NAVENDA NÛÇEYAN - Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ku ji 36 kesên ji 7 welatan pêk tê, têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wê li Stenbol, Enqere û Amedê bi saziyan re hevdîtinan bike.
Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ya ku tê de 36 hiqûqnas, rojnamevan û akademîsyenên ji 7 welatên cuda hene û li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kom bûne, hate Tirkiyeyê. Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê wê di 25-27’ê Çileyê de li Stenbol, Enqere û Amedê bi rêxistinên civakî yên sivîl û derdorên siyasî re hevdîtinan bike.
Heyet wê wekî 3 heyetên cuda hevdîtinan bike û wê di 28’ê Çileyê de li Stenbolê Forûma Navneteweyî Ya Li Dijî Tecrîdê li dar bixe.
BERNAMEYA HEYETÊ
ENQERE
11:00 – Serdana Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB)
13:00 – Serdana Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)
14:00 – Serdana Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê
AMED
10:30 – Hevdîtina bi malbatên ku zarokên wan li Îmraliyê di girtîgehê de ne.
Cih: New Garden Hotel
14:00 – Serdana Dayikên Aştiyê
15:30 – Serdana MED TUHAD-FED'ê
STENBOL
11:30 – Serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê
15:00 – Hevdîtina bi Saziyên Hiqûqê re
Cih: Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê