Parêzer Bronlet: Divê Mewzûata Ceza ya Ewropayê li dijî PKK'ê neyê bikaranîn

AMED - Ji parêzerên Baroya Brukselê Robîn Bronlet bal kişand ser 3 milyon îmzeyan ji bo esasgirtina mafê rêxistinbûyîna serbest a PKK'ê hatin berhevkirin û têkildarî biryara Dadgeha Bilind a Belçîkayê got: "Divê Mewzûata Ceza ya Têkoşîna Li Dijî Terorê ya Hevpar a Ewropayê li dijî PKK'ê neyê bikaranîn." 
 
Ji bo PKK’ê ji lîsteya “rêxistinên terorê” a Yekîtiya Ewropayê bê derxistin, 3 milyon îmze hatin berhevkirin û radestî Komîsyona Ewropayê (KE) hat kirin. Îmze li ser banga Înîsiyatîfa Edaletê ya Navneteweyî ya ji bo Kurdan hatin berhevkirin. Li ser navê Înîsiyatîfê Tevgera Aştiyê ya Belçîka (Vrede), Enternasyonala Pêşverû (Progressîve Înternatîonal) û rêxistina hunerê Zîrveya Cîhana Nû (New World Sûmmît) a ku navenda wê li Hollanda ye, îmze radestî Komîsyona Ewropayê kirin.
 
Ji parêzerên Baroya Brukselê Robîn Bronlet ku got biryarên temyîzê yên Dadgeha Bilind a Belçîkayê ku berê ji bo PKK'ê dabûn, ji bo tevahiya welatan emsal e û pêvajoya hiqûqî nirxand. 
 
ZEXTÊN TIRKIYEYÊ
 
Bronlet bal kişand ser zextên Belçîkayê yên li ser saziyên kurdan û got: "Wekî me di nîqaşên der barê endamtiya Swêdê de ya ji bo NATO'yê de dît, Tirkiye welatiyên kurd wekî terorîst sûcdar dike û di ser welatên Ewropayê re zorê dide wan. Wextekê heman tişt li Belçîkayê jî wisa bû. Têkildarî lêpirsînên cezayî yên der heqê sazî, çapemenî û komeleyên kurdan ên li Belçîkayê de xwe li bêdengiyê danî." 
 
‘JI BO ENDAMTIYA PKK'Ê DOZA CEZAYÎ TUNE YE'
 
Bronlet di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Berê li Belçîkayê gelek lêpirsînên cezayî hebûn. Piştî biryara girîng a Dadgeha Bilind a Belçîkayê ev lêpirsînên cezayî bi dawî bûn. Qanûna Ceza ya Belçîkayê, xwe disipêre xaleke Dîrektîfa Ewropayê ya têkoşîna li dijî terorê. Ev xal, diyar dike ku Hiqûqa Ceza ya Têkoşîna Li Dijî Terorê ya Ewropayê, divê di pevçûneke navneteweyî ya ji aliyê hiqûqa mirovî ya navneteweyî ve tê birêvebirin, neyê bikaranîn. Lewma hemû nîqaş ew bû ku di navbera dewleta tirk û PKK'ê de pevçûneke çekdarî ya navneteweyî heye yan na. Axirê biryar hat dayîn ku divê PKK di vê pevçûna çekdarî de wekî aliyekî bê qebûlkirin û divê li wir ji bo welatiyan endamtiya PKK'ê ku di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de wekî zilmê tê kirin, neyê pêkanîn. Doza cezayî, di navbera 2014-2015'an de dewam kir. Di vî warî de serî li temyîzê hat dayîn. Lê biryar ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû pesendkirin. Lewma êdî ji bo kesên ku ji ber endamtiya PKK'ê şik û guman li ser wan heye, doza ceza ya têkoşîna li dijî terorê tune ye." 
 
‘PKK JI QANÛNA CEZA MUAF E'
 
Bronlet îşaret bi vê yekê kir ku sedema ku PKK li derveyî hiqûqa têkoşîna li dijî terorê tê hiştin, xwe disipêre Hiqûqa Belçîkayê ya li ser esasên Dîrektîfa Ewropayê û got: "Ev jî tê vê wateyê ku, bi vê hiqûqa îçtihadê li welatên din ên Ewropayê jî Mewzûata Ceza ya Têkoşîna Li Dijî Terorê ya Hevpar a Ewropayê, li hemberî PKK'ê nayê bikaranîn." 
 
'LÊPIRSÎNEKE CIDÎ DIVÊ'
 
Bronlet zextên li Tirkiyeyê yên bi hinceta endamtiya PKK'ê tên kirin rexne kir û got: "Me ji xeynî şahidiya xwe ya ji bo şert û mercên Îmraliyê, bi hin mirovên ku sûcên şer ên dewleta tirk şermezar dikin re jî hevdîtin kirin. Me êrişên bi çekên kîmyewî bihîstin, me bihîst îşkence li cenazeyan tê kirin û tên perçekirin. A rast ev cihê matmayînê ye û em hêvî dikin ku der barê van sûcan de lêpirsîneke cidî bê kirin." 
 
ÇI QEWIMÎBÛ?
 
Gava YE'yê cardin PKK'Ê daxilî nava lîsteya qedexeyan kiribû, Dadgeha Îstinafê ya Belçîkayê, di 8'ê Adara 2019'an de biryar dabû ku PKK "pevçûneke çekdarî ya ne navneteweyî ye" û ne "rêxistineke terorê" ye. 
 
MA / Eylem Akdag - Rûken Polat
 

Sernavên din

03/02/2023
16:12 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
15:44 Li Dêrsimê kuştina sewalên kûvî hat protestokirin
15:34 Li Wanê di salekê de hezar û 52 binpêkirinên mafan pêk hatine
15:22 Çalakiya karkerên firinên Amedê bi ser ket
15:01 Kujerê Sakîne Kultur: Min ji emniyetê û cendirmeyan bipirsin
15:00 Berdana girtî Karabak cara duyemîn hate taloqkirin
14:13 Bersûcê doza Şimonî Dîrîl hat tehliyekirin
13:46 Li girtîgehan greva birçîbûnê didome
13:16 Baroya Rihayê ji bo mafê avê yê xelkê ket tevgerê
12:41 Li Rojhilat û Îranê zexta darazê
12:41 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Nobeta Edaletê bi dawî bû: Bila li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
11:59 Dosyeyên cuda yên doza Malbata Şenyaşar kirin yek
10:38 Li gorî TUÎK’ê enflasyona meha çileyê ji sedî 6,65 e
10:13 ‘Heke em bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin dê bi hev re bi ser kevin’
10:13 ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê parve kir
10:07 Cezayê ji ber Mûsa Çîtîl li rojnamevan Kanbal hatibû birîn, hat xerakirin
10:00 ‘Fikrên Abdullah Ocalan gihiştin parzemînan’
09:43 Siyasetmedarê îtalî Acerbo: Ocalan alternatîfek rasteqîn e, hewcedariya me bi dengê wî heye
09:39 Girtî li hundir û malbat li derve di ‘zindanê’ de ne
09:09 Rojnamevan Qasim: Encama şer fiyasko ye
09:06 Li Wanê 3 jin hatin binçavkirin
09:05 Hemû girtîgehên nû veguherandin Îmraliyê!
09:04 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê bibin deng
09:04 Dayika Aştiyê Yenî: Em vê tecrîdê rakin
09:01 Gever ji bo Meşa Gemlîkê amade ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2023'YAN
02/02/2023
22:39 74 hezar TL ceza li Amedsporê hat birîn
22:28 Li Qelqeliyê polîsan wesayîteke sivîl gulebaran kir
21:19 Delegasyona Li Dijî Tecrîdê: Divê CPT raporê eşkere bike
19:17 Li hevşaredar Elîk û Oncuyê 6 sal û 3 meh ceza hat birîn
16:42 Rojnameger Metîn Uca hate berdan
16:19 Rejîma Îranê ne alîkariyê dide û ne jî dihêle gel alîkariyê bide mexdûrên erdhejê
16:18 Piştevaniya bi Serokê Baroya Amedê re: Em li cem te ne, bêdeng namînin
16:06 Derhênerê îranî Panahî li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir
16:02 Rojnamevan Akogûl cara duyemîn beraet bû
15:58 HDP ji bo piştevaniyê çû serdana MA û JINNEWS’ê
15:44 Ji ber berfê rêya bi sedan gundan hatin girtin
15:43 Swîsreyê jî balyozxaneya xwe ya li Tirkiyeyê girt
15:31 Polîsê ku Daşkan kuştibû cara duyemîn hat beraetkirin
15:20 Gurdal ê hatibû binçavkirin hate berdan
15:19 Hevserokê DBP’a Amedê Altûn hat tehliyekirin
15:05 Di doza destdirêjiya li dijî zarok de 27 sal cezayê hefsê dan tecawizkar
14:51 Di doza ‘heqareta’ li dijî Erdogan de dê ji Meclisê girtek bê xwestin
14:48 ÎHD’a Enqereyê: Di sala 2022’an de herî kêm 78 girtiyan jiyana xwe ji dest dane
14:47 Sakîne Kultur a bi îşkenceyê qetil kir sûcdar kir!
14:34 Metîn Uca hate binçavkirin
14:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:52 Rejîma Îranê girtiyê nexweşiya penceşêrê îşkence kir
13:44 ‘Bila qadên avî yên li peravên Gola Wanê bên parastin’
13:39 Gunay: Çareserî li Îmraliyê ye, em ê di her mercî de bimeşin
13:38 Li Rihayê zam li nan hat kirin
13:33 Nobeta Edaletê: Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
12:50 TMMOB’a Amedê: Em ê destûrê nedin talanê
12:25 Serhed di bin berfê de ma
12:09 Malbata Şenyaşar: Edalet bi qurbanî wekîlê AKP’î kirin
11:19 Zuhtu Arslan cara sêyemîn bû Serokê AYM’ê
11:16 Kurd û dostên xwe 24 sal in li ser pêya ne
11:14 Danişîna doza Alokmen û Ceylan hate taloqkirin
10:34 Pervîn Bûldan: Planên me yên B û C hene
10:30 Parêzerê ji Afrîkaya Başûr Moses: Ez ê tecrîdê ji herkesê re vebêjim
09:20 'Tenê ne kurd, divê hemû gel li dijî tecrîdê deng derxînin'
09:07 Ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin: Şikandina tecrîdê dê azadiyê bi xwe re bîne
09:06 Malbata Tûlgay ê ku ew anîne ber HDP'ê: Em lêborînê ji gelê kurd dixwazin
09:04 Berdevkê Çapemeniya YPG'ê Alî: MÎT alîkariya DAIŞ'ê dike
09:03 Parêzer Bronlet: Divê Mewzûata Ceza ya Ewropayê li dijî PKK'ê neyê bikaranîn
09:02 Li koçeriyê rojên zehmet: Em nikarin kîloyeke kayê jî bikirin
09:01 Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê: Li Herêma Kurdistanê kuştina jinan zêde dibe
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2023'YAN
01/02/2023
23:45 Koma Ma'yê stranên xwe ji bo HDP’ê gotin
21:05 Li ber NY'yê 15'ê Sibatê hat şermezarkirin
20:08 Cenazeyê Encuyê piştî 11 rojan radestî malbatê hat kirin
20:00 Li Herêma Kurdistanê di 2022'yan de 44 jin hatine qetilkirin
19:49 Li Silêmaniyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
19:42 Li Îngilîstanê greva herî mezin a 10 salên dawî: 500 hezar kes tev lê bûn
16:26 Ji ber berfê bajarên bakurê Kurdistanê hatin hişyarkirin
16:08 Ji HDP’ê Bernameya Aboriya Demokratîk
15:51 Sê welatan konsolosxaneyên xwe yên li Tirkiyeyê girtin
15:39 Temellî: Guhertina vê pergalê pêkan e
15:09 Doza Nobedariya Gerînendetiya Ozgur Gundemê taloq bû
14:57 Danişîna doza rojnamevan Eser hate taloqkirin
14:40 81 baroyan li dijî gefan piştgirî dan Serokê Baroya Amedê
14:20 Ji Geverê banga bo Meşa Gemlîkê: Werin em tev li meşa çareseriyê bibin
14:11 Dê ji Îzmîrê ber bi Gemlikê ve meş were lidarxistin
14:10 Cezayê miftiyê bûye sedema mirina 6 zarokan bi hinceta ‘rewşa baş’ daxistin
13:57 Doza kovara Modernîteya Demokratîk taloq bû
13:00 Sir û seqem jî nikare têkoşîna Malbata Şenyaşar rawestîne
12:59 Li Geverê kesek hate binçavkirin
12:43 Rojnamevan Rojîn Altay hat berdan
12:36 Bîlançoya meha çile ya şerê li Başûr
12:29 Freedom House li ser rojnameger Safiye Alagaş nivîsand
11:46 Nobeta Edaletê: Tecrîda Îmraliyê li gorî kîjan qanûnê tê pêkanîn?
11:45 Temûr: Nabe ku alîkariya mirovî were cezakirin
11:36 Riha di bin mijê de ma
11:31 Derheqê Yilmaz ê li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin de lêpirsin hate destpêkirin
11:18 Komên paramîlîter li Efrînê kargeha hişbirê vekirin
11:03 Delegasyona Jinê ya Navnetewî li dijî tecrîdê serdana AK'yê kir
10:56 ‘Divê hêzên tiliya wan di êrişên li dijî elewiyan de hene bên eşkerekirin’
10:20 Dema ku mijar dibe polîs û leşkerên ku sûc dikin bêceza tên hiştin
10:19 Di doza tecawizkirina zaroka 10 salî de zext li malbata zarok tê kirin