NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî Nêrgiz Mihemedî ku li Girtîgeha Evînê tê ragirtin, peyamek şand û got ku têkoşîna li dijî darvekirinê berpirsyariyeke exlaqî, siyasî û mafên mirovan e.
Girtiya siyasî Nêrgiz Mihemedî têkildarî cezayê darvekirinê yên rejîma Îranê peyamek belav kir. Nêrgiz Mihemedî bal kişand ser dayîna cezayê darvekirinê yê ji aliyê rejîma Îranê ve û got: “Rejîma Îranê dixwaze bi dayîna cezayê darvekirin û darvekirina terorê di nava civakê de çêbike, her wiha dengê xwepêşandan û nerazîbûnan qut bike. Şerkirina li dijî cezayê darvekirinê mijareke exlaqî, siyasî û mafê mirov e û li bendê ne ku bi zextên bê kirin Îran dawî li dayîna cezayê darvekirinê bîne.”
Mihemedî, anî ziman ku tevîbûna aliyên din ên li dijî cezayê darvekirinê tim bandora xwe bûye û got: “Pêngava li dijî cezayê darvekirinê dibe bibe xwedî taybetmendiyek welê yekitiya navbera hêzên demokratîk ava bike.”
XELATA NOBELÊ
Çalakvana Mafê Mirovan û xwedî xelata Nobelê ya aştiyê Nêrgiz Mihemedî temenê wê 52 sal e û û di nava 20 salên borî de nêzî 10 salan hatiye girtin. Mijdara 2021’an li Girtîgeha Evîn li meha Hezîran sala borî jî bi hinceta ‘Propagandaya dijî dewletê’ saleke din ceza lê hatiye birîn.
Hêjayî bîbîrxistinê ye ji ber emeliyata Nêrgiz Mihemedî hate kirin bi mercê sê hefteyan hate azadkirin.