Parêzer Yildirim: Heya hiqûq li Îmraliyê pêk neyê em ê têbikoşin

img
ÎZMÎR - Parêzerê OHD'î Abdulmecît Yildirim ku tecrîda li Îmraliyê wekî "çalereşa" pergala bêhiqûqîtiyê wesifand, got: "Muxatabê vî karî Wezareta Dadê ye. Heya em encamekê bi dest nexin em ê têbikoşin." 
 
Ji 25'ê Adara 2021'ê ve tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayên girtin. Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî esas nayên girtin. Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) li dijî tecrîdê serî li gelek baroyan daye û dixwaze hevdîtin bi Ocalan re bê kirin. Li Îzmîrê parêzerê OHD'î Abdulmecît Yldirim ku tevî 36 hevpîşeyên xwe serlêdan kiriye, têkildarî tecrîdê û daxwazên li dijî vê axivî. 
 
Parêzer Yildirim diyar kir ku bi tecrîdê armanc qutkirina pêwendiya di navbera Ocalan û gel de ye ku bi milyonan kesên ku ji bo wî dibêjin "vîna min e" û got: "Hikûmeta gava dixwaze siyaseta xwe hişk bike, tecrîdê giran dike. Gava dixitime, rê li ber hevdîtinan vedike. Gava hevdîtin çêdibin û tecrîd kêm dibe, li welêt mirin kêm dibe, aramî zêde dibe." 
 
Yildirim bibîr xist ku Ocalan di warê hiqûqî de "hikumxwar" e û got ku di qanûnê de mafên hikumxwaran hatiye diyarkirin. Yildirim da zanîn ku hevdîtina bi parêzeran re jî yek ji van mafan e. 
 
ÇALEREŞA WELÊT: ÎMRALÎ
 
Yildirim diyar kir ku Girtîgeha Îmraliyê wekî "çalereşa pergala hiqûqê ya Tirkiyeyê" diwesifînin û wiha got: "Li gelek welatan girtîgehên bêhiqûqîtî li wan tên pêkanîn hene. Lê mixabin ji ber ku ev bêhiqûqîtî li birêz Ocalan tên kirin, gelek derdorên welêt, rêxistinên hiqûqê, hiqûqnas û raya giştî vê yekê ji nedîtî ve tê. Girtîgeha Girava Îmraliyê jî di nava pergala hiqûqê ya vî welatî de ye. Hiqûqa li welatên din tê pêkanîn, divê li Girtîgeha Îmraliyê jî bê pêkanîn." 
 
BÊDENGIYA BAROYÊ
 
Yildirim anî ziman ku heya ku tecrîd bidome dê xitimandina li welêt jî bidome û got: "Çûna Girtîgeha Îmraliyê dê vê pêvajoyê rihet bike. Lewma me xwest birêz Ocalan hevdîtinê bi parêzerên xwe bike. Madem nahêlin hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike, me 785 parêzeran jî ji bo hevdîtinê serî li Wezareta Dadê da. Lê serlêdana me nehat bersivandin. Berê qet nebe digotin 'keştî xerabe ye' û 'rewşa hewayê nebaş e.' Lê di demên dawî de ev jî nayê kirin. Baro jî di nav de me serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê jî da. Herî dawî me 37 kesan serî li Baroya Îzmîrê da. Mixabin baro hê jî bersivek nedaye." 
 
Yildirim destnîşan kir ku du berpirsiyariyên baroyan hene; parastina mafên mirovan û kirina karê parêzeran û got ku li Tirkiyeyê ji sala 1999'an ve tecrîd tê pêkanîn û ev ji nedîtî ve tê. 
 
HEWLDAN DÊ BIDOMIN
 
Yildirim bilêv kir ku tecrîd tenê ne hiqûqnasan, siyaset û civakê jî eleqedar dike û wiha axivî: "Em hiqûqnas ji bo ku Komara Tirkiyeyê hiqûqa xwe pêk bîne em ê zorê bidinê. Çendî hê bersiv nehatibe dayîn jî, em ê zorê bidin Yekîtiya Baroyên Tirk û Wezareta Dadê. Muxatabê vî karî Wezareta Dadê ye. Em ê di vî warî de haya Meclîsê û saziyên navnetewyî jî pê bixin. Heya em emncamekê bi dest nexin em ê têbikoşin." 
 
MA / Delal Akyuz  
 

Sernavên din

04/02/2023
09:51 Derhêner Jafar Panahî ku dest bi greva birçîbûnê kiribû hat tehliyekirin
09:36 Welatî nikarin dermanan peyda bikin û dema peyda dikin jî nikarin bikirin
09:35 Tiryakî: Em ê gelê xwe bê alternatîf nehêlin
09:34 Ji çalakiya ewilî heta ya dawî heman biryardarî
09:04 Banga ji bo beşadariya li Meşa Gemlîkê
09:03 Hevdîtinên li girtîgehê tên astengkirin
09:02 Piştî sal û nîvekê derbarê îşkenceya di binçavan de biryara neşopandinê
09:02 Hamzaoglû: Ji bo jiyana nû pêdivî bi 'dibistanên HDK'ê heye
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2023'YAN
03/02/2023
22:12 Guneş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:29 'Seyrana Li Çeper' ji bo HDP’ê derket ser dikê
16:58 ÎHD’ê li gelek bajaran ‘Nobeta Aştiyê’ li dar xist
16:16 Cezayê hefsê dan Şaredarê Şemrexê yê berê
16:12 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
15:44 Li Dêrsimê kuştina sewalên kûvî hat protestokirin
15:34 Li Wanê di salekê de hezar û 52 binpêkirinên mafan pêk hatine
15:22 Çalakiya karkerên firinên Amedê bi ser ket
15:01 Kujerê Sakîne Kultur: Min ji emniyetê û cendirmeyan bipirsin
15:00 Berdana girtî Karabak cara duyemîn hate taloqkirin
14:13 Bersûcê doza Şimonî Dîrîl hat tehliyekirin
13:46 Li girtîgehan greva birçîbûnê didome
13:16 Baroya Rihayê ji bo mafê avê yê xelkê ket tevgerê
12:41 Li Rojhilat û Îranê zexta darazê
12:41 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Nobeta Edaletê bi dawî bû: Bila li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
11:59 Dosyeyên cuda yên doza Malbata Şenyaşar kirin yek
10:38 Li gorî TUÎK’ê enflasyona meha çileyê ji sedî 6,65 e
10:13 ‘Heke em bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin dê bi hev re bi ser kevin’
10:13 ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê parve kir
10:07 Cezayê ji ber Mûsa Çîtîl li rojnamevan Kanbal hatibû birîn, hat xerakirin
10:00 ‘Fikrên Abdullah Ocalan gihiştin parzemînan’
09:43 Siyasetmedarê îtalî Acerbo: Ocalan alternatîfek rasteqîn e, hewcedariya me bi dengê wî heye
09:39 Girtî li hundir û malbat li derve di ‘zindanê’ de ne
09:09 Rojnamevan Qasim: Encama şer fiyasko ye
09:06 Li Wanê 3 jin hatin binçavkirin
09:05 Hemû girtîgehên nû veguherandin Îmraliyê!
09:04 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê bibin deng
09:04 Dayika Aştiyê Yenî: Em vê tecrîdê rakin
09:01 Gever ji bo Meşa Gemlîkê amade ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2023'YAN
02/02/2023
22:39 74 hezar TL ceza li Amedsporê hat birîn
22:28 Li Qelqeliyê polîsan wesayîteke sivîl gulebaran kir
21:19 Delegasyona Li Dijî Tecrîdê: Divê CPT raporê eşkere bike
19:17 Li hevşaredar Elîk û Oncuyê 6 sal û 3 meh ceza hat birîn
16:42 Rojnameger Metîn Uca hate berdan
16:19 Rejîma Îranê ne alîkariyê dide û ne jî dihêle gel alîkariyê bide mexdûrên erdhejê
16:18 Piştevaniya bi Serokê Baroya Amedê re: Em li cem te ne, bêdeng namînin
16:06 Derhênerê îranî Panahî li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir
16:02 Rojnamevan Akogûl cara duyemîn beraet bû
15:58 HDP ji bo piştevaniyê çû serdana MA û JINNEWS’ê
15:44 Ji ber berfê rêya bi sedan gundan hatin girtin
15:43 Swîsreyê jî balyozxaneya xwe ya li Tirkiyeyê girt
15:31 Polîsê ku Daşkan kuştibû cara duyemîn hat beraetkirin
15:20 Gurdal ê hatibû binçavkirin hate berdan
15:19 Hevserokê DBP’a Amedê Altûn hat tehliyekirin
15:05 Di doza destdirêjiya li dijî zarok de 27 sal cezayê hefsê dan tecawizkar
14:51 Di doza ‘heqareta’ li dijî Erdogan de dê ji Meclisê girtek bê xwestin
14:48 ÎHD’a Enqereyê: Di sala 2022’an de herî kêm 78 girtiyan jiyana xwe ji dest dane
14:47 Sakîne Kultur a bi îşkenceyê qetil kir sûcdar kir!
14:34 Metîn Uca hate binçavkirin
14:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:52 Rejîma Îranê girtiyê nexweşiya penceşêrê îşkence kir
13:44 ‘Bila qadên avî yên li peravên Gola Wanê bên parastin’
13:39 Gunay: Çareserî li Îmraliyê ye, em ê di her mercî de bimeşin
13:38 Li Rihayê zam li nan hat kirin
13:33 Nobeta Edaletê: Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
12:50 TMMOB’a Amedê: Em ê destûrê nedin talanê
12:25 Serhed di bin berfê de ma
12:09 Malbata Şenyaşar: Edalet bi qurbanî wekîlê AKP’î kirin
11:19 Zuhtu Arslan cara sêyemîn bû Serokê AYM’ê
11:16 Kurd û dostên xwe 24 sal in li ser pêya ne
11:14 Danişîna doza Alokmen û Ceylan hate taloqkirin
10:34 Pervîn Bûldan: Planên me yên B û C hene
10:30 Parêzerê ji Afrîkaya Başûr Moses: Ez ê tecrîdê ji herkesê re vebêjim
09:20 'Tenê ne kurd, divê hemû gel li dijî tecrîdê deng derxînin'
09:07 Ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin: Şikandina tecrîdê dê azadiyê bi xwe re bîne
09:06 Malbata Tûlgay ê ku ew anîne ber HDP'ê: Em lêborînê ji gelê kurd dixwazin
09:04 Berdevkê Çapemeniya YPG'ê Alî: MÎT alîkariya DAIŞ'ê dike
09:03 Parêzer Bronlet: Divê Mewzûata Ceza ya Ewropayê li dijî PKK'ê neyê bikaranîn
09:02 Li koçeriyê rojên zehmet: Em nikarin kîloyeke kayê jî bikirin
09:01 Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê: Li Herêma Kurdistanê kuştina jinan zêde dibe
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2023'YAN
01/02/2023
23:45 Koma Ma'yê stranên xwe ji bo HDP’ê gotin
21:05 Li ber NY'yê 15'ê Sibatê hat şermezarkirin
20:08 Cenazeyê Encuyê piştî 11 rojan radestî malbatê hat kirin
20:00 Li Herêma Kurdistanê di 2022'yan de 44 jin hatine qetilkirin
19:49 Li Silêmaniyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
19:42 Li Îngilîstanê greva herî mezin a 10 salên dawî: 500 hezar kes tev lê bûn
16:26 Ji ber berfê bajarên bakurê Kurdistanê hatin hişyarkirin
16:08 Ji HDP’ê Bernameya Aboriya Demokratîk
15:51 Sê welatan konsolosxaneyên xwe yên li Tirkiyeyê girtin
15:39 Temellî: Guhertina vê pergalê pêkan e
15:09 Doza Nobedariya Gerînendetiya Ozgur Gundemê taloq bû
14:57 Danişîna doza rojnamevan Eser hate taloqkirin
14:40 81 baroyan li dijî gefan piştgirî dan Serokê Baroya Amedê
14:20 Ji Geverê banga bo Meşa Gemlîkê: Werin em tev li meşa çareseriyê bibin
14:11 Dê ji Îzmîrê ber bi Gemlikê ve meş were lidarxistin
14:10 Cezayê miftiyê bûye sedema mirina 6 zarokan bi hinceta ‘rewşa baş’ daxistin
13:57 Doza kovara Modernîteya Demokratîk taloq bû
13:00 Sir û seqem jî nikare têkoşîna Malbata Şenyaşar rawestîne