HDK dê Lijneya Giştî li dar bixe: Em hêzên civakî bikin yek

  • rojane
  • 10:27 22 Çile 2023
  • |
img

STENBOL - Endamê Lijneya Rêveber a HDK’ê Sedat Şenoglû hemû kes vexwend Lijneya Giştî ya ku dê di 29’ê çileyê de bê lidarxistin û wiha got: “Em dikarin hemû hêzên civakî di bin sîwana HDK’ê de bînin ba hev. Li HDK’ê ji bo hemû hêzên bexwedêr cih heye.”

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi mebesta ku hemû nasnameyên cuda, hemû bawerî û çanda di bin heman sîwaneyê de bîne ba hev û ji bo aştiya civakî, mafên sereke û azadiyan di 15’ê cotmeha 2011’an de hate damezirandin. HDK, dê di 29’ê çileyê de bi dirûşma “Li dijî faşîzm û kedxwariyê em di meclisên demokratîk de bên ba hev. Bi civaka rêxistinkirî û azad re jiyana nû ava bikin” 12’emîn Lijneya Giştî li dar bixe. Lijne dê li Navenda Çandê ya Stenbolê bê lidarxistin û amadekariyên wê didomin. 
 
Endamê Lijneya Rêveber a HDK’ê Sedat Şengolû têkildarî pêvajoya 12 salan, xebat û armancan bi ajansa me re axivî. 
 
 
‘HDK RIZGARIYA GELAN E’
 
Şengolû diyar kir ku HDK bi mebesta avakirina têkoşîneke hevpar a hemû derdorên di tevahiya dîroka komarê de hatine tepisandin, mafên wan hatine xespkirin, keda wan hatiye xwarin, rastî cihêkariyê hatine û ji bo avakirina tifaqeke civakî û pêşxistina lêgerîneke li derveyî pergalê hatiye avakirin û wiha got: “Bi vê mebestê dest bi rê kir û vê meşa xwe didomîne. Felsefeya HDK’ê li dijî pergala kapîtalîst a mêrserdest û îktîdarên faşîst tekane rêya rizgariyê ye. Lewma ji destpêkê ve jî rêxistiniya civakî didomîne. Ji destpêkê ve ji hêla gelan ve hate pejirandin. Ji bo ku gelên bindest ên Tirkiyeyê bikarin gotina xwe bikin, ji bo hêviya wan a aştî û azadiyê hêzeke pir mezin a mîna HDP’ê hate avakirin. Serkeftina HDP’ê ya di hilbijartinê de nîşan dide ku paradîgmaya demokratîk û azadîxwaziya jinê ya HDK’ê ji hêla civakê ve hatiye pejirandin. HDK xwedî wê hêzê ye ku bikare ji bo hemû pirsgirêkên civakî, siyasî, aborî û hwd. çareseriyan pêş bixe. Meclisên me hene ku dest li pirsgirêkên civakî wer bide, polîtîkayan pêş dixe û çareseriyan peyda dike. Meclisên me yên ked, tenduristî û ekolojiyê tecrûbeyên mezin bi dest xistin. Li her devera têkoşîna ekolojiyê tê dayîn teqez HDK û HDP’î hene.” 
 
‘HÊZA BINGEHÎN A TÊKBIRINA FAŞÎZMÊ’
 
Bi domdarî Şenoglû got ku hêza bingehîn a têkbirina faşîzmê û guherandina îktîdarê HDK ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê di serdema pêş de ji bo vê formê gavên rêxistinî biavêjin û dê bi ser kevin. Di qada têkoşîna ekolojiyê de HDK’ê bi fikr, pratîk û hewldanên rêxistinkirinê hemleyên xurt kirin. Yek ji sedemên avabûna HDK’ê jî mijara gel û baweriyan e. Di vê çarçoveyê de me çendek hevdîtinên ku gel û baweriyên cuda tînin ba hev kirin. Di van hevdîtinan de çandên cuda karîn xwe vebêjin. Ev hewldan pir girîng in. Di mijara tenduristiyê de Meclisa Tenduristiyê tecrûbeyên pir baş qezenckirin. Her wiha di hemû serdeman de konferansên me yên cuda hatin lidarxistin. Ev yek jî ji bo zanekirina civakê û rêxistinkirinê gavên girîng bûn.” 
 
BANGA TEVLIBÛNA LIJNEYÊ 
 
Şenoglû axaftina xwe wiha qedand: “Divê em civakê ji faşîzmê rizgar bikin. Her wiha divê em pergala kapîtalîst ku faşîzmê ji hêla siyasî ve diafirîne jî bi hêza civakê bidin têkbirin. Em dibêjin ku ev bi saya meclisan pêkan e. Berxwedan û li dijderketin bi tena serê xwe têrî nake. Divê em xebatên avakirinê jî bikin. Divê hemû hêzên kedkar û demokrasiyê yên civakê ji bo têkbirina faşîzmê di meclisan de bibin yek. Ji ber ku pêdiviya civaka me, gelên Tirkiyeyê û cîhanê bi vê heye. Ji bo vê jî em di qonaxeke pir krîtîk û dîrokî de ne. Li gorî me, me di meh û salên pêş de karîbe çi serxistibe dê avakirin li ser wê hîme teşe bigire. Heta ku civakeke rêxistinkirî nebe dê civak jî azad nebe. Heta siyaseteke demokratîk nebe jî faşîzm têk naçe. Li ku dêrê pêdivî pê hebe hemwelatî û bindest li wir xwe birêxistin dikin. Banga me ji bo hemû derdoran ew e ku di 29’ê çileyê de tev li 12’êmîn Lijneya Giştî ya HDK’ê bibin û xwedî lê derbikevin. HDK xwe di vê lijneyê de çawa ava bike, dê pêşerojê wê jî bi wî awayî teşe bigire. Em dikarin hêzên civakî di bin sîwana HDK’ê de bînin ba hev. Di bin sîwana HDK’ê de ji bo hemû hêzên berxwedêr cih heye.” 
 
MA / Rûkiye Adiguzel
 

Sernavên din

22/01/2023
15:46 Ji Zarok Ma’yê konsereke biçûk
15:32 Li Enqereyê simît bû 7 lîra
15:28 Tîma Jinan a Amedsporê li sehaya xwe Tîma Jinan a Trabzonsporê têk bir
15:20 Karkerên înaşetê li Amedê çalakî kirin: Bila bihayê herî kêm 600 lîre be
14:32 Karkerek li Etî Bakirê birîndar bû
14:15 Li Bestayê cerdavenek hate kuştin û gelek leşker birîndar bûn
13:51 Hejmara kesên li Şêxmeqsûd jiyana xwe ji dest dayîn derket 12’an
13:16 Li DYA’yê êrişa çekdarî
13:11 Li Çînê aşût hat xwarê: 28 kes mirin
13:10 Rojnameger Aygul: Peywira rojnamegeran nivîsandina heqîqetê ye
12:44 Polîsan endama OGK’ê Polat îşkence kirin
12:32 Li Liceyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:52 Malbata Şenyaşar: Em ji bo welatekî mirov bikare lê bijî daxwaza edaletê dikin
10:44 Li Şêxmeqsûd avahiyek hilweşiya: Mirî û birîndar hene
10:27 HDK dê Lijneya Giştî li dar bixe: Em hêzên civakî bikin yek
09:42 Ozsoy: Bi milyonan kes mereqa Abdullah Ocalan dikin
09:03 Ûca: Peyman tenê ne bes e, divê daxwazên şengaliyan jî li ber çavan bên girtin
09:03 Bi îdiaya ku 'li gardiyan xistiye' doz li girtî hat vekirin
09:01 Tenduristiya Giyasettîn Sevmîş xirab dibe
09:00 Cerdevanê ku zaroka 14 salî tacîz kiribû hate berdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
21/01/2023
23:32 Koma Ma'yê stranên xwe diyarî jinên berxwedêr kir
19:14 Bi hezaran kes li dijî tecrîda li Îmraliyê daketin qadan
16:41 Li Farqînê Festîvala Gastronomiyê hat lidarxistin
16:33 Di êrişa SÎHA’yê de endamekî QSD’ê jiyana xwe ji dest da
15:57 Li Edeneyê çalakiya greva birçîbûnê: Em bi hev re têbikoşin
15:25 Hat xwestin girtiyê nexweş Yahya Guneş bê berdan
15:18 Girtiyê 71 salî 3 sal in di hucreya yek kesî de ye
15:09 ÎHD’ê banga berdana Mehmet Emîn Ozkan kir
14:44 Malbatên Windakiriyan: Dewlet pergala xwe ya faîlan diparêze didomîne
14:30 Li aqûbeta Şahîn ê 27 sal berê hatibû windakirin pirsîn
13:48 Ozguneş: Em ê deriyê Îmraliyê bişikînin
12:28 Cezayê hucreyê li rojnamevan Derya Ren birîn
12:13 Cenazeyê Atilgan ê bi awayek guman li Edliyeya Geverê mir, hat veşartin
12:12 Malbata Şenyaşar: Kesên edaletê ji nedîtî ve tên dê winda bikin
11:52 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
11:14 Derziya ku divê mehê carekê li girtî bê xistin 6 mehan carekê tê xistin
10:44 Gelo 5 welatiyên ji Başûr çima hatin kuştin?
10:30 ‘Divê bi zimanê dayikê ne dersên bijarte, perwerdehî bê dayîn’
09:03 Partiya ÎYÎ bi navê 'alikariyê' bêyî haya wan jê hebe gelek jin kirine endam
09:02 ‘Di destdirêjiya li zarokan de bêcezatî kiryaran wêrek dike'
09:01 Bi hinceta ‘em wisa difikrin ku di nav rexistinê de çalak e’ înfaza girtiyê nexweş şewitandine
09:01 Keskîn: Cihê şanaziyê ye ku xelatên Olof Palme layiqî jinan hatiye dîtin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2022'YAN
20/01/2023
21:44 Bi hezaran kes ji bo Efrînê daketin qadan
20:02 Li Bismilê gelek kes hatin binçavkirin
18:06 Cizîrê 6 kes hatin berdan
16:55 Polîsan êrişî daxuyaniya ESP û SGDF’iyan kir: 10 kes hatin binçavkirin
16:29 Rêveberiya Xweser ji bo Efrînê daxuyanî da: Li dijî dagirkeriyê em bi hev re têbikoşin
15:45 ‘Neamadekirina îdianameya rojnamevanan binpêkirina maf e’
15:32 Rapora ÎHD’ê: Li 21 girtîgehan hezar û 973 binpêkirin hatin kirin
14:57 Midurê li Pozantiyê li Girtîgeha Sîncanê ye
14:46 Tundiya li ser Dayikên Şemiyê: Ji AYM’ê biryara binpêkirinê
14:34 Êrişa li dijî wesayîta li Mêrdînê 300 mîtro dûrî qereqolê pêk hat
14:23 Egîtîm Sen: Perwerdehiya li dibistanan ji zanist û zimanê zikmakî dûr e
14:06 HDP: Efrîn jana dilê milyonan e
13:48 Cerdevanan şer kirin: Kesek mir
13:39 Derhênera belgefîlman Tekîn: Bi sebir li benda rojên azad im
13:17 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Daxwaza anîna bersûcan a danişînê hat redkirin
13:16 Nobeta Edaletê: Ji bêhiqûqiya li Îmraliyê Bozdag berpirsyar e
12:46 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:44 Şenyaşar: Bila bêhiqûqî ji holê bê rakirin
11:53 Li Elkê cerdevanek li mala xwe mirî hate dîtin
11:50 Dosyeya têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan dozger bi dozger digere!
10:53 Ji bo maça deplasmanê cezayê ‘qedexeya alîgiran’ dan Amedsporê
09:47 Cezayê tacîza zayendî yê cîgirê midur hate pejirandin
09:41 Li Girtîgeha Xarpêtê li qawîşên girtiyên siyasî provakasyon tê kirin
09:04 Hevserokên HDP’a Amedê: Em ê nehêlin faşîzm serbikeve
09:04 Serokê Baroya Amedê Eren: Em pêvajoya tecrîdê dişopînin
09:03 'Divê daraz ji bo jinan mafê parastina rewa esas bigire'
09:03 Gav bi gav talankirina xwezaya Şirnexê
09:02 Konserên Koma Ma’yê dest pê dikin
09:01 Tahmaz: Aktorên siyasî yên ku kurdan qebûl nakin dê nikaribin bi ser bikevin
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:58 Rojnameger Aygul hate berdan
19/01/2023
18:27 Meclîsa Federal a Almanyayê fermana êzidiyan nas kir
18:07 Ciwanan tecrîdê protesto kir
17:41 Girtiyê nexweş Gozubuyuk hat berdan
17:12 Siyasetmedarên di çalakiya greva birçîbûnê de serdana DBP’ê kirin
17:00 Bîranîna Hran Dînk: Bila tarîtiya li pişt cînayetê bê ronîkirin
16:45 Cezayê hefsê dan endama Meclisê ya HDP’î û velayeta zarokên wê jê standin
16:19 Hrant Dînk li pêşiya mala ku lê ji dayik bûbû hate bibîranîn
16:04 Şîna Tûncer bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
15:33 Li girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir doz vekirin
15:06 Başaran: Li cihê ku jin tên qetilkirin em ê bi guherandina makeqanûnê ya AKP’ê re nebin
14:41 Têkildarî êrişa li Mêrdînê 4 kes hatin binçavkirin
14:29 TMMOB: Qeyûm dê xelkê ji cihê wan bike
14:28 Rojnamevan Karaagar li ser gora xwe hate bibîranîn
14:13 Zextên li ser aktîvîstên Îran û Rojhilat zêde bûn
13:48 Rojnamevan Nişmiye Guler beraet kir
12:52 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:51 Danişînên Doza Vartînîsê bi rêbaza veke - bigire pêş dikeve!
12:34 Ji bo 7 siyasetmedaran biryara tehliyeyê hate dayîn
12:29 Malbata Şenyaşar: Heke teqîbateke baş were kirin dê qeydên kamerayê derxînin holê
11:32 Nobeda Edaletê di roja 21’emîn de ye: Çareserî bi qasî giravê nêz e
11:21 Li Efrînê navendên tecawizê
11:18 Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî serdana Amerîkayê daxuyanî da
10:29 Hejmara miriyên êrişa li Mêrdînê derket 4’an
10:24 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Nû taxekê derxist ber firotinê
09:35 Girtî: Poşmantî û serî tewandin tê ferzkirin