Temel: Desthilat nikare derewan li civakê bike

img
ENQERE - Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel, diyar kir ku RTUK û Serokatiya Ragihandinê li dijî heqîqetê bûne navenda dezenformasyonê û anî ziman ku desthilat tevî vê yekê jî nikare “derewan” li civakê bike. 
 
Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamenterê Wanê Tayîp Temel, di Lijneya Giştî ya Meclisê de di Budçeya sala 2023’yan a Wezareta Çand û Tûrîzmê de axivî.  Temel ê li ser budçeya Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) axivî, wiha got: “Di rastiyê de vê hikûmetê di her warî de RTUK veguherandiye navenda dezenformasyon û sansurê. Her çavkaniya ji RTUK’ê re hatiye veguhestin bûye çavkaniyek ku veguherîne sansurê, navenda derewan. RTUK ji bo bêdengkirina qenalên mûxalîf, radyo û her şêwe organên medyayê veguheriye amûrekê. Vê hikûmetê hemû Çapemeniya Azad û saziyên çapemeniya alternatîf bêdeng kir.”
 
DIJMINATIYA LI DIJÎ KURD Û KURDÎ  
 
Temel bi bîr xist ku saziyên çapemenî û weşanê bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de (KHK) hatine girtin û wiha berdewam kir: “Bi KHK’yên ku bi hewldana darbeyê re wer derxistin, 5 ajansên nûçeyan, 62 rojname, 19 kovar, 34 radyo, 29 qenalên televîzyonê û 25 weşanxane, bi giştî 178 saziyên çapemenî û weşanê hatin girtin. Dijminatiya we ya li dijî kurdan û zimanê kurdî xwe nîşan da ku we dest pê kê bi bêdengkirina weşanên kurdan û sosyalîstan dest pê kir. Rojnameya Azadiya Welat ku yekane rojnameya rojane ya bi kurdî weşanê dikir, piştî bi salan bi biryara hikûmeta AKP'ê hat girtin. Bi sedan malperên muxalîf bi hezar caran hatin astengkirin.”
 
‘HÛN ÊDÎ NIKARIN DEREWAN LI CIVAKÊ BIKIN’
 
Temel, bi lêv kir ku bi qanûna dezenformasyonê çapemenî hedef hatiye girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo medyaya dîjîtal bigirin bin kontrola xwe qanûna kontrolkirina medyaya dîjîtal an ku qanûna hûn jê re dibêjin dezenformasyon we derxist. Tevî ku çapemenî ji sedî 90 di bin kontrola desthilata AKP’ê û MHP’ê de ye, manşet ji navendekê tên diyarkirin jî hûn nikarin derewan li civakê bikin. Nikarin vê civakê bi derewên xwe bidin bawerkirin. Helbet sedemekî vê heye. Heqîqet û rastî tu caran li studyoyên luks nagihin civakê. Hûn neçar dimînin ku rojnamevanên tenê kamerayek, trîpotek û pênûsekî wan heye û li Amed, Enqere û Stenbolê nanûzik dixebitin binçav bikin, bigirin û hedef nîşan bidin. Derew û dezenformasyona li studyoyên luks berê xwe dan keda hevalên me yên li kolanên Amed û Wanê li pey heqîqetê digerin. Ez wan rêhevalên xwe yên hemû bedel li ber çavan girtin û ji zilm û gefên we re serî netewandin silav dikim.”
 
‘SEROKATIYA RAGIHANDINÊ BULTENÊN DEREW DIWEŞÎNE’ 
 
Temel, ê li ser misyona Serokatiya Ragihandinê rawestiya ev tişt gotin: “Navenda Serokatiya Ragihandinê hate avakirin lê ev navend bûye navenda derewan û dezenformasyonê. Belkî kesên nizanin hene, ev navend her hefte dezonformasyonê diweşîne. Bultenên derew diweşîne. Qaşo da derewan aşkere bike. Tenê ez mînakekê bidim, HDP’ê ji bo heqîqeta komkujiya Taksîmê derkeve holê pêşniyaznameya komisyona lêkolînê pêşkeş kir lê nehate qebûlkirin. Di bultena dezenformasyonê de nûçeyeke ku pêşniyaznameyeke wisa nehatiye dayîn derket. An ku rewşeke ku Meclis di nav de ye weke derew, dezenformasyon hate penasekirin.”
 
 
 

Sernavên din

12/12/2022
21:58 Li Zanîngeha Mûnzûrê sîxurtî li Xwendekaran tê ferzkirin
21:47 48 kesên ku li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:54 Li Amedê li dijî destdirêjiya li zarokan çalakiya 'xeleka mor'
19:35 Cenazeyê endamê HPG’ê Tok piştî 5 mehan radestî malbatê hat kirin
18:48 Banga ji bo mîtînga 'Em nikarin debara xwe bikin'
18:28 Banga ji bo xwedîderketina li doza GOÇÎZDER'ê
16:43 Di doza girtina HDP’ê de geşadaneke nû
15:44 Dosyeya ku bûye sedema sekinandina cînayeta Sîncar dê bê lêkolînkirin
15:35 Doza teqîna Pasûrê hate taloqkirin
15:27 Dayikên Aştiyê yên Rihayê bi laçikên spî çalakî li dar xistin
15:15 Qeyûmê Êlihê ji bo ‘Serkeftina Milazgirê’ 400 û ji bo TUGVA’yê 270 hezar TL xerc kir
15:02 Li Duhokê êrişî hêzên asayişê hate kirin
14:53 Di Nobeta Edaletê de wê tecrîd were şermezarkirin
14:33 Polîsan li Wanê êrişî meşa li dijî tecrîdê kirin
14:16 Ji bo mitîngê bang kirin: Li dijî bêedaletiyê em ê li Enqereyê bin
14:01 Li Zambiyayê cenazeyê 27 penaberan hatin dîtin
13:35 ÎSÎG: Di mijdarê de 127 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:55 Li Meclisê rageşiya Weqfa Hîranûrê: Berpirsyar îktîdar e
12:41 Malbata Şenyaşar: Doza ku serokkomar alîgir be wê adil nebe
11:57 Polîsan li Stenbolê jinek qetil kir
11:35 Sewqên girtiyê nexweş Ayik ên nexweşxaneyê tên betalkirin
11:16 Ceyrana mizgefta ku fatûreya wê nehatiye dayîn hate birîn
11:14 TUÎK’ê daneyên bêkariyê parve kir
10:51 Kiliçdaroglû ber bi Wezareta Dadê ve meşiya
10:37 Di encama darizandina 18 rojan de Mecîd Riza Rehneverd hate darvekirin
10:34 Hevserokê DFG’ê Altan: Heke çapemenî azad nebe civak jî azad nabe
09:03 Li dijî hişmendiya qedexeker wê konsera ‘Em ê bêjin’ were lidarxistin
09:03 CPT bixwaze dikare bike
09:01 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2022'YAN
11/12/2022
23:45 Li kampa koçberan a Hewlêrê şewat derket: Zarokekî 17 salî jiyana xwe ji dest da
22:47 Li Rihayê salvegera 27’emîn a KESK’ê hate pîroz kirin
19:40 Nagihan Akarsel li Zurîhê hat bibîranîn
19:31 HDP û DBP li Egeyê bi gel re civiyan
18:30 Amedsporê li deplasmana Duzcesporê pûanek stand
18:10 Di hevdîtinên budçeyê de xwestin kurdî bibe zimanê fermî
16:45 Surucu: Ji qadên ber projeya GAP’ê diketin tenê li sedî 35’an avdanî tê kirin
16:06 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê tîma Fenerbahçeyê têk bir
15:56 Keskîn: AKP’ê bi dewleta kûr re li hev kir
15:27 Kaya: Hemû xerabiyên xwe di bin ol û alayê de vedişêrin
14:49 Li Amedê protestoya tecrîdê: Muxatab Abdullah Ocalan e
14:31 Gelê Wanê ji bo meşa sibe amade ye: Werin em bi hev re tecrîdê têk bibin
14:08 Tevî biryara dadgehê jî qeyûm 306 karkeran mexdûr dike
13:54 Ciwanan di konferansa xwe ya Rihayê de bertek nîşanî tecrîdê dan
13:12 Malbata Şenyaşar: Hemû dinya vê bêedaletiyê dişopîne
13:08 TJA’yê ji bo ‘mafên mirovan’ daxuyanî da: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
12:44 Tevî êrişan jî li gelek bajarên Îranê meş hatin lidarxistin
12:16 Di êrişa dewleta tirk de sivîlek hate qetilkirin
11:52 Kurdo Baksî hêjayî xelata 'Azadiya Îfadeyê ya David Isak' hat dîtin
11:39 Dozgerê berê ji bo tecawiza li nava cemaetê hişyarî kir: Dibe ku delîl bên tunekirin
11:04 NPG’ê piştî îdiaya Akar ku digot ‘şande çûye’ daxuyanî da
10:46 Nexweşiya girtî ji malbata wî hat veşartin
10:09 Şandeya Hikûmeta Başûr dîsa çû Bexdayê
10:03 ‘Gelê herêma Soranê ji ber êrişên dewleta tirk koçber dibe’
09:56 Konseya Federe ya Swîsreyê: Em geşedanên têkildarî îdiayên çekên kîmyewî dişopînin
09:38 Ji Latîn Amerîkayê bo kurdan bang li civaka navneteweyî hat kirin
09:02 Xwendekarên Fakûlteya Hiqûqê: Berxwedana me didome
09:01 ‘Di budçeya 2023’yan de ne kesên teqawidbûyî lê şer heye'
09:00 Seroka Navenda Parastina Mafên Zarokan Hamîdî: Dewlet divê dest ji rewakirina kiryarên terîqetan berde
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2022'YAN
10/12/2022
21:15 Di êrişên Tirkiyeyê de leşkerekî rejîma Şamê mir
19:41 Li Amedê jina 91 salî ya ji avahiyê ket xwarê jiyana xwe ji dest da
19:06 Li Mexmûrê starta çalakiyên li dijî tecrîdê
17:28 Tirkiyeyê êrişî Kobanê, Til Temir û Eyn Îsayê kir
17:08 Ji bo girtiyê di beşa lênêrîna awarte de bêhiş e banga berdanê hate kirin
16:57 ‘Di bingeha binpêkirinan de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye’
16:40 Ramazan Ateş ê di sala 1992’yan de hatibû girtin tehliye bû
16:33 Ji bo meşa li dijî tecrîdê bang kir: Em ê li dijî faşîzmê li kolanan bin
16:17 HDP’ê bersiva Soylû da: Yên ku ji te bitirsin bila wek te bin
16:06 Li Mûşê civîna ciwanan: Kesên ku derfetê didin tarîkatan sûcdar in
15:52 Hat xwestin ku girtiya nexweş Ozge Ozbek bê berdan
15:39 Kiliçgun Ûçar: Di bingeha tundiya li Tirkiyeyê de bêhiqûqiya li Îmraliyê heye
15:13 'Tahîr Guldal ji ber xemsariyê jiyana xwe ji dest da'
14:55 ÎHD: Li Girtîgeha Kiriklarê îşkence li girtiyê nexweş hatiye kirin
14:50 Qeyûm Amed bi tûxreya Osmanî da naskirin
14:38 Li Wanê banga meşê hate kirin: Heta tecrîd neyê şikandin çareserî nikare bê axaftin
14:32 Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Demîr û Akîpa bên darizandin
13:54 Çalakiya malbatên windakiriyan: Polîtikayên bêcezakirine li dijî kurdan pêk tên
13:30 Malbata Şenyaşar: Em ê serbikevin
13:21 ‘Dibe ku hilbijartin bibe destpêka stratejiyeke xurt’
12:41 Serpel û çawişê pispor ji ber bertîlê hatin girtin
12:40 Girtiyê nexweş Gurdal li Geverê hate veşartin
12:18 ‘Sedemê binpêkirina mafên mirovan a sereke pirsgirêka kurd e’
12:13 104 qurbanî hatin bibîranîn: Em ê raperîna xwe mezin bikin
11:49 Dadgeha Îstînafê biryara doza Şenyaşar xera kir: Divê her du dosye bibin yek
10:51 Cenazeyê Bedîrhan Abî li Wanê hate veşartin
10:42 Prz. Akîpa: ‘Jin jiyan azadî’ di pergalê de derzên kûr afirand
10:11 Rojnamevan Ozûgûrlû: Tevgera bejahiyê wê Tirkiyeyê têk bibe
09:02 Perwerdehiya di konteyneran de!
09:01 Ji bo bernameya vekirinê ya Erdogan qada tenduristiyê kirin qada avahiyan û firotin
09:00 Hevserokên HDP'î: Kesên doza azadiyê dikin dive tev li meşê bibin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:21 Girtiyê nexweş Tahîr Gurdal 13 roj piştî taloqkirina cezayî jiyana xwe ji dest da
09/12/2022
21:47 Cenazeyê Abî piştî 6 salan dan malbatê
18:41 Kesên di Nobeda Edaletê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
18:35 Herêma Bradostê hat bombebarankirin
17:02 ‘Zewicandina’ zaroka 6 salî: Em neçar in ku bi vê tarîtiyê re têbikoşin
16:27 Bîlançoya ‘Binpêkirinên Mafên Mirovan’: Pirsgirêka herî girîng pirsgirêka kurd e
16:21 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi gel re bicive
16:20 ‘Bacên me weke tank û top li me vedigerin’
15:48 Li Çemçoyê çekên kîmyewî tên bikaranîn