Sancar: Em ê destûr nedin ku doza Poyraz bi bersûcekî bê girtin

  • rojane
  • 11:40 27 Kanûn 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar beriya doza Denîz Poyraz li ber Girtîgeha Alîgayê axivî û destnîşan kir ku ew ê destûrê nedin doz bi yek bersûcî bê girtin. 
 
Danişîna 7’emîn a doza kujerê Denîz Poyraz, Onûr Gencer ku jê tê darizandin li eywana danişînê ya Girtîgeha Alîagaya Îzmîre tê lidarxistin. Beriya Danişînê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li ber girtîgehê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. 
 
Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê ji kujeran hesab bixwazin, Faşîzm wê têk biçe û em ê bi ser bikevin” hat vekirin û dirûşm hatin berzkirin. 
 
Parlamenterên HDP’ê û CHP’ê, nûnerên rêxistinên sivîl, rêveberên HDP’ê, malbata Denîz Poyraz, gelek serokên baroyan, parêzer û hejmarek zêde welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ji kêliya bûyer pêk hatiye heta niha tê xwestin ser dozê bê girtin û xebatên sîstematîk ji bo girtina dozê hatine kirin. Sancar da zanîn ku êrişa li dijî partiya sêyemîn a mezin û li sêyemîn bajarê mezin pêk hat kujer ne bi tena serê xwe pêk aniye û ji şiklê bûyerê pir eşkere ye ku cînayetek siyasî û rêxistinkirî ye. 
 
DÎROKA CÎNAYETÊN SIYASΠ
 
Sancar anî ziman ku Tirkiyeyê her tim şahidiya qetlîam û êrişên siyasî kiriye û got: “Dîroka Tirkiyeyêbi cînayetên siyasî tije ye. Rêbaza hemû cînayet ango êrişan mîna hev e. Li şûna ku bûyer bi hemû hûrguliyên xwe ve were eşkerekirin û ronîkirin lê ser bûyeran hatiye niximandin. Ji ber vê yekê ye ku ev welat şahidiya êriş û qetlîamên siyasî dike. Gerînekek bixwîn hatiye afirandin û vê gerînekê welat ji azadiyê, aştiyê, aramiyê, edaletê û demokrasiye dûr xistiye. Heke ku êrişên berê ku pêk hatin bihatana ronîkirin wê niha ev welat ne din ava vê şermê de bûya.” 
 
‘DOZÊ REVANDIN’ 
 
Sancar destnîşan kir ku dadgeh jî ji bo rastiya êrişê derxe holê ji lêkolînan xwe daye paş û got: “Di taliye de ji bo ev doz ji çavê raya giştî bê revandin veguhestine vir. Ev senaryo pir nas e. Ev senaryo kir ku edalet têk çû û faşîzm li welat bicih bûye. Kêliya ku hevala me Denîz Poyraz hat qetilkirin me got ev plana aloziyê ye. Ji bo civakê dîzayn bikin û bi armanca hin bêtir pergalê otoriter bikin vê plana aloziyê xistine dewrê. Ji bo ev plana aloziyê were astengkirin çi ji destê me hat me kir.” 
 
‘BÊEDALETÎ BÊEWLEHIYÊ DIAFIRÎNE’ 
 
Sancar anî ziman ku dema bêedaletî kûr dibe, her biryara dadgehê her kesî mecbûrî ku di nava bêewlehiyê de bijîn de dike û wiha got: “Dema edalet ji holê radibe, kes nikare xwe di nava elehî û aramiyê de hîs bike. Em carek din li vir gazî heyeta dadgehê dikin. Em ê li hundir jî vê banga xwe dubare bikin, wezîfeya dadgeran ew e ku heqîqet û rastiyan derxe holê. Prensîba darizandina cezayî ew e ku di çarçoveya bingeha hiqûq gerdûnî de bê kirin. Heta ku heqîqeta madî dernekeve holê edalet jî pêk nayê. Dema edalet jî pêk neyê aştiya civakî û aramî jî nikare bê temînkirin. Wê her endamek darazê jî mîna me her kesî di bin xetereya bêewlehiyê de bijî. Heke îro ciwanan li vî welatî hêviya xwe winda kiribe, ji sedî 70’ê ciwanan naxwaze li vî welatî bijî sedem ew e ku xwe di ewlehiyê de hîs nakin.” 
 
'EM Ê DESTÛR NEDIN KU DOZ BÊ GIRTIN’ 
 
Sancar destnîşan kir ku ew ê destûrê nedin dosye ango doz bi yek bersûcî bê girtin û wiha axivî: “Dema kesek were cezakirin, wê hemû hêzên li pişt, têkiliyên di nava dewletê de veşartî dê bên hiştin. Heke ser dozê were niximandin dê rê li ber cînayetên siyasî yên nû veke. Em ê destûr nedin vê yekê. Ji dadgehê kîjan biryar derdikeve bila derkeve, lê me dixwazin ku dadgeh li gorî wîjdan tevigere û hemû hêzên li di nav bûyerê de derxe holê. Heke ew vê nekin, wê şopandina dozê li ser milên me bimîne. Em ê her ji bo edalet û heqîqetê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
JINAN JÎ DAXUYANÎ DA 
 
Piştî axaftina Sancar, endamên Jin Bihevre bi Hêz in a Îzmîrê daxuyanî dan. Dîdar Gul li ser navê jinana daxuyanî da û ew ê wek jinan heta dawiyê ji bo edaletê têbikoşin. 
 

Sernavên din

29/12/2022
14:05 Serokê TBB’ê: Bihîstina qîrîna Malbata Şenyaşar bi darizandineke adilane dibe
14:05 Tifaqa Kurdistanî ji bo piştevaniyê serdana DBP’ê kir
13:35 Gunay ji Bozdag re got: Hûn jî dibin şirîkê sûcê tecrîdê
12:51 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê xistin hucreyê
12:18 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:11 Girtî Aslan: Bi rêya girtiyên edlî provakasyonan dikin
12:06 Çalakiya nobeda li dijî tecrîdê didome: Fikarên gelê kurd ji holê rakin
12:03 Hevalên Kara yên têkoşînê qala wê kir: Pêşenga şoreşê bû
12:02 Komkujiya duyemîn a Parîsê di qeydên deng ên Omer Guney de hebû!
11:44 Êrişên çekên kîmyewî: OPCW bêdeng e, Tirkiye jî înkar dike
11:38 Ji zaroka li Êlihê hatiye revandin ev 20 roj in tu agahî nayên girtin
11:16 Rojnameger du meh in girtî ne: Îtîraz di heman rojê de hatin redkirin!
11:05 Girtiyê nexweş 9 saet kelemçekirî sewqî girtîgehek din hatiye kirin
10:53 Duşunmez ê OHD’î: Divê serlêdanên têkildarî tecrîdê demildest bên bersivandin
10:39 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Gel dê bi pêşengtiya ciwanan tecrîdê têk bibe
10:30 Xaniyên ku dewletê çêkirin bi serê gundiyan ve hildiweşe
09:01 Dê têkoşîna wan bi 'jin jiyan azadî'yê bidome
09:01 Gelo hestiyên li 'Baregeha JÎTEM'ê hatin dîtin ên Kevcî ne?
09:01 Berdevka PYD'ê Begdaş: Serdana Talabanî xwedîderketina ji bo destkeftiyan bû
09:00 Bînîcî: Heya tecrîd bidome dê zilm jî bidome
09:00 Sala 2022’yan bi binpêkirinan derbas bû
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2022'YAN
28/12/2022
23:30 Yurek piştî 30 salan hat Amedê
20:44 Ji HDP'a Rihayê xwarina piştevaniyê
17:46 Parêzerên cerdevanan destdirêjiyê parastin
15:40 HSD’ê bîlançoya salekê parve kir
15:37 Li gelek bajaran bîranîna qurbaniyên Roboskî: Bila berpirsiyar bên darizandin
14:58 'Em ê nehêlin xeyalên AKP-MHP’ê pêk bên’
14:45 Partiya Şoreşger çû serdana DBP’ê
14:32 Pirtûka ku ‘biryara wê ya komkirinê’ nîne nedan rojnamevanê girtî
14:31 Li Liceyê 3 jîngeh weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin
13:59 Amed êdî ‘Bajarê Şaristaniyan’ e
13:50 Bêdengiya Îmraliyê didome: Çima serlêdan nayên bersivandin?
13:27 Daxwaza betalkirina doza GOÇÎZDER’ê hat redkirin
13:10 Li Girtîgeha Xarpêtê 5 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin e
12:04 Vîrûsa Influenza li rojavayê Kurdistanê belav dibe: Dibistan hatin girtin
11:59 Li Wanê kesek hate binçavkirin
11:50 Malbata Şenyaşar: Rêya me rêya edaletê ye
11:45 Doza Denîz Poyraz: Ev dosye jî ‘kiryar nediyar’ hat hiştin
11:44 Dîroka Konferansa Komara Demokratîk hate diyarkirin
11:12 Rojnamevan Amed Dîcle: Kujer ji aliyê tîmek profesyonel ve hatiye amadekirin
11:11 Li Roboskiyê 34 qurbanî hatin bibîranîn
10:57 Li Girtîgeha Eregliyê binpêkirinên mafan zêde dibin
10:09 Li Komeleya Birca Belek serdema nû dest pê kir
09:44 Êlihiyan bertek nîşanî êrişên li dijî siyaseta kurd dan: Kurd dê vê desthilata faşîşt hilweşînin
09:18 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ rejîma Îranê hejand
09:11 Qeyûm milkên şaredariyê firot, hevşaredar serî li dadgehê da
09:11 Endama Meclisa DBP'ê: Ev êriş ji bo hilbijartinê ne
09:10 Gelê Êlihê: Divê em li hemberî çekên kîmyewî rabin
09:09 Bavê ku cenazeyê kurê xwe dît: Ez dibêjim qey çekên kîmyewî hatine bikaranîn
09:08 Keskîn: Girtiyên nexweş divê bêyî ku li nasnameya wan bê nerîn bên berdan
09:07 Navenda Dîplomatîk a Civakî: Me ji NY’yê xwest ku li ber sûcên şer ên Tirkiyeyê rabe
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2022'YAN
27/12/2022
19:49 'Bila kiryarên Roboskiyê bên darizandin'
18:17 Jinan bertek nîşanî biryara doza Denîz Poyrazê dan
17:01 Ji Doza Kobanê kes nehat berdan
16:46 Aydar navê kujerê Nagihan Akarsel eşkere kir
16:37 Ozturk: Bingeha êriş û şerê li dijî kurdan tecrîda li ser birêz Ocalan e
16:36 Di rojekê de 2 caran çekên kimyewî hat bikaranîn
15:23 EŞÎK: AKP nikare ji bo azadiyan makeqanûneke guncav çêbike
15:22 Doza Qetlîama 10’ê Cotmehê: Bila Davûtoglû û Ozdag bên guhdarîkirin
14:40 Biryara doza Denîz Poyraz hat eşkerekirin
13:44 Derbarê Emîne Şenyaşar de 2 lêpirsînên din jî hatin destpêkirin
13:34 Ji bo Îmraliyê bang li Wezareta Dadê kirin: Gavê biavêjin
12:56 Ne roja şînê ye roja berxwedanê ye!
12:31 Li Stenbolê heqê rê hat bihakirin
12:29 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:20 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran nagirin hundir
11:40 Sancar: Em ê destûr nedin ku doza Poyraz bi bersûcekî bê girtin
10:51 ‘Heke Fransa êrişê ronî neke, wê weke tetîkkêşa Tirkiyeyê derbasî dîrokê bibe’
10:50 Di êrişa çekên kîmyewî de 11 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan
10:30 Sebahat Tûncel: Gelê kurd bivejînê serkeftinê anî
09:06 Xelkê Êlihê: Peyveke Ocalan bi tenê ji bo aştiyê bes e
09:05 Daxwazên elewiyan: Welatekî demokratîk û laîk
09:04 Rojnamevan Çelîk serî li AYM'yê da
09:03 Cendirmeyan polîsê ku tiryak pê re bû kuştin
09:01 Kurdan di tevahiya salê de li ber xwe dan
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2022'YAN
26/12/2022
23:50 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir hat girtin
23:10 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê hat girtin
22:09 Cenazeyê leşkerekî din jî anîn Colemêrgê
21:04 Li Wanê fiyetê nan hat bihakirin
20:45 Hevserokê DBP'ê yê Amedê Altûn hat girtin
20:34 Yilmaz Yurek piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:07 Li Reqayê qedexeya derketina ji derve hat ragihandin
18:53 Ciwanên ku li Wan û Mûşê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:03 Li Amedê tax bi tax serdana gel hate kirin
16:57 Li Amedê wesayita leşkeran qeza kir: 6 leşker birîndar bûn
16:49 TBB û baroyan ji bo Denîz Poyraz Nobeda Edaletê girtin
16:34 Rêveberên SES’ê tevî qeydên HTS’ê jî nehatin berdan
15:45 Li Reqayê di êrişa DAIŞ'ê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:30 10 kesên di binçavan de hatin berdan
15:18 Li ber konsolosxaneya Fransayê protestoya komkujiyê: Gelek hunermend hatin binçavkirin
15:17 Bayindir û 14 hevserokan mafê bêdengiyê bikaranîn
14:49 Li Reqayê pevçûn: 2 DAIŞ’î hatin kuştin
14:48 Li Parîsê kurd û dostên xwe li dijî komkujiyê meşiyan
14:43 Beriya Komkujiya Parîsê ji bo ewlehiyê serlêdan hatiye kirin
14:42 ATK’ê carek din polîsê ku Cîhan Can kuştibû ‘biqisûr’ dît
14:23 Doza Kobanê: Civîna çapemeniyê ya li avahiya KCD’ê wek sûc hatiye nîşandan
13:27 Ji bo Mereş û Roboskê edalet hate xwestin