Seroka Navenda Parastina Mafên Zarokan Hamîdî: Dewlet divê dest ji rewakirina kiryarên terîqetan berde

  • rojane
  • 09:00 11 Kanûn 2022
  • |
img
AMED - Seroka Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê Hûriye Hamîdiyê diyar kir ku destdirêjiya li hin cemaet û terîqetan ji ber polîtîkayên bêcezatiyê yên dewletê rû dide û wiha got: "Dewlet divê dest ji piştgiriya ji bo van derdoran û rewakirina bûyerên li van deran diqewimin berde." 
 
Damezirînerê Weqfa Hîranûrê ya girêdayî Cemaeta Îsmaîlaxayê Yûsûf Ziya Gumuşel keça xwe ya 6 salî bi "mehra dînî" bi murîdê xwe Kadîr Îsteklî re zewicand. Vê yekê destdirêjî û sûcên destdirêjiyê careke din kir rojev. Her wiha pêşniyazpirsên partiyên muxalîf ên berpêşî meclisê hatin kirin jî hatin redkirin û zimanê desthilatê û derdora wê ku cesaretê li kiryaran bar dike jî bûn cihê bertekên tund. Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakê Derya Yanik têkildarî bûyera li Weqfa Hîranûrê gotibû: "Tahde li jinê, destdirêjiya li zarokan ne mijara siyasetê ye. Ev ne ew mijar in ku di ser wan re siyaset bê kirin." Hêjayî bibîrxistinê ye ku Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakê ya berê Sema Ramazanoglûyê jî ji bo destdirêjiya li zarokan a li Karamanê gotibû, "Ji carekê tiştek dernayê." 
 
Seroka Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê Hûriye Hamîdî destnîşan kir ku polîtîkaya bêcezatiyê dibe sedema zêdebûna bûyerên bi vî rengî. 
 
‘ENCAMA POLÎTÎKAYA DEWLETÊ YE'
 
Hamîdî diyar kir ku destdirêjî û polîtîkaya bêcezatiyê piralî ne û wiha got: "Ez vê wekî polîtîkaya dewletê şîrove dikim. Di heyameke wisa de ku tundî  li her derê belav bûye, destdirêjî jî tundiyek e. Ev qasî zêdebûna vê destdirêjiyê, encameke polîtîkaya dewletê ye. Lewre çendek berê Wezîrê Malbatê daxuyaniyek dabû û gotibû ev di ser siyasetê re ye û divê di vê çaçroveyê de bê nîqaşkirin. Di heyameke wisa de ku her tişt polîtîk bûye, divê em vê li wan deran biaxivin. Lewre vekolandina destdirêjiyê, tespîtkirina wê, li dijî vê tevdîrgirtin û piştgiriya ji bo mexdûr peywira Wezareta Xizmeta Malbat û Civakê ye. Lewma ez wisa difikirim ku gotinên wan, feraseta civakê û pasîfbûna mekanîzmayên darazê destdirêjiyê zêde dikin." 
 
Parêzer Hûrîye Hamîdî
 
Bi domdarî Hamîdî destnîşan kir ku bi taybetî li cemaet û terîqetan mekanîzmaya venihêrînê tune ye û ev tişt anî ziman: "Bi taybetî di bûyerên li terîqetan de an jî di bûyerên ku tiliya meleyan di wan de, em dibînin ku mekanîzmayeke venihêrînê tune ye. Lê bereksê vê em dibînin ku zimanekî ji bo parastina van kesan û rewakirina liv û tevgera wan tê bikaranîn. Tişta divê bê kirin têkoşîn e, di warê têkoşîna li dijî destdirêjiyê de. Gava li cihên bi vî rengî bûyerên bi vî awayî rû bidin, divê bê lêkolînkirin ka zarokên din jî rastî tiştekî wiha hatine yan na. Lê bi qasî ku em di çapemeniyê de dibînin, kiryar ji peywirê nehatiye girtin, mele li ser karê xwe ye an jî sewqî cihekî din hatiye kirin. 
 
DIVÊ DEWLET DEST JI PIŞTGIRIYÊ BERDE
 
Tiştên bi vî rengî, divê mirova wan derî zimanê siyaseta heyî nenirxîne. Em ji wezîra berê dizanin ku gotibû 'ji carekê tiştek dernayê'. Ev, bû sedem ku rewş were vê astê. Di bûyerên terîqetan û cihên giştî yên bi vî rengî de, tişta divê bê kirin ewilî divê ew der bê vekolandin. Ev bûyer divê bên vekolandin ku em zanibin bê zarok li wan deran rastî çi tên." 
 
Di berdewamê de Hamîdî bi lêv kir ku dewlet divê dest ji piştgiriya ji bo van derdoran û rewakirina bûyerên li van deran diqewimin berde. 
 
Hamîdî bibîr xist ku di serî de Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) di mewzûatê de gelek hukmên ji bo parastina zarokan hene û got ku bi taybetî di warê destdirêjiyê de du peymanên bingehîn hene ku zarokan diparêzin û ew jî Peymana Stenbolê û Peymana Lanzoreteyê. Hamîdî, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dewlet di warê têkoşîna li dijî destdirêjiyê de divê gavên micid biavêje. Lê heke hûn rabin Peyaman Stenbolê bi awayekî dijhiqûqî fesh bikin û Peymana Lanzoreteyê ku zarokan ji detdirêjiyê diparêze dem bi dem nîqaş bikin, hûn ê di warê têkoşîna li dijî destdirêjiyê de paş de bimînin. Beriya her tiştî divê ev peyman bi awayekî çalak bên sererastkirin." 
 
Herî dawî jî Hamîdî wiha derbirî: "Li Tirkiyeyê di vî warî de pirsgirêka herî mezin nebûna pergaleke parastinê ye. Zarok di nava pergalê de winda bûye lê haya me jê tune ye." 
 
MA/ Eylem Akdag

Sernavên din

15/12/2022
13:04 Gelek kes li Amedê çûn şîna Yakut, Arslan û Gokalan
12:44 Dadger cezayê mîna xelatê da îşkencekaran
12:32 Bîlançoya 8 mehan hate eşkerekirin
12:21 Parêzerê rojnamegerên girtî Temûr: Dê hewldana bidestxistina delîlan vala derkeve
12:14 Baroya Rihayê ji bo girtiyê nexweş Ozkan bê berdan serlêdan kir
12:13 Rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de xerabtir dibe
11:53 ‘Ciwan wê tecrîdê rakin û şer bidin sekinandin’
11:51 Cenazeyê Gokalan piştî 23 salan li Amedê hate definkirin
11:32 Eksîk: Li Îmraliyê rêbaza îşkenceyê ya herî xedar di meriyetê de ye
11:19 Ji Şûreya Dewletê biryara madenê: Rapora ÇED’ê hewce ye
10:27 ‘Jina rêxistinbûyî dikare li dijî qirkirin û tundiyê bisekine’
09:03 Dayika ku di dema qedexeyê de kurê wê û hevjînê wê hatin qetilkirin: Ma ji vê mezintir zilm heye?
09:02 Baro dê ji bo Denîz Poyrazê Nobeda Edaletê bigirin
09:01 ‘Bi qedexeyan dixwazin kurdî bidin jibîrkirin'
09:01 Hevjîna Mela Hesenê ku cenazeyê wî 13 rojan li malê hat sekinandin: Kula dilê wî Kurdistaneke azad bû
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2022'YAN
14/12/2022
23:24 Li ÎHD'a Amedê belgefîlma 'Ji bo Edaletê' hat temaşekirin
20:45 2 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
20:23 'Em feraseta ku jinan û zarokan tune dihesibîne qebûl nakin'
19:36 Berdana girtî Tûncel careke din hat taloqkirin
18:50 Baroya Şirnexê helwesta ATV’ê ya li dijî zimanê kurdî şermezar kir
18:22 Şaredariya Dersimê: Armanca qutkirina ceyranê astengkirina xizmetê ye
17:12 Cenazeyên ku şewitîne 13 roj in di nexweşxaneyê de tên sekinandin
16:59 HDP: Li Şirnexê tenê tiştek neguheriye tundî û qetlîam!
16:56 Eksîk ê HDP’î li Meclisê axivî: Bila tecrîd bi dawî bibe
16:48 Di Nobeta Edaletê de bang: Tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin
16:38 Baroya Şirnexê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
16:31 Temel: Heke li cihekî 60 hezar kes miribin, li wê derê ne ‘teror’ lê şer heye
15:45 Piştî 23 salan cenazeyê birayê xwe wergirt
14:57 Binçavkirinên li Mêrsînê hatin protestokirin
14:55 Di doza GOÇÎZDER’ê de parêzeran negirtin hundirê eywanê
14:49 Jinan li dijî tundiyê broşur belav kirin
14:36 Aygul ê ku nûçeya tacîzê çêkiribû hate girtin
14:36 Salvegera qedexeyên Cizîrê: Bila kujer hesab bidin
14:34 Rewşanbîrên navdar têkildarî êrişan ji Ingilistanê re name şandin: Êrişan bidin sekinandin
14:16 Meclisa Jinan a HDP’ê bi nûnerên Konsolosxaneya Almanyayê re hevdîtin kir
14:16 Ji bo mîtînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ bang kirin: Werin em vê lîstikê xera bikin
14:14 Li Meclisê berteka li dijî çekên kîmyewî: Dixwazin Dêrsimeke din bi serê kurdan bînin
14:05 Sazî û rêxistinên kurdî: Têkoşîna parastina ziman li her derê bilind bikin
13:50 Di civîna PE’yê de ji bo Rojava daxwaza ‘herêma ji balafiran re qedexe’ hate kirin
13:22 Di doza GOÇÎZDER’ê de parastin hat astengkirin û gef li parêzeran hat xwarin
12:43 Doza yek ji damezîrînerên Komeleya Rosayê Gultekîn hate taloqkirin
12:37 Li Îranê serhildana ‘azadiyê’ di roja 89’emîn de ye
12:27 Malbata Şenyaşar: Em çi bixwazin ji bo mirovahiyê jî dixwazin
11:40 Atlig ku 30 salan girtî bû: Em bi saya israra xwe ya di jiyana azad de li ser pêyan man
11:13 Li Çewlikê 20 kes 2 roj in di bin çavan de ne
10:57 Baroya Amedê ji bo Ocalan serî li Wezareta Dadê da
10:54 Li kolanên Amedê nivîsên ku daxwaza azadiya Ocalan dikin hatin nivîsîn
10:53 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
10:25 Serokê Baroya Şirnexê Dîlsîz: Li dijî tecrîdê wê hewldanên me hebin
10:19 Xetereya li ser Rûbarokê Êlihê mezin dibe!
10:07 CPJ: Tirkiye di nava 5 welatên rojnameger herî zêde lê hatine girtin de ye
10:06 Jinên îranî: Ji bo em koka rejîmê bînin şer dikin
09:41 Li Îranê ji bo çalakvanan li dadgehan şaxên taybet hatin avakirin!
09:05 Dayikên Aştiyê: Bila hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:04 Dadgeha Bilind cezayê ku li rojnamevan Guleş hatibû birîn xera kir
09:04 Bi biryara dadgeriyê kameraya veşarî li komeleyê hatiye bicihkirin
09:03 Dayikên ku di dema qedexeyê de bi tililiyan li ber xwe dan: Kes bi hawara aştiyê ve nehat
09:02 Navê berxwedana Cizîrê: Asya Yuksel
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:49 Cenazeyê Suer di bin dorpêça polîsan de hate veşartin
08:48 Rojnamevan Sînan Aygul hat binçavkirin
13/12/2022
22:42 Cenazeyê Suerê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
19:58 ÎHD'ê serdana Dayikên Aştiyê kir
16:26 Jinên kurd dê ‘Yekitiya Jinên Kurdistanê’ ava bikin
16:25 Rêxistinên sivîl serdana MA’yê û JinNewsê kirin
16:24 Rojnamevan Gumuş piştî 11 salan hate berdan
15:50 Bertek nîşanî hedefgirtina TTB û Fîncanci dan
15:48 Saziyên sivîl ên Amedê bang kirin: Divê demildest dawî li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan were anîn
15:39 Hefteya Mafê Mirovan: Li şûna febrîqeyan girtîgeh tên vekirin
15:12 Nobeta Edaletê: Bila mirin çênebin
15:10 Taşdemîr: Rojava ji bo AKP’ê veguheriye kabûsê
15:09 3 DAIŞ’iyên amadekariyên êrişê dikirin hatin girtin
15:04 Di doza ku 19 kes tên darizandin de dozger dê mutalaayê amade bike
14:50 Doza GOÇÎZDER’ê: Mesrefa epîlasyonê jî bi PKK’ê ve hatiye girêdan
14:41 Huda Kaya: Gelo ma helal e ku diyanet vê budçeyê bi kar bîne?
14:21 ‘Budçeya şer li ser dijminatiya kurdan tê ferzkirin’
14:12 Nîjadperestan êrişî avahiya HDP’ê ya Keçîorenê kirin
14:02 Baroya Edenê giliya HSK’ê ji HSK’ê kir
13:58 ‘Wezerata Ragihandinê serokatiya dezenformasyonê ye’
13:45 Pirsa çekên kîmyewî: Ji bo şandeyên serbixwe çima derfet nayên çêkirin?
13:14 Ji bo Îmraliya ku 20 mehan zêdetire agahî jê nayên girtin dîsa serlêdan kirin
12:34 Nobeta Edaletê di roja 645’an de didome
11:26 Greva sendîkayan bi hinceta ‘ewlehiya neteweyî’ hate qedexekirin
11:05 Li Amedê wesayîtekê li 2 xwendekaran da
10:56 Ji bo projeya HES’ê ya li Geliyê Zîlan biryara betalkirinê hat dayîn
10:55 Leşkerê ku ji ber sûcê zayendî ceza lê hatiye birîn li derveyî sînor hat peywirdarkirin!
10:33 Erdal Eren hê jî 17 salî ye: Zîhniyet neguheriye
10:28 Li Çanakkaleyê bi pileya 4.3 erdhej çêbû
10:26 ‘Tekane daxwaza gelê Îranê guherandina rejîmê ye’
09:49 Li Girtîgeha Tarsûsê bi dehan binpêkirinên mafan
09:47 Ji ber astengkirina emeliyata girtiyê nexweş, serdana Komîsyona Meclisê hate kirin
09:44 Weşanxaneya Aramê 13 pirtûkên nû çap kir
09:07 Karkerên ku di înşaeta mizgefta qaçax de birîndar bûn pere pêşniyazî wan hatiye kirin
09:06 Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tecrîdê bişikînin
09:04 Înfaza girtî Tûncel cara 3'yan hat şewitandin
09:03 Li Rihayê girtiyên nexweş nikarin dermanan peyda bikin
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:59 Dewleta tirk li Rojava 16 dibistan bombebaran kir
12/12/2022
23:14 Li Amedê jina ku bi giranî hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da