Doza GOÇÎZDER’ê: Bihayê barkêşiyê bû mijara sûc

img
STENBOL - Cîhan Kartal ê di doza GOÇÎZDER’ê de parastin kir, dazanîn ku tevî ne endamê komeleyê ye jî tê darizandin û bihayê barkêşiyê ku ji ber karê înşaetê daye û pereye ji xizmekî xwe re şandiye jî kirine mijara sûc.
 
Danişîna doza derbarê 23 endam û rêveberên Komeleya Koç û Çavdêriyê (GOÇÎZDER) ku hevserok Kamîle Kandal û Mehmet Bogakan jî di nav de hene bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye vekirin, li 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li dijî Kampusa Girtîgeha Sîlîvriyê hate lidarxistin. Tevî endam û rêveberên komeleyê ku tên darizandin, Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Rengîn Ergul jî di nav de gelek parêzer û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî beşdarî danişînê bûn. 
 
Di danişîna bi tespîta nasnameyê dest pê kir de, serokê dadgehê têkildarî daxwaza parêzeran a reda dadger ya danişîna beriya niha, diyar kir ku ji aliyê dadgeha jortir ve hatiye redkirin. 
 
PEREYÊ BARKÊŞIYÊ HÊMANA SÛC E
 
Pişt re parêzerê Cîhan Kartal ê mafê axaftinê girt, Emrah Baran, diyar kir ku muwekîlê wî beriya du rojan emeliyateke giran derbas kiriye û ji ber vê yekê xwest ewilî parastina wî bê girtin û bişînin girtîgehê. Şandeya dadgehê ku biryareke navberê da, daxwaza Baran qebûl kir. Pişt re Kartal ê mafê axaftinê girt, da zanîn ku di sala 1992’yan de koçî Stenbolê kirine. Kartal ê qala sedemê koçkirina xwe kir, anî ziman ku endamê HDP’ê û MATUHAYDER’ê ye. Kartal ê ku sûcdariyên di îdîanameya der barê wî de weke 'êrîşeke cidî' nirxand, anî ziman ku ji ber karên înşaetê yên lê dixebitin telefon û bexşên ku wî kirine, mijara sûcdariyan e. Kartal diyar kir, pereyê ku H.K. ji ber karê înşaetê jê re şandiye ji girtiyên re tê şandin û li ser vê rewşê ew tê sûcdarkirin û got: “Pereyê barkêşiyê ku min da, weke sûc hate pêşkêşkirin. Her wiha 250 lîreyê ku dema birayê hevserê min li leşkeriyê bû min şandibû jî di dosyayê de cih digire. Ev yên beriya 7-8 salan in.”
 
PEREYÊ JI GIRTI RE HATIYE ŞANDIN 
 
Kartal, diyar kir ku her wiha ew bi 900 lîreyê ji Murat Gunturk ê ku di girtîgehê de bû û ji ber nexweşiya tumorê ya di serê wî de hatibû berdan re şandibû tê sûcdarkirin. Kartal, bi lêv kir ku piştî Gunturk hate berdan, pereyê jê re şandibû lê hatiye vegerandin û xwest malbata Gunturk ku şahidiniya vê rewşê kir were guhdarkirin. Kartal parve kir ku peyamên agahdarkirinê yên HDP’ê ji endam û rêveberên wê re şandine jî di îdîanameyê de cih digirin û peyamên agahdarkirinê yên di derbarê Denîz Poyraz a ku li Rêxistina HDP’a Îzmîrê hat qetilkirin jî cih digirin û çalakî û xebatên têkildarî vê jî mijara sûcdariyan e. Kartal got “Îro jî çêbibe ez ê bi heman awayî li hemberî wê bisekinim.”
 
‘EZ NE ENDAMÊ GOÇÎZDER’Ê ME’
 
Kartal, anî ziman ku daxuyaniyên têkildarî pirsgirêkên girtîgehan li ser navê komeleya endamê wê dane jî kirine mijara sûc û îşaret bi azadiya raman û îfadeyê kir. Kartal, bi lêv kir ku ew ne endamê GOÇÎZDER’ê ye lê ji ber vê yekê tê darizandin. Kartal, da zanîn ku beriya 20 rojan emeliyat bûye, pişt re nehatiye pansûmankirin jî û mafê wî yê tenduristiyê bi awayekî sîstematîk hatiye astengkirin. Kartal, got ku her wisa di serê wî de tumorek hatiye tespîtkirin û ji bo pêşî li tedawiya wî were vekirin xwest bê berdan. Kartal, piştî parastinê birin girtîgeha ku lê tê ragirtin.  
 
‘AKTÎVÎTE NIKARIN BIBIN MIJARA SÛCDARIYÊ’
 
Berkant Yilmaz ê parastina xwe kir, anî ziman ku parazvanê mafê mirovan e. Yilmaz, anî ziman ku di dema parêzvaniya mafan de GOÇÎZDER nas kiriye û xebatên wê bala wî kişandine û piştre jî di nav de cih girtiye û bi şewbê re pirsgirêkên wî yên aboriyê dest pê kirine û piştre bi komeleyê re hevdîtin kiriye û dest ji xebatan berdaye. Yilmaz, diyar kir ku di komên Whatsappê de parvekirina malbat, çalakî û aktîvîteyan kirine mijara sûcdariyan û anî ziman ku çalakî û aktîvîteyên weke maf di Destûra Bingehîn de cih digirin, nikarin bikin mijara sûcdariyan. Yilmaz sûcdarî qebûl nekirin û xwest were berdan. 
 
‘PARAZVANÊ MAF IM’
 
Bîlal Yildiz jî anî ziman ku di lijneya rêveberiya TÎHV’ê de cih digire û têkiliya wî bi gelek sazî û dezgehan re heye. Yildiz, anî ziman ku bi ser mala wî de hatibû girtin û bi îşkenceyê hatibû binçavkirin û got: “Tenê ji ber parazvanê mafên mirovan im têm darizandin. Em ji bo careke din agir nekeve mala kesekî parazvaniya mafên mirovan dikin. Hemû hewldana me ji bo mekanîzmaya edaletê bê xebitandin û binpêkirinên mafên mirovan bi dawî bibine.”
 
SÛCDARIYA NEWROZÊ 
 
Yildiz, anî ziman ku Pisporê Xizmetên Civakî jî ye û ji ber karê xwe kiriye tê sûcdarkirin. Yildiz, da zanîn ku tevlibûna wî ya Newrozê jî kirine mijara sûc û ji bilî vê hevdîtina wî ya li Wanê têkildarî penaberan bi parêzerekê re jî di îdianameyê de cih girtî ye. Yildiz, anî ziman ku pereyê ji xwişk û bira û hevala xwe re şandine di îdianameyê de kirine mijara sûc û bi lêv kir ku tedawiya nexweşên wan jî di nivî de maye. Yildiz xwest were berdan. 
 
Piştî beyanên Yildiz navber dan danişînê. 
 
 
 

Sernavên din

07/01/2023
14:41 Polîsan gule berdan dolmîşa penaberan: Kesek mir, kesek birîndar bû
14:35 35 sal in agahî ji Îsa Soysal nayê girtin
14:35 Dayikên Şemiyê : Em ji bo qûrbaniyên Basayê edaletê dixwazin
13:59 Doza Denîz Poyraz: Em ê dosyeyê bibin dadgehên bilind
13:35 Ozdogan: Di pergala hiqûqê de blokekirina alîkariyê tune ye
11:56 Berxwedana li Rojhilat û Îranê dê li Amedê were nîqaşkirin
11:27 Malbata Şenyaşar: Tawanbar xwe li pişt AKP’ê veşartiye
10:59 Li Îranê 2 kes hatin bidarvekirin
10:46 Abdullah Ocalan: ‘Gladioya nû’ nayê fêmkirin, dibe meylên bi vî rengî rû bidin
10:13 Sê jinên ku rêya wan li ser têkoşîna azadiyê gihîşt hev !
09:40 Dest ji koçertiya bi salan berdide!
09:29 Gelê Amedê: Bi bloqekirina xizîneyê nikarin vîna gel bişkînin HDP gel e
09:11 Rojnamevan Gulo: Gel li xaka Sûriyeyê li çareseriyê digere
09:02 Parêzer Yildirim: Heya hiqûq li Îmraliyê pêk neyê em ê têbikoşin
09:02 Li Amedê konsera Serê Salê tê lidarxistin
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:05 Li Amedê otobusa rêwiyan wergeriya: 5 kes mirin 22 kes birîndar bûn
06/01/2023
23:00 Li Wêjegeh Amedê fîlmê ‘Pîrebok’ê
22:39 Li Kanîreşê berfê erdê spî kir
21:20 Dayika Aştiyê Demîr jiyana xwe ji dest da
16:13 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang: Divê demildest lêkolîn bê destpêkirin
15:54 Nobeta Aştiyê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:36 Şandeya ku ji Başûr hat serdana DBP’ê kir
14:18 Sepanên li Deriyê Sînor ê Xabûrê rêya îxracatê dirêj kir!
14:16 OHD: Blokekirina hesabê alîkariya bo HDP’ê li dijî Destûra Bingehîn e
14:08 ÎSÎG’ê rapora sala 2022’yan aşkere kir: Hezar û 843 karkeran jiyana xwe ji dest da
14:01 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:55 Xelata Edaletê dan Emîne Şenyaşar
12:46 Li Edeneyê nan bû 5 TL
12:29 Vahyettîn Sari yê 25 sal in girtî ye sewqî Sîncanê hate kirin
12:29 Serokwekîlê Koma HDP’ê Olûç: Em bê vebijêrk nînin, em ê mezin bidin windakirin
12:02 Ji bo Îmraliyê gazî Wezareta Dadê kirin: Divê Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
11:43 Sakîne Cansiz: Li Rojhilat baweriya min bi hêza jinê tê
11:34 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em nêzî vebijêrka namzetê hevpar in
10:45 Bertek nîşanî biryara AYM’ê da: Darbeyeke li dijî siyaseta demokratîk e
10:40 Fehîm Taştekin: Li Sûriyeyê kurd dikarin hevkariyê bi ser bixînin
10:21 Wezaretê mirina Rozerîn Çûkûr weke ‘maf’ dît
10:07 Li Mêrsînê 8 kes hatin binçavkirin
10:03 Xwendekarên rastî êrişa nîjadperestan hatibûn hatin berdan
09:59 Lêçûyînên qeymeqamiyê hemû ji kîsî şaredariyê ne
09:58 Pitika ku di bin TIR’ê de ma jiyana xwe ji dest da
09:43 Li Pêtirgehê 32 qadên madenê hatine vekirin!
09:03 Şaredariya AKP'î ruxset da avahiya derqanûnî
09:03 Sînem Mihemed: Şermezarkirin têr nake, divê li dijî ambargoyê tevbigerin
09:02 Li Sêrtê seferberiya ji bo kurdî: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:02 Li komeleya AVESTA'yê qursên kurdî dest pê kirin
09:01 Baltaci ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:01 ‘Gelo ji zilma kîmyasalê mezintir zilmek din heye?’
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2023'YAN
05/01/2023
20:44 Amedsporê cardin qalevan Yokûşlû transfer kir
20:36 Platforma Jinan a Dersimê: Gulîstan Dokû li ku ye?
19:56 Li Hezêxê zarokekê hewl da ku xwe bikuje
18:54 Cenazeyê Evîn Goyiyê li Qendîlê spartin axê
16:53 Li Şirnexê jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:52 Togrûl: Gelo AYM di fermana kê de ye?
16:43 AYM’ê biryara HDP’ê teblîxî parêzeran nekir
16:40 ‘Berevajîkirinên emniyetê bûn mijara darizandinê’
15:34 Qeymeqamtiyê têkildarî tundiya polîsan a li Nisêbînê daxuyanî da
15:20 Cenazeyê Mîr Perwer di bin dorpêçê de hat veşartin
15:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:59 Qeyûm li Amedê ji bo kadroyan seferber bûn: Herî kêm 700 kesan dikin kadro
14:59 Doza GOÇÎZDER’ê: 13 kes hatin berdan
14:47 Cenazeyê Emîne Kara ber bi Qendîlê ve hate oxirkirin
14:29 Jinan li Amedê jinên kurd bibîr anî: Dengê jinan dengê şoreşê ye
14:15 Hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê hate bloqekirin
13:52 Baroya Mêrdînê têkildarî tundiya polîsan daxuyanî da
13:04 Cenazeyê qurbaniyê êrişa Fransayê Abdurrahman Kizil hat veşartin
12:55 Derhiqûqtiya li girtîgehê: Hevdîtinên parêzer-girtiyan hatine guhdarîkirin
12:52 Cezayê gefxwarinê li kujer Onûr Gencer hat birîn
12:30 PAK’ê ji bo piştgiriyê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:29 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:53 Çalakiya parlamenterên HDP’ê: Li Îmraliyê hiqûq ji holê hatiye rakirin
11:26 Li rojnamevana girtî Şahînliyê piştî 5 salan doz hate vekirin
11:15 Di operasyona leşkerî de daristan hatin şewitandin
10:46 Li Mezopotamyayê xetereya hişkesaliyê
10:02 Polîsan ji ber cil û bergên kurdî tundiyê li zarokek û ciwanekî kirin
09:04 Birayê Arvas ji bo Kîlyosê bang li parêzvanên mafên mirovan kir
09:04 Kursiya ku avêt polîsan wekî çekê hatiye hesibandin!
09:03 Li Nûrheqê qada ji bo kanên madenan hatiye veqetandin ji qada jiyanê berfirehtir e
09:03 Qeyûm nikaribû pere bide, 'Baxçeyê Gel' di nîvî de ma
09:03 Qeyûm ji dêvla Qada Bajêr, tuwalet çêkirine
09:03 Dadgeh: Beşdariya li civîna KCD'ê ne sûc e
09:02 Daxwazên Baroya Şirnexê yên ji bo tevlibûna dozên jinan tên redkirin
09:02 Tevî ku gurcikek wî nîne jî tedawiya wî nayê kirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2023'YAN
04/01/2023
22:33 2 leşker ji ber destdirêjiyê hatin girtin
20:54 Berteka ciwanan a li dijî tecrîdê: Aştî nayê tecrîdkirin
20:39 Kesên di Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
19:32 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Şoreşger Menal Mêrdîn bi êrîşeke bêbext şehîd bû
16:36 HABER-SEN’ê ji bo piştevaniyê serdana Şenyaşar kir
16:18 Aslan: Kesên keça min revandine tên parastin
15:56 Beştaş: Îktidarê ji zû ve hilbijartinê winda kiriye
15:49 MKM: Em xwedî li cenazeyan derkevin
15:24 Li Îranê berxwedana bê navber
15:08 Li pêşiya TUÎK’ê protesto: Em ne budçeya şer lê ya kedkaran dixwazin
14:40 Doza GOÇÎZDER’ê: Bihayê barkêşiyê bû mijara sûc
14:13 ÎHD’ê ji bo pirsgirêka girtiyên nexweş çareseriya mayînde pêşniyar kir
14:01 Li Girtîgeha Afyonê greva birçîbûnê dest pê kir
13:50 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketin holê di rojeva Meclisê de ye
12:42 Ferît Şenyaşar: Gelê Rihayê ber edliyeyê nîşanî bijartiyan dide