir bike
09:04 Ji Weşanxaneya Wardozê 3 berhemên nû derketin
09:03 Xebatkarên navenda bangawaziyê li dijî kedxwariyê xwe birêxistin dikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:54 8 aktivîstên TJA’yê hatin girtin
08:47 Ji bo aktivîstên TJA’yê daxwaza girtinê kirin
08:22 Ektî ya li Edliyeya Enqereyê rewşa wê nebaş bû rakirin nexweşxaneyê
02/12/2022
23:09 Balafirên şer ên Rûsyayê Efrîn û Marê bombe kirin
23:02 Çelîk ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket li Amedê bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
21:15 Gumuş ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
21:09 Cenazeyê Mûsalo li Wanê hat veşartin
17:11 'Ji bo aştiyeke nirxdar pêk were divê tecrîd bi dawî bibe'
16:35 Ji bo endama YJA-Starê Alkanê şîn hat danîn
16:28 Cenazeyê Musalo piştî 116 rojan radestî malbata wî hat kirin
15:53 Li Rihayê qedexeya çalakiyan hate şermezarkirin
15:33 Jina ku hate îdiakirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:22 Şîna endama YJA Starê Alkan hate danîn
15:18 Li herêma Omeryanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:17 Odeya Bijîşkan a Amedê xwest Dr. Demîr bê berdan
15:16 Baroya Sêrtê ji bo betalkirina biryara ‘qedexeyê’ doz vekir
15:04 Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê: Jinên binçavkirî tavilê berdin
15:00 HDK’ê li dijî tecrîdê banga ‘têkoşîna yekgirtî’ kir
14:47 Di doza ‘îstîsmara zayendî’ de daxwazên girtinê nehate qebûlkirin
14:29 Balafirên dewleta tirk li Şarbajêr komeke sivîlan bombebaran kirin
14:16 Îdianameya derheqê Fîncanci de hate qebûlkirin
14:13 Girtîgeha Panosê ji malbata Tekîn re nabêje bê ka sewqî kîjan girtîgehê kirine
13:59 FES’ê serdana HDP’ê kir
13:54 Doza Kobanê: Di mutalaayê de derheqê Kişanak de tespîtek nehatiye kirin
13:32 Jinan îfade neda Midûriyeta Polîsan a Enqereyê
13:23 CÎMER’ê bersiv neda serlêdana têkildarî CPT’yê!
13:23 Hewl dan Yuksel a ku 5 sal berê miriye jî binçav bikin!
13:02 105 parêzeran ji bo tecrîdê serî li Baroya Amedê dan
12:46 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:45 Erişa bombeyî ya li dijî Ozgur Ulkeyê dê bê şermezarkirin
12:07 Li Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan nameyên girtiyan tên desteserkirin
11:55 Ferît Şenyaşar: Erdogan neçare vê dayikê bibîne
11:53 Dema binçavkirina Manap a 30 sal in girtî ye hate dirêjkirin
11:29 Aydenîz: Heke dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin dê aloziyên heyî bi dawî bibin
11:10 Hiqûqnasên rojavayî li dijî çekên kîmyewî ketin nava liv û tevgerê
10:52 Rojnamevan 35 roj in girtî ne: Dozger bi destûr e
10:50 Daxwaza vekirina Cemiyeta Rojnamegerên Azad nehat qebûlkirin
10:36 Penaberekî li ser sînor ji sermayê jiyana xwe ji dest da
10:14 Aksu yê ekolojîst: Şer, erdnîgariya Kurdistanê jehrî dike
09:55 CPT ya ku 2 hezar û 394 km dûr e çû Îmraliyê lê destûr nadin hevdîtina parêzerên ku 124 km dûr in
09:54 Aydin: Heta ku dev ji tecrîdê bernedin dê alozî bi dawî nebe
09:53 Rêveberiya Herêmî ya HDP'ê ji bo diyarkirina stratejiya hilbijartinan li Silopiyayê dicive
09:24 HSD’ê têkildarî kuştina El Qureyşî daxuyanî da
09:07 Mehmet Ocalan: Divê dewlet 'protestokirina CPT'yê' esas bigire
09:06 Girtiyê nexweş ku cezayê wî 2 caran hatiye xerakirin, nayê berdan
09:05 Cerdevanan bi çakûçan êriş birine ser wî
09:02 Gelên Îranê bi biryar in ku riya ji Înkilabê diçe Azadiyê vekin!
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2022'YAN
01/12/2022
20:32 Ji bo Fîncanciyê Nobeda Azadiyê
18:23 Tirkiyeyê li Eyn Îsayê mizgeftek bombeberan kir
18:15 Binçavkirina jinan şermezar kirin: Em ê tim bibêjin 'jin, jiyan, azadî'
18:04 Demîrtaş: Ocalan bi mîsyona xwe dikare bandorê li siyaseta Rojhilata Navîn bike
17:08 Jinan bi vîdeoyekê banga ‘Ji şer re Na’ kirin
17:07 Li Qamişloyê bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:51 Ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Êlihê dan
16:48 Li Girtîgeha Eregliyê 3 girtiyên din jî tev li çalakiya greva birçîbûnê bûn
16:29 Têla direhî xistin ber paceyên Girtîgeha Dumluyê
16:24 Partî û saziyên kurd dê li dijî tecrîdê li Amed û Wanê bi girseyî bimeşin
16:20 Ji Fîncanci name: Min weke pispora tipa edlî nirxandin kir
15:46 Ji bo civîna gel a Tifaqa Ked û Azadiyê ya Edeneyê bang hat kirin