Ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Qadir: Ji bilî tifaq û yekitiyê tu çekeke me ya din nîne

  • rojane
  • 09:02 14 Çile 2023
  • |
img
AMED - Endamê Polîtburoya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Bêkas Qadir got: “Dagirkerên Kurdistanê li dijî xebat û têkoşîna gelê kurd heya roja îro jî çek û hêzê bikar tînin û nayên ser maseya diyalogê ku pirsgirêka kurdî çareser bikin.”
 
Endamê Polîtburoya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Bêkas Qadir ku li Herêma Kurdistana Federe di nava siyasetê de ye, li ser pirsgirêkên siyaseta kurdan sekinî û pirsên me yên têkildarî serîhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bersivandin. 
 
Qadir da zanîn ku di vê rewşê de ew dibînin ku derfeteke baş ji bo pêşxistina têkoşîna gelê kurd li hemû Kurdistanê çêbûye. Qadir diyar kir ku li ser wan û hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê ferz e ku li her çar aliyên Kurdistanê yekîtî û yekrêzîyê pêk bînin û got: “Divê em stratejiyeke neteweyî ya hevbeş darêjin. Ev yekîtî û stratejiya hevbeş xwesteka hemû Kurdistanê ye. Bi vî awayî jî, em dikarin di asta herêmê û di asta navneteweyî de jî xebat û têkoşîna xwe xurttir bikin.”
 
‘HÊZÊN CÎHANÊ PIŞTGIRIYÊ DIDIN KURDAN’
 
Qadir bal kişand ser siyaseta hêzên cihanê ya li hemberî kurdan û bi lêv kir ku ew dikarin piştevanî û hevsoziya navneteweyî ji bo xebat û têkoşîna xwe, ji bo daxwazên xwe yên rewa bi dest bixin û zêdetir bikin. Qadir anî ziman ku ji bo kurdan di navbera derfetên îro û yên paşerojê de ferq heye û wiha pê de çû: "Di paşerojê de civaka navneteweyî û nemaze Amerîka û Ewropayê piştevaniya dewletên dagirker ên Kurdistanê dikirin û pişta xwe didan tevgerên rizgarîxwaz ên Kurdistanê. Niha têgihiştinek çêbûye, derfetek çêbûye û di asta navneteweyî de piştevaniya xebat û têkoşîna gelê kurd tê kirin. Lewra divê em hewl bidin ku sûd ji vê piştevaniyê wergirin û vê piştevaniyê zêdetir bikin, da ku em bikaribin nasnameya xwe di van welatên dagirker de mîsoger bikin.”
 
‘DIVÊ ÊDÎ GELÊ KURD VÊ ZILMÊ QEBÛL NEKE’
 
Qadir axaftina xwe wiha domand: “Mixabin heya roja îro jî li bakûr, rojava û rojhilatê Kurdistanê maf nîn e ku kurd bi zimanê dayika xwe bixwînin. Ev yek ji mafên xwezayî yê her mirovî ye. Divê êdî gelê kurd vê zilmê qebûl neke û ji bo tunekirina vê zilmê hewl bide. Pêwîst e kurd xebateke xurt ji bo bidestxistina hemû maf û daxwazên xwe pêk bînin. Nabe ku kurd li Rojhilata Navîn tune bên hesibandin. Em ji mafên xwe zêdetir tiştekî naxwazin. Lewra mafê me ye ku bi her awayî xebat û têkoşîna xwe pêş bixin.”
 
‘JI BO ARMANCÊN XWE YÊN BINGEHÎN HEWL BIDIN’
 
Qadir bi lêv kir ku hewl û daxwaza wan ew e ku bi rêya aştî û demokrasiyê û bi rêya diyalogê mafên xwe bi dest bîxin. Qadir, wiha got: “Lê dagirkerên Kurdistanê li hemberî xebat û têkoşîna gelê kurd heya roja îro jî çek û hêzê bi kar tînin û nayên ser maseya diyalogê ku pirsgirêka kurd çareser bikin. Bêyî çêreserkirina pirsgirêka kurd a bi rêya aştiyane li Îran, Sûriyê, Tirkiye û Rojhilata Navînê seqamgirî (îstîkrar) û ewlehî mîsoger nabe. Kurd îro di van dewletan de ji bo guherînên demokratîk, seqamgirî û aramiyê hêmaneke giring in. Lewra divê em hemû îro hewl û têkoşînê ji bo dabînkirina maf û azadiyên xwe pêk bînin. Divê hêzên siyasî yên Kurdistanê pirsgirêk û giriftên xwe yên navxweyî deynin aliyekî û ji bo dabînkirina armancên xwe yên bingehîn hewl bidin.”
 
BANGAWAZÎ
 
Qadir bal kişand ser rewşa Rojhilatê Kurdistanê jî û destnîşan kir ku pêdiviya gelê Rojhilatê Kurdistanê îro ji piştevaniya derveyî zêdetir, bi piştevaniya kurdên hemû aliyên din ên Kurdistanê heye û ji bo vê ev tişt anîn zimên: "Panela ku çend roj berê li Amedê bi rê ve çû jî, peyamek e giring û derbirîna piştevanîyê ye ji bo wan. Li Başûrê Kurdistanê jî me wekî Partiya Zehmetkêş, Partiya Komunîst, bizava demokratîk a gelê Kurdistanê xwepêşandan li dar xistin û piştevaniya daxwazên wan kir. Lewra li ser hemû milên Kurdistanê ferz e ku piştevaniya daxwazên rewa yên gelê Rojhilatê Kurdistanê bikin. Ew di bin zilmê de ne, ew tên darvekirin. Sedema vê çendê jî ev e ku daxwaza mafên xwe dikin. Çawa ku min berê jî diyar kir, ew ji mafê xwe zêdetir tiştekî naxwazin. Li ser vê bingehê jî, piştevaniya kurdan a ji bo hev, ji bo gelê kurd pir giring e.”
 
‘LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ SIYASETA DAGIRKERAN SERDEST E’
 
Qadir ji bo pirsgirêkên li Başûrê Kurdistanê jî ev tişt gotin: “Hê jî hikûmeta Îraqê wan mafan nade me ku di qanûnê de ji bo me hatine berçavgirtin. Mixabin di nav me bi xwe de jî nakokî hene. Heya ku ew nakokî hebin, em nikarin hemû maf û daxwaziyên xwe li Îraqê mîsoger bikin. Her wiha em nikarin piştevaniya pêwîst a xebat û têkoşîna aliyên din ên Kurdistanê jî bikin. Lewra di rastiyê de îro başûrê Kurdistanê di qonaxeke hestiyar de derbas dibe. Li başûrê Kurdistanê siyaseta dagirker ya Tirkiye û Îranê serdest e. Ev jî dibe sedemê astengiyan.”
 
Qadir têkildarî siyaseta hikûmeta başûrê Kurdistanê jî wiha got: “Siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi xwe li hember milên din ên Kurdistanê siyaseteke bêalî ye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel dewletên Îran û Tirkiyeyê xwedî peywendiyên bazirganî ye. Vê herêmê hevsengiyek parastiye. Le em gelê kurd li başûr piştevaniya xebat û têkoşîna aliyên din ên Kurdistanê dikin û vê yekê wekî erkeke neteweyî û exlaqî dibînin.”
 
YEKITÎ
 
Qadir di dawiyê de bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî neteweyî û got: “Di rewşa îroyîn de, hêzên siyasî yên her çar milên Kurdistanê ji bilî tifaq û yekrêzî û hebûna siyaset û stratejiyeke hevbeş tu çekeke din nîn e. Çeka me ya herî xurt ji bo rûbirûbûna li gel metirsiyên heyî û bidestxistina mafên me û pêşxistina xebatan tenê yekîtî û rêkeftin e. Lewra bangawaziya me ji bo hemû hêz û partiyên siyasî ev e ku nakokiyan deynin aliyekî û ber bi yekitî û rêkeftinê ve biçin."
 
 

Sernavên din

16/01/2023
14:23 Girtiyê ku 40 roj in di greva birçîbûnê de: Dengê me bibihîsin
14:12 Berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ket meha 5’emîn
14:12 Dewleta tirk bi çekên kîmyewî êrişî Zapê dike
14:06 Sancar: Me serî li AYM'ê da, divê biryar bimîne piştî hilbijartinê
13:19 Pêşnûmeya têkildarî hestiyên li Zîlanê bi hinceta ‘gotinên qebe û nexweş’ nehat qebûlkirin
12:20 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
12:17 Iraq li sînor noqteyên kontrolê çêdike
11:53 Malbata Şenyaşar: Êdî bila zilm bidawî bibe
11:40 Faîlê ku 6 meh piştî kuştina Kiliç hate girtin biraziyê parlamenterê MHP’ê derket
11:20 Parlamentera Efxanistanê ya berê Mursel Nebîzade hate qetilkirin
11:06 Parlamenterên HDP’ê: Tecrîdkirina Ocalan, şer dijwartir dike
11:02 Li rawestgeha metrobusê welatiyek jiyana xwe ji dest da
09:52 Hayrî Durmuş nas kir, emrê xwe fedayî gelê xwe kir
09:05 Generalekî Biçûk ê girêdayî doza xwe: Kalo
09:04 Hevserokê OHD’ê: Girtî têkoşîna xwe ya birûmet didomînin
09:02 Li bazarên ku hêviya xizanan e jî her tişt biha ye
09:00 Emîne Şenyaşar ji bo danişînê bang kir: Em li benda her kesî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2023'YAN
15/01/2023
21:58 Bûldan: Gelên Tirkiyeyê wê fîşê AKP’ê û MHP’ê bikişînin
19:06 Çîçek: Hemû bêhiqûqiyan ji Îmraliyê dest pê kir û li welat belav bû
17:15 Diz ketin avahiya MED-DER’ê
16:58 Kalo dê sibe li ser gora xwe bê bibîranîn
16:57 Amedsporê tîma Isparta 32 Sporê 4-0 têk bir
16:06 Li Silopiyayê bernameya jinên dengbêj
14:07 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em soz didin vê desthilatê em ê bişînin
14:04 Mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ bi strana Demîrtaş dest pê kir
13:19 Hevserokên HDP’a Amedê diyar bûn
12:44 Qada Kartalê ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê teng hat
12:16 150 malbatên li Kampa Holê dê bibin Mûsilê
11:44 Kongreya HDP’a Amedê: Sala 2023’yan dê bibe sala azadiya fîzîkî ya Ocalan
11:28 Li Newala Qesaban hevkariya sermaye-îktîdarê
11:08 Li Îzmîrê bi pileya 3.5’an erdhej çêbû
11:06 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê bînin
11:03 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di roja 14’an de didome
10:50 Derket holê ku ciwanê digotin ji zinar ketiye hatiye kuştin
10:49 Li Aryen Komê qeydên qursa muzîkê dest pê kirin
10:17 Bajarên Serhedê qerisîn
10:16 Li Nepalê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 16 kes mirin
10:16 Beriya mitînga Kartalê hinek rê ji trafîkê re hatin girtin
10:15 Li Xarpêtê bi pileya 4,9 erdhej çêbû
09:58 Rojnameger Aştiyan: Berxwedana jinan a li Îranê bandor li zilaman jî kir
09:18 Şaredariya Şirnexê ji aliyê mêran ve tê birêvirin: Tu serlêdanên ji bo xebatên jinan nayên qebûlkirin
09:08 ‘Heta tecrîd neyê rakirin demokrasî jî nayê vî welatî’
09:07 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
09:06 Zarokê ku ketibû xefika çeteya hişbirê hat rizgarkirin!
09:05 Nivîskarê ‘Kûçikê Stalîn’: Armanca sereke ya şanoya kurdî hebûn e
09:03 Jina têkoşer a li ser zar û zimanan: Binevş Agal
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2023'YAN
14/01/2023
21:53 Li Êlihê tundiya zilam
21:21 Stenbol ji bo mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê amade ye
20:24 4 zilamên ku tecawizî zarokekê kiribûn hatin girtin
18:57 Heyeta KESK’ê serdana DBP’ê kir
17:56 Li Stenbol, Mêrsîn û Enqereyê Serê Salê hat pîrozkirin
16:44 Şîna Bayindir bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
16:34 Cenazeyê berxwedêrê rojiya mirinê Kûrt anîn Tirkiyeyê
16:33 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê hukmen bi ser ket
16:31 Ji ber nûçeyê derbarê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hat destpêkirin
16:30 Dayikên Şemiyê: Divê faîlên Canan bên cezakirin
16:30 Komeleya 78’an a Amedê kongreya xwe li dar xist
15:56 ÎHD’a Stenbolê xwest Siddik Guler ê 83 salî bê berdan
15:38 Her ku diçe rewşa girtiyê nexweş Tanhan xerab dibe
15:22 DBP: Bila tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
15:18 Baroya Colemêrg serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Serdana Şînê: Sekna Bubo Taş, li dijî tecrîdê serhildan e
13:55 Sûngûr ê li Gabarê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
13:52 Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk: Em ê bi têkoşîna hevpar bi ser bikevin
13:44 Malbatên windakiriyan xwestin kujer bên cezakirin
12:38 Odeyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi kamerayan tên şopandin
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi daxwaza xwe ya edaletê di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:27 Tirkiye zexta ‘ser komkujiyê binuximîne’ li Fransayê dike
11:15 Ji serlêdanê re 87 roj in bersiv nayê dayîn: Wezareta Dadê sûc dike
10:07 Tifaqa Ked û Azadiyê bi mitîngê heyama nû dide destpêkirin
10:05 Li Wanê dikandarên halê di nav krîzê de ne
09:37 Li Sûriyeyê leşkerek tirk hat kuştin
09:35 Şûraya Dewletê dosyeya zarokê 14 salî ku hatibû qetilkirin xera kir
09:02 Guven jî di nav de cezayê li 27 kesan hatibû birîn hat xerakirin
09:02 Xelkê Geverê: Xezîneya herî mezîn vîn û rêxistina me ye
09:02 Ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Qadir: Ji bilî tifaq û yekitiyê tu çekeke me ya din nîne
09:02 'Civaka êzidî wê bi sûîqastên MÎT'ê xelas nebe'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:52 Konsera kurdî bi gefa polîsan hate betalkirin
08:40 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Veysî Taş çalakî li dar xist
13/01/2023
23:07 Konsera 'serê salê' hat lidarxistin
20:09 Li Cizîrê serê salê hat pîrozkirin
18:20 Ji bo mîtînga Tifaqa Ked û Azadiyê belavok hatin belavkirin
16:04 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: Binpêkirin zêde dibin
16:00 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:57 Leşkerên tirk gule berdan zarokên li ber sewalan: 2 zarok birîndar bûn
15:33 Li Amedê Serê Salê hate pîrozkirin
15:31 Ji bo Mêrdîn ku li Şengalê hatibû qetilkirin şîn hate danîn
15:30 Rojnamevan Sezgîn Kartal hat girtin
15:15 Çûna Bulbul a Ewropayê hat astengkirin
15:07 Rewşenbîr û nivîskar: Dengên me ji bo kesên aştiyê dixwazin e
14:22 Di doza xelatkirina JIN TV de biryarên AYM’ê li ber çavan nehatin girtin
14:21 Veysî Taş ê ku xwe şewitand: Ez ji bo Rêbertiyê canê xwe feda dikim
13:36 Derbarê rojnamevan Kartal de biryara girtinê hate dayîn
13:35 Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
13:31 Malbata Şenyaşar parlamenterên AKP’î vexwend danişînê
13:18 Li Silêmaniyê di qada gazê de teqînek çêbû
12:51 Li Qoserê Serê Salê hat pîrozkirin