* CPT ku diyar dike bêyî destura welatên endam, nikare raporan aşkere bike, heke li gorî biryarên pêşniyaran neyê tevgerandin, xwedî rayeya daxuyaniyê dayînê ye. CPT ku têkildarî Yewnanîstan, Rûsya û Bûlgarîstanê gelek daxuyaniyên wê hene, tevî tecrîda girankirî jî ji daxuyaniyên li ser Tirkiyeyê direve.
* Li dijî astengî û qedexeyên li ser çand û zimanê kurdî yên desthilatê wê bi dirûşmeya “Em ê bêjin” di 17’ê kanûnê de li navçeya Kuçukçekmeceyê konserek were lidarxistin. Hunermend Engîn Cengîz bi lêv kir ku armanca polîtîkayên pişaftinê tesfiyekirina hêza birêxistin a civakê ye.
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 644’emîn de berdewam bike.
* Danişîna doza tetîkkêşê Hîzbûllahê Cihan Yildiz ê ku ji ber kuştina Parlamenterê DEP'ê Mehmet Sîncar cezayê muebbetê lê hatibû birîn û di çarçoveya ji nû ve darizandinê de hatibû berdan, dê li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê berdewam bike. (09.00)
* Danişîna doza Hevşaredarên Pasûrê Fatîh Taş û Fatma Ay ku ji ber têqîna Pasûrê ya 7 kesan jiyana xwe ji dest dan tên darizandin wê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were lidarxistin. (09.00-17.00)
*Rûniştina Rûniştina 1’an a danişîna 20’emîn a Doza Kobanê dê li Eywana Danişînan a Girtîgeha Sîncanê were lidarxistin. (10.00)
* Li Lijneya Giştî ya Meclisê wê îro budçeya Wezareta Xezîne û Maliyeyê û Wezareta Karên Derve bê nîqaşkirin. (11.00) ZINDÎ
* Di pêşengtiya KCD, DBP, HDP, TJA, MED TUHAD-FED, OHD û Meclisa Dayikên Aştiyê bi armanca bale bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wê ji AVM’ya Aydin Perîhanê hate Kolana Hunerê ya Wanê meş bê lidarxistin. (12.00) ZINDÎ
* Têkildarî Nobeta Edaletê ya li Stenbolê tê meşandin û tecrîdê wê gelek sazî li avahiya MA TUHA-DER’ê civîna çapemeniyê lidarbixin. (12.00)
* Beriya danişîna doza ku endam û rêveberên GOÇÎZDER’ê tê darizandin de wê li Stenbol û Amedê daxuyanî bên dayîn. (14.00-16.00)
* Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) ji bo balê bikişîne ser îstîsmara zarokan a li cemaet û tarîkatan tê jiyîn, wê li Qada Şêx Seîd a Amedê çalakiya zîncîra mor pêk bîne. Platforma Jinan a Îzmîrê jî wê li ber Îskeleya Konakê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (16.00-18.30)