Alaya têkoşînê ya keça xwe hilgirtiye

img
ŞIRNEX - Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir, di dema qedexeyên derketina derve de bi 2 hevreyên xwe re hat qetilkirin. Dayika wê Behiye Nayir ku alaya têkoşîna wê hildaye, got: "Kaç min zêde ji vê dozê hez dikir. Ji ber wê ez tevlî nava xebatan bûm. Tişta ku ji destê me bê ez ê bikim." 
 
Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê di 4'ê Çileya 2016'an de Endama Meclisa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir di dema berxwedana xwerêveberiyan de, dema dixwestin derbasî taxeke din bibin ji aliyê sekvanan ve hedef hatin girtin û qetilkirin. Her sê jinên ku hatin qetilkirin mîrateya berxwedan û têkoşînê li pey xwe hiştin. 
 
Pakîze Nayir ku ji malbateke 8 zarokî ye, weke zaroka 4'emîn a malbatê li gundê Zirîstanê yê girêdayî navçeya Silopiyayê ya Şirnexê tê dinê û di 2 saliya xwe de ji ber zext û êrîşên dewletê ji bêgavî koçî Silopiyayê dikin û piştre jî gundê wan tê valakirin. Piştî ku li Silopiyayê bi cih dibin, bavê ku di karên avê de dixebitî, tayinî navçeya Nisêbînê Mêrdînê dibe. Ji ber vê malbat diçe Nisêbînê û 8 salan li wir dimînin. Paşê Nayir, wek karkera demsalî bi xwişk û birayên xwe re berê xwe dide herêmên Behra Spî û Behra Reş. Piştî ku hinekî li van deran dixebite dîsa tevî malbata xwe berê xwe dide Silopiyayê. Nayir ku ji xwendin, fêrbûn û têkoşînê hez dike û tişta ku wê ber bi têkoşîneke rêxistinî ve dibe jî êrîşa DAÎŞ'ê ya sala 2014'an a li ser Kobanê ye. Nayir ku ji ber êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê ya li ser Kobanê hêrs dibe, dayika xwe jî bi xwe re dibe û li sînorê Kobanê tevlî nobedê dibe û çar rojan li sînor nobedê digire. Nayir ku dixwaze zêdetir li sînor bimîne, li ser daxwaza dayika xwe piştî 4 rojên nobedê vedigere Silopiyayê. Nayir, piştî ku vedigere Silopiyayê esnaftiyê dike û bi xwişka xwe Fidanê re dikaneke kuaforê vedike. Pakize Nayir, ji aliyekî ve daxilî nava bazirganiyê dibe, ji aliyekî ve jî di nava xebatên siyasî de cih digire.
 
PIŞTÎ PAKIZEYÊ ZEXT, BINÇAVKIRIN, LÊPIRSÎN Û TEKOŞÎN 
 
Di xebatên siyasî de, di avakirina Akademiya Mala Jinê de rastî Sêvê Demir û Fatma Ûyarê tê. Nayir ku di nav xebatên siyasî de cih digire li gel ragihandina xwerêvebirinê wekî Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê tê hilbijartin û bi awayekî çalak di nav xebatan de cihê xwe digire. Pakize Nayir, di dema qedexeyan de taxa ku lê de dimîne terk nake û dema bi hevreyên xwe Sêvê Demîr û Fatma Ûyarê dixwaze derbasî taxeke din bibe, bi 5 guleyan tê qetilkirin. Piştî ku Nayir tê qetilkirin, xwişka wê di avêtina ser malê de tê binçavkirin û piştre tê berdan. Xwişka wê piştre careke din tê binçavkirin û salekê di girtîgehê de dimîne. Der barê mamê wê Celalettîn Nayir de ku beşdarî merasîma cenazeyê wê bûye jî lêpirsîn tê destpêkirin. Dayika wê Behiye Nayir (67) ku 7 salin di wê kolana ku keça wê lê hatiye qetilkirin re derbas nebûye, piştî qetilkirina keça xwe soz dide û bi awayekî çalak tevlî xebatan dibe û alaya wê ya berxwedanê hildide. Dayik Nayir hem di rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Silopiyayê û hem jî di nav Meclisên Dayikên Aştiyê de cih xwe digire. Dayik Nayir di sala 2019'an de bi hinceta ku gotiye "Bila jin rabin ser pêyan" tê binçavkirin û bi şertê bi kontrolkirina edlî û sê mehan cezayê hepsê yê malê didinê. 
 
Dayik Behiye Nayir ku got "Keça min ji rêxistinê pir hez dikir. Ji ber wê ez tevlî nava xebatan bûm. Tişta ku ji destê me bê ez ê bikim" der barê têkoşîna keça xwe de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
 
'KOBANÊ BANDOREKE MEZIN LI SER WÊ KIR'
 
Dayik Nayirê anî ziman ku ji ber zextan koçî bajêr kirine û got: "Di wê wextê de pêvajo nexweş bû. Ji ber wê jî me koçî bajêr kir. Piştî hatina me, gund hat valakirin. Dema em hatin vê derê zarokên me biçûk bûn. Pakize li vir dibistan xwend. Piştî çend salan, tayina hevserê min derket û em derbasî Nisêbînê bûn. Piştî çend salan, em dîsa hatin Silopiyayê. Li vir Pakizeyê bi xwişka xwe re dikaneke kuaforê vekir. Di temenê xwe yê biçûk de pirtûk dixwendin. Ji xwendinê pir hez dikir. Di zarokatiya xwe de rêxistinê nas kiribû. Mereqa wê rêxistin bû û gelek ji rêxistinê hez dikir. Her carê digot, 'Dayê dewlet dibêje em li dijî terorê têdikoşin. Lê ev ne têkoşîna li dijî terorê ye, ev têkoşîne li dijî kurdan e, dixwaze gelê kurd tune bike. Kurd, ji bo nasnameya xwe têdikoşin, doza zimanê xwe û heq û hiqûqa xwe dikin, çi yê me ji wan kêm e? Em xwediyê vê axê ne.' Her carê wiha digot. Piştre êrîşên DAÎŞ'ê yên li ser Kobanê destêpkirin. Zilma li ser Kobanê bandoreke gelek mezin li ser wê kir. Ez û ew bi hev re çûn sînorê Kobanê. Wê nexwest bê, min got, 'em ê biçin.' Piştî ku em vegeriyan bû endama HDP'ê. Her digot, 'Dayê çi ji destê me tê divê em ji bo Kobanê bikin."
 
LI PEY DOZA KEÇA XWE DIMEŞE
 
Behiye Nayirê diyar kir ku wê alaya têkoşînê ya keça xwe dewr girtiye û got ku heta ew sax be dê têbikoşe. Nayirê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ne teror in. Heta dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê heq û hiqûqa zarokên xwe bipirsin. Bila kujerên zarokên me aşkere bikin. Ma Pakîze xelas dibin? Pakize xelas nabin. Tu yekê/î bikujî, 20 kes dikevin şûna wê/wî. Min navê Pakîzeyê li neviya xwe kiriye. Ew Pakîze çû û li şûna wê yeke din hat. Em naxwazin kesek bê kuştin. Em dixwazin aştî çêbibe. Kurd û tirk ne neyar in. Piştî Pakîzeyê min di nav xebatan de cihê xwe girt û bûm endam. Ji wê demê heta niha di nav xebatên partiyê de me. Min ji ber xatirê keça xwe di nav de cihê xwe girt. Zêde ji vê dozê hez dikir. Ji ber wê ez tevlî nava xebatan bûm. Tişta ku ji destê me bê em ê bikin. Ji ber ku min gotibû, 'bila jin rabin ser pêyan' ez binçavkirim û cezayê hepsa malê dan min. Agir bi malê biketa min ne dikarî derbikevim. Çi heqê wan li ser me hebû? Rêza wan ne ji goristanên me re, ne ji miriyên me re heye. Hestiyên zarokên me bi kargoyan ji me re dişînin. Çi heqê wan heye? Îman û wijdan nîn e? Keça min jî ji ber ku xwîşka Pakizeyê bû hat girtin. Li şûna ku kujerên zarokên me ceza bikin, me ceza dikin. Keçên me aştî û edalet dixwestin. Lê her carê jin hedef tên girtin. Li Parîse her carê hedefgirtina jinên tekoşer jî ne rasthatinek e. Heqê wan li erdê namîne. Heta ez hebim ez ê têbikoşim." 
 
 

Sernavên din

04/01/2023
15:08 Li pêşiya TUÎK’ê protesto: Em ne budçeya şer lê ya kedkaran dixwazin
14:40 Doza GOÇÎZDER’ê: Bihayê barkêşiyê bû mijara sûc
14:13 ÎHD’ê ji bo pirsgirêka girtiyên nexweş çareseriya mayînde pêşniyar kir
14:01 Li Girtîgeha Afyonê greva birçîbûnê dest pê kir
13:50 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketin holê di rojeva Meclisê de ye
12:42 Ferît Şenyaşar: Gelê Rihayê ber edliyeyê nîşanî bijartiyan dide
12:16 Nobeta Edaletê di roja 10’an de didome: Dawî li sûcê xwe yê li Îmraliyê bînin
12:00 Ji bo Perwer û Kizil ên li Parîsê hatin qetilkirin wê sibê merasîmek bê lidarxistin
11:58 AYM’ê qedexeya çalakî û şahiyan wek ‘binpêkirina maf’ nirxand
11:53 Peymana Stenbolê: Em biryara ku nehatiye teblîxkirin qebûl nakin
11:42 Demîrtaş: Her ku diçe qesr dewlemend, gel feqîr dibe
11:07 Çopên Wanê dirijînin golê û Çemê Botanê
10:52 Ambargoya Şamê bû sedemê mirina zarokekî
10:51 ‘A ku tê qetilkirin felsefeya jinan e’
10:18 Li Erxevanê bi hezaran kew bi kuştinê re rû bi rû ne
10:18 ‘Ne em kesên ziman qedexe dikin pergalê xera dikin’
10:08 Jinên rêveberên saziyan dê têkoşîna Emîne Şenyaşar berfirehtir bikin
09:03 Li Newala Qesaba vîlayên luks tên çêkirin!
09:03 Li Wanê nifûs bi 'projeya siyasî' tê kêmkirin
09:03 Serokê Giştî yê EHP'ê: Heke ên hilberîner em bin, nexwe divê ên welêt bi rê ve bibin jî em bin
09:02 'Cihê ku bêhiqûqîtî lê dest pê kiriye Girava Îmraliyê ye'
09:02 Parêzerê malbata Kazanhan Dîlsîz: AYM'ê biryareke emsal da
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2023'YAN
03/01/2023
19:16 Li nexweşxaneyê tekmîl li girtiyan tê ferzkirin
16:42 Cangoriyên li Parîsê ber bi Kurdistanê ve tên oxirkirin
16:26 Li Amedê dîmenê tundiya polîsan ê dûyemîn derket holê
16:21 EŞÎK ji bo pêşniyarqanûnê çû serdana HDP’ê
16:10 Di doza 5 kesên bi wesayîta zirxî hatin kuştin de wê rêjeya ‘qisûr’ were diyarkirin
16:02 HDP’ê serî li AYM’ê da: Daxwaza Dadgeha Bilind destwerdaneke yekser a li siyasetê ye
15:57 ŞanoWan bernameya xwe ya çile eşkere kir
15:40 Ji cîgirê midûrê dibistanê gotinên nijadperest
15:27 Çawişê pispor ê Mehmet Ûytûn qetilkirî li Efrînê li ser peywîrê ye!
15:02 Wezareta Dadê ji bo girtiyên nexweş giştîname weşand
14:51 Buldan: Sala 2022’yan sala berxwedanê bû, 2023 jî wê bibe sala serkeftinê
14:38 KESK: Em ê teslîmî enflasyonê nebin
14:24 HDP çû serdana berxwedêrên Kartonsanê
14:23 Li Girtîgeha Şakranê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
13:31 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:17 Wênesaz Ozgur Evran jiyana xwe ji dest da
12:33 'Heke derfet ji bo Abdullah Ocalan bê nasîn dê li Rojhilata Navîn şer biqede’
12:33 Di navbera daneyên enflasyonê yên ENAG û TUÎK’ê deji sedî 73 ferq heye
12:32 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka bingehîn a welêt bêedaletî ye
12:10 ÎHD’a Amedê ji ber ‘îşkenceya li kolanê’ dê giliyê polîsan bike
12:00 Ocalan: Divê makeqanûneke ku tundiya 40 salan li gelê kurd û tirk bide derbaskirin hebe
11:17 Li Tirkiyeyê cînayetên siyasî û polîtîkaya necezakirinê
11:15 Tifaqa Ked û Azadiyê li Stenbolê dicive
10:20 Ji bo cenazeyên li Goristana Kilyosê bang: Bila malbat serlêdanê bikin
09:55 Têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan hatin dîtin hê jî lêpirsîn nehatiye destpêkirin
09:44 Ji bo zaroka hatiye revandin meleye mizgeftê xistin dewrê!
09:43 Sarisozen: Hevdîtina Tirkiye-Şamê nîşaneya têkçûnê ye
09:16 ‘Keça me li ber zilmê rabû û çû çiyê’
09:04 Naxwazin li gundê wan tesîsa komkirina bermayiyên hişk bê çêkirin
09:02 Bavê Kûrtayê ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Çima her kes tenê temaşe dike?
09:01 Berxwedana ji Gabarê ber bi Silopiyayê ve: Fatma Uyar
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
08:57 2 polîsên ku Elaltunterî derb kirin ji peywirê hatin dûrxistin
02/01/2023
23:18 Kesên di qezayê de mirin hatin veşartin
23:12 Li Amedê polîsan li welatiyekî xist
22:47 Cenazeyê Kûrt piştî 7 salan li Amedê hat veşartin
20:00 Li Girtîgeha Afyonê girtî dê dest bi greva birçîbûnê bikin
18:33 Danişîna doza çalakiyên Kobanê hat lidarxistin
16:56 Malbata Kurt piştî 7 salan cenazeyê kurê xwe wergirt
16:42 Tecrîda Îmraliyê di rojeva Meclisê de ye: 17 pirs ji Bozdag kirin
16:20 Karataş ê 30 sal in girtî ye xistin hucreya yek kesî
15:31 Kazan: Daxwaza ‘bila tevdîrê deynin ser alîkariya Xizîneyê ya ji bo HDP’ê’ skandala hiqûqî ye
15:27 HDP'ê li Amedê serdanên gel bi dawî kir
14:51 Febrîqeya Nan a Gel li Qereçobanê dest bi hilberînê kir
14:42 Planên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:20 Wezîrî 2 sal berê ji bo rêya ku 6 kes lê mirîbûn soza ‘rêwîtiya biewle’ dabû
13:36 Rojhilat û Îranê bi protestoyan dest bi sala 2023’yan kir
13:23 Îbrahîm Seydo Aydogan qala hûrguliyên Komkujiya Parîsê kiriye
13:04 Li Qamişloyê 36 DAIŞ’î û hevkarên wan hatin girtin
12:48 KON-MED: Em bi girseyî cenazeyên xwe bişînin Kurdistanê
12:45 Li Stenbolê polîsan 2 ciwan bi çekê birîndar kirin
12:41 Malbata Şenyaşar: Yên ku çavê xwe ji bêdaletiyê re digrin wê têk biçin
12:30 NPG’ê bîlançoya şer a salekê parve kir
11:14 Parlamenterên HDP’ê: Divê demildest hevdîtin li gel Abdullah Ocalan bê kirin
10:58 Îsraîlê Balafirgeha Şamê bombebaran kir
10:45 Cenazeyê welatiyê ku di Çemê Dîcleyê de winda bûbû hat dîtin
10:28 Li Mêrdînê wesayîta xebatkaran qelibî: 6 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn
10:08 Li Meksîkayê bi wesayîtên zirxî ser girtîgehê de girtin: 14 kes mirin
09:02 Alaya têkoşînê ya keça xwe hilgirtiye
09:00 ‘Li girtîgehan ewlehiya jiyanî ya girtiyan ji holê rabûye'
09:00 Parêzera Fîncanci: Dadgeh di bin zextan de ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
08:30 Xebatkarê şaredariyê întîhar kir
08:21 Berdana wî bû mizgîniya sersalê
01/01/2023
21:04 Welatiyek di Çemê Dîcleyê de wer bû
19:36 Balafirên şer Geliyê Bazêyanê bombeberan kirin
17:18 Nobeda li dijî tecrîdê didome
17:08 Li Kolombiyayê bi 5 hêzên çekdar re agirbest
16:03 Di Operasyona Birûska Cizîrê de 40 DAIŞ’î hatin girtin
14:34 Ji bo Kûrtayê di êrişên bi çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest da şîn hat danîn
14:13 Li ser sînor 30 kolber hatin qetilkirin
13:52 Di qezaya li Cizîrê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:42 Kesên li Parîsê hatin qetilkirin dê bi girseyî bên oxirkirin
12:55 Rojhilat û Îranê sala xwe bi berxwedanê derbas kirin
12:52 Li Mûsilê hezar û 500 mayinên DAIŞ’ê hatin îmhakirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Bila sala 2023’yan bibe sala azadiyê
11:18 Bîlançoya sûcên Tirkiyeyê yên li Girê Spî