Şaredariya Şirnexê ji aliyê mêran ve tê birêvirin: Tu serlêdanên ji bo xebatên jinan nayên qebûlkirin

  • rojane
  • 09:18 15 Çile 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Di şaredariya Şirnexê ya ku ji aliyê AKP'ê ve tê birêvebirin de Midûriyeta Polîtîkayên Jinan tune ye. Di şaredariyê de 20 yekîne hene û ev yekîne tevek ji aliyê midûrên mêr ve tên birêverin. Her çiqas endamên Meclisa Şaredariyê yên HDP’î ji bo avakirina qadên jinan pêşniyar kiribin jî ev pêşniyar hatin redkirin. 
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên ku bi pergala xwe ya hevserokatiyê di qada siyasetê de û bi hevşaredariyê jî şaredariyan bi rêve dibe bi pêkanîna temsîliyeta hevpar a jinan bû sedem ku jin di warê aborî, çandî, civakî de cihê xwe bigirin. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di hilbijartina herêmî ya 2014’an de li 10 bajêr û 96 navçeyan şaredarî bi dest xistibûn. Lê di sala 2016’an de qeyûm tayînî ser 35 şaredariyan DBP'ê hatibûn kirin û 45 hevşaredar jî hatibûn girtin. Bi tayinkirina qeyûman re ewilî deskeftiyên jinan ên li şaredariyan hedef hatin girtin. Di sala 2016'an de yek ji şaredariyên ku hatibûn desteserkirin jî şaredariya DBP'ê ya Şirnexê bû. Di dema şaredariya DBP'ê de di bin banê yekîneya Midûriyeta Polîtîkayên Jinan de Navenda Piştgiriya Jinan a Zahideyê hatibû vekirin. 
 
Lê di vê pêvajoya qeyûm û şaredariya AKP'ê de Midûriyeta Polîtîkayên Jinê û navenda hevgirtinê hatin girtin. Di Şarederiya Şirnexê de ku niha ji aliyê şaredariya AKP'ê ve tê birêvebirin, Midûriyeta Polîtîkaya Jinan nîne û di nava şaredariyê de midûrên 20 yekîneyên cuda hene lê hemû mêr in. Li Şirnexa ku tundiya li ser jinan lê zêde ye, pirsgirêkên jinan nayên çareserkirin. Şaredarî ji bo jinan tu xebatekê nake û qadên ji bo jinan venake. 
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Guler Tûnç û Hevberdevka HDP’yî ya Meclisa Şaredariya Şirnexê Seyran Yîgît, nebûna Midûriyeta Polîkîyên Jinan û nevekirina qadên jinan ên li şaredariyê nirxandin. 
 
 
 
 
'PEŞNIYAZNAMAYÊN BO XEBATÊN JINAN TEVEK HATIN REDKIRIN'
 
Hevberdeka HDP’yî ya Meclisa Şaredariya Şirnexê Seyran Yîgît diyar kir ku di şaredariyê de yek tişteke ku aîdî jinan be tune ye û got: "Di nava van 4 salên derbas bûyî de me dixwest ku şaredariya Şirnexê di qada jinan de xebateke bide meşandin. Lê mixabin ku me di vî aliyî de tu hewledan û xebatên şaredariyê neditin. Ji bo pêkanîna xebatên jinan me gelek peşniyazname dan. Lê belê yek ji wan jî nehate şopandin. Em dema ku diçin şaredariyê de jî em jinan nabînin. Ciheke wisa tune ye ku jin bi rehetî biçin xwe îfade bikin. Em bawer nakin ku heta niha jinekî serlêdan kiribe. Me dixwest ku di her bîrîmeke şaredariyê de jinekî jî cihê xwe girtiba. Lê mixabin di şaredariya Şirnexê de tu midûriyetên jin tune ne. Hewlêdanên me jî çêbûn lê pêk nehatin."
 
DAXWAZA AVAKIRINA MIDÛRIYETA POLÎTIKAYÊN JINAN RED KIRIN
 
Yîgît da zanîn ku ji wan ewilî daxwaz kiriye ku temsîliyeta hevpar di şaredariyê de bê avakirin û wiha got: "Me xwest ku di şaredariyê de temsîliyeta jin hebe. Ev qebûl kir lêbelê di pratîkê de pêk nehat. Her paşniyaznameya ku me dayî bê bersiv hiştin. Me daxwaza vekirina Midûriyeta Polîtîkayan a jinan jî kir. Me got ku heke ku ev pêk bê jin dê rehet bên pirsgirêkên xwe vebêjin. Lê ew jî red kirin. Ji me re gotin, 'di vê hêlê de peşniyarên me hene' lêbelê heta niha jî tiştek nekirine. Atolyeya berika ya eşîra Jirkî vekirin. Wan di vê projeyê de jî mêr bi cihkirin. Me wê demê jî ji wan re got ku, 'Ev projeyeke jinan e hûn çima zilam peywîrdar dikin?' Ji me re gotin, 'Ew pisporên vî karî ne'. Lê tevî hemû hewledanan me jî jin nehatin peywîrdarkirin. Di şaredariyê de yekîneyek jinan ku xwe bi awayeke azad îfade bikin nîne.”
 
'JINEKÊ JÎ SERÎ LI ŞAREDARIYA ŞIRNEXÊ NEDAYE'
 
Aktivîsta TJA'yê Guler Tunç jî bi lêv kir ku şaredarî bi hişmendiya mêrane tê birêvebirin û wiha axivî: “Zêdebûna tundiya li dijî jinan a nava malê, ji ber ku tu yekîne û qadeke çareserkirina pirsgirêkên jinan tune ye. Di dîrokê de heta niha jinan li ku derê mafê xwe xwestibe û weke îrade hatibin ditîn ji aliyê serdestan ve ew der hatine dagirkirin. Îro li çar aliyên welat li dijî jinan tundiyek heye. Yek ji van cihan jî Şirnex e. Bajêr bi polîtîyanên şerê taybet tê meşandin. Li dijî vê herêmê di van 7 salan de êrîşên gelek mezin pêk hat. Niha şaredariya ku ji aliyê AKP'ê ve tê birêvebirin ji pirsgirêkên jinan re nabe bersiv. Ne birîmên ku jin li wir mafê xwe bipirse hatine vekirin û ne jî qaden bi vî rengî hatine vekirin. Di van 4 salên dawî yên şaredariya Şirnexê de li gorî çavderî û tespîtên me heta niha dibe ku jinekî tenê jî serlêdan nekiribe. Ji ber ku jin di wir de xwe bi ewle nabînin û cihên ku ji wan re bibin bersiv tune ye. Îro di şaredariyeke ku hemû birîmên wê bi zilaman pêk tê û cihê jinan li wir nebe tu encam jî ji wir dernakeve. Di şaredariyê de 20 yekîne hene û di van de yek jî jin tune ye." 
 
'YEK JI SEDEMA TUNDIYÊ NEBÛNA QADÊN JINAN E'
 
Guler Tunç,anî ziman ku tenê xebata şaredariyê pişavtinkirina jinê ye û ev tişt got: "Heta niha yek ji projeyeke berbiçav li ser xebat û keda jinê nehatiye meşandin.Ji xeynî vê xebatên xwe yên pişavtinê birêve dibin. Di qan qadên pişavtinê de dixwazin ku jinê 'pêşve' bibe. Bajarê ku tê de Navenda Piştgiriya Jinan nebe li wir tundî jî, komkujî jî û îstîsmara li dijî zarokan jî zêdetir dibin. Mêr ji wê derê hêz digirin. Heger ku îro li Şirnexê tundî zêde be yek ji sedemê wê jî nebûna qadên jinane. Dixwazin ku qadên bi vî rengî bê jin bihêlin. Dema ku şaredarî destê DBP'ê de qadên jinan hebûn û xebatên cûr bi cûr li dar dixistin û rengeke jinan di şaredariya Şirnexê de hebû."
 
CUDAHIYA ŞAREDARIYÊN HDP’Ê Û AKP’Ê 
 
Tunç destnîşan kir ku cudahiyek di navbera şaredariyên HDP'ê û AKP'ê de kir û wiha domand: “Di navbera şaredariyên her du partiyan de biqasî dinyayekî ferq heye. Şaredariyên AKP'ê rê nade jinan, ji bo jinan tu qadan venekirine û jin weke îrade nayên dîtin. Li aliyekî jî şaredariyên HDP'ê hene. Ev şaredariyan jî weke şaredariyên jinan tên binavkirin. Îro li herêmê şaredariya Silopiyayê ji jinan re bûye nefes û reng û deng. Di van 4 salan de xwe gihandin bi hezaran jinan. Bi jinan re qadên aboriyê jî vekirin. Bi projeyên cur bi cur pêşî li jinan vekir. Projeyên ji bo jinan hatin amadekirin û xistin meriyetê. Jinan bi wekhevî di şaredariyê de cihê xwe girtin. Di her yekîneyên şaredariyê de jî jinek cihê xwe digire. Jinên zabita, jinên ajokar hene. Ferqa di navbera şaredariyên HDP'ê û AKP'ê de ferqeke gelek mezin e. Ev ferq ji pergala hevşaredariyê dest pê dike û belavî hemû yekîneyên wê dibe. Xeta ku ji bo parastina mafê jinan hatiye avakirin xeta HDP'ê ye, xeta ku ji hişmendiya zilam tê de jî ya AKP'ê ye. Jin ji Şirnexê bêtir li Silopiyayê xwe bi ewle dibînin." 
 
MA / Zeynep Dûrgût 
 

Sernavên din

16/01/2023
14:23 Girtiyê ku 40 roj in di greva birçîbûnê de: Dengê me bibihîsin
14:12 Berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ket meha 5’emîn
14:12 Dewleta tirk bi çekên kîmyewî êrişî Zapê dike
14:06 Sancar: Me serî li AYM'ê da, divê biryar bimîne piştî hilbijartinê
13:19 Pêşnûmeya têkildarî hestiyên li Zîlanê bi hinceta ‘gotinên qebe û nexweş’ nehat qebûlkirin
12:20 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
12:17 Iraq li sînor noqteyên kontrolê çêdike
11:53 Malbata Şenyaşar: Êdî bila zilm bidawî bibe
11:40 Faîlê ku 6 meh piştî kuştina Kiliç hate girtin biraziyê parlamenterê MHP’ê derket
11:20 Parlamentera Efxanistanê ya berê Mursel Nebîzade hate qetilkirin
11:06 Parlamenterên HDP’ê: Tecrîdkirina Ocalan, şer dijwartir dike
11:02 Li rawestgeha metrobusê welatiyek jiyana xwe ji dest da
09:52 Hayrî Durmuş nas kir, emrê xwe fedayî gelê xwe kir
09:05 Generalekî Biçûk ê girêdayî doza xwe: Kalo
09:04 Hevserokê OHD’ê: Girtî têkoşîna xwe ya birûmet didomînin
09:02 Li bazarên ku hêviya xizanan e jî her tişt biha ye
09:00 Emîne Şenyaşar ji bo danişînê bang kir: Em li benda her kesî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2023'YAN
15/01/2023
21:58 Bûldan: Gelên Tirkiyeyê wê fîşê AKP’ê û MHP’ê bikişînin
19:06 Çîçek: Hemû bêhiqûqiyan ji Îmraliyê dest pê kir û li welat belav bû
17:15 Diz ketin avahiya MED-DER’ê
16:58 Kalo dê sibe li ser gora xwe bê bibîranîn
16:57 Amedsporê tîma Isparta 32 Sporê 4-0 têk bir
16:06 Li Silopiyayê bernameya jinên dengbêj
14:07 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em soz didin vê desthilatê em ê bişînin
14:04 Mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ bi strana Demîrtaş dest pê kir
13:19 Hevserokên HDP’a Amedê diyar bûn
12:44 Qada Kartalê ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê teng hat
12:16 150 malbatên li Kampa Holê dê bibin Mûsilê
11:44 Kongreya HDP’a Amedê: Sala 2023’yan dê bibe sala azadiya fîzîkî ya Ocalan
11:28 Li Newala Qesaban hevkariya sermaye-îktîdarê
11:08 Li Îzmîrê bi pileya 3.5’an erdhej çêbû
11:06 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê bînin
11:03 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di roja 14’an de didome
10:50 Derket holê ku ciwanê digotin ji zinar ketiye hatiye kuştin
10:49 Li Aryen Komê qeydên qursa muzîkê dest pê kirin
10:17 Bajarên Serhedê qerisîn
10:16 Li Nepalê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 16 kes mirin
10:16 Beriya mitînga Kartalê hinek rê ji trafîkê re hatin girtin
10:15 Li Xarpêtê bi pileya 4,9 erdhej çêbû
09:58 Rojnameger Aştiyan: Berxwedana jinan a li Îranê bandor li zilaman jî kir
09:18 Şaredariya Şirnexê ji aliyê mêran ve tê birêvirin: Tu serlêdanên ji bo xebatên jinan nayên qebûlkirin
09:08 ‘Heta tecrîd neyê rakirin demokrasî jî nayê vî welatî’
09:07 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
09:06 Zarokê ku ketibû xefika çeteya hişbirê hat rizgarkirin!
09:05 Nivîskarê ‘Kûçikê Stalîn’: Armanca sereke ya şanoya kurdî hebûn e
09:03 Jina têkoşer a li ser zar û zimanan: Binevş Agal
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2023'YAN
14/01/2023
21:53 Li Êlihê tundiya zilam
21:21 Stenbol ji bo mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê amade ye
20:24 4 zilamên ku tecawizî zarokekê kiribûn hatin girtin
18:57 Heyeta KESK’ê serdana DBP’ê kir
17:56 Li Stenbol, Mêrsîn û Enqereyê Serê Salê hat pîrozkirin
16:44 Şîna Bayindir bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
16:34 Cenazeyê berxwedêrê rojiya mirinê Kûrt anîn Tirkiyeyê
16:33 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê hukmen bi ser ket
16:31 Ji ber nûçeyê derbarê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hat destpêkirin
16:30 Dayikên Şemiyê: Divê faîlên Canan bên cezakirin
16:30 Komeleya 78’an a Amedê kongreya xwe li dar xist
15:56 ÎHD’a Stenbolê xwest Siddik Guler ê 83 salî bê berdan
15:38 Her ku diçe rewşa girtiyê nexweş Tanhan xerab dibe
15:22 DBP: Bila tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
15:18 Baroya Colemêrg serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Serdana Şînê: Sekna Bubo Taş, li dijî tecrîdê serhildan e
13:55 Sûngûr ê li Gabarê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
13:52 Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk: Em ê bi têkoşîna hevpar bi ser bikevin
13:44 Malbatên windakiriyan xwestin kujer bên cezakirin
12:38 Odeyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi kamerayan tên şopandin
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi daxwaza xwe ya edaletê di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:27 Tirkiye zexta ‘ser komkujiyê binuximîne’ li Fransayê dike
11:15 Ji serlêdanê re 87 roj in bersiv nayê dayîn: Wezareta Dadê sûc dike
10:07 Tifaqa Ked û Azadiyê bi mitîngê heyama nû dide destpêkirin
10:05 Li Wanê dikandarên halê di nav krîzê de ne
09:37 Li Sûriyeyê leşkerek tirk hat kuştin
09:35 Şûraya Dewletê dosyeya zarokê 14 salî ku hatibû qetilkirin xera kir
09:02 Guven jî di nav de cezayê li 27 kesan hatibû birîn hat xerakirin
09:02 Xelkê Geverê: Xezîneya herî mezîn vîn û rêxistina me ye
09:02 Ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Qadir: Ji bilî tifaq û yekitiyê tu çekeke me ya din nîne
09:02 'Civaka êzidî wê bi sûîqastên MÎT'ê xelas nebe'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:52 Konsera kurdî bi gefa polîsan hate betalkirin
08:40 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Veysî Taş çalakî li dar xist
13/01/2023
23:07 Konsera 'serê salê' hat lidarxistin
20:09 Li Cizîrê serê salê hat pîrozkirin
18:20 Ji bo mîtînga Tifaqa Ked û Azadiyê belavok hatin belavkirin
16:04 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: Binpêkirin zêde dibin
16:00 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:57 Leşkerên tirk gule berdan zarokên li ber sewalan: 2 zarok birîndar bûn
15:33 Li Amedê Serê Salê hate pîrozkirin
15:31 Ji bo Mêrdîn ku li Şengalê hatibû qetilkirin şîn hate danîn
15:30 Rojnamevan Sezgîn Kartal hat girtin
15:15 Çûna Bulbul a Ewropayê hat astengkirin
15:07 Rewşenbîr û nivîskar: Dengên me ji bo kesên aştiyê dixwazin e
14:22 Di doza xelatkirina JIN TV de biryarên AYM’ê li ber çavan nehatin girtin
14:21 Veysî Taş ê ku xwe şewitand: Ez ji bo Rêbertiyê canê xwe feda dikim
13:36 Derbarê rojnamevan Kartal de biryara girtinê hate dayîn
13:35 Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
13:31 Malbata Şenyaşar parlamenterên AKP’î vexwend danişînê
13:18 Li Silêmaniyê di qada gazê de teqînek çêbû
12:51 Li Qoserê Serê Salê hat pîrozkirin