Li Îmraliyê serdemek krîtîk: Divê Girtîgeha Îmraliyê ji kontrola Meclisê re bê vekirin

  • rojane
  • 10:10 21 Kanûn 2022
  • |
ENQERE - Endamê MYK’a HDP’ê Dogan Erbaş diyar kir ku li Îmraliyê serdemek awarte ya krîtîk diqewime û divê bikeve bin kontrola Meclisê û got: “Divê demildest îktidar dest ji vê taktîka xwe ya eglekirinê berde û bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya ya Tîpa F’yê tê ragirtin û her tim bi tecrîdê û şertên giran ên girtîgehê re rûbirû ma. Ji 25’ê Adara 2021’ê ve tu xeber ji Ocalan nayê girtin. Endamê Desteya Rêveberiya Navendê (MYK) yê HDP’ê Dogan Erbaş ku berê parêzeriya Abdullah Ocalan kiriye têkildarî rewşa li Îmraliyê ji ajansa me re axivî. 
 
‘EM PÊNGAVEK NÛ DIDIN DESTPÊKIRIN’ 
 
Dogan Erbaş diyar kir ku ew pêngavek nû li dijî tecrîda li Îmraliyê didin destpêkirin û wiha got: “Em wek Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê civiyan û me li ser tecrîdê nîqaş kir. Em pêvajoyek çalakiyan a nû didin destpêkirin. Em ê bi vê pêngav û çalakiyên xwe heta tecrîd were rakirin û bi birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin wê berdewam bike. Tevî hemû çalakî û nerazîbûnên me jî hê jî hevdîtina parêzeran tê astengkirin. Li Îmraiyê rewşek ji tecrîdê wêdetir e heye. A rast divê mirov bêje êsirgirtinê heye. Tu rêgezek tune ye. Bi temamî sepanên kêfî hene û di dewrê de ne. Hiqûqa navxweyî, hiqûqa gerdûnî û biryarên dadgehê û peymanên navnetewî li ber çavan nayê girtin.” 
 
HIQÛQA LI ÎMRALIYÊ
 
Erbaş bal kişand ser hiqûq li Îmraliyê xistine dewrê û wiha axivî: “Peymana Neteweyên Yekbûyî heye, ku hemû welat alîgirê wê ne, bi navê Qanûnên Mandela. Di derbarê girtiyên di girtîgehan de rêgezên ku divê hemû dewletên endamên Neteweyên Yekbûyî bişopînin hene. Ev nayên şopandin. Rêbazên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) nayên şopandin. Rêgezên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nayên şopandin. Raporên CPT'yê di serdanên salên borî de amade kirine hene, biryar û biryarên tasfiyeyê hene, nayên şopandin. Ji ber vê yekê rewşek heye ku hem hiqûqa navxweyî û hem jî ya navneteweyî bi cih nayên. Ji ber vê sedemê, rewşeke koledar a defakto heye ku ji tecrîdê wêdetir e. Pergala tecrîdê ya ku ev 21 sal in didome, ketiye rewşeke nû. Rewşeke nû, rewşeke krîtîk û awarte heye. Sepanek ku em dikarin jê re bêjin pergala îşkenceyê ye heye. Di dîrokê de tiştên wiha nehatine dîtin.” 
 
ROLA ABDULLAH OCALAN
 
Erbaş bal kişand ser rol û rista Abdullah Ocalan a di çareseriyê de û wiha got: Tişta ku me her dem gotiye em ê dubare bikin. Birêz Ocalan mîsyonek e, aktorekî nûnertiya mîsyona ku li ser xaçerêyên krîtîk, Tirkiye, Kurdistan, Rojhilata Navîn, hemû xaçerêyan e, mîsyona çareserî, aştî û azadiyê ye. Birêz Ocalan ne tenê mîsyona aştî û çareseriyê ye, di heman demê de mîsyona azadiyê ye jî. Ji ber vê yekê divê dawî li tecrîdê bê anîn. Heke hevdîtina parêzeran pêk were wê îhtîmala çareseriyê jî li pêş bikeve. Çareserî mezinbûna hêviyê ye. Birêz Ocalan ji bo misogerkirina aştiya civakî, pêkanîna demokratîkbûnê û xwedî rolek girîng e. Rola wî her tiştî dikare diyar bike. Di demên berê de jî ev yek pêk hat û me bi hev re dît ku di heyama ku di navbera salên 2013 û 2015’an de hêviya çareseriyê li ser vê axê çêbû. Ji ber vê yekê birêz Ocalan hem îradeya gel e û hem jî îradeya damezrîner e, hem jî aktorê çareserî û azadiyê ye.” 
 
 ‘LI ÎMRALIYÊ REWŞEK KRÎTÎK DIQEWIME’
 
Erbaş bal kişand ser rewşek nû ku li Îmraliyê xwe daye der û wiha domand: “Li Îmraliyê rewşeke nû heye, serdemeke nû, serdemeke awarte ya krîtîk heye. Em li gorî geşedan û daxuyaniyên li ser vê serdana dawî ya CPT’ê vê yekê dibêjin. Pirsên cidî û bêbersiv hene. Nezelalî heye, şik û fikarên me zêde bûne. Pêdiviya van pirsan bi zûtirîn bersivên zelal heye. Yek ji saziyên ku divê bersiveke zelal bide Wezareta Dadê ye. Em bang li Wezareta Dadê dikin; divê demildest rewş bê zelalkirin. Em dibêjin gelo sedem çi bûye ku birêz Abdullah Ocalan bi CPT re hevdîtin nekiriye? Divê Wezareta Dadê di zûtirîn dem de bersiva vê bide. Divê Wezareta Dadê nekeve nava fikaran. Divê ew êdî dev ji eglekirinê berde. Ji bo daxwaza hevdîtina parêzeran di zûtirîn dem de bersiveke zelal bê dayîn. Divê bersiveke erênî bê dayîn. Her wiha parlamenterên partiya me bi taybetî Hevserokên me beriya demekê ji bo hevdîtina bi bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin. Heta niha tu bersiv ji van daxwazan re nehatiye dayîn. Careke din em vê bangê ji Wezareta Dadê re dubare dikin, lazim e tavilê bersiva banga me bidin. Divê hevserok û parlamenterên me demildest biçin Girava Îmraliyê.”
 
‘DIVÊ ÎMRALI JI KONTROLA MECLISÊ RE BÊ VEKIRIN’ 
 
Erbaş bal kişand ser bêdengiya li Meclisê û got: “Niha li Tirkiyeyê tenê Girtîgeha Îmraliyê ji kontrola Meclisê re girtî ye. Wekî din hemû girtî ji kontrola Meclisê re vekirî ne. Divê endamên Meclisê, endamên Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan bêyî ku destûr bigirin lazim e ku dikaribin serdana hemû girtîgehan bikin. Lê tenê ya îstîsna Girtîgeha Îmraliyê ye. Divê demildest Girtîgeha Îmraliyê ji kontrola Meclisê re bê vekirin. 
 
MA / Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

23/12/2022
15:17 HDP’ê û DBP’ê li Dîlokê çalakiya nobetê da destpêkirin
15:00 Hevseroka HDP’ê ya berê ku jiyana xwe ji dest da hate veşartin
14:59 Baroya Rihayê ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Li Girtîgeha Eregliyê televîzyon û pirtûk hatin qedexekirin
14:43 Li Parîsê êrişî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya hat kirin: Birîndar hene
14:18 Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci nehat tehliyekirin
14:02 Doza Kobanê: Pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye
13:57 Li Dêrsimê kesê ku hatibû binçavkirin hate girtin
13:53 Parlamenterên HDP’î bang li Wezareta Dadê kirin: Heke Îmrali li Tirkiyeyê be tecrîda mutleq rakin
13:52 Polîsan li avahiya DBP’a Êlihê ajandayên vala desteser kirin!
13:43 Operasyona li dijî DBP’ê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
13:20 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:52 Di serdegirtina Navenda DBP’ê de dest danîn ser wêneyê Orhan Dogan
12:46 Endamên DBP'ê bertek nîşanî weşana A Haberê dan
12:05 'Gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike’
11:57 MYK’a HDP’ê: Nîşana serkeftinê ya Bayindir, rêbera serkeftinê ya gelê kurd e
11:57 Fîncanci: Xebatên min dewletê aciz kiriye
11:23 Di lêpirsîna DBP’ê de ji bo 15 kesan biryara binçavkirinê
11:22 Li herêma operasyonê mirina biguman a leşkerekî
11:13 Avahiya DBP’ê bi girseyî ziyaret kirin
11:11 Li Stenbolê 7 kes hatin binçavkirin
11:03 Banga mitînga Êlihê: Em li dijî tecrîdê azadiyê biparêzin
10:59 Jinan bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Guzelê da: Biryarê nas nakin
10:40 Ji bo azadiya Fîncanci li ber Edliyeya Stenbolê gazî kirin
10:12 DBP: Kurdek jî dê li ber faşîzma we serê xwe netewîne
09:10 Keşîşxaneya Mor Ahoyê hatiye wêrankirin!
09:10 Şaredariya Silopiyayê Kompleksa Werzîşê ya Jinan çêdike
09:08 Li Roboskiyê çarenûsa hevpar a du birayan
09:06 Bayindir: Em ê sala 2023’yan bikin sala bingeha şikandina tecrîdê
09:05 Xweza di sala 2022’yan de dinaliya!
09:04 Jin di nava têkoşînê de bûne yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:32 Polîsan avêt ser avahiyên DBP’ê: Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir hat binçavkirin
22/12/2022
22:22 Rojnamevan Aygul hat berdan
21:26 Di Nobeda Azadiyê de ji bo danişîna Fîncanciyê bang kirin
21:09 HDP: Em ê hesab ji feraseta darbekar bipirsin
17:09 Li Êlihê gel vexwendin mitîngê
16:48 Parlamenteriya Semra Guzel hat betalkirin
16:46 Hefsa malê rakirin vê carê jî derveyî welat lê qedexe kirin!
16:28 Bernameya meha çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:51 Hevserokê HDP’î ku di êrişa polîsan de krîza dil derbas kir wê cara duyemîn anjiyo bibe
15:51 Tirkiyeyê li Kobanê êrişî îstasyonek avê kir: 3 karker birîndar bûn
15:43 Li Girtîgeha Eregliyê av, ceyran û gaza xwezayî hat qutkirin
15:43 HDP’ê bertek nîşanî mûçeyê kêmtirîn da: Xizanî tê ferzkirin
15:28 Doza rojnamevan Akogûl hat taloqkirin
15:11 ‘AKP, tehamulî çalakî û aktîvîteyan nake’
14:55 Başaran: Semra Guzel wê her parlamentera Amedê be
14:39 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:13 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:08 Ji Wezareta Dadê re bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
13:47 Ceza ji parêzer Ûlaş re hat xwestin
13:40 Kujerê Pakistan Demîr ne dîn e
13:17 Mûçeyê kemtirîn bû 8 hezar û 500 lîre
13:11 Temel: Rojeva me ya sereke mîsogerkirina azadiya Ocalan e
12:42 Malbata Şenyaşar: Bila kes baweriya xwe bi hêza xwe ya siyasî neîne
12:18 ‘Divê li dijî êrişan têkoşîneke hevpar were meşandin’
11:32 KCD'ê û HDP’ê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
10:24 Mirinên li girtîgehan nayên lêkolînkirin
10:23 Doza Fîncanci sibê ye: Dadgerên ku Sokrates darizandin nayê bîra kesî
09:42 Li Rojhilat merasimên çilrojê welatiyên hatine kuştin têne lidarxistin
09:14 ‘Helwesta desthilatê rê li ber tahde û destdirêjiyê vedike'
09:14 Parêzer Aslan: Bi tecrîdê neçareserî hatiye tecrîhkirin
09:13 Înfaza Tûrsûn ê ku 30 sal in girtiye bi hinceta 'ne poşman e' hat taloqkirin
09:11 Tifaqa Ked û Demokrasiyê: Em ê di 2023'yan de pergaleke nû ava bikin
09:07 Karker bi berxwedana xwe bi ser ketin
09:04 Çîçek: Siyaseta kurd êdî pêşeroja welêt diyar dike
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2022'YAN
21/12/2022
20:47 Li Amedê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
19:41 Cenazeyê Yorgûn piştî 7 mehan hat veşartin
19:22 Li Silopiyayê ajokarê TIR'ê hat kuştin
19:01 Çalakiya 'Azadî ji bo Ocalan' ket sala 2'yan
17:04 ‘Şahidê’ ku derbarê parêzerên xwe de îfade dan parêzer nas nekirin
16:51 Biryara derheqê Semra Guzel de dê sibe were dayîn
16:34 ‘Divê Girtîgeha Amedê veguhere Muzeya Mafên Mirovan’
16:32 TMMOB: Hewl tê dayîn ku Sûrê ji Mîrateya Çandê ya Cîhanê derxînin
16:26 Cenazeyên endamên HPG’ê li Goristana Bêkesan hatin veşartin
16:26 Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê wê her roj li ber Wezareta Dadê bin
16:25 HDP’ê li Sûrê serdana dikandaran kir
16:25 Dadgehê cezayê hefsê li rojnamevan Hayrî Demîr birî
15:53 Li Tekîrdagê 11 siyasetmedar hatin tehliyekirin
15:51 Tiryakî: Di şexsê Semra Guzel de kûmpasek hat çêkirin
14:46 Li Meclisê betalkirina parlamenteriya Guzel tê axaftin
14:45 Li Edeneyê amadekariyên mîtîngê didomin
14:28 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
14:27 Danişîna Akin û Sarisozen hate taloqkirin
13:57 Dayika 3 zarokan Menîce Îş hat girtin
13:35 Li Enqereyê 6 kes hatin binçavkirin
13:34 Hate îdiakirin ku li Cûdî helîkopterek ketiye
13:03 Ji bo parêzer Newroz Uysal cezayê hefsê hat xwestin
12:50 Ji bo penaberên ji Rojhilat serlêdana mafê penaberiyê hat kirin
12:13 Emîne Şenyaşar: Lawê min berdin, kujeran bigirin
11:46 ‘Heqîqeta jinan a li Rojava serweran ditirsîne’
11:00 Li ber Wezareta Dadê çalakiya li dijî tecrîdê: Heta encam jê bê girtin em ê li vir bin
10:55 Hewldana astengkirina alîkariya xezîneyê bo HDP’ê: Divê demildest AYM’ê daxwazê red bike
10:51 Li Pêrtagê welatiyek hat binçavkirin
10:11 Rojnameya Xwebûnê 4 salî ye
10:10 Li Îmraliyê serdemek krîtîk: Divê Girtîgeha Îmraliyê ji kontrola Meclisê re bê vekirin
09:17 Mexdûrên Komkujiya Mereşê 44 sal in li benda 'hevrûbûnê' ne
09:16 Ciwan: Divê Abdullah Ocalan azad be
09:13 HDP dê li dijî şer û xizaniyê mitîngê li dar bixe