Zarokê ku ketibû xefika çeteya hişbirê hat rizgarkirin!

  • rojane
  • 09:06 15 Çile 2023
  • |
img

AMED -Li dibistaneke Yenîşehîr a Amedê xwendekarê bi navê N.L. dikeve xefika çeteya tiryakê. Malbata wî ferq dike û zarokê xwe ji xefika tora hişbirê rizgar dike. N.L. bang li zarok û ciwanan kir ku hay ji xwe hebin.  

 
N.L. xwendekarê Dibistana Amadehî ya Ahmet Arîf a navçeya Yenîşehîr a Amedê ye. Naçe dibistanê û malbata wî pê nizane. Malbat paşê ferq dike ku zarokê wan naçe dibistanê. Lêkolîn dike ku zarokê wan ketiye xefika çeteya hişbirê. Malbat vê carê dikeve nava rizgarkirina lawê xwe yê ketiye xefikê û wî jê rizgar dike. Li wê dibistana N.L., zarokê bi navê Y.Y. heye û zarokan dixe nava xefika hişbirê û fihûşê. Hat zanîn ku vî kesê navborî ji wê dibistanê dişînin Dibistana Amadehî ya Anadoluyê ya Orhan Asena. 
 
Li ser agahiyên malbata N.L. ku dan bi me re parve kirin, me jî demek derûdora dibistanan çaverê kir. Derûdora her du dibistanan jî teslîmî van kesên ku qala wan tê kirin, bûye. Gelek zilamên temenê wan mezin û biçûk hene ku hirkayên bi kumik li xwe dikin û diğerin. Di çav û rûyê sor bûne, werîmîne û awirên bixof didin mirovan. Ev kesên navborî, nêzî wexta ku xwendekar ji dibistanê derdikevin, li derûdora dibistanê sekinandî ne û diğerin. 
 
‘DI NAV DIBISTANÊ DE TIRYAKÊ DIFIROŞIN’ 
 
Hediye L. xwişka N.L. ye. Hediyeyê diyar kir ku da zanîn ku hê dema nû birayê wê ketiye nava vê çeteye daxilî pêvajoyê bûye û ji ber ku destpêkê ferq kirine wî rizgar kirine. Hediyeyê got dibistan li wan geriyaye û agahiya ku birayê wî naçe dibisanê daye wan û li ser vê yekê ferq kirine û her tiştî hîn bûne. Hediyeyê da zanîn ku serkêşiya Y.Y. ê xwendekar birayê wî ketiye nava wê xefikê û gelek kesên tiryakkêş û firoşkarê tiryakê bi pêwendiya Y.Y. diçin derdora dibistanê û ew jî dikevin pey vê yekê. Hediyeyê diyar kir ku ev çete dikeve heta nava dibistanê û her cure şantaşê û gefê li xwendekaran dixwin. 
 
DIBISTANA WÎ GUHERTINE 
 
Bi domdarî Hediyeyê anî ziman ku piştî ew vê yekê ferq dikin dibistana birayê xwe diguherîne û xwest hemû malbat ji bo zarokên xwe li dijî van çeteyan hişyar bin û emanetî zarokên xwe bin. Hediyeyê got Y.Y. bi zanebûn ji dibistana xwe tê qeyda xwe li Dibistana Amadehî ya Ahmet Arîf çêdike û pişt re jî çûye dibistanek din. Hediyeyê got heke ev çete neyê têkbirin dê jiyana gelek zarok û xwenedekarên din jî bikeve xetereyê û ew ji bo zarokên din bi fikar in û divê her kes xwedî li zarokên xwe derkeve. 
 
‘BI KESÊN MEZIN RE DIHAT’ 
 
N.L. ê ku bi piştgiriya malbata xwe ji xefika tiryakê hat rizgarkirin jî wiha qala ku ketiye nava wê xefikê kir: “Min pola xwe guhertibû. Y.Y. jî hatibû wê polê. Piştî demekê me bi hev re dema xwe derbas kir. Em dawiya hefteyê dihatin ba hev. Di serê ewil de tiştek wiha nebû, pişt re dema derketina ji dibisanê vê carê bi kesên mezin re dihat cem me. Min jî wan nas kir. Madeyên hişbirê bikar dianîn. Carna li tundiyê jî li Y.Y. dikirin. Lê digotin ‘em henekan dikin’. Her cure madeyên hişbirê dianîn dibistanê û difirotin. Pişt demekê madeya hişbir belaş dan min. Min du sê caran bikar anî. Pişt re dilê min diçûyê. Her tim kurmê wê dihat min. Min çend caran xwe girt jî lê dîsa jî kurmê wê dihat min. Lê piştî demekê got ‘ez birçî me’ û pere ji min girt.” 
 
‘WESAYÎTA SPÎ DIHAT’
 
Di berdewamê de N.L. destnîşan kir ku her ku wext derbas bû nediçû dibistanê û hin bêtir bi Y.Y. re dema xwe derbas dikir û ev bang kir: “Ji bo madeya bi navê jê re digotin ‘derman’ bifiroşin min, pere ji min dixwestin. Her serê sibehê wesayîtek spî dihat ber dibistana me. Dersa me saet di 08.30’an de dest pê dikir lê ew saet di 06.00’an de dihatin ber dibistanê. Ez nizanim çima ewqas zû dihatin ber dibistanê. Y.Y. ji wê hişbirê dida du hevalên xwe jî. Dîmenên kesên ku xistibû nava tora fihûşê û tiştên mîna wê dikişand û gef li wan dixwar. Kesek ketibû nav wê xefikê û fihûşê pê dabûn kirin, diçû derûnnas. Ez ne yekî ku hişbirê bikar bînim bûm lê nizanim çawa bû ez ketim wê xefikê. Ez jê rizgar bûm lê rewşek xerab bû. Ez bang li hemû zarok û ciwanan dikim ku nekevin vê xefikê û ji kesên wiha dûr bisekinin.”
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

16/01/2023
14:23 Girtiyê ku 40 roj in di greva birçîbûnê de: Dengê me bibihîsin
14:12 Berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ket meha 5’emîn
14:12 Dewleta tirk bi çekên kîmyewî êrişî Zapê dike
14:06 Sancar: Me serî li AYM'ê da, divê biryar bimîne piştî hilbijartinê
13:19 Pêşnûmeya têkildarî hestiyên li Zîlanê bi hinceta ‘gotinên qebe û nexweş’ nehat qebûlkirin
12:20 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
12:17 Iraq li sînor noqteyên kontrolê çêdike
11:53 Malbata Şenyaşar: Êdî bila zilm bidawî bibe
11:40 Faîlê ku 6 meh piştî kuştina Kiliç hate girtin biraziyê parlamenterê MHP’ê derket
11:20 Parlamentera Efxanistanê ya berê Mursel Nebîzade hate qetilkirin
11:06 Parlamenterên HDP’ê: Tecrîdkirina Ocalan, şer dijwartir dike
11:02 Li rawestgeha metrobusê welatiyek jiyana xwe ji dest da
09:52 Hayrî Durmuş nas kir, emrê xwe fedayî gelê xwe kir
09:05 Generalekî Biçûk ê girêdayî doza xwe: Kalo
09:04 Hevserokê OHD’ê: Girtî têkoşîna xwe ya birûmet didomînin
09:02 Li bazarên ku hêviya xizanan e jî her tişt biha ye
09:00 Emîne Şenyaşar ji bo danişînê bang kir: Em li benda her kesî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2023'YAN
15/01/2023
21:58 Bûldan: Gelên Tirkiyeyê wê fîşê AKP’ê û MHP’ê bikişînin
19:06 Çîçek: Hemû bêhiqûqiyan ji Îmraliyê dest pê kir û li welat belav bû
17:15 Diz ketin avahiya MED-DER’ê
16:58 Kalo dê sibe li ser gora xwe bê bibîranîn
16:57 Amedsporê tîma Isparta 32 Sporê 4-0 têk bir
16:06 Li Silopiyayê bernameya jinên dengbêj
14:07 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em soz didin vê desthilatê em ê bişînin
14:04 Mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ bi strana Demîrtaş dest pê kir
13:19 Hevserokên HDP’a Amedê diyar bûn
12:44 Qada Kartalê ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê teng hat
12:16 150 malbatên li Kampa Holê dê bibin Mûsilê
11:44 Kongreya HDP’a Amedê: Sala 2023’yan dê bibe sala azadiya fîzîkî ya Ocalan
11:28 Li Newala Qesaban hevkariya sermaye-îktîdarê
11:08 Li Îzmîrê bi pileya 3.5’an erdhej çêbû
11:06 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê bînin
11:03 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di roja 14’an de didome
10:50 Derket holê ku ciwanê digotin ji zinar ketiye hatiye kuştin
10:49 Li Aryen Komê qeydên qursa muzîkê dest pê kirin
10:17 Bajarên Serhedê qerisîn
10:16 Li Nepalê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 16 kes mirin
10:16 Beriya mitînga Kartalê hinek rê ji trafîkê re hatin girtin
10:15 Li Xarpêtê bi pileya 4,9 erdhej çêbû
09:58 Rojnameger Aştiyan: Berxwedana jinan a li Îranê bandor li zilaman jî kir
09:18 Şaredariya Şirnexê ji aliyê mêran ve tê birêvirin: Tu serlêdanên ji bo xebatên jinan nayên qebûlkirin
09:08 ‘Heta tecrîd neyê rakirin demokrasî jî nayê vî welatî’
09:07 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
09:06 Zarokê ku ketibû xefika çeteya hişbirê hat rizgarkirin!
09:05 Nivîskarê ‘Kûçikê Stalîn’: Armanca sereke ya şanoya kurdî hebûn e
09:03 Jina têkoşer a li ser zar û zimanan: Binevş Agal
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2023'YAN
14/01/2023
21:53 Li Êlihê tundiya zilam
21:21 Stenbol ji bo mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê amade ye
20:24 4 zilamên ku tecawizî zarokekê kiribûn hatin girtin
18:57 Heyeta KESK’ê serdana DBP’ê kir
17:56 Li Stenbol, Mêrsîn û Enqereyê Serê Salê hat pîrozkirin
16:44 Şîna Bayindir bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
16:34 Cenazeyê berxwedêrê rojiya mirinê Kûrt anîn Tirkiyeyê
16:33 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê hukmen bi ser ket
16:31 Ji ber nûçeyê derbarê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hat destpêkirin
16:30 Dayikên Şemiyê: Divê faîlên Canan bên cezakirin
16:30 Komeleya 78’an a Amedê kongreya xwe li dar xist
15:56 ÎHD’a Stenbolê xwest Siddik Guler ê 83 salî bê berdan
15:38 Her ku diçe rewşa girtiyê nexweş Tanhan xerab dibe
15:22 DBP: Bila tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
15:18 Baroya Colemêrg serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Serdana Şînê: Sekna Bubo Taş, li dijî tecrîdê serhildan e
13:55 Sûngûr ê li Gabarê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
13:52 Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk: Em ê bi têkoşîna hevpar bi ser bikevin
13:44 Malbatên windakiriyan xwestin kujer bên cezakirin
12:38 Odeyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi kamerayan tên şopandin
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi daxwaza xwe ya edaletê di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:27 Tirkiye zexta ‘ser komkujiyê binuximîne’ li Fransayê dike
11:15 Ji serlêdanê re 87 roj in bersiv nayê dayîn: Wezareta Dadê sûc dike
10:07 Tifaqa Ked û Azadiyê bi mitîngê heyama nû dide destpêkirin
10:05 Li Wanê dikandarên halê di nav krîzê de ne
09:37 Li Sûriyeyê leşkerek tirk hat kuştin
09:35 Şûraya Dewletê dosyeya zarokê 14 salî ku hatibû qetilkirin xera kir
09:02 Guven jî di nav de cezayê li 27 kesan hatibû birîn hat xerakirin
09:02 Xelkê Geverê: Xezîneya herî mezîn vîn û rêxistina me ye
09:02 Ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Qadir: Ji bilî tifaq û yekitiyê tu çekeke me ya din nîne
09:02 'Civaka êzidî wê bi sûîqastên MÎT'ê xelas nebe'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:52 Konsera kurdî bi gefa polîsan hate betalkirin
08:40 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Veysî Taş çalakî li dar xist
13/01/2023
23:07 Konsera 'serê salê' hat lidarxistin
20:09 Li Cizîrê serê salê hat pîrozkirin
18:20 Ji bo mîtînga Tifaqa Ked û Azadiyê belavok hatin belavkirin
16:04 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: Binpêkirin zêde dibin
16:00 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:57 Leşkerên tirk gule berdan zarokên li ber sewalan: 2 zarok birîndar bûn
15:33 Li Amedê Serê Salê hate pîrozkirin
15:31 Ji bo Mêrdîn ku li Şengalê hatibû qetilkirin şîn hate danîn
15:30 Rojnamevan Sezgîn Kartal hat girtin
15:15 Çûna Bulbul a Ewropayê hat astengkirin
15:07 Rewşenbîr û nivîskar: Dengên me ji bo kesên aştiyê dixwazin e
14:22 Di doza xelatkirina JIN TV de biryarên AYM’ê li ber çavan nehatin girtin
14:21 Veysî Taş ê ku xwe şewitand: Ez ji bo Rêbertiyê canê xwe feda dikim
13:36 Derbarê rojnamevan Kartal de biryara girtinê hate dayîn
13:35 Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
13:31 Malbata Şenyaşar parlamenterên AKP’î vexwend danişînê
13:18 Li Silêmaniyê di qada gazê de teqînek çêbû
12:51 Li Qoserê Serê Salê hat pîrozkirin