'Civaka êzidî wê bi sûîqastên MÎT'ê xelas nebe'

  • rojane
  • 09:02 14 Çile 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Xweser a Şengalê Heso Îbrahîm diyar kir ku aramnca suîqastan ew e ku êzidî bê pêşeng bimînin û got: "Dixwazin îradeya civaka êzidî di şexsê pêşengan de têk bibin û bişkinin." Hevseroka PADÊ Macîde Dexîlê jî got: "Bi hemû hebûna xwe êrişî êzidiyan dikin, lê nikarin xelas bikin. Em neqediyane û em ê neqedin jî" 
 
Di sala 2020'an de di navbera PDK'ê û hikûmeta navendî ya Iraqê ve bi hevkariya Tirkiyeyê ve peymana 9'ê Cotmehê hat îmzekirin. Bi îmzekirina peymanê re êriş û dorpêça li ser Şengalê jî dest pê kir. Di êrişan de ku bi hevkariya PDK'ê ve hatin destpêkirin, tenê di nava 2 salan de bi dehan pêşengên civaka êzidî hedef hatin girtin û qetilkirin. Di 15’ê Çileya 2020’an de Fermandarê Giştî yê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî li gundê Digurê yê navçeya Sinûnê ya Şengalê hedef hat girtin. Şengalî û şervanê YBŞ’ê Şervan Cilo jiyana xwe ji dest dan. Di 16'ê Tebaxa 2021'ê de Fermandarê YBŞ'ê Seîd Hesen di encama êrişeke hewayî de hat qetilkirin, di 7’ê Kanûna 2021’ê de Hevserokê Meclîsa Xweser a Şengalê Merwan Bedel di êrişa bi SÎHA’yan de hat qetilkirin. Di 2’yê Çileyê de bi hevkariya Tirkiye û PDK’ê li bajarokê Tilezêrê yê Şengalê li dijî rewşenbîrê kurd Menal Mêrdîn êrişeke suîqestê pêk hat û Mêrdîn hat qetilkirin. Êrişên suîqestê yên li dijî pêşengên êzidî dewam dikin û têkoşîna êzidiyan a li dijî van êrişan jî didome. 
 
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Xweser a Şengalê Heso Îbrahîm û Hevseroka Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Macîde Dexîlê têkildarî êrişan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn. 
 
'DI ŞEXSÊ PÊŞENGAN DE DIXWAZIN VÎNA ÊZIDIYAN BIŞKÎNIN'
 
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Xweser a Şengalê Heso Îbrahîm diyar kir ku di dîrokê de heta niha êrişên li dijî pêşengên êzidiyan qet nesekînine û wiha axivî: "Gelek pêşengên me û kesên ku berpirsyartiya Şengalê girtine ser milê xwe hedef hatin nişandin û hatin qetilkirin. Mam Zekî de hevalê Seîd, Zerdeşt, Dijwar, Merwan Bedel, Azad, Berxwedan bi destê xiyanetê hatin qetilkirin. Ev polîtîkayên şerê taybet ne yên cara ewil in ku li ser civaka êzidî tên meşandin. Ji serdema osmaniyan heta roja me ya îro van polîtîkayên qirkirinê didin meşandin. Di dîrokê de heta roja me ya îro di şexsê Derwêşê Evdî, bi sedan pêşengên vê civakê hedef hatine girtin. Hebûna civaka êzidî naxwazin û naxwazin ku êzidî bi hebûna xwe li ser axa xwe bijîn. Dixwazin ku îradeya civaka êzidî di şexsê pêşengan de têk bibin û bişikinin. Ji ber ku dizanin ku gava civaka êzidî xwe birêxistin bike û xwe pêşve bibe dê hesabê van komkujiyan ji PDK'ê û dewleta tirk bipirse. Ji ber vê jî ditirsin û pêşengên civakê hedef digirin."
 
'BI SUÎQASTAN DIXWAZIN ŞENGALÊ VALA BIKIN'
 
Îbrahîm di berdewamê de anî ziman ku armanca van êrişan valakirina Şengalê ye û tê xwestin ku êzidiyan bê pêşeng bihêlin. Îbrahîm wiha domand: "Di sala 2014'an de bi fikra DAÎŞ'ê li vir şereke taybet dan meşandin. DAÎŞ çawa mirovan dikuje, çawa serê mirovan jê dike, çawa destdirêjiyê dike yek bi yek nîşan didan. Di wê demî de ev polîtîkayên xwe gelek baş dan meşandin. Li vir polîtîkayên şerê taybet pircureyî didin meşandin. Piştî tifaqa 9'ê Cotmehê li ser çapemeniya xwe ya aligîr jî ev polîtîka dan meşandin. Weke ku Iraq bikeve Şengalê wê êzidiyan tune bikin, nişan dan. Bi van weşanên xwe pêşî li ber tirsê vekirin. Ji bo ku civaka êzidî bitirsinin û nêçar bihêlin ku axa xwe terk bike, serî li van polîtîkayan dan. Ev şerê ku bi berpirsyariya Kazimî îsal hat meşandin û PDK'ê jî polîtîkayên xwe yên taybet ê şer xistin dewreyê. Li herêmê tirsê bi rêxistin kirin û bi carekî de gelê me dan koçberkirin. Dixwazin ku civaka êzidî ji axa Şengalê koçber bikin. Dixwazin Şengalê tune bikin. Li gelek deran ax û warê êzidiyan ji destê wan derketiye û tenê Şengal maye. Ji ber wê jî dixwazin ku Şengalê jî bi van polîtîkayên xwe û suîqastên xwe vala bikin û tune bikin. Di şerê sala 2014'an de, di şerê DAÎŞ'de dibe ku di hin kêliyan de gihîştibin armanca xwe. Lê piştî ku civaka êzidî xwe birêxistin kir ev planên wan têk çûn û nagihijin armanca xwe."
 
'BERSIVA HERÎ XURT VEGERA ŞENGALÊ YE'
 
Heso Îbrahîm da zanîn ku her polîtîkayeke ku MÎT li herêmê dide meşandin bi hevkariya PDK'ê pêk tê û got: "Di her suîqastên li dijî pêşengên êzidiyan de tiliya PDK'ê heye. Niha tu ferq û cudahiya PDK'ê û MÎT'ê nema ye. Her du jî yek in. Em nikarin MÎT û PDK'ê ji hev cuda bikin. Îro xebatên xwe yên li Şengalê jî li ser milê Parastinê didin meşandin. Li dijî van polîtîkayan divê em bêtir xwe birêxistin bikin. Îradeya civaka êzidî ji hemû planên wan mezintir in. Divê êdî civaka me bi xwe bihese. Li dijî van êrişan û planên qirêj bersiva herî xurt vegera li ser Şengalê ye. Divê civaka me vegere ser cih û warê xwe."
 
'BI HEMÛ HEBÛNA XWE ÊRİŞ DIKIN'
 
Hevseroka PADÊ Macîde Dexîlê jî anî ziman ku ji berê heta niha her desthilatdariyek xwestiye ku serê êzidiyan bitewîne û bi xwe ve girêbide û ev tişt gotin: "Êrişên li ser civaka êzidî her tim berdewam dikin. Ev êriş tu carî xelas nebûne. Heta niha kê pêşengiya civaka êzidî kiribe hedef hatiye girtin. Her êzidiyê ku serê xwe radike dixwazin serê wî bitewînin. Ji bo ku serê wan bitewînin çi ji destê wan tê dikin. Bi hedefgirtina pêşengan jî dixwazin ku êzidiyan ji daxwaza Şengaleke Xweser dûr bixînin. Ji ber vê jî çi qasî hêza wan hebe li dijî civaka êzidî bi kar tînin. Lê heviya me ji gelê me heye. Em di wê baweriyê de ne ku civaka me van êrişan qebûl neke û rabe ser pêyan. Naxwazin êzidî li ser xaka xwe azad bijîn. Lê bi sedan êzidî hene ku şûna pêşengên me yên hatine qetilkirin bigirin. Bi salan e bi hemû hebûna xwe êrişî êzidiyan dikin, lê xelas nakin. Em neqediyane û em ê neqedin jî. Li dijî van êrişan dê tekoşîna me bidome. Bi kuştinan çavê me natirse, em ê bêtir têbikoşin û bêtir li doza xwe xwedî derbikevin."
 

Sernavên din

16/01/2023
14:23 Girtiyê ku 40 roj in di greva birçîbûnê de: Dengê me bibihîsin
14:12 Berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ket meha 5’emîn
14:12 Dewleta tirk bi çekên kîmyewî êrişî Zapê dike
14:06 Sancar: Me serî li AYM'ê da, divê biryar bimîne piştî hilbijartinê
13:19 Pêşnûmeya têkildarî hestiyên li Zîlanê bi hinceta ‘gotinên qebe û nexweş’ nehat qebûlkirin
12:20 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
12:17 Iraq li sînor noqteyên kontrolê çêdike
11:53 Malbata Şenyaşar: Êdî bila zilm bidawî bibe
11:40 Faîlê ku 6 meh piştî kuştina Kiliç hate girtin biraziyê parlamenterê MHP’ê derket
11:20 Parlamentera Efxanistanê ya berê Mursel Nebîzade hate qetilkirin
11:06 Parlamenterên HDP’ê: Tecrîdkirina Ocalan, şer dijwartir dike
11:02 Li rawestgeha metrobusê welatiyek jiyana xwe ji dest da
09:52 Hayrî Durmuş nas kir, emrê xwe fedayî gelê xwe kir
09:05 Generalekî Biçûk ê girêdayî doza xwe: Kalo
09:04 Hevserokê OHD’ê: Girtî têkoşîna xwe ya birûmet didomînin
09:02 Li bazarên ku hêviya xizanan e jî her tişt biha ye
09:00 Emîne Şenyaşar ji bo danişînê bang kir: Em li benda her kesî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2023'YAN
15/01/2023
21:58 Bûldan: Gelên Tirkiyeyê wê fîşê AKP’ê û MHP’ê bikişînin
19:06 Çîçek: Hemû bêhiqûqiyan ji Îmraliyê dest pê kir û li welat belav bû
17:15 Diz ketin avahiya MED-DER’ê
16:58 Kalo dê sibe li ser gora xwe bê bibîranîn
16:57 Amedsporê tîma Isparta 32 Sporê 4-0 têk bir
16:06 Li Silopiyayê bernameya jinên dengbêj
14:07 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em soz didin vê desthilatê em ê bişînin
14:04 Mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ bi strana Demîrtaş dest pê kir
13:19 Hevserokên HDP’a Amedê diyar bûn
12:44 Qada Kartalê ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê teng hat
12:16 150 malbatên li Kampa Holê dê bibin Mûsilê
11:44 Kongreya HDP’a Amedê: Sala 2023’yan dê bibe sala azadiya fîzîkî ya Ocalan
11:28 Li Newala Qesaban hevkariya sermaye-îktîdarê
11:08 Li Îzmîrê bi pileya 3.5’an erdhej çêbû
11:06 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê bînin
11:03 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di roja 14’an de didome
10:50 Derket holê ku ciwanê digotin ji zinar ketiye hatiye kuştin
10:49 Li Aryen Komê qeydên qursa muzîkê dest pê kirin
10:17 Bajarên Serhedê qerisîn
10:16 Li Nepalê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 16 kes mirin
10:16 Beriya mitînga Kartalê hinek rê ji trafîkê re hatin girtin
10:15 Li Xarpêtê bi pileya 4,9 erdhej çêbû
09:58 Rojnameger Aştiyan: Berxwedana jinan a li Îranê bandor li zilaman jî kir
09:18 Şaredariya Şirnexê ji aliyê mêran ve tê birêvirin: Tu serlêdanên ji bo xebatên jinan nayên qebûlkirin
09:08 ‘Heta tecrîd neyê rakirin demokrasî jî nayê vî welatî’
09:07 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
09:06 Zarokê ku ketibû xefika çeteya hişbirê hat rizgarkirin!
09:05 Nivîskarê ‘Kûçikê Stalîn’: Armanca sereke ya şanoya kurdî hebûn e
09:03 Jina têkoşer a li ser zar û zimanan: Binevş Agal
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2023'YAN
14/01/2023
21:53 Li Êlihê tundiya zilam
21:21 Stenbol ji bo mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê amade ye
20:24 4 zilamên ku tecawizî zarokekê kiribûn hatin girtin
18:57 Heyeta KESK’ê serdana DBP’ê kir
17:56 Li Stenbol, Mêrsîn û Enqereyê Serê Salê hat pîrozkirin
16:44 Şîna Bayindir bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
16:34 Cenazeyê berxwedêrê rojiya mirinê Kûrt anîn Tirkiyeyê
16:33 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê hukmen bi ser ket
16:31 Ji ber nûçeyê derbarê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hat destpêkirin
16:30 Dayikên Şemiyê: Divê faîlên Canan bên cezakirin
16:30 Komeleya 78’an a Amedê kongreya xwe li dar xist
15:56 ÎHD’a Stenbolê xwest Siddik Guler ê 83 salî bê berdan
15:38 Her ku diçe rewşa girtiyê nexweş Tanhan xerab dibe
15:22 DBP: Bila tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
15:18 Baroya Colemêrg serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Serdana Şînê: Sekna Bubo Taş, li dijî tecrîdê serhildan e
13:55 Sûngûr ê li Gabarê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
13:52 Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk: Em ê bi têkoşîna hevpar bi ser bikevin
13:44 Malbatên windakiriyan xwestin kujer bên cezakirin
12:38 Odeyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi kamerayan tên şopandin
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi daxwaza xwe ya edaletê di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:27 Tirkiye zexta ‘ser komkujiyê binuximîne’ li Fransayê dike
11:15 Ji serlêdanê re 87 roj in bersiv nayê dayîn: Wezareta Dadê sûc dike
10:07 Tifaqa Ked û Azadiyê bi mitîngê heyama nû dide destpêkirin
10:05 Li Wanê dikandarên halê di nav krîzê de ne
09:37 Li Sûriyeyê leşkerek tirk hat kuştin
09:35 Şûraya Dewletê dosyeya zarokê 14 salî ku hatibû qetilkirin xera kir
09:02 Guven jî di nav de cezayê li 27 kesan hatibû birîn hat xerakirin
09:02 Xelkê Geverê: Xezîneya herî mezîn vîn û rêxistina me ye
09:02 Ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Qadir: Ji bilî tifaq û yekitiyê tu çekeke me ya din nîne
09:02 'Civaka êzidî wê bi sûîqastên MÎT'ê xelas nebe'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:52 Konsera kurdî bi gefa polîsan hate betalkirin
08:40 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Veysî Taş çalakî li dar xist
13/01/2023
23:07 Konsera 'serê salê' hat lidarxistin
20:09 Li Cizîrê serê salê hat pîrozkirin
18:20 Ji bo mîtînga Tifaqa Ked û Azadiyê belavok hatin belavkirin
16:04 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: Binpêkirin zêde dibin
16:00 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:57 Leşkerên tirk gule berdan zarokên li ber sewalan: 2 zarok birîndar bûn
15:33 Li Amedê Serê Salê hate pîrozkirin
15:31 Ji bo Mêrdîn ku li Şengalê hatibû qetilkirin şîn hate danîn
15:30 Rojnamevan Sezgîn Kartal hat girtin
15:15 Çûna Bulbul a Ewropayê hat astengkirin
15:07 Rewşenbîr û nivîskar: Dengên me ji bo kesên aştiyê dixwazin e
14:22 Di doza xelatkirina JIN TV de biryarên AYM’ê li ber çavan nehatin girtin
14:21 Veysî Taş ê ku xwe şewitand: Ez ji bo Rêbertiyê canê xwe feda dikim
13:36 Derbarê rojnamevan Kartal de biryara girtinê hate dayîn
13:35 Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
13:31 Malbata Şenyaşar parlamenterên AKP’î vexwend danişînê
13:18 Li Silêmaniyê di qada gazê de teqînek çêbû
12:51 Li Qoserê Serê Salê hat pîrozkirin