Ahmet Silik bi ‘bêhiqûqiya bikontrol’ hate qetilkirin!

  • rojane
  • 11:17 8 Kanûn 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Ahmet Silik ê bi îdiaya ku li stargehekê navê wî li ser turikekî hatibû dîtin û cezayê hefsê lê hatibû birîn, li mala xwe ya ku bi ‘şertê kontrola edlî’ hatibû şandin jiyana xwe ji dest dabû. Serlêdana ku Silik li dijî bêhiqûqiyan li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû hêj jî biencam nebûye. 
 
Binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê li dijî girtiyên nexweş tên sepandin her ku diçe zêde dibin. Serlêdanên ji bo berdana girtiyên nexweş tên kirin bêencam dimînin. Girtiyên ku rewşa wan giran û nikarin li xwe binêrin an di hucreyên “yek kesî” de tên girtin an jî nayên derman kirin û terkî mirinê tên kirin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji nîsana 2022’yan vir ve li Girtîgehên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Di sala 2021’an de herî kêm 59 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan di 10 mehên sala 2022’yan de jî herî kêm 63 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Li gorî van daneyan nêzî 2 salan 122 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.   
 
TEVÎ KU GIRTIYÊ NEXWEŞ E JÎ HATE GIRTIN
 
Ahmet Silik (78) ê tevî ku girtiyê nexweşê giran bû jî hat girtin û 4 salan di hucreya “yek kesî” de hate ragirtin, piştî ku hate berdan di 2’yê mijdarê de jiyana xwe ji dest da. Silik ê ji navçeya Dihê ya Sêrtê bû tevî ku rapora wî ya “nikare di girtîgehê de bimîne hebû jî” piştî 4 salan hate berdan. Silik ê li malê di nav nivînan de dijiya, piştî hate berdan salek û nîvan jiyana xwe ji dest da. 
 
ÇI BÛ? 
 
Ahmet Silik di 4’ê mijdara 2011’an de ji ber li navçeya Dihê ya Sêrtê di stargehekê de li ser tûrikekî navê wî nivîsîbû hate binçavkirin. Piştî 4 rojan bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kiriye” ji aliyê dadgehê ve hate girtin. Silik ê nêzî salekê girtî ma di 19’ê cotmeha 2012’an de hate berdan.  Di danişîna doza Silik a li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin de 6 sal û 6 meh û 22 roj cezayê hefsê hate birîn. Silik ê cezayê wî di 21’ê sibata 2017’an de ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate pejirandin, li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê ku lê dijî hate girtin. Silik, li Girtîgeha Kiriklar, Şakran û herî dawî jî li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê hate girtin. 
 
Silik ê 74 salî hate girtin nexweşiyên prostat, şekir, dil, tansiyona bilind pê re hebûn û ji ber damarên ku diçin mejiyên wî girtî bûn 2 caran emeliyat bû. Li ser rewşa wî ya tenduristiyê xerab bû, felca qismî derbas kir. Silik ê tişt ji bîr dikirin û nekarî tena serê xwe bijî di girtîgehê de hişê xwe winda kir. Silik, di 7’ê gulana 2021’an de bi rapora Lijneya Çavdêriyê ya Îdarî bi şertê kontrola edlî ya bi salekê hate berdan. 
 
JI BER TEHAMUL NEKIRIN BERDAN
 
Hevjîna Ahmet Silik, Bînevş Silik (76) têkildarî mirina wî axivî. Silik, anî ziman ku dewletê mafê jiyanê yê hevjînê wê binpêkiriye û wiha got: “Beriya ku hevjînê min bikeve girtîgehê jî gelek nexweşiyên wî hebûn. Lê di girtîgehê de nexweştir bû. Hişê xwe winda kir û felç bû. Nedikarî xwe li ser piyan bigire. Hemû serlêdanên me kirin bêencam man. Êdî ji ber qirêj dima û wan jî tehamulî vê nedikir berdan. Piştî hate berdan di nava nivînan de jiyana xwe domand.”
 
 
‘BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN’
 
Silik, bi bîr xist ku bi sedan girtiyên nexweş ên wekî hevjînê wê hene û xwest ji bo ku ew jî weke hevjînê wê nebin werin berdan. Silik, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Di girtîgehan de di nexweşên girtî de tu halî nahêlin. Heta neyên ber mirinê bernadin. Ez naxwazim kes tiştên ku me jiyan bijîn. Hevjînê min bi bêbextiyê hate girtin.” 
 
‘GUNEHA VÊ ZILMÊ WÊ GIRAN BE’
 
Silik, xwest ku polîtîkayên zext û zorê ku li ser gelê kurd tê meşandin bi dawî bibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îşkenceyê li girtiyan û malbatên wan dikin. Girtiyan sirgunî cihên dûrî malbatên wan dikin. Malbatên wan nikarin her tim biçin serdana wan. Dixwazin bi vî awayî girtiyan tenê bihêlin. Ev dewleteke çawa ye, ev rezaleteke çawa ye. Girtiyên ku nikarin biçin tuwaletê jî bernadin. Wê guneha vê zilmê giran be. Em vê zilmê qebûl nakin. Heta ku dilopek xwînê di canê me de bimîne em ê li cem hevalên xwe yên girtî bin.”
 
‘GIRTINA WÎ BÊHIQÛQÎ BÛ’
 
Parêzerê dozê Zafer Încîn jî da zanîn ku Silik beriya ku were girtin havînê li gundê xwe zivistanê jî li Îzmîrê bi bazirganiyê re mijûl dibû û girtina wî bêhiqûqî bû. Încîn, bi bîr xist ku Silik ji ber di dema operasyonekê de tenê navê wî li ser turikekî li stargehekê hatiye nivîsandin, hatiye girtin û anî ziman ku tu têkiliya wî bi bûyerê re nîne. Încîn da zanîn ku piştî Silik hate girtin ji ber pirsgirêkên wî yên tenduristiyê ji bo înfaza wî were taloqkirin serlêdan kiribû û wiha got: “Li ser vê yekê Silik sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) hate kirin. ATK’ê bi awayê ‘Nikare bi tena serê xwe bijî’ rapor da. Lê div an rewşan de bi tenê rapora ATK’ê têrê nake. Gelo ji bo ewlehiya cemaweriyê xetere ye, tehdîtekê di xwe de dihewîne yan na? Divê dozgerî fikrekî ava bike ku tu xeterî li ser civakê tune ye û taloqkirina înfazê bide. Ji ber vê yekê dozgeriyê ji qereqola polîsan a navçeya ku Sîlik lê dijî ji bo agahiyekê li ser aqûbeta wî bistîne pirsî. Qereqolê der barê Silik de raporeke neyînî ji dozgeriyê re şand û got ‘malbata alîkariya rêxistinê dike’. Dozgeriyê jî berdana wî asteng kir û ev xisûs destnîşan kir. Me gelek îtiraz kirin, lê doz hê jî li Dadgeha Destûra Bingehîn dewam dike. Dadgehê çima heta niha biryara xwe eşkere nekiriye, gelo li benda mirina wî ma an na, ev yek jî nîşaneyek din a pirsê ye. Ji niha û pê ve jî li gorî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn em ê di nav hewldanan de bin.”
 
HIQÛQA DIJMINATIYÊ TÊ SEPANDIN 
 
Încîn, bi lêv kir ku li girtiyên nexweş hiqûqa dijminatiyê tê sepandin û wiha got: “Bi awayekî gelek vekirî li van mirovan hiqûqa dijminatiyê tê sepandin. Girtiyên nexweş bi temamî ji ber nasnameyên xwe yên etnik, fikrên xwe yên siyasî û bîrdozî rastî neheqiyê tên. Ji bo ku girtiyên nexweş zêdetir êşê nekişînin divê rapora ku nexweşxaneyek bide esas were girtin û ji bo xwe gihandina mafê tenduristiyê û tedawiyê divê sererastkirinên qanûnî bên kirin.”
 
MA / Semra Tûran
 

Sernavên din

12/12/2022
21:58 Li Zanîngeha Mûnzûrê sîxurtî li Xwendekaran tê ferzkirin
21:47 48 kesên ku li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:54 Li Amedê li dijî destdirêjiya li zarokan çalakiya 'xeleka mor'
19:35 Cenazeyê endamê HPG’ê Tok piştî 5 mehan radestî malbatê hat kirin
18:48 Banga ji bo mîtînga 'Em nikarin debara xwe bikin'
18:28 Banga ji bo xwedîderketina li doza GOÇÎZDER'ê
16:43 Di doza girtina HDP’ê de geşadaneke nû
15:44 Dosyeya ku bûye sedema sekinandina cînayeta Sîncar dê bê lêkolînkirin
15:35 Doza teqîna Pasûrê hate taloqkirin
15:27 Dayikên Aştiyê yên Rihayê bi laçikên spî çalakî li dar xistin
15:15 Qeyûmê Êlihê ji bo ‘Serkeftina Milazgirê’ 400 û ji bo TUGVA’yê 270 hezar TL xerc kir
15:02 Li Duhokê êrişî hêzên asayişê hate kirin
14:53 Di Nobeta Edaletê de wê tecrîd were şermezarkirin
14:33 Polîsan li Wanê êrişî meşa li dijî tecrîdê kirin
14:16 Ji bo mitîngê bang kirin: Li dijî bêedaletiyê em ê li Enqereyê bin
14:01 Li Zambiyayê cenazeyê 27 penaberan hatin dîtin
13:35 ÎSÎG: Di mijdarê de 127 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:55 Li Meclisê rageşiya Weqfa Hîranûrê: Berpirsyar îktîdar e
12:41 Malbata Şenyaşar: Doza ku serokkomar alîgir be wê adil nebe
11:57 Polîsan li Stenbolê jinek qetil kir
11:35 Sewqên girtiyê nexweş Ayik ên nexweşxaneyê tên betalkirin
11:16 Ceyrana mizgefta ku fatûreya wê nehatiye dayîn hate birîn
11:14 TUÎK’ê daneyên bêkariyê parve kir
10:51 Kiliçdaroglû ber bi Wezareta Dadê ve meşiya
10:37 Di encama darizandina 18 rojan de Mecîd Riza Rehneverd hate darvekirin
10:34 Hevserokê DFG’ê Altan: Heke çapemenî azad nebe civak jî azad nabe
09:03 Li dijî hişmendiya qedexeker wê konsera ‘Em ê bêjin’ were lidarxistin
09:03 CPT bixwaze dikare bike
09:01 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2022'YAN
11/12/2022
23:45 Li kampa koçberan a Hewlêrê şewat derket: Zarokekî 17 salî jiyana xwe ji dest da
22:47 Li Rihayê salvegera 27’emîn a KESK’ê hate pîroz kirin
19:40 Nagihan Akarsel li Zurîhê hat bibîranîn
19:31 HDP û DBP li Egeyê bi gel re civiyan
18:30 Amedsporê li deplasmana Duzcesporê pûanek stand
18:10 Di hevdîtinên budçeyê de xwestin kurdî bibe zimanê fermî
16:45 Surucu: Ji qadên ber projeya GAP’ê diketin tenê li sedî 35’an avdanî tê kirin
16:06 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê tîma Fenerbahçeyê têk bir
15:56 Keskîn: AKP’ê bi dewleta kûr re li hev kir
15:27 Kaya: Hemû xerabiyên xwe di bin ol û alayê de vedişêrin
14:49 Li Amedê protestoya tecrîdê: Muxatab Abdullah Ocalan e
14:31 Gelê Wanê ji bo meşa sibe amade ye: Werin em bi hev re tecrîdê têk bibin
14:08 Tevî biryara dadgehê jî qeyûm 306 karkeran mexdûr dike
13:54 Ciwanan di konferansa xwe ya Rihayê de bertek nîşanî tecrîdê dan
13:12 Malbata Şenyaşar: Hemû dinya vê bêedaletiyê dişopîne
13:08 TJA’yê ji bo ‘mafên mirovan’ daxuyanî da: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
12:44 Tevî êrişan jî li gelek bajarên Îranê meş hatin lidarxistin
12:16 Di êrişa dewleta tirk de sivîlek hate qetilkirin
11:52 Kurdo Baksî hêjayî xelata 'Azadiya Îfadeyê ya David Isak' hat dîtin
11:39 Dozgerê berê ji bo tecawiza li nava cemaetê hişyarî kir: Dibe ku delîl bên tunekirin
11:04 NPG’ê piştî îdiaya Akar ku digot ‘şande çûye’ daxuyanî da
10:46 Nexweşiya girtî ji malbata wî hat veşartin
10:09 Şandeya Hikûmeta Başûr dîsa çû Bexdayê
10:03 ‘Gelê herêma Soranê ji ber êrişên dewleta tirk koçber dibe’
09:56 Konseya Federe ya Swîsreyê: Em geşedanên têkildarî îdiayên çekên kîmyewî dişopînin
09:38 Ji Latîn Amerîkayê bo kurdan bang li civaka navneteweyî hat kirin
09:02 Xwendekarên Fakûlteya Hiqûqê: Berxwedana me didome
09:01 ‘Di budçeya 2023’yan de ne kesên teqawidbûyî lê şer heye'
09:00 Seroka Navenda Parastina Mafên Zarokan Hamîdî: Dewlet divê dest ji rewakirina kiryarên terîqetan berde
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2022'YAN
10/12/2022
21:15 Di êrişên Tirkiyeyê de leşkerekî rejîma Şamê mir
19:41 Li Amedê jina 91 salî ya ji avahiyê ket xwarê jiyana xwe ji dest da
19:06 Li Mexmûrê starta çalakiyên li dijî tecrîdê
17:28 Tirkiyeyê êrişî Kobanê, Til Temir û Eyn Îsayê kir
17:08 Ji bo girtiyê di beşa lênêrîna awarte de bêhiş e banga berdanê hate kirin
16:57 ‘Di bingeha binpêkirinan de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye’
16:40 Ramazan Ateş ê di sala 1992’yan de hatibû girtin tehliye bû
16:33 Ji bo meşa li dijî tecrîdê bang kir: Em ê li dijî faşîzmê li kolanan bin
16:17 HDP’ê bersiva Soylû da: Yên ku ji te bitirsin bila wek te bin
16:06 Li Mûşê civîna ciwanan: Kesên ku derfetê didin tarîkatan sûcdar in
15:52 Hat xwestin ku girtiya nexweş Ozge Ozbek bê berdan
15:39 Kiliçgun Ûçar: Di bingeha tundiya li Tirkiyeyê de bêhiqûqiya li Îmraliyê heye
15:13 'Tahîr Guldal ji ber xemsariyê jiyana xwe ji dest da'
14:55 ÎHD: Li Girtîgeha Kiriklarê îşkence li girtiyê nexweş hatiye kirin
14:50 Qeyûm Amed bi tûxreya Osmanî da naskirin
14:38 Li Wanê banga meşê hate kirin: Heta tecrîd neyê şikandin çareserî nikare bê axaftin
14:32 Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Demîr û Akîpa bên darizandin
13:54 Çalakiya malbatên windakiriyan: Polîtikayên bêcezakirine li dijî kurdan pêk tên
13:30 Malbata Şenyaşar: Em ê serbikevin
13:21 ‘Dibe ku hilbijartin bibe destpêka stratejiyeke xurt’
12:41 Serpel û çawişê pispor ji ber bertîlê hatin girtin
12:40 Girtiyê nexweş Gurdal li Geverê hate veşartin
12:18 ‘Sedemê binpêkirina mafên mirovan a sereke pirsgirêka kurd e’
12:13 104 qurbanî hatin bibîranîn: Em ê raperîna xwe mezin bikin
11:49 Dadgeha Îstînafê biryara doza Şenyaşar xera kir: Divê her du dosye bibin yek
10:51 Cenazeyê Bedîrhan Abî li Wanê hate veşartin
10:42 Prz. Akîpa: ‘Jin jiyan azadî’ di pergalê de derzên kûr afirand
10:11 Rojnamevan Ozûgûrlû: Tevgera bejahiyê wê Tirkiyeyê têk bibe
09:02 Perwerdehiya di konteyneran de!
09:01 Ji bo bernameya vekirinê ya Erdogan qada tenduristiyê kirin qada avahiyan û firotin
09:00 Hevserokên HDP'î: Kesên doza azadiyê dikin dive tev li meşê bibin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:21 Girtiyê nexweş Tahîr Gurdal 13 roj piştî taloqkirina cezayî jiyana xwe ji dest da
09/12/2022
21:47 Cenazeyê Abî piştî 6 salan dan malbatê
18:41 Kesên di Nobeda Edaletê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
18:35 Herêma Bradostê hat bombebarankirin
17:02 ‘Zewicandina’ zaroka 6 salî: Em neçar in ku bi vê tarîtiyê re têbikoşin
16:27 Bîlançoya ‘Binpêkirinên Mafên Mirovan’: Pirsgirêka herî girîng pirsgirêka kurd e
16:21 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi gel re bicive
16:20 ‘Bacên me weke tank û top li me vedigerin’
15:48 Li Çemçoyê çekên kîmyewî tên bikaranîn