Semra Guzel: Ev doz, kompas e

  • rojane
  • 16:23 19 Kanûn 2022
  • |
img
ENQERE - Di danişîna doza derheqê Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel de biryara bisînorkirina parêzeran hate dayîn. Guzel, doz weke kompas pênase kir. 
 
Piştî ku çendek wêneyên di lêpirsîna sala 2017’an a derheqê Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel de li ser çapemeniyê hatin parvekirin, parêzbendiya wê hate rakirin û di 3’yê îlonê de hate girtin. Danişîna doza Guzel a ewil li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, gelek parêzer û beşdar tev li danişînê bûn. 
 
JI BO GUZEL HEJMARA PARÊZERAN BISÎNOR KIRIN 
 
Şandeya dadgehê di danişînê de weke karê destpêkê biryar da ku tenê 3 parêzer bikarin parastina Guzel bikin. Parêzer Sînem Coşkun li dijî biryarê rabû û wiha got: “Miwekîl hêjta parlamenter e. Bisînorkirina parêzeran tê wateya binpêkirina xala 36’an a Makeqanûnê û xala 14’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê. Em ê biryara Dadgeha Makeqanûnê (AYM) ya bi dîroka 1963 jî pêşkeşî dadgehê bikin. Divê dadgeh ji KHK’an zêdetir, girêdayî peymanên navneteweyî û dadgehan be. Ev yek tê wateya binpêkirina mafê parastinê. Daxwaza me ew e ku hûn ji biryara xwe vegerin.” 
 
Dozger jî îdia kir ku biryara dadgehê li gorî mewzûatan e û xwest ku îtîraz were redkirin. 
 
Şandeya dadgaehê biryara navberê da, daxwaza parêzaran red kir û biryar da ku tenê 3 parêzer bikarin parastina Guzel bikin. 
 
Piştre jî danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Guzel, bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. 
 
DAXWAZA RAWESTANDINA TEQÎBATÊ
 
Piştre jî parêzer Eylem Arzu Kayaoglû daxwaza rawestandina teqîbatê kir û ev tişt anî ziman: “Li ser miwekîla min operasyona binhişê hate kirin. Parêzbendiya qanûndanînê hêj didome. Dozgerê lêpirsînê nikare delîlan kom bike lê li dijî wê gelek karûbar hatine kirin. Anku dozger sûc kiriye. Ez dixwazim ku hemû delîlên piştî 24’ê hezîrana 2018’an ketine nava dosyaya teqîbatê ji dosyaya lêpirsînê bên derxistin.”
 
Dozger jî xwest ku ev daxwaz bê redkirin. Şandeya dadgehê jî biryara navberê da û got ku ev daxwaz di rûniştineke din de bê nirxandin. Piştre jî dozger mutalaaya xwe xwend û xwest ku rewşa girtî ya Guzel bidome. 
 
SEMRA GUZEL: EV DOZ KOMPAS E 
 
Parlamentera HDP’ê Semra Guzel jî got ku bi salan piştre wêneyê behsa xeberê li ser çapemeniyê hatiye weşandin û wiha got: “Anku dibêjin kengî dema wê hat em ê wê demê bi kar bînin. Ev doz, kompas e. Ez gelê me û jinên ku têdikoşin silav dikim. Rewşa min a girtî dike ku ez nekarim xebatên xwe yên parlamenteriyê bidomînim. 
 
DI DEMA BINÇAVKIRINÊ DE HATIM ÎŞKENCEKIRIN
 
Heta girtekên Meclisê jî nadin min. Girtina min a ji ber van wêneyan neheqî ye. Çapemeniyê hatiye rewşeke wisa ku min didarizîne. Ji bo ku hûn bikarin bibêjin darizandineke adilane ye, divê hûn dosyayê micid lêkolîn bikin. Di dema binçavkirin û girtinê de îşkence li min hat kirin. Lê belê tenê yek lêpirsîn nehate vekirin.” 
 
Piştre jî parêzer Senem Doganoglû axivî û got ku piştî wêneyên behsê xeberê ji hêla îktîdara siyasî ve hatin şîrovekirin, miwekîla wê hatiye girtin. 
 
DÊ ŞAHIDÊ NEPEN BÊ AMADEKIRIN
 
Şandeya dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya Guzel bidome, hinek daxwazên hatine kirin di rûniştineke din de werin nirxandin, şahidê nepen Ezel li dadgehê bê amadekirin û ji bo belgeyên rakirina parêzbendiya Guzel jî ji Sekreteriya Giştî ya Meclisê re muzekkere bê nivîsandin. 
 
Danişîna dozê taloqî 20’ê sibatê hate kirin. 
 

Sernavên din

30/01/2023
20:33 Agir bi kampa Kebertoyê ket
17:01 Gokkan: Ez red dikim ku li dadgeheke bêalîtiya xwe winda kiriye parastinê bikim
16:12 Danişîna doza êrişa li dijî saziyên elewiyan hat lidarxistin
16:11 Binpêkirinên li Girtîgeha Panosê ji Bozdag pirsî
15:38 ‘Tifaqa Milet’ ji bo nedîtina kurdan tifaq e!
15:38 Parêzerên doza Weqfa Hîranûrê: Divê ku dadgeh ji dozê vekişe
14:31 Beştaş: Em ê di 14’ê Gulanê de bersiva kompasê bidin
14:24 Serhildana li Rojhilat û Îranê 135 roj li pey xwe hişt
13:50 Di erdheja Xoyê de 7 kes mirin û zêdetirî 800 kes jî birîndar bûne
13:45 Xeta têkoşîna HDK’ê ya serdema nû: Li dijî feraseta yekperest, piranîparêziya civakî
13:30 Li Colemêrgê rêya 39 gund û mezrayan hat girtin
13:16 Blinken: Operasyona leşkerî ya li ser rojavayê Kurdistanê wê nebe berjewendiyên tu kesî
13:04 Dadgehê hêceta cezakirinê spart xala 283’yemîn a TCK’ê
12:59 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar: Dê hesaba vê zilmê were pirsîn
12:54 Ji DYA’yê bo welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê: Dibe ku êrişên bersivdayînê pêk werin
12:16 Nobeta Edaletê ya ji bo Îmraliyê: Bayê aştiyê ji Îmraliyê re derbas dibe
10:39 ‘Tecrîd bi berxwedanê dikare bê rakirin’
10:12 Dadgehê ji bo projeya veguherîna bajêr a Kaynartepeyê got: Li dijî qanûnê ye
09:46 Parêzerê Ocalan ê îtalî Angelelli: Pêwîste mirovahî vî mirovê hêja biparêze
09:26 Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Blinken hate Rojhilata Navîn
09:04 Rojnamevan Qelenî: Wê li Rojhilat û Îranê gel li dijî rejîmê her li ser pêyan be
09:02 Hevjîna girtiyê nexweş: Bila Wezîrê Dadê soza xwe bi cih bîne
09:01 Komplogeran winda kirin, paradîgmaya Ocalan gerdûnî bû
09:00 ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2023'YAN
29/01/2023
23:47 Dema binçavkirina rojnamevan Altay hate dirêjkirin
23:37 HDP’a Amedê li Sûrê bi gel re civiya
22:41 Li Şêrawa mayîn teqiya: Zarokekî jiyana xwe ji dest da
21:09 Sancar: Dara HDP’ê wê Komara Demokratîk ava bike
19:43 Hevberdevkên HDK’ê: Têkoşîna Rêya Sêyemîn êdî bivê nevê ye
17:08 Li Colemêrgê Şêx Ubeydûllah Nehrî hate bibîranîn
16:43 Atolyeya Wêjeyê bi dawî bû
16:36 Amedsporê li sehaya xwe Şanliurfaspor 1-0 têk bir
15:42 Li Zelandaya Nû lehî rabû: 4 kes mirin
15:01 Rejîma Îranê du sal cezayê hefsê da rojnameger Merûfyan
14:53 Hêzên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin
14:47 Talîban ezmûnên zanîngehê li jinan qedexe kir
14:41 Hevserokê Tevgera Azadî Ebdula hate berdan
12:40 Di erdeheja li Xoyê de bi sedan kes birîndar bûn
11:49 Li Şengalê li dijî tora sîxûran operasyon: Hevkariya MÎT û PDK’ê
11:27 Nobeta Malbata Şenyaşar di roja 692'yan de didome
11:16 Foza Yûsif: Tirkiyeyê li hinek herêman DAIŞ çalak kir
10:57 Koma Ma dê ji bo piştevaniya bi HDP’ê re bistre
10:55 Lijneya Giştî ya HDK’ê: Mirovahiya mezin li rêya xwe digere
10:25 Abdullah Ocalan: Em ê mîna berê nejîn
09:25 Rojnameger Rojîn Altay hate binçavkirin
09:24 Li şûna komirê kevir li xelkê Şirnexê hatin belavkirin!
09:04 Fatûreyên sala nû hatin: Me gaz dît biha bû, me petrol dît biha bû
09:03 Serhed bi hesrata berfê ye: Hişkesalî herêmê diqilqilîne
09:02 Ev aş ne bi pereyan, bi kunciyan digere
09:01 Canpolat ê ku gelek karker ji kar derxistibûn cardin tayînî şaredariyê hat kirin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2022'YAN
28/01/2023
21:00 Li Amedê konsera Kasim Taşdogan
20:54 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê: Divê pergala Îmraliyê bê fesixkirin
18:29 Konferansa Jinan a HDK'ê: Dê sedsala 21'ê bibe sedsala jinê
17:08 HDP li Êlihê bi rêxistinên sivîl re civiya
16:56 Ok ê 74 salî hate girtin
16:48 Delegasyona Navneteweyî: Girava Îmraliyê wek model tê bikaranîn
16:30 Li Colemêrgê bertek hate nîşandan: Girtina Karaman nayê qebûlkirin
16:19 Panela tecrîd, jin û polîtîkayên şerê taybet: Tecrîd wê bi serkeftinê bi dawî bibe
16:08 Rûniştina F: Bila girtiyên nexweş Firat û Emrah Nebîoglû bên berdan
15:53 Ji bo Sevmîş ê bi nexweşiya Wilson ketiye banga berdana lezgîn
15:45 Bi awayekî girseyî serdana şîna Avci kirin
15:41 ‘Rêya aştî û edaletê di Roboskiyê re derbas dibe’
15:41 ÎHD’ê aqûbeta Taniş û Denîz ên HADEP’î pirsî
15:17 Birîndarek qezaya TIR’ê ya Dêrikê wefat kir
15:17 Demîr: Ji bo hilbijartinan kirdeya herî giring jin in
Bûldan: Em xwe amade bikin ku di 14'ê gulanê de têkoşîna jinê serbikeve
15:00 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Şayik û Tayboga pirsîn
14:53 Weşanxaneya Aramê 10 pirtûkên nû çap kirin
14:12 Xizmên windakiriyan aqûbeta Taniş, Denîz û Maltû pirsîn
13:28 Bîrol a HDP'î: Li dijî ferzkirina sîxurtiyê em ê serî netewînin
13:18 Şanoger piştgiriyê didin kampanya ‘Gelê me xezîneya me ye’
13:15 Ji aktîvîstên Rojhilat û Îranê banga çalakiyan: Em derkevin qadan
11:35 Lêgerîna tazî ya li dijî rojnamevanên jin hat redkirin
11:28 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me daxwaza milyonan e
10:21 Fermandarê QSD'ê Çekjîn: Di navbera DAIŞ'ê û dewleta Tirk de koordîneyeke eşkere heye
10:17 ‘Biryara hilbijartina pêşwext a desthilatê nîşaneya ku ji ciwanan ditirse ye’
10:16 Akin Bîrdal: Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo siberojek ronahî fersend e
09:18 Dozger fezlekeya polîsan bi îdianameyê ve zeliqandiye
09:12 Gilî û gazinên Amedê yên ji bo otobusan: Qeyûm xizmetê nake
09:11 Li Şirnexê Midûriyeta Perwerdehiyê 3 dersên hilbijartî li xwendekaran ferz dike
09:09 Hêzên li pişt komploya li dijî Ocalan
09:02 Delîlên der barê rojnamevan Verîm de tenê rojnamevaniya wî ye
09:02 Serlêdana girtiyê ku 2 saetan îşkence lê hat kirin hat redkirin
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2022'YAN
27/01/2023
21:12 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê Kûtlak jî radestî malbatê kirin
20:04 Parêzerê kiryar xwest qetilkirina Alturkê rewa bike!
18:43 Li Stenbolê sê jê zarok 4 kes bi awayekî mirî hatin dîtin
18:38 Polîsekî ji malbata xwe 3 kes kuştin
18:01 Serdanên Delegasyona Navneteweyî yên li Amedê bi dawî bûn
15:56 Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê çû serdana TBB û ÇHD’ê
15:45 Şandeyeke ji Iraqê ji bo pirsgirêka avê dê were Tirkiyeyê
15:40 HDP’a Colemêrgê: Gelê me dê alaya serkeftinê li ba bike
15:15 Di kongreya OHD’ê de berteka li dijî tecrîdê
14:58 Şandeya HDP’ê çû serdana Demîrtaş
14:30 Sûdanî bi Macrona re hevdîtin kir
14:22 Hevserokê Tevgera Azadî hate binçavkirin
14:16 Li dijî Balyozxaneya Azerbaycanê ya Tehranê êrişa çekdarî
14:10 Serhildanên gel ên li Îranê di roja 132’yemîn de ne
13:55 Lîstikvana Îranî mîhrîcana fîlman a li Tehranê boykot kir
13:36 Hevdîtinên Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê didomin