Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: CPT parçeyeke konsepta tecrîdê ye

  • rojane
  • 09:54 4 Kanûn 2022
  • |
img
AMED - Hevserokê Giştî yê OHD’ê Bunyamîn Şeker diyar kir ku CPT di mijara tecrîdê de li gorî polîtîkayên Tirkiyeyê tevdigere û wiha got: “CPT jî parçeyeke konsepta tecrîdê ye.”  
 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin ev 619 roj in tu agahî nayên girtin. Parêzerên Ocalan di 22’yê mijdara sala 2021’an de bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dabûn û dadgeriyê jî bi hinceta qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan ku di 12’ê cotmeha 2021’an de hatibû dayîn û cezayê disiplînê yê qedexeya hevdîtina bi malbatê re yê ji bo 3 mehan ku di 18’ê tebaxa 2021’an de hatibû dayîn, ev serlêdan red kir. Qedexe di 18’ê mijdara 2021’an de bi dawî bûbû lê dîsa jî cezayê “disiplînê” weke hincet hate nîşandan û serlêdan tên astengkirin. Di heman demê de Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), di navbera 20-29’ê îlonê de ji bo hevdîtinê çûbû Îmraliyê lê belê derket holê ku Ocalan ev hevdîtin qebûl nekiriye. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî mijarê daxuyanî da û ev rewş weke “protestokirina qedexeya hevdîtina bi parêzeran re” nirxand. 
 
Hevserokê Giştî yê Buroya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şeker têkildarî serlêdana CPT’yê û derneketina hevdîtinê ya Ocalan bi ajansa me re axivî. 
 
‘EM BI BÊHIQÛQTIYÊ RE RÛ BI RÛ NE’ 
 
Şeker, da zanîn ku roja Ocalan anîne Îmraliyê heta niha tecrîda li ser wî didome û wiha got: “Ji ber polîtîkayên ku diguherin ên desthilatdariyê, ji sala 2011’an heta niha tecrîdeke giran li ser birêz Abdullah Ocalan heye. Divê pêvajoya sala 2014’an weke prosedûreke cuda bê nirxandin. Wê demê jî hevdîtina bi parêzeran re dihat astengkirin. Mijara agahînegirtina mutleq, bi taybet jî piştî sala 2015’an pir zêde bû û heta grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê yên sala 2018-2019’an berdewam kir. Di encama berxwedaneke mezin a civakî de Wezareta Dadê û hikûmeta AKP’ê destûr da ku parêzer biçin Îmraliyê. Lê ji tebaxa 2019’an heta niha parêzer nikarin biçin Îmraliyê. Di adara sala 2021’an di dema pandemiyê de li ser telefonê hevdîtineke bi qasî 4 deqeyan hat kirin. Di wê hevdîtinê de birêz Ocalan got; ‘Ev sepan, sepaneke korsan û derhiqûqî ye. Dewlet xeletiyê dike. Daxwazeke min a hevdîtina bi parêzeran re heye.’ Bi ser wê hevdîtinê re 20 meh derbas bûn. Di nava van mehan de agahînegirtineke mutleq heye û tu daxwaz nayên qebûlkirin. Ev rewşa tecrîdê ne li gorî hiqûqa navxweyî û ne jî ya navneteweyî ye. Mixabin ku sepaneke derhiqûqî û sepanên taybet ên şexsî ne.” 
 
‘CEZAYÊ DISIPLÎNÊ ASTENGÎ NÎNE’ 
 
Bi domdarî Şeker got ku li Girtîgeha Îmraliyê sepanên fiîlî yên dewletê hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevdîtinên berê bi hincetên weke ‘keştî xerabe ye’, ‘rewşa hewa baş nîne’ û hwd. dihatin astengkirin. Ji sala 2015’an heta niha jî di şertên OHAL’ê de sepanên nû ketin meriyetê. Bi KHK’an hinek guhertin di qanûnan de çêkirin û hinek sepan li gorî xwe di qanûnan de bi cih kirin. Lê dema em lê dinihêrin, ev yek hêj niha jî ji bo hevdîtina bi parêzeran re astengî nînin. Wezîrê Dadê yê demê Abdulhamît Gul gotibû ku ji vir û şûnde ji bo hevdîtinên bi birêz Ocalan re tu astengiyên hiqûqî nînin. Jixwe nebûn û wan jî ev yek qebûl kir. Heta demekî dirêj bersiv nedan serlêdanên parêzer û malbatan. Ji bo ku dema mijar diçe ber destê CPT û DMME’yê ji xwe re hincetekî bibînin, îcar qala cezayên disiplînê kirin. Jixwe cezayên disiplînê jî di CMK’ê de hatine destnîşankirin û wiha tê gotin; ‘Di dema cezayên disiplînê de jî hevdîtina bi parêzeran re nayê astengkirin.’ Anku di qanûnê de diyar e. Anku ji bo hevdîtina parêzeran a bi birêz Ocalan re ev cezayên disiplînê astengî nînin. Heke cezayên wisa hebin jî, gelo çima bi parêzeran re nayên parvekirin? Qedexeya hevdîtina bi parêzeran re derhiqûqtî ye. Di CMK’ê de ji bo qedexeya hevdîtina bi parêzeran re wiha tê gotin; ‘heke were tespîtkirin ku hevdîtina kesekî ya bi parêzeran re di çarçoveya rêxistinî de ye, ev rewş ji dadgehê înfazê re tê ragihandin û ne hevdîtina wî kesî ya bi parêzeran re lê ya wî parêzarî ya bi kesî re dikare bê astengkirin.’ 
 
Anku biryareke di vê mijarê de tune ye. Bi tu awayî nehatiye tespîtkirin û tu biryarên dadgehî û girtek nînin ku bibêjin birêz Ocalan bi kîjan parêzerê xwe re pêwendiyên rêxistinî danîne. Lê bi hinceta cezayên disiplînê hevdîtina bi hemû parêzeran re tê astengkirin. Tu bingeheke vê sepanê ya hiqûqî tune ye. Ev biryar, biryarên desthilatdariyê yên li gorî demê ne. Anku biryarên hiqûqî nînin.” 
 
BERTEK NÎŞANÎ CPT’YÊ DA 
 
Di berdewamê de Şeker anî ziman ku ji roja Ocalan anîne Îmraliyê heta niha CPT jî bûye parçeyeke konsepta sepanên li Îmraliyê û wiha domand: “Anku rola CPT’yê ya di vê tecrîdê girîng e. Ji ber ku ev sazî bi wesfa saziya çavdêriyê radibe û divê di demên diyar de biçe girtîgehê, rewşa li wir tespît bike, raporan biweşîne, pêşniyaran bo Tirkiyeyê bike û jê bixwaze ku rewşa heyî baştir bike. Lê di vê mijarê de rola xwe bicih nayîne. Dema pêvajoyê dişopîne, di mijara ketina nava liv û tevgerê de pirsgirêkên cidî hene. Di vê serdana dawî de jî heman pirsgirêk hebûn. Bi peywira xwe ranabe. Ew jî li gorî pêdivî û polîtîkayên Tirkiyeyê tevdigere. Armanca wê ya hatina Tirkiyeyê ew e ku têkildarî vegerandina penaberan de çavdêriyê bike û di wê navberê de çûye giravê. Ev rewş, rewşeke awarte ye. Ne rewşekî asayî û rûtîn e. Ev yek jî fikaran zêde dike. Gelo çima hewcehî pê dît ku biçe Îmraliyê? Ya din jî li wir hevdîtinek pêk neanî lê derheqê wê de tu agahî nedan. Ev jî nîşan dide ku agahiya ku Ocalan derneketiye hevdîtinê rast e. Em nizanin bê ka li wir çi diqewime. Divê raya giştî agahdar bikin. An Wezareta Dadê yan jî CPT di vê mijarê de raporekî parve bike. Bicihneanîna peywira xwe, nêzikatiya necidî ya saziyê nîşan dide.” 
 
BERSIVÊ NADIN SERLÊDANÊN PARÊZERAN
 
Şeker, serlêdana 775 parêzeran a di 10’ê hezîranê de ji bo rakirina astengiyên li pêşiya parêzeran a bi Ocalan re bi bîr xist û wiha pê de çû: “Lê mixabin Wezareta Dadê û Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hêj bersivek nedane. Ev rewş nîşaneya têkçûna mekanîzmaya dewletê ya ji sala 2015’an ve ye. Bersivnedayîna serlêdaneke îdarî yan jî hiqûqî, li dijî dînamîkên navxweyî yên dewletê ye. Bêcidiyetiyeke fiîlî li holê ye. Em jî li dijî vê rewşê têdikoşin. Divê Wezareta Dadê di çarçoveya hiqûqê de tevbigere û em jî têkoşîna vê dimeşînin. Piştî ku serlêdanên 775 parêzeran nehatin bersivandin, me li gelek bajaran serî li baroyan da. Me xwest ku baroyên heyî û Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê (TTB)li dijî vê rewşê bikevin nava hewldanan. Qedexekirina hevdîtina parêzeran a bi birêz Ocalan re, astengkirina xebatên parêzertiyê ye. Divê TTB û baro li dijî vê binpêkirinê bang li Wezareta Dadê bikin. Tecrîda li ser birêz Ocalan, tevahiya civakê eleqedar dike. Lewma divê hemû derdor bertekê nîşan bidin. Pergala li Îmraliyê, li hemû girtîgehan û li her qada jiyanê belav bûye. Banga min ji bo hemû parêzerên demokrasîxwaz, azadîxwaz û aştîxwaz ewe ku li dijî vê bêhiqûqtiyê dengê xwe derxînin. Heke tecrîd ji holê rabibe, dê bingeha tunekirina hemû bêhiqûqtiyan jî ava bibe.” 
 
MA / Eylem Akdag 
 

Sernavên din

07/12/2022
09:05 Rojnamevana îranî Abasîan: Tirkiye û Îran ji bo rojnamevanan girtîgeh in
09:05 'Kovara Demeokratîk Modernîte fikrek e, nayê darizandin'
09:03 Xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin: Gel bi vê meşê dikare tecrîdê bişikîne
09:01 Hevşaredarên jin: Dewletê bi tayînkirina qeyûman xwe teşhîr kir
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2022'YAN
06/12/2022
19:05 KCD û DBP li Bedlîsê bi gel re civiyan
16:54 Ji HDP’ê bo MHP’ê bersiva ‘mafên mirovan’: Ne hedê we ye
16:51 HSD: Di êrişan de saziyên xizmetê hedef tên girtin
16:38 Parlamenterên AKP û Partiya ÎYÎ şer kirin
16:27 Turan ê HDP’î: Ev budçe, budçeya şer e
14:59 Nobeta Edaletê di roja 146’an de didome
14:33 ‘Li Zanîngeha Dîcleyê di asta qirkirinê de sûc tên kirin’
14:22 Bîranîna bo Bahar Hezer: Bêcezahiştin kujeran cesaret dike
14:21 Rojnamevan Tûnç beraet kir
13:42 Bi hinceta ‘fikaredar e’ nehiştin ziyaretvan biçin hevdîtina rojnameger Deger
13:01 Daxwaza betalkirina doza Aydogan hate redkirin
12:56 Malbata Şenyaşar: Heke edalet nebe herkes sûcdar e
12:44 Ji medyaya alîgir manîpulasyona ‘MÎT’ê’
12:43 Di çalakiya Nobeda Edaletê de bertek nîşanî girtina Şadiye Manap dan
12:25 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:08 Wesayîta zirxî ya artêşa tirk da ser dayikek û keça wê
12:04 Li Rojhilat û Îranê agirê azadiyê roj bi roj geştir dibe
12:01 Girtiyê bi nexweşiya penceşêrê ketiye nayê dermankirin
11:48 Eksîk ê HDP’î ku ji hêla polîsan ve hatibû îşkencekirin bang li Meclisê kir
11:35 Parêzerê Şadiye Manap: Mafê wê yê hêviyê hate binpêkirin
10:42 Di rêveberiyên herêmî de jin dê stratejiya jinûveavakirinê esas bigirin
10:29 Kamaç: Tirkiye bi polîtîkaya Rojava re dê bêçare bimîne
10:28 Rojnameger Turfent: Bêdengî jehr e, divê em vê jehra li hember çapemeniya azad ji holê rakin
10:06 Rojnameger Kasim: Ev pêvajo dê teqez bi serkeftina Rojava tacîdar bibe
09:22 Ji AKP'ê îtîrafa budçeya şer: Cebilxaneyek 5 milyon dolar e
09:03 Banga ji bo çalakiyên girseyî yên li dijî tecrîdê: Têkoşîna gel dê tecrîdê bişikîne
09:02 Li Yildirim ku yek ji kiryarên doza Mûsa Anter, ceza hat birîn
09:01 Hilbijêrên kurd: Vekirina deriyê Îmraliyê wê veguhere çerxeke jiyanî
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:24 Li Nisêbînê jinek bi çekê giran birîndar bû
05/12/2022
18:07 Sancar: Ev budçe, budçeya xatirxwestinê ya desthilatê ye
17:58 Bûldanê eşkere kir ku dê berendama wan a serokkomartiyê jin be
17:08 Doza komkujiya Pirsûsê: Ahmet Davûtoglû bînin bila dinya biheje
16:40 HSD: 51 gund, mezra û navendên bajarokan hatin bombebarankirin
16:29 Baroya Sêrtê dê mudaxilî dosyaya doza Malbata Şenyaşar bibe
16:13 Hejmara birîndarên di qezaya Alîbeykoyê de derket 33’yan
16:05 Li Berwariyê operasyona leşkerî: Nahêlin şêniyên gund ji malên xwe derkevin
15:47 Anonymous’ê malpera hikûmeta Swêdê girt
15:35 Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî teqîna li Qamişloyê daxuyanî da
15:07 DMME’yê têkildarî girtina rojnamevanan ji Tirkiyeyê parastin xwest
14:53 Li Rojhilat û Îranê greva giştî dest pê kir
14:53 Li gorî îdiaya Oktay ê AKP’î sedema krîza aborî şerê Rûsya-Ûkraynayê ye!
14:45 Platforma Şaxan a KESK’a Edeneyê ji bo mîtîngê banga tevlibûnê kir
13:51 Ferît Şenyaşar: Heta ku dayikê nebînin nikarin derkevin nava gel
13:36 DÎSK: Divê kêmtirîn mûçe 13 hezar û 200 lîre be
13:10 Dayika girtiya ku daxwaza hevdîtina bidîmen dikir jiyana xwe ji dest da
12:35 Ahura û Praksîsê bi stranekê piştevanî dan berxwedana li Rojhilat û Îranê
11:52 Ji bo MHP’ê li ser rêya astengdaran qulûbeya polîsan hat çêkirin
11:35 Girtiya ku piştî 30 salan hatibû berdan dîsa hate girtin
10:59 TUÎK’ê enflasyon weke ji sedî 84, ENAG’ê jî weke ji sedî 170 aşkere kir
10:58 Çevîrmen: Bi hincetên vala nahêlin girtî bên berdan
10:43 JINNEWS’ê çeteleya meha mijdarê parve kir: 31 jin û herî kêm 5 zarok hatin qetilkirin
10:25 Girtiyê nexweş ku bi kamerayan tê şopandin: Tiştek bi serê me were girtîgeh berpirsyar e
10:19 Ozyildiz piştî 30 salan hate Amedê
10:03 Li Qamişloyê teqîn pêk hat: Kesek birîndar bû
09:49 Hevdîtinên budçeyê dest pê dikin
09:40 Êrişên bi çekên kîmyewî di manşeta L’Humaniteyê de ne
09:39 Mahmût Tat ê Swêdê radestî dewleta tirk kir hate girtin
09:07 Hevşaredarên HDP’yî: Em ê li dijî polîtîkayên şerê taybet li dora ‘Jin jiyan azadî’ xwe bi rêxistin bikin
09:06 Endamê DÎB’ê: Tirkiye li Başûr bi ser neket niha jî êrişî Rojava dike
09:05 ‘Ne ji bo şer divê budçe ji xwendekar û welatiyan re bê veqetandin’
09:05 Başaran: Girtina aktîvîstên jin nîşan dide ku desthilatdar pir tirsiyaye
09:02 Botan: Endamên NATO'yê sûcê şer ê Tirkiyeyê dinixumînin
09:00 Alcan: Divê CPT demildest rapora xwe eşkere bike
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2022'YAN
04/12/2022
23:47 Ciwanan bi daliqandina pankart êrişan şermezar kirin
23:23 Artêşa Iraqê li DAIŞ'ê da
21:18 Êrişî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê hat kirin
19:23 Civîna Rêveberiyên Xwecihî ya HDP'ê bi dawî bû
18:24 Malbatên endamên HPG'ê: Cenazeyên zarokên me hatine şewitandin
16:54 HDP’a Kerboranê kongreya xwe li derve li dar xist: Em Rêya 3’yemîn ava dikin
16:40 Amedspor li hemberî 24 Erzîncansporê 1-2 têk çû
16:39 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî tecrîdê meşiyan
16:23 Rewşenbîrên Başûr li dijî êrişên dewleta tirk li Silêmaniyeyê civiyan
16:05 Li Amedê jinek hat qetilkirin
15:42 Nivîskar Ozyildiz ku 30 sal piştre hate berdan: Dê azadî bi ser keve
15:25 HSD: Dewleta tirk 46 gund topbaran û bombebaran kir
15:17 TTB’ê ji bo Fîncanci banga azadiyê kir
14:58 Xwişkên cêwî Jaleh û Şîma Ibn Abbas li Îranê hatin girtin
14:33 Bedela projeya Nexweşxaneya Bajar a Amedê 4 qat zêdetir bû
14:07 Bahar Hezer li Rihayê hat definkirin
13:53 Tîryakî: Heta ku tecrîd bidome dê demokrasî neyê Tirkiyeyê
13:23 DTSO’yê tablet diyarî xwendekarên dersa kurdî hilbijartin kir
13:22 Bayram piştî 30 salan hate berdan
12:31 Ji Îranê biryara ‘polîsên exlaqê’
12:25 Malbata Şenyaşar: Ji bo Nemrûdan li Rihayê cih tune ye!
12:16 Berxwedana ‘Jin, jiyan, azadî’ di hefteya 12’an de didome
12:10 Rojnameger Ermîş: Heke dewleta tirk êriş bike dê vêcarê têk biçe
11:12 Li Rihayê teqîn çêbû
11:07 Dewleta tirk êrişî Til Temirê dike
11:03 Hinceta girtina jinên TJA’yî: Kirariyên bankgêriyê tune ne
10:32 Hevserokên KNK’ê yên nû diyar bûn
10:26 'Girtîgeh veguherîne qadên îşkencexaneyê’
10:10 MKGP û DFG çûn serdana rojnameger Tûrfent
09:54 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: CPT parçeyeke konsepta tecrîdê ye