Çubuk: HDP ne bi saya alîkariya xizîneyê lê bi piştgiriya gel ser dikeve

img

STENBOL - Cîgira Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Burcugul Çubuk diyar kir ku bi bloqekirina alîkariya xizîneyê ya HDP’ê re encamek dê neyê bidestxistin û wiha got: “HDP ne bi saya alîkariya xizîneyê lê bi piştgiriya gel ser dikeve.” 

 
Dadgeha Makeqanûnê (AYM) di demeke ku doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didomiya de li ser daxwaza Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekir Şahîn hesabên HDP’ê bloqe kir. Dê alîkariya xizîneyê di 10’ê çileyê de bihata kirin û AYM di 5’ê çileyê de bi rojeva serlêdana ji bo bloqekirina hesabên HDP’ê civiya. Ji 15 endamên AYM’ê 8’an jê biryara erêkirinê û 7’an jî daxwaza bloqekirina hesaban red kir. Bi vê yekê re biryar hate dayîn ku hesabên HDP’ê bên bloqekirin û AYM’ê her wiha hewcehî bi parastina HDP’ê jî nedît. 
 
PÎROGLÛ: BIRYAREKE SIYASÎ YE
 
Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû bertek nîşanî biryarê da û got ku daraz li gorî daxwaza îktîdarê tevdigere. Bi domdarî Pîroglû ev tişt anî ziman: “Biryareke siyasî ye. HDP hedef tê girtin ji ber ku bi girseya xwe, bi dînamîzma xwe û bi rêxistinbûna xwe mezintirîn astengiya li pêşiya rejîma zextkar e. Ji sala 2015’an heta niha li dijî HDP’ê êrişên giran hene. Tevî vê yekê jî HDP’ê xwe li ser pêyan girt. Dixwazin bi van êrişan HDP’ê tecrîd bikin û li derveyî siyasetê bihêlin. Her wiha para CHP’ê jî di vê tecrîdkirinê de heye. Heta ku muxalefet li pey gotina ‘terorê’ ya îktîdarê be, dê her carê guleyê li lingê xwe bide.”
 
PIŞTGIRIYA GEL 
 
Bi domdarî Pîroglû anî ziman ku HDP dê paşvegavê neavêje û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li dijî biryara girtinê jî amade ne. Her cureyên vebijêrkan li pêşiya me ne. Bila dilê hilbijêrên me rehet be. Heke ji bo 451 hevalên me qedexeya siyasetê bê dayîn, em ê bi 951 kesan derkevin pêşberî wan. Girseya HDP’ê di vê mijarê de serwere. Alternatîfên me hene. Di dîrokê de em tu carî bêalternatîf neman. Dixwazin bi qutkirina alîkariya xizîneyê re pêşî li xebatên hilbijartinê bigirin. Heta salên dûvdirêj jî me tu alîkarî ji dewletê negirt. Em her tim bi hewldanên xwe ketin hilbijartinan. Em ê bi kampanyayên piştevaniyê vî barî rakin. Gelê me heta niha jî hemû derfetên xwe seferber kir. Gel xwedî li partî û vîna xwe derdikeve.” 
 
ÇUBUK: GEL HÊZ DIDE
 
Cîgira Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Burcugul Çubuk jî da zanîn ku HDP siyaseteke gelparêz dimeşîne lewma her tim rastî êrişan tê û wiha got: “HDP û pêkhateyên wê bi saya alîkariyên xizîneyê xwe li ser pêyan digire. Serkeftinên me yên heta niha ne ji ber alîkariya xizîneyê bûn. Dema em bi ‘Namzetên Hezar Hêvî’ ketin meclisê, dema ji me re digotin ‘hûn ji qesta vê bizavê dikin ji ber ku hûn bi ser nakevin’, wê demê alîkariya xizîneyê tune bû. Di hilbijartina 7’ê hezîranê de ku bi bombeyan êriş kirin, alîkariya xizîneyê tune bû. HDP herî zêde ji gelê Kurdistanê deng digire û ev gel ne ku ji bo HDP alîkariya xizîneyê wergire vê têkoşînê dike. Dê bi birîna alîkariya re gel hindik be jî xwe ji jiyana xwe vekişîne û dê bike ku gel bihêztir bibe.” 
 
Çubuk, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “HDP û pêkhateyên wê her tim bi saya qenalên piştevaniyê yên budçeyê ku di navbera xwe de ava kirine siyasetê dikin. Ne destwerdanên wan, ne girtina partiyan, ne girtina parlamenteran û ne jî tunehesibandina hilbijartinan, heta niha tu hewldanên wan bi ser neketin. Îro bi qutkirina alîkariya xizîneyê re dê tu encaman bi dest nexin. Em ne partiyeke rantê lê partiyeke gel û azadiyan e.” 
 

Sernavên din

10/01/2023
15:14 Di doza TTB’ê de rojnameger hatin astengkirin
14:45 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
14:36 Li Şirnexê kesek hat girtin
14:15 Sancar: Em ê bi kesên êrişên giran li ser me dikin mezin bidin windakirin
13:33 Komkujiya Gara Enqereyê: 87 meh in li benda edaletê ne
13:20 Ferît Şenyaşar: Em dixwazin Yildiz ê AKP’î were darizandin
13:17 DFG: Heke 87 rojnameger girtî bin 10’ê çileyê nayê pîrozkirin
13:16 MKGP’ê rapora salekê ya binpêkirina mafên rojnamegerên jin parve kir
13:10 Li dijî tecrîdê Nobeta Edaletê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:00 Delîla girtinê ya Dadgeha Bilind: Malbatên li ber HDP’ê hatine rûniştandin!
12:40 Doza ku çalakvanên Nobeta Edaletê jê dihatin darizandin hate taloqkirin
12:39 Rojnameger Ender Îmrek beraet kir
11:26 Li Behra Egeyê erdheja bi pileya 5’an çêbû
11:19 Halbûsî, bi şandeya Şengalê re civiya
11:08 Rojnamegerên girtî ji bo 10’ê Çile peyam şandin: Em rûmeta rojnamegeriyê biparêzin
10:50 Meleyê girtî ku dest dirêjî zarokekê kir, tayinî mizgefeteke din hatiye kirin!
10:12 HDP: Derb li azadiya çapemenî û xweîfadekirinê xistin
09:50 Rojnamevan Sezgîn Kartal hate binçavkirin
09:34 Li Xozatê weqaya qidûzê hat tespîtkirin
09:02 Malbata Emîn Sarik ê li Newala Qesaba hat veşartin: Ev bêwijdanî ye
09:02 Penêrê bisîrik ji sedî 100 biha bû
09:02 Rojnamegerên kurd Roja Rojnamegerên Dixebitin li girtîgehê pêşwazî dikin
09:02 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Em ê hêza xwe bikin yek
09:01 ‘Ji bo perwerdehiya ziman hewceyî bi têkoşînek bêhempa heye’
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2023'YAN
09/01/2023
22:36 NÇM'ê kesên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bibîr anîn
20:22 Jinan komkujiya Parîsê protesto kir
19:04 Li Mûşê 20 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:58 Sê jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, li cihê komkujiyê hatin bibîranîn
18:32 Li Mêrsînê 3 kes hatin girtin
17:53 Girtî Kartal sirgûnî Antalyayê hat kirin
16:57 'Ev şer dê bi dawî nebe’
16:39 Înîsiyatîfa Rêzgirtina li Miriyan: Dewlet ezyetê li miriyan dike
16:34 Îdianameya êrişên li ser cemxaneyan: Êrişkar dîn e!
16:27 Gelê Îranê li dijî biryara darvekirinê dest bi çalakiyê kir
16:23 HDP’ê daxwaza hevdîtinê ya AKP’ê red kir
16:13 Sê jinên kurd ên li Parîsê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
16:00 Leyla Şeylamez li ser gora xwe hat bibîranîn
15:59 Rapora DFG’êya 2022’yan: 29 rojnameger hatin girtin û ceza dan 76 rojnamegeran
15:11 Beştaş: Bila têkiliyên bi komkujiyên Parîsê re bên lêkolînkirin
14:50 Fîdan Dogan li ser gora xwe hate bibîranîn
14:49 Du jinên windayî li malekî mirî hatin dîtin
14:22 Cansiz, Dogan û Şaylemez li Rojava hatin bibîranîn
14:01 Okten: Îktidar dixwaze tolê ji TTB’ê hilde
13:06 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketine holê li benda lêkolînê ne
12:55 Li Qersê wesayîta xwendekaran wergeriya: Xwendekarek mir û 14 jî birîndar bûn
12:19 Malbata Şenyaşar: Mizgînî wê îktidarê rizgar nekin
12:18 Nobeta Edaletê di roja 13’an de ye: Polîtîkaya şer û tecrîdê bi dawî bikin
11:50 HDP bi komeleyên herêmê re tê gelhev
11:35 Derbarê dirûşma 'Jin jiyan azadî' de lêpirsin hat destpêkirin
11:17 Hilbijêr piştgiriyê didin biryara HDP’ê: Vexwendineke bo veguherînê ye
10:39 Li Wanê barîna berfê: Rêyên gundan hatin girtin
10:28 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
10:19 Malbata Andok Cotkar ê Alman: Tirkiyeyê ji bilî kuştinê tiştek nebir Rojava
10:16 Girtiyê xwe şewitandibû: Divê mirov li dijî êrişan rûmeta xwe biparêze
10:14 Birayê Sari ku sewqî Sîncanê hatiye kirin: Ya ku tê kirin îşkence ye
09:47 Derheqê serlêdana rojnamegeran a ji bo ‘lêgerîna tazî’ biryara neşopandinê hate dayîn
09:46 Miduriyeta Polîsan a Mûşê Mîr Perwer weke ‘endamê rêxistinê’ fîş kiriye
09:16 Çubuk: HDP ne bi saya alîkariya xizîneyê lê bi piştgiriya gel ser dikeve
09:02 'Ji bo ev roj were pîrozkirin divê rojnamegerên girtî bên berdan'
09:02 259 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin hê radestî malbatan nehatine kirin
09:01 Edîtora Jineolojiyê: Di qetilkirina jinên kurd de hevkariya dewletan heye
09:01 Çelebî: Giştîname ne çareserî ye divê qanûn bê guhertin
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08/01/2023
22:27 Metîna û Garê bi balafîran hatin bombebarankirin
20:37 Heyet Tehrîr El Şam hezêke mezin a leşkerî şand Efrînê
20:27 Serokkomarê Iraqê Reşîd bi şandeya Şengalê re civiya
19:16 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li deplasmanê Şarederiya Konakê 1-0 têk bir
19:06 DMA’yê panela sibeya raperîna Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dar xist
18:15 Serokwezîrê Swêdê: Em nikarin hemû daxwazên Tirkiyeyê bi cih bînin
16:41 Maseya Îslama Demokratîk civiya
15:54 Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
15:24 Jinên şoreşger li Amedê hatin bibîranîn
15:10 Rojnameger Goktepe hat bibîranîn: Heqîqet bêden nema
13:57 DBP’ê kongreya xwe diyarî jinên hatin qetilkirin kir
13:51 Buldan: HDP dê li gel tifaqên xwe namzetê xwe diyar bike
11:27 Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
11:20 Rêveberê HDP’î li noqteya kontrolê ya polîsan hate derbkirin
10:51 Tê payîn ku li 41 bajaran berf bibare
10:50 Eren Keskîn: Sakîne Cansiz, jineke ku dabû ser rêya heqîqetê
10:48 Dayika Rozerîn Çukur: Doza wê ji her tiştekî girîngtir e
09:33 Ozguneş: Hewl didin dengê Abdullah Ocalan bitepisînin
09:01 Her ku xizanî zêde dibe zarok tên îstismarkirin!
09:00 Li ser sînor amadekariyên êrişê tên kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2023'YAN
09:00 Li Şirnexê kesek hate binçavkirin
07/01/2023
22:11 Li navçeyên Stenbolê 3 jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
21:46 Li Ewropayê bi deh hezaran kesî xwest ku komkujî bê ronîkirin
19:02 Li Kobanê ciwanan komkujiyên li Parîsê protesto kirin
18:36 Diz ketin Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê
16:57 Ferît Orak nayê berdan: Nexweşiyên wî lê nû bûn
16:55 Kurtulan: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê berfireh bikin
16:39 ‘Tu hêz nikare siyaseta demokratîk bloke bike’
16:38 TJA’yê û HDP’ê cangoriyên Parîs û Silopiyayê bi bîr anîn
16:17 Girtiyê nexweş ê 82 salî êdî nikare biaxive!
15:40 PENa Kurd: Divê qada navnetewî xwedî li nivîskar û rojnamegerên girtî derkeve
15:24 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Gurban were berdan
15:07 TJA: Em dengê xwe bi dengê jinên Kurdistanê re bilind dikin
15:03 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hate veşartin
14:52 Bûldan: HDP dê bi namzetê/a xwe bikeve hilbijartinê