NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk bi çekên giran êrişî Bendava Tişrînê û gelek gundên kantonên Cizîr û Firatê kir.
Dewleta tirk û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê bi top, obus û çekên giran gelek gundên Cizîr û Firatê bombebaran kirin. Bajarê Zirgan û gundên Rebiat, Til El-Werid , Xirbet El-Şeîr ve Eboş bi obusan tê topbarankirin.
Bendava Tişrîn tevahiya rojê bi çekên giran hat bombebarankirin.
Gundê Tirweziye yê başûrê bajarokê Silûkê û gundê Îbrahîm Kurdo yê rojavayê Girê Spî bi çekên giran û topan hatin bombebarankirin.
Gundê Cedê yê Kobanê bi obîsan hate topbarankirin.
Gundê El Sefawiyê yê li rojhilata Eyn Îsa ye bi çekên giran û topan hate bombebarankirin.