Serlêdanên ji bo ‘çareserkirina binpêkirinan’ li ÎHD’ê tên kirin zêde bûn

  • rojane
  • 12:09 9 Kanûn 2022
  • |
img
STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî binpêkirinên mafên mirovan û azadiyan ên desthilata AKP’ê şiband piştî darbeya 12’ê Îlonê û anî ziman ku ji bo çareseriya binpêkirinê mafan mirovan gelek serlêdan li komeleya wan kirine. 
 
 "Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan" a ji aliyê Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat amadekirin, di 10'ê kanûna 1948'an de li Parîsê hat qebûlkirin. Bi dengdana li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî re, ku hemû saziyên dewletê û rêxistinên sivîl ên civakî hatin vexwendin, 10'ê kanûnê weke 'Roja Mafên Mirovan a Cîhanê' hate ragihandin. Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Gulseren Yolerî ya bi cih anîna danezanê û Roja Mafên Mirovan a Cîhanê nirxand diyar kir ku li Tirkiyeyê mafên mirovan û azadî di nava krîzeke mezin de ne û ev rewş bi salan e dewam dike. 
 
NÊRÎNA DESTHILATÊ QET NEHATE GUHERTIN
 
Yolerî, destnîşan kir ku desthilata AKP’ê 20 sal in şûna maf û azadiyan bi cih bîne, van mafan bisînor dike û bi vî awayî desthilata xwe diparêze. Yolerî, bi lêv kir ku li dijî van polîtîkayan têkoşîneke bêeman didin û daxuyakirin ku roja ku komeleya wan dest bi xebatê kiriye ve nêrîna desthilatê ya li dijî mafên mirovan nehatiye guhertin. 
 
Yolerî, anî ziman ku di her qada jiyanê de binpêkirinên mafan zêde bûne û hin binpêkirinên mafan wiha rêzkirin: “Dema em li zarokan dinerin ji ber ji mafê tenduristî û perwerdehiyê sûdê nagirin, dibînin ku ji ber karkeriya zarokan û zewaca di temenê biçûk de rastî îstîsmarê tên. Dema em li jinan dinerin tundiya li dijî jinan her tim zêde dibe û tevlibûna jiyanê ya bi awayekî azad tê astengkirin.” Yolerî da zanîn ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî zêde  bûne û bal kişand ku ji bilî îşkence, mûameleya nebaş wê girtîgehên nû tên vekirin jî binpêkirina mafan zêde bike. Yolerî, bê bertek bûna saziyên mafên mirovan ên navnetewî ya li dijî binpêkirinên mafan ên ji aliyê desthilatê ve tên sepandin jî rexne kir û destnîşan kir ku ev sazî herî kêm bi qasî Tirkiyeyê sûcdar in ku tevî binpêkirinan jî tu ceza li Tirkiyeyê nebirîne. 
 
JI BO ÇARESERIYÊ SERLÊDAN ZÊDE BÛN 
 
Yolerî, daxuyakirin ku ji ber li welat krîza aborî û siyasî zêde bû tundiya fîzîkî jî zêde bû û ev rewş jî di civakê de pirsgirêkên psîkolojîk derdixe holê. Yolerî, da zanîn ku ji ber vê yekê bi dehan serlêdan li saziya wan hatine kirin û wiha berdewa kir: “Ev kes ji nexweşiya psîkolojîk zêdetir ji me ji bo çareseriya binpêkirinên mafan ên jiyayî alîkariyê dixwaze.”
 
ŞIBANDINA 12 ÎLONÊ 
 
Yolerî, diyar kir ku di serdema desthilata AKP’ê de azadiya îfade û kombûnê gelek hatiye astengkirin û rewşa niha şibande pêvajoya piştî Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê.  
 
NAVENDA ÎŞKENCEYÊ ÎMRALI
 
Yolerî, anî ziman ku tecrîd jî di nav pêkanînên îşkenceya sîstematîk de ye û pêkanîna vê ya herî giran jî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê tê ragirtin tê sepandin. Yolerî, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan tê sepandin ne tenê meseleya hiqûq û mafên mirovan e û bal kişand ser sedemên wê yên siyasî. 
 
ÇALAKÎ WÊ BÊN LIDARXISTIN
 
Yolerî, da zanîn ku weke her sal ew ê îsal jî bi wesîleya 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan hin çalakî û aktîvîteyên cuda li dar bixin. 
 

Sernavên din

12/12/2022
21:58 Li Zanîngeha Mûnzûrê sîxurtî li Xwendekaran tê ferzkirin
21:47 48 kesên ku li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:54 Li Amedê li dijî destdirêjiya li zarokan çalakiya 'xeleka mor'
19:35 Cenazeyê endamê HPG’ê Tok piştî 5 mehan radestî malbatê hat kirin
18:48 Banga ji bo mîtînga 'Em nikarin debara xwe bikin'
18:28 Banga ji bo xwedîderketina li doza GOÇÎZDER'ê
16:43 Di doza girtina HDP’ê de geşadaneke nû
15:44 Dosyeya ku bûye sedema sekinandina cînayeta Sîncar dê bê lêkolînkirin
15:35 Doza teqîna Pasûrê hate taloqkirin
15:27 Dayikên Aştiyê yên Rihayê bi laçikên spî çalakî li dar xistin
15:15 Qeyûmê Êlihê ji bo ‘Serkeftina Milazgirê’ 400 û ji bo TUGVA’yê 270 hezar TL xerc kir
15:02 Li Duhokê êrişî hêzên asayişê hate kirin
14:53 Di Nobeta Edaletê de wê tecrîd were şermezarkirin
14:33 Polîsan li Wanê êrişî meşa li dijî tecrîdê kirin
14:16 Ji bo mitîngê bang kirin: Li dijî bêedaletiyê em ê li Enqereyê bin
14:01 Li Zambiyayê cenazeyê 27 penaberan hatin dîtin
13:35 ÎSÎG: Di mijdarê de 127 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:55 Li Meclisê rageşiya Weqfa Hîranûrê: Berpirsyar îktîdar e
12:41 Malbata Şenyaşar: Doza ku serokkomar alîgir be wê adil nebe
11:57 Polîsan li Stenbolê jinek qetil kir
11:35 Sewqên girtiyê nexweş Ayik ên nexweşxaneyê tên betalkirin
11:16 Ceyrana mizgefta ku fatûreya wê nehatiye dayîn hate birîn
11:14 TUÎK’ê daneyên bêkariyê parve kir
10:51 Kiliçdaroglû ber bi Wezareta Dadê ve meşiya
10:37 Di encama darizandina 18 rojan de Mecîd Riza Rehneverd hate darvekirin
10:34 Hevserokê DFG’ê Altan: Heke çapemenî azad nebe civak jî azad nabe
09:03 Li dijî hişmendiya qedexeker wê konsera ‘Em ê bêjin’ were lidarxistin
09:03 CPT bixwaze dikare bike
09:01 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2022'YAN
11/12/2022
23:45 Li kampa koçberan a Hewlêrê şewat derket: Zarokekî 17 salî jiyana xwe ji dest da
22:47 Li Rihayê salvegera 27’emîn a KESK’ê hate pîroz kirin
19:40 Nagihan Akarsel li Zurîhê hat bibîranîn
19:31 HDP û DBP li Egeyê bi gel re civiyan
18:30 Amedsporê li deplasmana Duzcesporê pûanek stand
18:10 Di hevdîtinên budçeyê de xwestin kurdî bibe zimanê fermî
16:45 Surucu: Ji qadên ber projeya GAP’ê diketin tenê li sedî 35’an avdanî tê kirin
16:06 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê tîma Fenerbahçeyê têk bir
15:56 Keskîn: AKP’ê bi dewleta kûr re li hev kir
15:27 Kaya: Hemû xerabiyên xwe di bin ol û alayê de vedişêrin
14:49 Li Amedê protestoya tecrîdê: Muxatab Abdullah Ocalan e
14:31 Gelê Wanê ji bo meşa sibe amade ye: Werin em bi hev re tecrîdê têk bibin
14:08 Tevî biryara dadgehê jî qeyûm 306 karkeran mexdûr dike
13:54 Ciwanan di konferansa xwe ya Rihayê de bertek nîşanî tecrîdê dan
13:12 Malbata Şenyaşar: Hemû dinya vê bêedaletiyê dişopîne
13:08 TJA’yê ji bo ‘mafên mirovan’ daxuyanî da: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
12:44 Tevî êrişan jî li gelek bajarên Îranê meş hatin lidarxistin
12:16 Di êrişa dewleta tirk de sivîlek hate qetilkirin
11:52 Kurdo Baksî hêjayî xelata 'Azadiya Îfadeyê ya David Isak' hat dîtin
11:39 Dozgerê berê ji bo tecawiza li nava cemaetê hişyarî kir: Dibe ku delîl bên tunekirin
11:04 NPG’ê piştî îdiaya Akar ku digot ‘şande çûye’ daxuyanî da
10:46 Nexweşiya girtî ji malbata wî hat veşartin
10:09 Şandeya Hikûmeta Başûr dîsa çû Bexdayê
10:03 ‘Gelê herêma Soranê ji ber êrişên dewleta tirk koçber dibe’
09:56 Konseya Federe ya Swîsreyê: Em geşedanên têkildarî îdiayên çekên kîmyewî dişopînin
09:38 Ji Latîn Amerîkayê bo kurdan bang li civaka navneteweyî hat kirin
09:02 Xwendekarên Fakûlteya Hiqûqê: Berxwedana me didome
09:01 ‘Di budçeya 2023’yan de ne kesên teqawidbûyî lê şer heye'
09:00 Seroka Navenda Parastina Mafên Zarokan Hamîdî: Dewlet divê dest ji rewakirina kiryarên terîqetan berde
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2022'YAN
10/12/2022
21:15 Di êrişên Tirkiyeyê de leşkerekî rejîma Şamê mir
19:41 Li Amedê jina 91 salî ya ji avahiyê ket xwarê jiyana xwe ji dest da
19:06 Li Mexmûrê starta çalakiyên li dijî tecrîdê
17:28 Tirkiyeyê êrişî Kobanê, Til Temir û Eyn Îsayê kir
17:08 Ji bo girtiyê di beşa lênêrîna awarte de bêhiş e banga berdanê hate kirin
16:57 ‘Di bingeha binpêkirinan de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye’
16:40 Ramazan Ateş ê di sala 1992’yan de hatibû girtin tehliye bû
16:33 Ji bo meşa li dijî tecrîdê bang kir: Em ê li dijî faşîzmê li kolanan bin
16:17 HDP’ê bersiva Soylû da: Yên ku ji te bitirsin bila wek te bin
16:06 Li Mûşê civîna ciwanan: Kesên ku derfetê didin tarîkatan sûcdar in
15:52 Hat xwestin ku girtiya nexweş Ozge Ozbek bê berdan
15:39 Kiliçgun Ûçar: Di bingeha tundiya li Tirkiyeyê de bêhiqûqiya li Îmraliyê heye
15:13 'Tahîr Guldal ji ber xemsariyê jiyana xwe ji dest da'
14:55 ÎHD: Li Girtîgeha Kiriklarê îşkence li girtiyê nexweş hatiye kirin
14:50 Qeyûm Amed bi tûxreya Osmanî da naskirin
14:38 Li Wanê banga meşê hate kirin: Heta tecrîd neyê şikandin çareserî nikare bê axaftin
14:32 Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Demîr û Akîpa bên darizandin
13:54 Çalakiya malbatên windakiriyan: Polîtikayên bêcezakirine li dijî kurdan pêk tên
13:30 Malbata Şenyaşar: Em ê serbikevin
13:21 ‘Dibe ku hilbijartin bibe destpêka stratejiyeke xurt’
12:41 Serpel û çawişê pispor ji ber bertîlê hatin girtin
12:40 Girtiyê nexweş Gurdal li Geverê hate veşartin
12:18 ‘Sedemê binpêkirina mafên mirovan a sereke pirsgirêka kurd e’
12:13 104 qurbanî hatin bibîranîn: Em ê raperîna xwe mezin bikin
11:49 Dadgeha Îstînafê biryara doza Şenyaşar xera kir: Divê her du dosye bibin yek
10:51 Cenazeyê Bedîrhan Abî li Wanê hate veşartin
10:42 Prz. Akîpa: ‘Jin jiyan azadî’ di pergalê de derzên kûr afirand
10:11 Rojnamevan Ozûgûrlû: Tevgera bejahiyê wê Tirkiyeyê têk bibe
09:02 Perwerdehiya di konteyneran de!
09:01 Ji bo bernameya vekirinê ya Erdogan qada tenduristiyê kirin qada avahiyan û firotin
09:00 Hevserokên HDP'î: Kesên doza azadiyê dikin dive tev li meşê bibin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:21 Girtiyê nexweş Tahîr Gurdal 13 roj piştî taloqkirina cezayî jiyana xwe ji dest da
09/12/2022
21:47 Cenazeyê Abî piştî 6 salan dan malbatê
18:41 Kesên di Nobeda Edaletê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
18:35 Herêma Bradostê hat bombebarankirin
17:02 ‘Zewicandina’ zaroka 6 salî: Em neçar in ku bi vê tarîtiyê re têbikoşin
16:27 Bîlançoya ‘Binpêkirinên Mafên Mirovan’: Pirsgirêka herî girîng pirsgirêka kurd e
16:21 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi gel re bicive
16:20 ‘Bacên me weke tank û top li me vedigerin’
15:48 Li Çemçoyê çekên kîmyewî tên bikaranîn