Li her çar aliyên Wanê ji bo meşa li dijî tecrîdê xebat tên meşandin

  • rojane
  • 14:25 9 Kanûn 2022
  • |
img
WAN - Ji bo meşa li dijî tecrîdê ku dê di 12’ê kanûnê de li Wanê bê lidarxistin, li gelek navçeyan xebat tên meşandin û bi gel re civîn hatin lidarxistin. Di civînan de bertekên li dijî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derketin pêş. 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Meclisa Dayikên Aştiyê, dê bi mebesta protestokirina tecrîda girankirî ya li Îmraliyê, di 12’ê kanûnê de li Wanê meşeke girseyî li dar bixin. Ji bo tevlibûna meşê, bênavber xebat tên kirin. Piştî hevdîtinên bi gel re yên li Mûş, Bedlîs, Agirî û Îdirê, li navçeyên Wanê jî xebat hatin destpêkirin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, li navçeya Elbak a Wanê, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li Erdîşê û Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî jî li Qelqeliyê bi gel re civiya. 
 
OZTURK: EM KOLETIYÊ QEBÛL NAKIN 
 
Di vê çarçoveyê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li Taxa Qereçiya ya Elbakê bi gel re civiya. Di hevdîtinê de Ozturk anî ziman ku gelê kurd di serdemeke dîrokî re derbas dibe û wiha got: “Bi qasî derfetan, gelek xetere jî li ser me kurdan hene. Heke me yekitiya xwe ya neteweyî pêk bianiya, dê ev talûkeye îro nebûna. Weke ku hûn jî dizanin, roja ku ev dewlet hatiye avakirin heta niha dijminatiya herî mezin li kurdan dike. Gelê kurd jî dixwaze mîna gelên din wekhev û azad bijî. Lê belê li Başûr bi çekên kîmyewî êriş dikin, mirovan ji warên xwe dikin û xwezayê talan dikin. Her wiha li Rojava zarokan qetil dikikn, nexweşxaneyan bombebaran dikin û sûcên li dijî mirovahiyê dikin. Em xwe ser tu gelan re nabînin lê qebûl nakin ku di bin serdestiya kesekî de jî bijîn. Em koletiyê qebûl nakin.” 
 
‘CPT NECIDÎ NÊZ DIBE’ 
 
Bi domdarî Ozturk, got ku li dijî gelê kurd şerekî qirêjî tê kirin û wiha pê de çû: “Gelê me bedelên pir mezin da. Birçî ma, koçber bû û kete girtîgehan lê tu carî serî netewand û dê netewîne. Tekane rêyeke çareserkirina temamiya van pirsgirêkan heye ku ew jî fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Divê pirsgirêka kurd were çareserkirin ku ew jî bi guftûgoyê pêkan e. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan ji sala 2015'an ve tê girankirin. Şirîkên van hene. Yek ji saziyên YE’yê, CPT jî şirîkê van e. Qaşo ji bo pêşîlêgirtina îşkenceyê û miameleya xerab hatiye avakirin lê dema tên Tirkiyeyê bi nêzikatiya; ‘hezir em hatine vê derê em biçin Îmraliyê jî’ nêz dibin. Ev yek nêzikatiyeke cidî nîne. Birêz Ocalan jî li dijî vê necidiyetê, derneket hevdîtinê. Hûn nikarin wiha necidî nêzî Rêberê Gelê Kurd bibin.” 
 
TEMELLÎ BERTEK NÎŞANÎ TECRÎDÊ DA 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî jî li Taxa Çibûxlî ya Qelqeliyê bi gel re civiya. Di civînê de Temellî anî ziman ku zilma heyî êdî nema dikare were ragirtin û wiha dom kir: “Em ji bo maf û azadiya xwe tên ba hev û têdikoşin. Ji girtîgehan heta her qada jiyanê, li her deverê îşkence û zilm heye. Îktîdar hewl dide bi rêya vê zilmê xwe li ser lingan bigire. Bi şev û roj bombeyan li Rojava û herêmên din dibarînin. Di dema van êrişan de mafên me yên bingehîn bi qurbanî bombe, balafirû û topan dikin. Me di pêvajoya çareseriyê de dît bê ka rêya çareseriyê çi ye. Wê demê rewşa aboriyê baş bûbû û xizantî bi qasî niha nebû. Sedema başbûna wê demê jî hevdîtinên bi birêz Abdullah Ocalan re bûn. Sedema şert û mercên ewqas giran ên îro jî tecrîda li ser birêz Ocalan e.” 
 
BAYINDIR: EM Ê ÎKTÎDARÊ TÊK BIBIN
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin û kesên pê re, li Erdîşê bi gel re civiyan. Hevdîtin, li eywaneke dawetan hat lidarxistin. Di hevdîtinê de Bayindir ev tişt anî ziman: “Polîtîkaya tunekirina kurdan xistine meriyetê. Lê gelê kurd jî li dijî wan pir mezin li be xwe da û dide. Têkoşîna îro, bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin. Daxwazên gelê kurd ên weke ziman û çandê hene. Têkoşîna me, têkoşîneke exlaqî, însanî û wijdanî ye. Êdî dem dema serkeftinê ye. Me bedelên gelek mezin dan û hêj didin. Dê gelê me teqez bi ser keve. Ji bo astengkirina daxwaza azadiyê ya gelê kurd her tiştên ji destên wan hatin kirin û dikin. Lê ev polîtîkaya wan têk çû. Êdî em di qonaxa dawî de ne û dê vê îktîdara faşîst a ku van polîtîkayên qirêjî dimeşîne têk bibin. Ev îktîdar dixwaze tevahiya çiya û deştên kurdan veguherîne qada şer.” 
 

Sernavên din

12/12/2022
21:58 Li Zanîngeha Mûnzûrê sîxurtî li Xwendekaran tê ferzkirin
21:47 48 kesên ku li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:54 Li Amedê li dijî destdirêjiya li zarokan çalakiya 'xeleka mor'
19:35 Cenazeyê endamê HPG’ê Tok piştî 5 mehan radestî malbatê hat kirin
18:48 Banga ji bo mîtînga 'Em nikarin debara xwe bikin'
18:28 Banga ji bo xwedîderketina li doza GOÇÎZDER'ê
16:43 Di doza girtina HDP’ê de geşadaneke nû
15:44 Dosyeya ku bûye sedema sekinandina cînayeta Sîncar dê bê lêkolînkirin
15:35 Doza teqîna Pasûrê hate taloqkirin
15:27 Dayikên Aştiyê yên Rihayê bi laçikên spî çalakî li dar xistin
15:15 Qeyûmê Êlihê ji bo ‘Serkeftina Milazgirê’ 400 û ji bo TUGVA’yê 270 hezar TL xerc kir
15:02 Li Duhokê êrişî hêzên asayişê hate kirin
14:53 Di Nobeta Edaletê de wê tecrîd were şermezarkirin
14:33 Polîsan li Wanê êrişî meşa li dijî tecrîdê kirin
14:16 Ji bo mitîngê bang kirin: Li dijî bêedaletiyê em ê li Enqereyê bin
14:01 Li Zambiyayê cenazeyê 27 penaberan hatin dîtin
13:35 ÎSÎG: Di mijdarê de 127 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:55 Li Meclisê rageşiya Weqfa Hîranûrê: Berpirsyar îktîdar e
12:41 Malbata Şenyaşar: Doza ku serokkomar alîgir be wê adil nebe
11:57 Polîsan li Stenbolê jinek qetil kir
11:35 Sewqên girtiyê nexweş Ayik ên nexweşxaneyê tên betalkirin
11:16 Ceyrana mizgefta ku fatûreya wê nehatiye dayîn hate birîn
11:14 TUÎK’ê daneyên bêkariyê parve kir
10:51 Kiliçdaroglû ber bi Wezareta Dadê ve meşiya
10:37 Di encama darizandina 18 rojan de Mecîd Riza Rehneverd hate darvekirin
10:34 Hevserokê DFG’ê Altan: Heke çapemenî azad nebe civak jî azad nabe
09:03 Li dijî hişmendiya qedexeker wê konsera ‘Em ê bêjin’ were lidarxistin
09:03 CPT bixwaze dikare bike
09:01 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2022'YAN
11/12/2022
23:45 Li kampa koçberan a Hewlêrê şewat derket: Zarokekî 17 salî jiyana xwe ji dest da
22:47 Li Rihayê salvegera 27’emîn a KESK’ê hate pîroz kirin
19:40 Nagihan Akarsel li Zurîhê hat bibîranîn
19:31 HDP û DBP li Egeyê bi gel re civiyan
18:30 Amedsporê li deplasmana Duzcesporê pûanek stand
18:10 Di hevdîtinên budçeyê de xwestin kurdî bibe zimanê fermî
16:45 Surucu: Ji qadên ber projeya GAP’ê diketin tenê li sedî 35’an avdanî tê kirin
16:06 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê tîma Fenerbahçeyê têk bir
15:56 Keskîn: AKP’ê bi dewleta kûr re li hev kir
15:27 Kaya: Hemû xerabiyên xwe di bin ol û alayê de vedişêrin
14:49 Li Amedê protestoya tecrîdê: Muxatab Abdullah Ocalan e
14:31 Gelê Wanê ji bo meşa sibe amade ye: Werin em bi hev re tecrîdê têk bibin
14:08 Tevî biryara dadgehê jî qeyûm 306 karkeran mexdûr dike
13:54 Ciwanan di konferansa xwe ya Rihayê de bertek nîşanî tecrîdê dan
13:12 Malbata Şenyaşar: Hemû dinya vê bêedaletiyê dişopîne
13:08 TJA’yê ji bo ‘mafên mirovan’ daxuyanî da: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
12:44 Tevî êrişan jî li gelek bajarên Îranê meş hatin lidarxistin
12:16 Di êrişa dewleta tirk de sivîlek hate qetilkirin
11:52 Kurdo Baksî hêjayî xelata 'Azadiya Îfadeyê ya David Isak' hat dîtin
11:39 Dozgerê berê ji bo tecawiza li nava cemaetê hişyarî kir: Dibe ku delîl bên tunekirin
11:04 NPG’ê piştî îdiaya Akar ku digot ‘şande çûye’ daxuyanî da
10:46 Nexweşiya girtî ji malbata wî hat veşartin
10:09 Şandeya Hikûmeta Başûr dîsa çû Bexdayê
10:03 ‘Gelê herêma Soranê ji ber êrişên dewleta tirk koçber dibe’
09:56 Konseya Federe ya Swîsreyê: Em geşedanên têkildarî îdiayên çekên kîmyewî dişopînin
09:38 Ji Latîn Amerîkayê bo kurdan bang li civaka navneteweyî hat kirin
09:02 Xwendekarên Fakûlteya Hiqûqê: Berxwedana me didome
09:01 ‘Di budçeya 2023’yan de ne kesên teqawidbûyî lê şer heye'
09:00 Seroka Navenda Parastina Mafên Zarokan Hamîdî: Dewlet divê dest ji rewakirina kiryarên terîqetan berde
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2022'YAN
10/12/2022
21:15 Di êrişên Tirkiyeyê de leşkerekî rejîma Şamê mir
19:41 Li Amedê jina 91 salî ya ji avahiyê ket xwarê jiyana xwe ji dest da
19:06 Li Mexmûrê starta çalakiyên li dijî tecrîdê
17:28 Tirkiyeyê êrişî Kobanê, Til Temir û Eyn Îsayê kir
17:08 Ji bo girtiyê di beşa lênêrîna awarte de bêhiş e banga berdanê hate kirin
16:57 ‘Di bingeha binpêkirinan de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye’
16:40 Ramazan Ateş ê di sala 1992’yan de hatibû girtin tehliye bû
16:33 Ji bo meşa li dijî tecrîdê bang kir: Em ê li dijî faşîzmê li kolanan bin
16:17 HDP’ê bersiva Soylû da: Yên ku ji te bitirsin bila wek te bin
16:06 Li Mûşê civîna ciwanan: Kesên ku derfetê didin tarîkatan sûcdar in
15:52 Hat xwestin ku girtiya nexweş Ozge Ozbek bê berdan
15:39 Kiliçgun Ûçar: Di bingeha tundiya li Tirkiyeyê de bêhiqûqiya li Îmraliyê heye
15:13 'Tahîr Guldal ji ber xemsariyê jiyana xwe ji dest da'
14:55 ÎHD: Li Girtîgeha Kiriklarê îşkence li girtiyê nexweş hatiye kirin
14:50 Qeyûm Amed bi tûxreya Osmanî da naskirin
14:38 Li Wanê banga meşê hate kirin: Heta tecrîd neyê şikandin çareserî nikare bê axaftin
14:32 Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Demîr û Akîpa bên darizandin
13:54 Çalakiya malbatên windakiriyan: Polîtikayên bêcezakirine li dijî kurdan pêk tên
13:30 Malbata Şenyaşar: Em ê serbikevin
13:21 ‘Dibe ku hilbijartin bibe destpêka stratejiyeke xurt’
12:41 Serpel û çawişê pispor ji ber bertîlê hatin girtin
12:40 Girtiyê nexweş Gurdal li Geverê hate veşartin
12:18 ‘Sedemê binpêkirina mafên mirovan a sereke pirsgirêka kurd e’
12:13 104 qurbanî hatin bibîranîn: Em ê raperîna xwe mezin bikin
11:49 Dadgeha Îstînafê biryara doza Şenyaşar xera kir: Divê her du dosye bibin yek
10:51 Cenazeyê Bedîrhan Abî li Wanê hate veşartin
10:42 Prz. Akîpa: ‘Jin jiyan azadî’ di pergalê de derzên kûr afirand
10:11 Rojnamevan Ozûgûrlû: Tevgera bejahiyê wê Tirkiyeyê têk bibe
09:02 Perwerdehiya di konteyneran de!
09:01 Ji bo bernameya vekirinê ya Erdogan qada tenduristiyê kirin qada avahiyan û firotin
09:00 Hevserokên HDP'î: Kesên doza azadiyê dikin dive tev li meşê bibin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:21 Girtiyê nexweş Tahîr Gurdal 13 roj piştî taloqkirina cezayî jiyana xwe ji dest da
09/12/2022
21:47 Cenazeyê Abî piştî 6 salan dan malbatê
18:41 Kesên di Nobeda Edaletê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
18:35 Herêma Bradostê hat bombebarankirin
17:02 ‘Zewicandina’ zaroka 6 salî: Em neçar in ku bi vê tarîtiyê re têbikoşin
16:27 Bîlançoya ‘Binpêkirinên Mafên Mirovan’: Pirsgirêka herî girîng pirsgirêka kurd e
16:21 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi gel re bicive
16:20 ‘Bacên me weke tank û top li me vedigerin’
15:48 Li Çemçoyê çekên kîmyewî tên bikaranîn