Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: Binpêkirin zêde dibin

  • rojane
  • 16:04 13 Çile 2023
  • |
img
ENQERE – ÎHD’ê rapora xwe ya 3 mehan a “Girtîgehên Anatoliyaya Navîn” eşkere kir. Di raporê de hat gotin ku binpêkirinên li girtîgehan roj bi roj zêde dibin û bang li Wezareta Dadê hate kirin ku bikeve nava liv û tevgerê. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) rapora xwe ya 3 mehan a “Girtîgehên Anatoliyaya Navîn” li Şaxa ÎHD’a Enqereyê bi daxuyaniyekê parve kir. Rapor, ji hêla Endam Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, parêzer Umît Can Akbulut û Mahîr Uslu ve hate xwendin. Daneyên di raporê de li ser agahiyên di serlêdanên raste rast ên ji bo Şaxa ÎHD’a Enqereyê hatine kirin, serdanên parêzeran ên li girtîgehan, nameyên girtiyan û hevdîtinên bi malbatên girtiyan re hatine berhevkirin. Li gorî raporê, di cotmeh, mijdar û kanûna 2022’yan de li girtîgehan 8 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. 
 
ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ 
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê li dijî binpêkirina mafên mirovan hatiye destpêkirin hêj didome û 4 girtiyên ku tev li çalakiyê bûne sirgûnî Girtîgeha Antalyayê hatine kirin. Her wiha hat gotin ku girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê li dijî binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin jî di dawiya meha kanûnê de dawî li çalakiya xwe anîne. 
 
XWEGIHANDINA MAFÊ TENDURISTIYÊ Û MIAMELEYA XERAB 
 
Di raporê de hat diyarkirin ku 615 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene û li girtîgehên Anatoliyaya Navîn mafê tenduristiyê yê herî kêm 28 girtiyan hatiye binpêkirin. Her wiha hate gotin ku di sala 2022’yan de herî kêm 15 girtî rastî îşkence û muameleya xerab hatine û ev agahî hatin parvekirin: “Ji ber ku Wezareta Dadê daneyên xwe yên di vê mijarê de parve nake, her tim astengkirina peywendiyên bi girtîgehan re, kontrola zêde ya li ser agahîgirtinê, bi taybet jî zehmetiya agahîgirtina ji girtîgehên dûrî navendên bajaran, girtiyên edlî nikarin tiştên bi serê wan hatin bi rêya çapemeniyê, cihên eleqedar û rêxistinên mafên mirovan re parve bikin lewma jî hejmara girtiyên rastî îşkence û mumaleya xerab tên ji hejmara hatiye destnîşankirin gelek zêdetir e. Di bingeha îşkence û muameleya xerab a li dijî girtiyan de polîtîkaya necezakirinê heye. Peywirdarên girtîgehan ji ber ku nakevin nava fikara lêpirsîn û darizandinê û serlêdanên girtiyan ên ji bo Wezareta Dadê bêencam dimînin, binpêkirinên li girtîgehan jî roj bi roj zêdetir dibin.” 
 
CEZAYÊN DISIPLÎNÊ 
 
Di berdewamiya raporê de ev tişt hatin parvekirin: “Rêveberiyên girtîgehan ji ber hemû nerazîbûnên girtiyan ên li dijî binpêkirinan girtekan digirin û lêpirsînên displînê didin destpêkirin. Heta ku ev sepanên keyfî ewqas pêş ketine ku dema girtî silavê jî didin hev derheqê wan de lêpirsîn tên destpêkirin û cezayên disiplînê tê dayîn. Dema girtî van binpêkirinan ji derve re radigihînin jî rastî heman sepanan tên. Di encama lêpirsînên disiplînê de jî cezayên weke qedexekirina ragihandinê û hucreyê tên birîn. Ya herî girîng jî ew e ku bi vê hincetê înfaza girtiyan tê şewitandin. Jixwe mafên girtiyan ji hêla rêveberiyên girtîgehan ve bi awayekî keyfî tên bikaranîn. Girtiyên nexweş ên rewşa wan giran di sala dawî de bi hinceta ‘rewşa nebaş’ nayên berdan. Jixwe ji ber lêpirsîn û cezayên disiplînê girtî nikarin ji mafê berdana bi kontrol sûd bigirin.” 
 
CEZAYÊ SEWQKIRINÊ
 
Bi domdarî ev binpêkirin hatin parvekirin: “Li gel sepanên ku yekser mafê ewlehiyê û tenduristiyê binpê dikin, her wiha rêveberiyên girtîgehê bi rêbazên cur bi cur zextê li girtiyan dikin û mafên wan binpê dikin. Daxwaza sewqkirinê ya girtiyên ji malbatên xwe dûr jî nayên qebûlkirin. Hinek girtî ji ber şert û mercên giran, têkildarî dosyayên xwe alîkariya hiqûqî xwestine. Dema li raporên binpêkirinên di salên dawî de tê nihêrtin, yek ji binpêkirina herî zêde tê kirin jî sewqên bi darê zorê anku sirgûn in. Di dema sewqkirinê de gelek binpêkirin tên kirin. Demekî pir kin beriya sewqkirinê agahî ji girtiyan re tê dayîn û gelek caran jî qet nayên agahdarkirin. Ev yek pirsgirêkeke mezin e.  Gelek girtî hene ku dema hatin sewqkirin alav û amûrên wan jê re nehatine dayîn. Di dema sewqkirinê û ketina girtîgehan de lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin û dema girtî red dikin jî tên derbkirin. Girtiyên nexwşe jî rastî vê sepanê tên û tedawiya wan gelemperî tê astengkirin. Gelemperî girtî sewqî girtîgehên li dûrî malbatên wan tên kirin. Ev yek ji hêla aborî ve bandoreke mezin li malbatan dike û dike ku peywendiyên malbatan bi tevahî bi girtiyan re qut bibe. 
 
Di Rapora Giştî ya Hejmar 2 ya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê de ji bo serdana di sala 2005’an de hinek pêşniyar kiribûn û heman nêrîn di rapora xwe ya sala 2006’an de jî dubare kir. Di rêza 22’yemîn a raporê de tê gotin ku ji bo peywendiyên malbatan qut nebin divê hewldaneke taybet hebe. Lewma jî divê girtî bi qasî ku ji dest tê li cihên nêzî malbatan bên ragirtin.” 
 
ENCAM Û PÊŞNIYAZΠ
 
Di raporê de beşa encam û pêşniyazan wiha ne: 
 
* Divê di dawî li bûyerên îşkence û lêdanê yên li girtîgehan were anîn. Divê derbarê berpirsiyaran de lêprisîn bê destpêkirin û ceza bê sepandin. Îşkence û mauemeleya rûmet şikandinê û nebaş bi Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye qedexekirin. 
 
* Divê destûr bê dayîn ku saziyên tenduristiyê yên serbixwe biçin girtîgehê û lêkolînê bikin. Divê ji bo van heyetan guhertinên yasayî bên kirin. 
 
* AİHM’in Kaytan-Türkiye kararı uyarınca mahpusların müddetnamelerinde yaşları ve sağlık durumları dikkate alınarak tahliye olabilecekleri uygun bir tarih yer almalıdır.
 
* Divê li gorî xala 14’emîn a PMME’yê hemû sepanên cihêkar ji holê bên rakirin. 
 
* Divê astengiyên li pêşiya weşanên ku derbarê wan de biryara berhevkirinê tune ye û neqedexe ne bên rakirin û ji girtiyan re bên temînkirin û bidin girtiyan. 
 
* Divê daxwaza girtiyên ji malbatên xwe dûr bê qebûlkirin ku wan bibin girtîgehên nêzî malbatên wan. 
 
* DMME’yê serlêdana Abdulkerim Avşar lekolîn kiriye û di 17’ê îlona 2019’an de derbarê vê yekê de binpêkirina maf daye. 
 
* Pêwîste her cure gefên li dijî girtiyan bên bi dawî kirin û pêşî li bûyerên întiharê yên li girtîgehan bên girtin. Divê derbarê kirinên nebaş de lêpirsînên bibandor bên destpêkirin û ceza bê sepandin. 
 
* Li gorî Danezana Mafê Nexeşiya Lîzbon a Yekitiya Tabîban a Cîhanê (1981): Her girtî xwedî mafê tenduristiyê ye û divê hekîm ji her cure sepanan dijmirovî dûr be û wezîfeya xwe li gorî baweriya pîşeya xwe bike. 
 
* Mafê her girtî ye bi tenduristî û têrkirî were xwedîkirin û mafê mirovan ê sereke ye. Girtiyên nexweş mafê wan e ku li gorî reçeteyên bijîşk xwarina wan bê dayîn. Divê îdareyên girtîgehan li gorî bernameyên diyetê ji bo girtiyên nexweş xwarinê bidin. DMME’yê di biryara serlêdana Ebedîn Abî de gotiye ku xwarina girtiyên nexweş li gorî bernameya wan bê temînkirin û heke ev pêk neyê qedexeya mauemeleya li dijî rûmeta mirovahiyê hatiye binpêkirin. 
 
* Divê hejmara personelên tenduristiyê yên li girtîgehan bên zêdekirin. Divê dema ku girtî sewqî girtîgehan bên kirin bi awayek xetere neyên kirin û dawî li hemû sepanên xerab ên di çûnehata nexweşaneyê de were anîn. Divê girtî ne bi wesayîtên rîngêbi ambulansan sewqî nexweşxaneyan bên kirin. Divê wesayîta yek kesî ya rîngê ji holê bê rakirin. 
 
* Pêwîste birina girtiyên nexweş a bo revîrê û nexweşxaneyan bê bilezkirin. Divê were temînkirin ku teşhîs, tedawî û kontrola girtiyên nexweş ji aliyê bijîşkên pispor ve bê kirin. 
 
* Pêwîste dest ji muayene û tedawiya kelemçekirî were berdan û ji ber van sepanan tedawiya gelek girtiyên nexweş nayê kirin. 
 
 
 

Sernavên din

16/01/2023
14:23 Girtiyê ku 40 roj in di greva birçîbûnê de: Dengê me bibihîsin
14:12 Berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ket meha 5’emîn
14:12 Dewleta tirk bi çekên kîmyewî êrişî Zapê dike
14:06 Sancar: Me serî li AYM'ê da, divê biryar bimîne piştî hilbijartinê
13:19 Pêşnûmeya têkildarî hestiyên li Zîlanê bi hinceta ‘gotinên qebe û nexweş’ nehat qebûlkirin
12:20 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
12:17 Iraq li sînor noqteyên kontrolê çêdike
11:53 Malbata Şenyaşar: Êdî bila zilm bidawî bibe
11:40 Faîlê ku 6 meh piştî kuştina Kiliç hate girtin biraziyê parlamenterê MHP’ê derket
11:20 Parlamentera Efxanistanê ya berê Mursel Nebîzade hate qetilkirin
11:06 Parlamenterên HDP’ê: Tecrîdkirina Ocalan, şer dijwartir dike
11:02 Li rawestgeha metrobusê welatiyek jiyana xwe ji dest da
09:52 Hayrî Durmuş nas kir, emrê xwe fedayî gelê xwe kir
09:05 Generalekî Biçûk ê girêdayî doza xwe: Kalo
09:04 Hevserokê OHD’ê: Girtî têkoşîna xwe ya birûmet didomînin
09:02 Li bazarên ku hêviya xizanan e jî her tişt biha ye
09:00 Emîne Şenyaşar ji bo danişînê bang kir: Em li benda her kesî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2023'YAN
15/01/2023
21:58 Bûldan: Gelên Tirkiyeyê wê fîşê AKP’ê û MHP’ê bikişînin
19:06 Çîçek: Hemû bêhiqûqiyan ji Îmraliyê dest pê kir û li welat belav bû
17:15 Diz ketin avahiya MED-DER’ê
16:58 Kalo dê sibe li ser gora xwe bê bibîranîn
16:57 Amedsporê tîma Isparta 32 Sporê 4-0 têk bir
16:06 Li Silopiyayê bernameya jinên dengbêj
14:07 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em soz didin vê desthilatê em ê bişînin
14:04 Mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ bi strana Demîrtaş dest pê kir
13:19 Hevserokên HDP’a Amedê diyar bûn
12:44 Qada Kartalê ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê teng hat
12:16 150 malbatên li Kampa Holê dê bibin Mûsilê
11:44 Kongreya HDP’a Amedê: Sala 2023’yan dê bibe sala azadiya fîzîkî ya Ocalan
11:28 Li Newala Qesaban hevkariya sermaye-îktîdarê
11:08 Li Îzmîrê bi pileya 3.5’an erdhej çêbû
11:06 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê bînin
11:03 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di roja 14’an de didome
10:50 Derket holê ku ciwanê digotin ji zinar ketiye hatiye kuştin
10:49 Li Aryen Komê qeydên qursa muzîkê dest pê kirin
10:17 Bajarên Serhedê qerisîn
10:16 Li Nepalê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 16 kes mirin
10:16 Beriya mitînga Kartalê hinek rê ji trafîkê re hatin girtin
10:15 Li Xarpêtê bi pileya 4,9 erdhej çêbû
09:58 Rojnameger Aştiyan: Berxwedana jinan a li Îranê bandor li zilaman jî kir
09:18 Şaredariya Şirnexê ji aliyê mêran ve tê birêvirin: Tu serlêdanên ji bo xebatên jinan nayên qebûlkirin
09:08 ‘Heta tecrîd neyê rakirin demokrasî jî nayê vî welatî’
09:07 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
09:06 Zarokê ku ketibû xefika çeteya hişbirê hat rizgarkirin!
09:05 Nivîskarê ‘Kûçikê Stalîn’: Armanca sereke ya şanoya kurdî hebûn e
09:03 Jina têkoşer a li ser zar û zimanan: Binevş Agal
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2023'YAN
14/01/2023
21:53 Li Êlihê tundiya zilam
21:21 Stenbol ji bo mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê amade ye
20:24 4 zilamên ku tecawizî zarokekê kiribûn hatin girtin
18:57 Heyeta KESK’ê serdana DBP’ê kir
17:56 Li Stenbol, Mêrsîn û Enqereyê Serê Salê hat pîrozkirin
16:44 Şîna Bayindir bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
16:34 Cenazeyê berxwedêrê rojiya mirinê Kûrt anîn Tirkiyeyê
16:33 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê hukmen bi ser ket
16:31 Ji ber nûçeyê derbarê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hat destpêkirin
16:30 Dayikên Şemiyê: Divê faîlên Canan bên cezakirin
16:30 Komeleya 78’an a Amedê kongreya xwe li dar xist
15:56 ÎHD’a Stenbolê xwest Siddik Guler ê 83 salî bê berdan
15:38 Her ku diçe rewşa girtiyê nexweş Tanhan xerab dibe
15:22 DBP: Bila tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
15:18 Baroya Colemêrg serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Serdana Şînê: Sekna Bubo Taş, li dijî tecrîdê serhildan e
13:55 Sûngûr ê li Gabarê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
13:52 Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk: Em ê bi têkoşîna hevpar bi ser bikevin
13:44 Malbatên windakiriyan xwestin kujer bên cezakirin
12:38 Odeyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi kamerayan tên şopandin
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi daxwaza xwe ya edaletê di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:27 Tirkiye zexta ‘ser komkujiyê binuximîne’ li Fransayê dike
11:15 Ji serlêdanê re 87 roj in bersiv nayê dayîn: Wezareta Dadê sûc dike
10:07 Tifaqa Ked û Azadiyê bi mitîngê heyama nû dide destpêkirin
10:05 Li Wanê dikandarên halê di nav krîzê de ne
09:37 Li Sûriyeyê leşkerek tirk hat kuştin
09:35 Şûraya Dewletê dosyeya zarokê 14 salî ku hatibû qetilkirin xera kir
09:02 Guven jî di nav de cezayê li 27 kesan hatibû birîn hat xerakirin
09:02 Xelkê Geverê: Xezîneya herî mezîn vîn û rêxistina me ye
09:02 Ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Qadir: Ji bilî tifaq û yekitiyê tu çekeke me ya din nîne
09:02 'Civaka êzidî wê bi sûîqastên MÎT'ê xelas nebe'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:52 Konsera kurdî bi gefa polîsan hate betalkirin
08:40 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Veysî Taş çalakî li dar xist
13/01/2023
23:07 Konsera 'serê salê' hat lidarxistin
20:09 Li Cizîrê serê salê hat pîrozkirin
18:20 Ji bo mîtînga Tifaqa Ked û Azadiyê belavok hatin belavkirin
16:04 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: Binpêkirin zêde dibin
16:00 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:57 Leşkerên tirk gule berdan zarokên li ber sewalan: 2 zarok birîndar bûn
15:33 Li Amedê Serê Salê hate pîrozkirin
15:31 Ji bo Mêrdîn ku li Şengalê hatibû qetilkirin şîn hate danîn
15:30 Rojnamevan Sezgîn Kartal hat girtin
15:15 Çûna Bulbul a Ewropayê hat astengkirin
15:07 Rewşenbîr û nivîskar: Dengên me ji bo kesên aştiyê dixwazin e
14:22 Di doza xelatkirina JIN TV de biryarên AYM’ê li ber çavan nehatin girtin
14:21 Veysî Taş ê ku xwe şewitand: Ez ji bo Rêbertiyê canê xwe feda dikim
13:36 Derbarê rojnamevan Kartal de biryara girtinê hate dayîn
13:35 Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
13:31 Malbata Şenyaşar parlamenterên AKP’î vexwend danişînê
13:18 Li Silêmaniyê di qada gazê de teqînek çêbû
12:51 Li Qoserê Serê Salê hat pîrozkirin