Du rojan tî, birçî û pêxas li kolanê mane

  • rojane
  • 11:41 17 Sibat 2023
  • |
img
DÎLOK - Malbata Çîftçî ya li Islahiyeyê dibêje ku piştî erdhejê ew du rojan birçî, tî û pêxas li kolanê mane û ji bo nemirin tenûra xwe veguherandine cihê hêwirînê. 
 
Yek ji taxên ku erdhejê lê xistiye û kevir li ser kevir nehiştiye taxa Sulumagara ya navçeya Islahiyeya Dîlokê ye. Erdhejê tesîrek giran li ser taxê kiriye. Tax li ser rêya xeta fayê ku dikeve ser rêya Islahiyeyê-Hatayê ye. Li taxê bi ser 80 kesî re mirovan canê xwe ji dest daye. Gelek malên li taxê hilweşiyan e. 
 
HÊ JÎ XIRBE LI ŞÛNA XWE NE 
 
Tîmên hawarê di destpêkê de xwe negihandin taxê û xelkê xwe bi xwe cenazeyên xwe ji bin xirbeyan derxistin û veşartin. Hê jî xirbeyên xaniyan wek roja ewil disekinin. Xelkê navçeyê hê jî gazinên xwe dikin û rexne dikin ku kon negihîştine wan. Gelek mexdûrên erdhejê difikirîn ku em tîmên tespîta xesarê ne û daxwaza alîkariyê ji me dikirin. 
 
TAX RÛXIYAYE 
 
Li her kolan û cadeya taxê avahiyên hilweşandî hene û kes li taxê xuya nake. Her ku em geriyan hin mirov derketin pêşberî me. Her çiqas mirov neaxivin jî lê bêdengiya wan her tiştî vedibêje. Di ruyê her welatî de hestên bêçare mane xwe dide der. 
 
Di kolanekî de avahiyek hilweşiyayî heye û malbatek li berê sekinî ye. Îsmaîl Çîftçî diyar dike ku di erdhejê de mala wan xera bûye û traktor û wesayîta wî di bin xirbe de maye. Çîftçî anî ziman ku kêliya erdhej çêdibe û dixwaze derkeve derve sobe bi ser de dikeve û ji bo tiştek neyê serê wî valahiyek di dîwar de çêdibe û di wir de derdikeve derve. 
 
DU ROJAN TÎ Û BIRÇÎ MANE 
 
Çîftçî da zanîn ku siûda wan lêdaye k udi erdhejê de tiştek nehatiye serê wan û piştî erdhejê tişta ku hatiye serê wan ji erdhejê dijwar e. Çîftçî dibêje ew bêçare mane û hêrs û bêçaretî xwe di rûyê wî de dide nîşandan. Çîftçî bi xemgînî wiha dibêje: “Em piştî erdhejê du rojan bêxwarin, bêav man. Dewletê alîkarî negihand me. Em konan dixwazin dibêjin kon tune ne. Doktorek bi navê Mehmet Firat xwarin û cilan ji bo me anî. Me tu xêra dewletê nedît. Du rojan tu kes bi hawara me ve nehat. Em bi tena serê xwe man. Em du rojan bi lingên xwe pêxas li ber sermayê man. Cilên li ser me jî cilên hinek kesên din in.” 
 
AFAD’Ê KONÊ JI BO WAN DESTESER KIRIYE 
 
Çîftçî her çiqas wî ji bo alîkarî û kona serî li rayedaran daye jî lê tu kesî bersiva wî nedaye û doktorê navborî kon ji wan xwestiye lê AFAD’ê kon desteser kiriye û nedane wan. 
 
CENAZEYAN BI DERFETÊN XWE DERXISTINE 
 
Çîfçtî anî ziman ku gelek kesan li taxa wan jiyana xwe ji dest daye û xelkê bi derfetên xwe cenazeyên xwe derxistin û veşartin. Çîftçî da zanîn ku tenûrek nêzî mala wan veguherandine cihê hêwirînê û ew 6 kes di bin de dimînin. Çîftçî diyar kir ku sazî û dezgehek, xwarinek germ nade wan û ew bi derfeta xwe xwarina xwe çêdikin û diçin wê mala xwe ya xetere tiştên xwe xwarinê derdixin. 
 
JI BO JI SERMAYÊ NEMIRIN 
 
Çîftçî destnîşan kir ku ew ji neçarî di vî konî de dimînin û heke ne ji wî konî be dê zarokên wî ji serma bimirin û cihekî ew biçinê jî tune ye. 
 
MA / Îbrahîm Irmak
 

Sernavên din

19/02/2023
13:10 Xebatên Meclisê heta 28’ê sibatê hatin rawestandin
11:37 Li Bazarcixê hejmar li xirbeyan tê kirin û wisa tên rijandin
11:37 Li Îskenderûnê xebatên tespîtkirina nasnameya cenazeyan didome
11:36 'Divê ji bo avakirina ji nû ve em xwe bi rêxistin bikin’
11:36 Ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariya pêdiviyên lezgîn
10:51 Gelo li Bazarcixê kurdên elewî neçarî koçberiyê tên kirin?
10:49 Li Afşînê bîlançoya erdhejê: 180 kes mirin, 335 avahî hilweşiyan, 7 kes hatin girtin
10:40 Koramaz: Divê heta sala 2022’yan kontrola hemû avahiyan hatibûya kirin
10:24 Mexdûrên erdhejê: Keya konan li kesên nêzî xwe belav dike
10:14 Avahiya rektoriya Zanîngeha Dîcleyê ji ber xesarê hat valakirin
10:05 Zimanzan Alpay: Kurd li dijî tune hesibandina sedsalî xwedî li zimanê xwe derdikevin
10:03 Ji objektîfa ajansa me wêneyên erdheja Amedê
09:40 Turkdogan: Divê Tirkiye ji rewşa nefretê bê rizgarkirin
09:05 Dr. Koç: Li herêma erdhejê divê navendên piştgiriyê yên derûniyê bên zêdekirin
09:04 Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: Ruhê piştevaniyê yê Amedê xwe disipêre têkoşîneke 50 salî
09:03 Li Kaynartepeyê keysbaz ketine pey rantê!
09:03 'Desthilat ji bo xwe ji berpirsiyariya xelas bike 'tundiyê' berbelav dike'
09:01 Li girtîgehan pirsgirêka ewlehiya navxweyî: Erdhej!
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2023'YAN
18/02/2023
22:51 Li Mereşê erdhej çêbû
22:19 Giliyê Erdogan û gelek wezîran hat kirin
21:07 Li Ermenceyê erd qelişî, koncalên mezin çêbû
18:52 Baroya Amedê xwest kurdî jî li YÎMER'ê bê zêdekirin
17:22 Ji bo jinûveavakirinê banga seferberiyê: Divê gel dest ji axa xwe bernede
17:01 Li Stenbolê ji bo 93 dibistanan biryara veguhestinê hate dayîn
17:01 Gundên Bazarcixê: 13 roj in em bi tenê ne
16:48 Bûldan û şandeya pê re serdana Bêrecûkê û Pirsûsê kirin
16:47 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 40 hezar û 642 kesan
16:45 Girtiyên sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kavakê hatin kirin, derb kirin
16:32 JMO Amed: Zêdetirî 500 avahiyên bixesar hatin tespîtkirin
16:31 Xizmên Windayan: Bila kujer bên darizandin
16:13 Taxa Armûtlûyê: Em bi hev re diçin, em ê bên û ji nû ve şên bikin
16:03 Di dema sewqkirinê de birînên girtiyê nexweş teqiyan!
15:47 HSD: 2 serçeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
15:46 Girtiyên piştî erdhejê hatin sewqkirin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
15:45 Li aqûbeta Maksût Tepelî yê 39 sal berê hat windakirin pirsîn
15:38 Prof. Dr. Gorur: Em rastiya erdhejê qebûl bikin û daxwaza bajarên saxlem bikin
15:35 'Ji bo gel dîsa li warên xwe vegere divê mercên guncav bên amadekirin’
15:20 Bi lîstikan hewl didin erdhejê bi zarokan bidin jibîrkirin
15:04 Mexdûrên erdhejê: Rayedarên dewletê me neçarî avahiyên xesar dîtine dike
14:33 AFAD’a ku li Amedê xebat bi dawî kirî encam aşkere nekirin
14:32 Goristana Islehiyeyê hilweşîna li bajar radixe ber çavan
14:00 Dayikên Şemiyê: Divê mirî li gorî rûmeta mirovahiyê bên definkirin
13:57 Rapora ‘kêmxesar’ dan xaniyê xesar lê çêbûye
13:41 Xwendekarê ji wargehê hatiye avêtin: Kesên bi wesayîtên lûks tên û li wir dîminin
12:51 Li Antakyayê 3 kes ji binê xirbeyan hatin rizgarkirin
12:16 Zarokên mexdûrên erdhejê yên bêrefekat li ÎHH’ê ne!
12:12 Li Hatayê rapora ‘bêxesar’ dan avahiya hilweşiyayî!
12:11 Şaredarê Hatayê Savaş: Li bajar herî kêm 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
11:59 ÎTU’yê di rapora xwe de sedemên erdhejê yek bi yek vegot
11:07 74 endezyarên înşaetê ji Wanê şandin Mereşê
11:07 Mexdûrên erdheja li Wanê li Hatayê ne: Me dît dewlet naçe hawarê xelkê em hatin hawara mexdûran
11:06 Bozgeyîk: OHAL bêcezatiyê bi xwe re tîne divê ji holê bê rakirin
10:56 Gelo jin li herêmên erdhejê çi dijîn?
10:35 Mîmarê hilweşînê AKP: Di 21 salan de 11 efûyên îmarê derxist
10:25 ‘AFAD’ê xwest lingê min bibire lê tîma spanyayî di du saetan de ez rizgar kirim’
10:20 Hemşîreyê mexdûra erdhejê jî bû dilxwaz: Mirov di bin piyan de hatin pelçiqandin
09:42 Li herêma erdhejê ji bo heywanan pêdivî bi êm û hêwirînê heye
09:32 Kal û pîrên xaka xwe neterikandîn li benda konan in
09:26 Piştî erdhejê xetereya asbestê
09:03 Li Bazarcixê dewlet jî di bin xirbeyan de ma
09:02 'Fatûreya erdhejê li xwendekaran hat birîn'
09:00 Heta ku ji ser hişê xwe çûne ew îşkence kirine
09:00 'Armanca êrişan Kobanê ye, lê em ê nehêlin'
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2023'YAN
17/02/2023
21:49 Hejmara kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 39 hezar û 672'yan
20:43 Ji DÎSK-Basin Îşê ji bo rojnamevanan fona piştgiriyê ya erdhejê
20:08 Hê jî 8 kes di bin kavilên Diyar Galerîayê de ne
19:24 Li Hatayê kesek piştî 278 saetan bi saxî hat rizgarkirin
19:13 Li Mereşê 7 muteahîd hatin girtin
19:07 Ji bo îfadeyê gazî rojnamevan Mîr Alî Koçer hat kirin
19:02 Standa alîkariyê hat rakirin û ceza li dilxwazê li ber standê hat birîn
18:50 Welatî li ber bankeyan tên mexdûrkirin
18:07 Alîkariyên li navenda piştevaniyê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin nayên belavkirin
17:01 Şandeya HDP’ê li Semsûrê ye: Karesata desthilatê afirandiye ji karesata erdhejê mezintir e
16:46 ‘Zarokên mexdûrên erdhejê teslîmî terîqetan tên kirin’
16:34 Temel: Xebatkarên dewletê ji bajarên erdhejê reviyan
16:23 Şaredariya Silopiya kampanya ‘Piştgiriya Jinan bi Jinan re’ da destpêkirin
16:15 Li Hatayê 3 hemwelatiyên Yewnenistanê hatin binçavkirin
16:01 Konên titûnê ji xwe re kirin konên starê
15:53 Alikariya HDP’ê bi îddiaya “alikariya îlegal e” hate desteserkirin
15:52 Amedspor û Vanspor dê ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê bilîzin
15:41 Kana madenê ji ber erdhejê serobin bû
15:40 Xaniyeke xwe di şer de yek jî di erdhejê de winda kir
15:38 ÎKK'ya Amedê ya TMMOB'ê: Mirov terkî mirinê tên kirin
15:17 Dozger 149 nûçeyên MA’yê kopî kir û weke îdianameya rojnamegeran pêşkeş kir
15:01 Li Elbîstanê berpirsyar nîne, ‘diz’ heye!
14:16 Li Hatayê bi piştevaniyê birînên mexdûran tên pêçandin
13:44 Ji bo avahiye ‘kêm xesar’ 5 roj qewl dan: Xwediyên malê îtîraz kirin!
13:43 Ata têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî bi rayedarên Rêxistina Efûyê re hevdîtin kir
13:29 Ji 45 saziyan daxuyaniya hevpar: Divê bi rêzgirtinê nêzî cenazeyan bibin
13:29 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
12:53 'Divê kesên destûra plana îmarê û venêrînê dayîn bedel bidin’
12:24 Şandeya HSK’ê ku tevî biryarnameyê danişîn li dar xist wê li HSK’ê bê gilîkirin
11:50 TUÎK’ê daneyên bêkariyê yên meha kanûnê parve kir
11:41 Du rojan tî, birçî û pêxas li kolanê mane
11:40 Gundê Mihaciran piştî erdhejê bi saya piştevaniyê xwe li ser pêyan girt
11:22 Di êrişa Weqfa Şahkûlû Sûltan de kesek hate girtin
11:07 Erdogan biryara ‘Herêma Birîsk a Afetê’ ya li Hatayê beriya salekê rakiriye
10:54 Ciwanên HDP’ê li Semsûrê ne: Pêdiviya gel bi me heye