Ji bo ku ji 34 kesên hatine qetilkirin re edalet xwest 3 salan di girtîgehê de ma

  • rojane
  • 09:04 26 Kanûn 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Bariş Encuyê ku li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ji bo birayê xwe û 33 hevalên xwe yên hatin qetilkirin edalet xwest, 3 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn. Encuyê ku ji girtîgehê derket wiha got: "Heta ku kujer neyên darizandin û cezakirin, em ê dev ji tekoşîna xwe ya edaletê bernedin."
 
Di 28’ê kanûna 2011’an de li ser sînorê gundê Roboskê yê navçeya Qilebana Şirnexê, 34 gundiyên ku piraniya wan zarok bûn, ji aliyê balafirên şer ve hatin bombekirin. Lê heta niha yek ji kiryar û kujerên komkujiyê nehatine darizandin. Malbatên ku di nava 11 salan de rastî her cûreyê neheqiyê hatin, di destê wan de wêneyên zarokên wan ên qetilkirî û li ser zimanê wan daxwaza edaletê bajêr bi bajêr li edaletê geriyan. Deriyê edeletê ne li Amedê, ne li Enqereyê û ne jî li Stenbolê ji wan re vebû. Ew derî li wan nevebû lê heviya wan a bi edaletê tim û tim zindî ye. Di nava 11 salan de herî kêm derbarê 26 malbatên Roboskê de bi hincetên cuda lêpirsîn hatin vekirin, hatin binçavkirin û cezayê pereyan li wan hat birîn. Jin, ciwan û kalên ji Roboskê ku edalet xwestin rastî van hemû pêkanînan hatin. Yek ji van ciwanên ku ji Roboskê re edaletê dixwaze jî birayê Nevzat Encu yê ku di komkujiyê de hatiye qetilkirin Bariş Encu ye. Encu, di sala 2018'an de bi hinceta ku "propaganda rêxistinê" kiriye hat girtin û 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn. Encu yê 3 sal û 8 mehan di girtîgehê de ma, der barê pêvajoya girtina xwe û daxwaza edaletê ya Roboskê de axivî.
 
'LANET LI WÎ PEREYÎ WERE'
 
Bariş Encu (25) yê anî ziman ku jibîrkirina komkujiyê xiyanet e, diyar kir ku xwedî derketina daxwaza edaletê jî erkeke civakê ye û wiha got: "11 sal bi ser re derbas bû lê hêj edalet nehatiye Roboskê. Me her carê got û em niha dîsa dibêjin, 'heta ku edalet neyê Roboskê Tirkiye aram nabe' û aramiya Tirkiyeyê di Roboskê re derbas dibe. Min birayê xwe û 33 hevalên xwe winda kirin. Ji bo min ferqa yek ji wan jî nîne. Her 34 jî ji xwîna min bûn, rihên min bûn û kezeba min bûn. Tişta ku herî girîng jî em mirovên hev bûn. Ez ne weke birayê Nevzat vê dibêjim ez weke mirovek vê dibêjim. Divê ku tu mirov vê komkujiyê ji bîr nekin. Heta ku rojek tenê emrê me bimîne jî em ê ji bîr nekin. Heta ku em nebînin ku kujer hesab didin em ê dev ji vê tekoşîna xwe bernedin. Piştî ku çend sal bi ser komkujiyê re derbas bûn ji vir gelek kes bûn cerdevan. Çend dinya hemû kete xema me, lê em bi xwe neketin xema xwe. Komkujiya Roboskiyê ne ewqasî biçûk bû ku mirov ji bîr bike. Niha ji me re dibêjin tazmînatê bistînin. Lê belê me birayê xwe nefirot. Em ji birçitiyê nemirîne û em bizanibin ku em ê ji birçitiyê bimirin jî em ê van pereyan nestînin. Ji me re dibêjin,' me birayên we kuştin ev jî heqê wan e' em wî pereyî naxwazin û bila lanet li wî pereyî were."
 
JI BER KU GOT EDALET 6 SAL Û 3 MEH CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ LÊ BIRÎN
 
Encu, di berdewama axiftina xwe de bi lêv kir ku daxwaza wan a edaletê sûc nişan dan û ev tişt gotin: "Ez bi xwe jî hatim girtin û nêzî 4 salan di girtîgehê de mam. Ji ber ku min li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal gotibû, 'bila kujer hesab bidin' 6 sal û 3 meh ceza dan min û 3 sal û 8 mehan jî ez di girtîgehê de mam. Me digot em ê rojekê ji van hesab bipirsin lê wan hesab ji me pirsî. Ev komkujiye tu caran nayê jibîrkirin. Em ê ji zarokên xwe re, neviyên xwe re bibêjin û dê neyê jibîrkirin. Bila îro nebêjin ku em ê bi pereyan van malbatan bixapînin û pişt re ser bûyerê bigirin. Tişteke wisa nîne. Dibêjin ku, 'ev komkujî FETO'yê' pêk anî ye. Lê tu eleqeya FETO'yê bi vê komkujiyê re nîne. Em bibêjin FETO'yê komkujî pêk anî wê demê hûn çima dibêjin mexdûrên terorê ne? Tu çima weke mexdûrê terora FETO'yê derbas nakî?"
 
'KESÊN KU WEKE FAÎL NÎŞAN DAN JÎ NEDARIZANDIN'
 
Encu, anî ziman ku dewletê kesên ku weke faîlên komkujiyê bi nav dike jî ne darizandin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Di van axaftinên dewletê de gelek nakokî hene. Ji ber wê jî em bawer nakin ku FETO'yê kiriye. Heger ku FETO'yê kiribe bila delîlekê ji me re bînin. Hema em bibêjin ku FETO'yê wisa kiriye, kengî we yek girtiye gotiye ev kujerê Roboskê ye? Heta ku em bi çavên xwe faîlan nebînin em baweriyê bi tu kesî naînin. Komkujiya Roboskê bila ne tenê di salvegerên komkujiyê de bê bîra me. Divê ku ew her tim di bîra me de be. 3 meh beriya niha Kiliçdaroglu hat vê derê û me ji wî re jî got ku baweriya me bi tu kesî nemaye. Soza ku pratîkê wê nebe bila nedin me. Baweriya me hêj jî bi edaletê heye. Hêvî dikim ku keseke/î ku xwedî wijdan bibe desthilat û faîlên me diyar bike."
 
MA / Zeynep Dûrgût - Ahmet Kanbal

Sernavên din

26/12/2022
13:14 DAIŞ’ê li Reqayê êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir
13:08 Temel hişyarî da Wezîrê Dadê: Divê pêşî li hevdîtina li Îmraliyê bê vekirin
12:30 Di bin baranê de Nobeta Edaletê
12:16 Bernameya bîranîna Komkujiya Roboskê aşkere bû
11:19 Li Fransayê êriş li ciwanek kurd ku li stranên kurdî guhdar dikir hat kirin
11:03 OHD’a Mêrsînê: Li Îmraliyê vîna çareseriya gelan di bin tecrîdê de ye
10:34 Owen a ku xwe bi wêneyên YPJ’ê re îxbar kir: Li dijî jinên kurd êrişek topyekûn heye
09:05 Li dijî tecrîdê têkoşîneke bênavber
09:04 Ji bo ku ji 34 kesên hatine qetilkirin re edalet xwest 3 salan di girtîgehê de ma
09:03 Sakik: Desthilat bên guhertin jî êrişên li dijî kurdan nayên guhertin
09:02 Ozdogan: AKP xetimî ye dikare beriya hilbijartinê operasyoneke bejahiyê bide destpêkirin
09:01 ‘Pêvajoya darizandina derbarê Fîncanci de berê hatiye plankirin’
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2022'YAN
25/12/2022
22:25 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û 14 siyasetmedar 3 roj in di bin çavan de ne
22:14 Di êrişa dewleta tirk a li Efrînê de zarokekî jiyana xwe ji dest da
22:01 Faîlê Komkujiya Parîsê dîsa hat binçavkirin
19:48 Şerafettîn Elçî hat bibîranîn
18:45 Li Dêrsimê Komkûjiya Parîsê hat şermezarkirin
18:03 Li Êlihê piştî mîtîngê meş hate lidarxistin
16:57 Sancar ji bo muxalefetê got: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdanê bikin
16:51 Bûldan: Divê ku hêzên li pişt Komkujiya Parîsê werin eşkerekirin
16:06 Aydenîz: Desthilatdarî bi binçavkirin, girtin û komkujiyan emrê xwe dirêj dike
15:45 HDK’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
15:23 Li Nisêbînê Komkujiya Parîsê hat protestokirin
15:23 Rêxistinên elewiyan piştî komxebatê daxwazên xwe eşkere kirin
14:54 Piştî serdana Akar gelek gund hatin topbarankirin
14:52 DBP’a Nisêbînê kongreya xwe li dar xist: Ji bilî têkoşînê rêyek din nîne
14:10 Li Êlihê mitînga ‘Ji şer û xizaniyê re na’: Li dijî Komkujiya Parîsê nerazîbûn
14:07 Konferansa Ciwanên HDP'ê: Tecrîd wê bi hêza ciwanên rêxistinkirî bê şikandin
13:57 Komcivîna Elewiyan a Mezin: Em bi hevrûbûnê dest bi sedsala duyemîn bikin
13:02 Banga beşdariya nobeda li Parîsê hat kirin
12:44 Ji KCK'ê daxuyaniya têkildarî qetlîama li Parîsê
12:10 Li Hezexê cerdevanekî mamê xwe yê cerdevan kuşt
11:43 Midûrê Emniyeta Parîsê: Piştî provokasyonê li kolanan şer rû da
11:39 Nobeda Edaletê di roja 657'emîn de berdewam dike
11:23 Artêşa tirk ji hin qadên Zapê vekişiya
11:08 Li DYA'yê bahoza berfê: 17 kes mirin
10:00 PENa Kurd: Divê rayedarên Fransayê vê qetilxwînê ronî bikin
09:41 Li xwendekaran doza ‘signal’ê hat vekirin
09:17 Omer Ocalan: Sala 2023'yan dê bibe sala şikandina tecrîdê
09:09 Ciwanên HDP'î: Em ê tecrîdê bişikînin
09:08 Li Komirê têkoşîna li dijî kana mermeran didome
09:07 Birayê wê qetilkirin û hevjînê wê girtin: Heta edalet neyê Roboskiyê em ê bitêkoşin
09:06 Dewletan şer kir gel di bin de eciqîn
09:01 Ruhê ciwanan li her derê ye
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2022'YAN
24/12/2022
20:44 Komkujiya Parîsê li seranserê Ewropayê hat şermezarkirin
20:27 Rojavayê li kolanan komkujiya Parîsê şermezar kir
19:57 Bavê Mîr Perwer: Bila heyfa kurê min li erdê nemîne
18:57 Mexmûrê komkujiya li Parîsê protesto kir
18:50 Saziyên ziman: Gelê kurd gelek komkujî dîtine, lê tu carî serî netewandiye
18:35 Bûldan: Kurd dê li her derê cîhanê bibin yek
17:16 Ozturk: Heke Fransa qetlîamê ronî neke ew jî şirîkê qetlîamê ye
17:15 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û siyasetmedar 2 roj in di bin çavan de ne
16:54 Sancar li ber avahiya DBP’ê bang kir: Em soz didin ku em ê teqez serbikevin
16:45 Qetlîama Parîsê û binçavkirina rêveberên DBP’ê hat protestokirin
15:43 Li Stenbolê û Îzmîrê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
15:12 Malbatên Windakiriyan: Bila êrişa li Parîsê bi awayekî bibandor were lêkolînkirin
15:11 Dayikên Şemiyê li aqubeta Îsmaîl Bahçecî pirsîn
15:10 Girtiyê nexweş Gurban nikare pêdiviyên xwe dabîn bike
15:00 Qurbaniyên Qetlîama Mereşê hatin bibîranîn
14:26 Ciwanan di konferansê de bertek nîşanî tecrîdê dan: Birêz Ocalan wê azad bibe
13:42 Li Parîsê bi deh hezaran kes qetlîamê protesto kirin
13:35 Artêşa tirk gundekî nêzî Amediyeyê bombebaran kir
13:34 Li çargoşeya çar bajaran operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:27 Malbata Mîr Perwer li mala xwe dilorîne
13:03 Ji cîhanê li dijî qetlîama Parîsê nerazîbûn: Em li cem kurdan e
11:49 Ciwanan bi pankartekê tecrîd şermezar kirin
11:35 TJK-E'yê ji bo Evîn Kara daxuyanî da: Tu hêz nikare têkoşîna me ya heqîqetê asteng bike
11:15 TEV-Çand Ewropa: Em ê ala têkoşîna we li erdê nehêlin
11:13 Baroya Rihayê: Em li bendê ne ku TBB û wezaret gavên pêwîst biavêjin
10:55 Li Giyadînê zarokek bi awayek guman mir
10:50 Buldan û Sancar qetlîama li Parîsê şermezar kirin: Divê qetlîam bê ronîkirin
10:44 ‘Hûnê hê jî çiqas li vê bêedaletiyê temaşe bikin?’
10:02 Mîr Perwer: Hûner rêya xwe nasînê ye
09:50 Gele Amedê: Semra Guzel vîna me ye
09:44 Tulay Hatimogûllari: Wezîrê Dadê berpirsê tecrîdê ye
09:20 ‘Lêgerîna li avahiyên DBP'ê xespkirina erkê ye'
09:19 Malbatên Roboskiyê: Rêya edaletê di Roboksiyê re derbas dibe
09:16 Partiyên Tifaqa Kurdistanê: Em ê li dijî êrişan di nav piştgiriyê de bin
09:15 Ji ber daxwaznameyên xwe yên 'ji bo vegerin gundê xwe' ketin ber lêpirsînê
09:12 'Hunermend divê erka xwe bi cih bînin'
09:09 Muftuoglû: Dê têkoşîn encama sala 2022’yan diyar bike
09:03 Hunerê guh neda qedexeyan!
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:04 Navên cangoriyên li Parîsê hatin qetilkirin eşkere bû
23/12/2022
23:04 Dîmenên êrîşa Parîsê derketin holê
21:25 Kurd li Ewropayê êrişa Parîsê protesto dikin
20:32 Li Dersimê destavêtina li xwendekareke jin hat şermezarkirin
20:07 Polîsên fransî êrişî girseya li ber navenda çandê kir
18:23 Bertekên li dijî êrişa li DBP'ê: Em ê AKP'ê bişînin
17:13 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê hat definkirin
16:46 Li Êlihê banga mîtîngê hate kirin
16:29 Tora Têkoşîna bi Tundiyê re: Mûsa Sevîm çima nayê girtin?
16:04 Li Parîsê êrişî Navenda Çanda Kurd hat kirin: 3 kes hatin qetilkirin
15:49 Lêgerîna li DBP’ê 7 saetan dom kir: Dest danîn ser formên endamtiyê
15:34 Edene ji mîtîngê re amade ye
15:33 Li ber DBP’ê daxuyanî: Kurd bi ser dikevin, îktidara AKP-MHP’ê têk diçe
15:28 Baroya Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:17 HDP’ê û DBP’ê li Dîlokê çalakiya nobetê da destpêkirin