Piştî 30 salan vegeriya Rojava: Ez bi felsefeya Ocalan li ser pêya mam

  • rojane
  • 11:04 31 Çile 2023
  • |
img
STENBOL - Ahmet Huseyîn yê ku ji nîvî zêdetir temenê xwe di girîgehê de derbas kir piştî tê berdan vedigire warê xwe Rojava. Huseyîn destnîşan kir ku ew bi felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser pêya maye û got: “Heke ji bo azadiyê bedel hewce be divê tu bedel bidî. Tu tiştek ji azadiya civakê negirîngtir e.” 
 
Girtiyên ku di salên 1990’î de ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve hatibûn girtin û cezayên muebedê li wan hatibûn birîn, ev du sal in tên berdan. Berdana girtiyên 30 sal in di girtîgehan de ne berdewam dike. Yek ji van girtiyên ku hat berdan jî Ahmet Huseyîn ê 52 salî ye û ew ji Efrînê ye. Huseyîn di sala 1992’yan de hê 21 salî ye li Mereşê tê girtin. Li DGM’ya Meletiyê tê darizandin û bi îdiaya “yekitiya dewletê û tevayiya welat xera kiriye” cezayê muebedê lê tê birîn. Huseyîn piştî tê girtin li girtîgehên bajarê Bartin, Kandira tê ragirtin. Ew di 6’ê cotmeha 2022’yan de ji Girtîgeha Kandirayê ya Tîpa F’yê hat berdan. Piştre wî şandin Navenda Paşde Şandinê ya Kocaeliyê û li vir 12 rojan ma û paşê wî radestî hêzên paramîlîter ên li Girê Spî kirin. Huseyîn piştî rojekê hat berdan û derbasî cem malbata xwe bû. 
 
Ahmet Huseyîn ê nîvê jiyana xwe di hefsê de derbas kir ji ajansa me re axivî. 
 
‘KURD NEKETIN’ 
 
Huseyîn destpêka axaftina xwe de behsa pêvajoya girtina xwe kir û destnîşan kir ku dema ew hat girtin pêvajoyek dijwar a salên 90’î hebû û tevî hemû êriş, girtin, qetlîam, cînayet û tunekirinê jî kurdan û tevgera azadî ya kurd xwe li ser pêya girt û neket. 
 
Huseyîn anî ziman ku dema ew hat girtin pêvajoyek dijwar a îşkenceyê hebû û got: “Her cure îşkence li me dihat kirin. Kîjan cureyê îşkenceyê were aqilê we li me kirin. Ne parêzer hebû û ne jî mafên te. Ji bilî îşkenceyê tu tiştek din nebû. 16 rojan bênavber her cure îşkence li min kirin. Yek diçû, yek dihat û îşkence didan canê min. Hem îşkenceya derûnî hem jî îşkenceya fizîkî li min dikirin.” 
 
‘DEWLET BI ZANEBÛN TECRÎDÊ DIJWAR DIKE’
 
Huseyîn diyar kir ku berê tiştên li girtîgehan diqewimîn nedihatin zanîn û eşkerekirin û wiha got: “Heke qewimandinên li girîgehan derketa holê jî serê dinixumandin. Niha jî li Îmraliyê li ser Rêber Apo tecrîd û zextek dijwar tê kirin. Tecrîd û zextên li Îmraliyê niha li ser hemû girtîgehan û civakê belav bûye. Tiştên diqewimin ji geşedanên li Îmraliyê qut nînin. Berê bi îşkenceyê dikuştin. Niha bi bêtedawiyê û neberdana girtiyên nexweş girtî tên qetilkirin. Berê leşkeran bi jopan û îşkenceyê girtiyan dikuştin. Niha dihêlin ku temenê temam bibe û tu bimirî. Navê vê qetlîam e. Dema em van girtiyên kevn ketin hefsê yek ji me nexweş bû, em hemû li girtîgehan nexweş ketin. Niha girtiyan bi zanebûn dişînin mirinê. Polîtîkayek taybet û bizane li ser girtîgehan tê birêvebirin. Ev polîtîka polîtîkaya bizane ya dewletê ye.” 
 
‘TESLÎMIYET NÎNE, BERXWEDAN HEYE’ 
 
Huseyîn bal kişand ser “dijminatiya” li girtiyan tê kirin û wiha axivî: “Ji ber ku girtî li ber xwe didin û teslîm nabin vê yekê dikin. Dibêjin, ‘Ya hûn ê teslîm bibin, ya jî hûn ê bimirin’. Armanca wê ya siyasî heye. Hûn îxanetê qebûl nakin. Mînaka Kemal Pîr heye, yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê ku di dîroka girtîgehê de bi berxwedana xwe tê naskirin. Doktor dema ku çavên xwe li ser nivîna mirinê nedît, ji Kemal Pîr re got, ‘Dema rizgarkirina çavê Kemal heye. Werin em çavên wî rizgar bikin’. Kemal çi dibêje? ‘Hûn dixwazin ez bêrûmetiyê qebûl bikim. Kemalê bêçav ji Kemalê kor û bêrûmet çêtir e’. Yanî dibêje ‘Ez vê mirinê qebûl dikim, lê bêrûmetiyê qebûl nakim’. Heke hûn qebûl bikin, veger tune. Gelek hevalên li girtîgehê di vê hişmendiyê de dijîn. Em hemû ji bo jiyanek azad a gelê xwe girtî man. Çawa ku îro Rêber Apo di girtîgehê de ji bo gelê xwe li ber xwe dide, hevalên wî jî li ber xwe didin. Îro ji ber ku Rêber Ocalan teslîmiyetê qebûl nake tecrîd tê meşandin. Hevalên me ji ber polîtîkayên dijminane şehîd dibin. Bimirin jî, yên ku felsefeya Rêber Apo nas dikin, teslîmiyet û îxanetê tu carî qebûl nakin. Piştî desthilatdariya AKP'ê ev polîtîka gelek berfireh bûn. Ez dikarim bibêjim ku di navbera kesên ku berê di girtîgehê de dijiyan û ya ku niha diqewime zêde cudahî nîne.”
 
‘FELSEFEYÊ MIN 30 SAL LI SER PÊYA HIŞT’ 
 
Huseyîn di berdewamiya axaftina xwe de nêrînên xwe wiha anî ziman: 
 
Bê şik ya ku 30 salan ez zindî hiştim û li ser pêya hiştim felsefeya Rêber Apo, şehîdên me û berxwedana gelê me bû. Helbet ji bo tehemûlkirina şert û mercên girtîgehê vîn û baweriyek mezin dixwaze. Heke ev nebûna wê 30 sal derbas nebûya. Heke hûn di zindanê de li ber xwe nedin wê ruhê we têk biçe. 30 sal in min felsefeya Rêber Apo û xeta partiyê esas girt. Çiqas kêmasiya me hebû jî ez ji wê rêzê derneketim. Kengî şansê min çêdibû min hewl da ku xwe li pêş bixim. Min gotar nivîsandin, helbest, wêne xêz kirin. Min hewl da ku ji her alî ve bixebitim. Min li ser jina azad, Kurdistan û Dêrsimê roman û çîrok nivîsandin. Axîna Dilistan, Buhara Destanê, Gula Dilistana Min çend pirtûkên ku min nivîsandin e. Yek ji tiştên ku mirov di zindanê de zindî dihêle hevaltî ye. Ya sereke hevaltî ye. Heke ku îro dikaribim bimeşim û heme ev bi saya hevalan e. Ez deyndarê hevaltiyê me. 
 
Tişta ku berê min da wêje û nivîsandinê jî helbet ramanên Rêber Apo ye. Divê ku em felsefeya Rêber Apo bi helbest, roman, çîrok, wêne, yanî bi xebatên hunerî û wêjeyî ji civakê re ragihînin. Divê em vê felsefeyê di her warî de ji civakê re rave bikin. 
 
Min pirtûka “Gula Dilistana Min” ji bo dayika xwe nivîsandiye. Li ser destavêtin, destdirêjî, îşkenceya li jinan tê kirin û zewaca di temenê zarokatiyê de bi darê zorê tê kirin. Mînak Cemîle di 12 saliya xwe de hat qetilkirin. Divê em hemû van mijaran binivisînin û nemir bikin. 
 
Ev 30 sal bû sedemê nexweşiya canê me û temenê me ji me girt. Lê wek din tiştek ji me negirt. Lê bêtir têkoşînê, bîrdoziya Rêbertî, dîroka kurd û mirovahiyê, têkoşîna jinan û azadiyê bi me da fêmkirin. 
 
ÇARESERÎ LI BA RÊBER APO YE
 
Îro dewleta tirk û dewletên emperyalist ji paradîgmaya Rêber Apo ditirsin û lewma nahêlin hevdîtin pê re bê kirin û çareserî li pêk were. Dema em dibêjin azadî azadiya hemû gelan girîng e. Em behsa azadiya tevahiya gelan dikin. Tenê rêyek serkeftinê heye; Ew jî xeta Rêber Apo ye. Tekane mifteya çareseriyê Rêber Apo ye. Ji bilî felsefeya wî tu kesek û tiştek bibe çareserî nîne. 
 
DÎSA WÎ HEVALÎ MIN PÊŞWAZÎ KIR 
 
Ew hevalê ku 30 sal berê min derbasî hêla serxetê kir, piştî 30 salan jî wî hat min pêşwazî kir. Hevaltî, jiyan û bîranînê wê demê anî bîra min. Ez niha li Rojava me. Heta mehekê her tişt wek xeyal ji min re dihat. Lê piştre ez pir fikirîm ku em ê avakirina li Rojava çawa bi pêş ve bibin. Divê em niha bêtir li ser vê bixebitin. 
 
ME DENGÊ DÎK Û MIRÎŞKAN JI BÎRA KIRIBÛ
 
Niha ez li Rojava diğerim. Min di helbestek xwe de gotibû; me dengê mirîşk û dîkan jî ji bîra kiriye. Zimanê ez li Rojava pê diaxivim min ji bîra kiriye. Ji bo vê yekê min şerm kir. Di zindanê de ji ber ez bi erebî neaxivîm min ji bîra kiriye. Niha dîsa ji nû ve hîn dibim. Dema min bi gerÊ, sohbet û nasîna heval û dostan derbas dibe. Ez di nava heval û gel de diğerim. 
 
BEDELDAYÎNA BO AZADIYÊ 
 
Bo siberojê jî viya dibêjim; heke ji bo azadiyê bedeldayîn hewce be, divê tu wê bedelêbidî. Tu tiştek ji azadiya civakê negirîngtir e. Ev şoreş, şoreşa gel e. Divê em xwedî li vê şoreşê derkevin. Rêber Apo û felsefeya wî ji bo gelê kurd şansê dawî ye. Rêber Apo xwe ji bo dîrokê îspat kir. Divê em jî serkeftinê bînin û îspat bikin û diyarî Rêber Apo bikin.” 
 
MA / Rûkiye Adiguzel 
 

Sernavên din

01/02/2023
10:09 Rojnamevan Balekanî: Gengaze ku çalakiyên li Îran û Rojhilat veguherin şoreşê
10:04 Ma Muzîkê konsera roja yekemîn û duyemîn diyarî Egîdê Cimo û Mahmut Kizil kir
09:37 Gotin 'Hûn nikarin roja me tarî' bikin û komployê pûç kirin!
09:04 Dê Meşa Gemlîkê li Edeneyê bi girseyî bê pêşwazîkirin
09:01 Banga ji bo beşdariya Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê derkevin
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2023'YAN
31/01/2023
21:02 Di êrişa li Pakistanê de hejmara miriyan zêde dibe
20:06 Bi dehan malbat vegeriyan Şengalê
18:24 Îmzeyên ji bo PKK'ê radestî KE'yê hatin kirin
16:17 Doza qezaya Dêrikê: Divê her kesê bi qisûr werin darizandin
16:01 Bavê ku keça xwe kuşt hate girtin
16:01 Dema binçavkirinê ya rojnameger Altay cara 3’yemîn hate dirêjkirin
15:48 Temellî: Paradîgmaya Abdullah Ocalan rêya derketina ji krîzê ye
15:18 Derbarê rojnamevan Kartal de doza ‘dişibê’ hat vekirin
15:00 Li Çemçoyê bombeyên qedexekirî hatin bikaranîn
14:26 Li Girtîgeha Espiyeyê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem hate destpêkirin
14:14 Ji jinên girtî yên Rojhilat name: Cezayên darvekirinan rawestînin
14:14 KODAR’ê ji bo mexdûrên erdheja Xoyê banga alîkariyê kir
14:07 Danişîna doza rojnamevan Çelîk û Yayla hate taloqkirin
14:06 Buldan: Li hemberî hemleyên HDP’ê hûn dê mat bibin
13:57 Heta 15 salan cezayê hefsê ji hiqûqzan Gumuş re hat xwestin
13:17 Peywirdarên ku li deriyê sînor tundî li jinekê kirin ji kar hatin dûrxistin
13:05 Danişîna doza rojnamevan Gultekîn hat taloqkirin
12:57 Ji ber mija zêde ya li Şirnexê welatiyan zehmetî kişandin
12:47 Danişîna doza rojnamevan Çoban hat taloqkirin
12:45 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Berxwedana gel a li Îranê didome
12:12 Bazirganiya derve lê kêmiyê da û TUÎK’ê nekarî veşêre: Ji sedî 137 zêde bû
12:02 Malbata Şenyaşar: Mazlûm tên darizandin
12:01 Doza ‘Qanûna Sansurê’ ya ewil derbarê rojnamevan Aygul de hat vekirin
11:44 Nobeta Edaletê di roja 29’an de ye: Deriyên Îmraliyê vekin
11:26 Bi sedemê jiberçûyîna madeyê kîmyewî 2 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:19 Di doza polîsê bersûc de emniyetê delîl ji holê rakir
11:16 Li Hezexê mirina bi guman a jinekê
11:05 Li Kantona Şehbayê ku ambargo lê didome pirsgirêka derman û germkirinê heye
11:04 Piştî 30 salan vegeriya Rojava: Ez bi felsefeya Ocalan li ser pêya mam
10:54 Li Deriyê Sînor ê Xabûrê tundî li jinekê hate kirin
10:42 Ji bo girtiyan ‘terîfeya xanî’ di Rojnameya Fermî de hate weşandin
10:17 2 sal cezayê hefsê li rojnamevana bi bavê Jîna Emînî re axivî birîn
09:34 Dayika Aktaş ê li Îmraliyê: Kurê min mirî ye sax e em nizanin
09:03 Der barê jinên şidetê protesto kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
09:02 Parêzer Erîşen: Rewşa girtîgehan xirab e, dibe ku mirin zêde bibin
09:01 ‘Bi protokoleke veşarî tê birêvebirin, li cîhanê mînakeke wekî wê tune ye'
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:50 Koma Ma’yê li Amedê konsereke bicoş lidarxist
30/01/2023
21:12 Li Pakîstanê teqîn: Herî kêm 44 kes mirin
20:33 Agir bi kampa Kebertoyê ket
17:01 Gokkan: Ez red dikim ku li dadgeheke bêalîtiya xwe winda kiriye parastinê bikim
16:12 Danişîna doza êrişa li dijî saziyên elewiyan hat lidarxistin
16:11 Binpêkirinên li Girtîgeha Panosê ji Bozdag pirsî
15:38 ‘Tifaqa Milet’ ji bo nedîtina kurdan tifaq e!
15:38 Parêzerên doza Weqfa Hîranûrê: Divê ku dadgeh ji dozê vekişe
14:31 Beştaş: Em ê di 14’ê Gulanê de bersiva kompasê bidin
14:24 Serhildana li Rojhilat û Îranê 135 roj li pey xwe hişt
13:50 Di erdheja Xoyê de 7 kes mirin û zêdetirî 800 kes jî birîndar bûne
13:45 Xeta têkoşîna HDK’ê ya serdema nû: Li dijî feraseta yekperest, piranîparêziya civakî
13:30 Li Colemêrgê rêya 39 gund û mezrayan hat girtin
13:16 Blinken: Operasyona leşkerî ya li ser rojavayê Kurdistanê wê nebe berjewendiyên tu kesî
13:04 Dadgehê hêceta cezakirinê spart xala 283’yemîn a TCK’ê
12:59 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar: Dê hesaba vê zilmê were pirsîn
12:54 Ji DYA’yê bo welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê: Dibe ku êrişên bersivdayînê pêk werin
12:16 Nobeta Edaletê ya ji bo Îmraliyê: Bayê aştiyê ji Îmraliyê re derbas dibe
10:39 ‘Tecrîd bi berxwedanê dikare bê rakirin’
10:12 Dadgehê ji bo projeya veguherîna bajêr a Kaynartepeyê got: Li dijî qanûnê ye
09:46 Parêzerê Ocalan ê îtalî Angelelli: Pêwîste mirovahî vî mirovê hêja biparêze
09:26 Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Blinken hate Rojhilata Navîn
09:04 Rojnamevan Qelenî: Wê li Rojhilat û Îranê gel li dijî rejîmê her li ser pêyan be
09:02 Hevjîna girtiyê nexweş: Bila Wezîrê Dadê soza xwe bi cih bîne
09:01 Komplogeran winda kirin, paradîgmaya Ocalan gerdûnî bû
09:00 ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2023'YAN
29/01/2023
23:47 Dema binçavkirina rojnamevan Altay hate dirêjkirin
23:37 HDP’a Amedê li Sûrê bi gel re civiya
22:41 Li Şêrawa mayîn teqiya: Zarokekî jiyana xwe ji dest da
21:09 Sancar: Dara HDP’ê wê Komara Demokratîk ava bike
19:43 Hevberdevkên HDK’ê: Têkoşîna Rêya Sêyemîn êdî bivê nevê ye
17:08 Li Colemêrgê Şêx Ubeydûllah Nehrî hate bibîranîn
16:43 Atolyeya Wêjeyê bi dawî bû
16:36 Amedsporê li sehaya xwe Şanliurfaspor 1-0 têk bir
15:42 Li Zelandaya Nû lehî rabû: 4 kes mirin
15:01 Rejîma Îranê du sal cezayê hefsê da rojnameger Merûfyan
14:53 Hêzên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin
14:47 Talîban ezmûnên zanîngehê li jinan qedexe kir
14:41 Hevserokê Tevgera Azadî Ebdula hate berdan
12:40 Di erdeheja li Xoyê de bi sedan kes birîndar bûn
11:49 Li Şengalê li dijî tora sîxûran operasyon: Hevkariya MÎT û PDK’ê
11:27 Nobeta Malbata Şenyaşar di roja 692'yan de didome
11:16 Foza Yûsif: Tirkiyeyê li hinek herêman DAIŞ çalak kir
10:57 Koma Ma dê ji bo piştevaniya bi HDP’ê re bistre
10:55 Lijneya Giştî ya HDK’ê: Mirovahiya mezin li rêya xwe digere
10:25 Abdullah Ocalan: Em ê mîna berê nejîn
09:25 Rojnameger Rojîn Altay hate binçavkirin
09:24 Li şûna komirê kevir li xelkê Şirnexê hatin belavkirin!
09:04 Fatûreyên sala nû hatin: Me gaz dît biha bû, me petrol dît biha bû
09:03 Serhed bi hesrata berfê ye: Hişkesalî herêmê diqilqilîne
09:02 Ev aş ne bi pereyan, bi kunciyan digere
09:01 Canpolat ê ku gelek karker ji kar derxistibûn cardin tayînî şaredariyê hat kirin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2022'YAN
28/01/2023
21:00 Li Amedê konsera Kasim Taşdogan
20:54 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê: Divê pergala Îmraliyê bê fesixkirin
18:29 Konferansa Jinan a HDK'ê: Dê sedsala 21'ê bibe sedsala jinê