ŞIRNEX - Li Girtîgeha Gîresûnê girtiyan li dijî binpêkirinên mafan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.
Kerem Ayas ê li Girtîgeha Tîpa L ya Gîresûnê tê ragirtin bi telefonê bi malbata xwe re axivî û ragihand ku wan li dijî binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê kirine.
TIŞTÊN WAN DESTESER KIRIN
Ayas, diyar kir ew ji her mafekî bêpar hatine hiştin û ev agahî dan: “Bi destên kelemçekirî me dibin nexweşxaneyê. Em ji ber lêgerîna nava dev qebûl nakin, me nabin nexweşxaneyê. Eşyayên me yên wekî televîzyon û radyo desteser kirin. Gelek hevalên nexweş ji ber ku şert û mercên asayî qebûl nakin, nabin nexweşxaneyê. Ji ber vê jî me dest bi greva birçîbûnê kir. Heta ku ev pêkanîn bi dawî dibin em ê çalakiya xwe berdewam bikin.”