Piştî erdhejê rewşa Defneyê

  • rojane
  • 09:55 23 Sibat 2023
  • |
img
HATAY – Navçeya Defneyê piştî her du erdhejên Mereşê du erdhej li wir jî çêbûn û avahiyên saxlem jî hilweşiyan. Em bi tirs di cadeya Gunduz de ku avahî lê li ber hilweşandinê bi pêş ve çûn û em bi dîmenên ku şer tîne ber çavê mirov re rûbirû man. 
 
Bi ser erdhejên ku navenda wê Mereş bû û bi pileyên 7,7 û 7,6 çêbûn re 18 roj derbas bûn. Heta niha bîlançoya qurbaniyên erdhejê 43 hezar û 556 kes hatine eşkerekirin. Yek ji wan bajarên ku herî lê hilweşandin pêk hat jî Hatay û navçeyên wê ne. 
 
BAJAREK XEYALET 
 
Piştî her du erdhejên mezin ên li Mereşê, vê carê di 20’ê sibatê de du erdhejên ku navenda wê navçeya Defneya Hatayê bûn çêbûn. Kolan û cadeyên Defneyê bi kavilan tije bûye. Her avahiyek li ser pêya me li ber hilweşandinê ye. Mirov dibêje qey dê bi ser mirov ve hilweşe. 
 
 
DILXWAZÊN PIŞTEVANIYÊ 
 
Endam û rêveberên HDP, DBP, SYKP, KESK’ê, xwendekarên zanîngehan û dilxwaz bi şev roj li Defneyê dixebitin. Bi rojane li wir dixebitin û piştevanî û alîkariya gel dikin. Ji halê xwe ve çûne. Ji westandinê û sermayê ber çavê hin dilxwazan reş û şîn bûye. Lê balkêşe ku li asîmanê navçeyê her tim helikopter digerin. 
 
Tê gotin ku helîkopter ji bo tespîta avahiyên nû ka hilweşiyan e an na dikin. Erdhejok an go erdhejên li pey hatî bênavber didomin. 
 
LI CADEYÊ KEVIR LI SER KEVIRÊ NEMAYE 
 
Li taxa Armûtlûyê dîsa gelek avahî hilweşiyane. Avahiyên li ser cade û kolanan ya hilweşiyan e ya jî xesarên giran dîtine. Li cadeya Gunduz gelek avahî hilweşiyan e û yên mane jî li ber hilweşandinê ne. Polîsan hişyarî da me û dibêjin, “ew avahî dibe ku hilweşin, nekevin cadeyê.” Lê dîsa jî ji bo em dîmenên cadeyê ji raya giştî re bidin nîşandan, em berê xwe didin nav cadeyê. Ji ber hilweşandinê li cadeyê dîmenên şer tîne ber çavê mirov. 
 
Cade ji ber hilweşandinê bûye cihek wisa bitirs û bixof. Bil ez û bez em derketin ser avahiyek 8 qatî ku hinek saxlem maye û me li qata jor û me li vir dîmenên tabloya ku bi sedan kes lê canê xwe ji dest daye girt. 
 
DI BIN XIRBEYAN DE LI BÎRANÊN XWE DIGERIN 
 
Em hin welatiyan li ber avahiyên hilweşiyane dibînin û hê jî wê tişta ku hatiye serê wan ji ser xwe neavêtine. Welatî ji aliyekî dilê wan bi xem e ji aliyekî ve jî bi telefonên xwe dîmenên dikan û malên xwe digirtin. Hin welatî dibêjin hre çiqas xetere be jî lê diçin hundirê malên xwe û eşyayên xwe yên saxlem û bi nirx derdixin. Hin welatî jî di bin kavilan de li bîranînên xwe digerin. 
 
 
RAKIRINA KAVILAN SEKINÎ YE 
 
Li navçeyê piştî erdheja di 20’ê sibatê de çêbû xebatên rakirina kavilan hat sekinandin. 
 
Ne mimkin e mirov bikev hûn kolanan. Hin welatî dibêjin ji roja erdhej çêbûye û heta niha mirovekî cesaret nekiriye û neçûye cenazeyek jî dernexistiye. 
 
‘NE ERDHEJ, KAPÎTALÎZM DIKUJE’ 
 
Li parkek navçeyê bi konên dilxwazan, endam û rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl tije bûye. Ev dilxwaz û endam û rêveber ji bo birînên mexdûrên erdhejê bipêçin bênavber dixebitin û alîkariyê digihînin wan. Pankartên ku nivîsên, “Ne erdhej kapîtalîzm dikuje” û “Helbet em ê rojekê hev bibînin” li ser nivîsandê balê dikişînin ser xwe. 
 
 
TAXÊN HERÎ KU ZÊDE RÛXIYANE 
 
Welatiyek ku bi awayek dilxwaz di nava xebatên dilxwaz de cih digire diyar kir ku navçeyên navendî Defne û Antakya yên Hatayê herî zêde xesar dîtine û wiha got: “Herî zêde taxên Armûtlû, Sumerler, Elektrîk, Gazî û Çekmece yên Defneyê û taxên Urgenpaşa, Odabaşi, Kuçukdalyan, Akevler û Cumhuriyet yên Antakya hilweşiyane û xesar dîtine. Hin malbatên li vir naxwazin bikevin konan. Dixwazin li cihê lê ne bicih bibin. Lewma konan peyda nakin. Di baraqeyên bi derfetê xwe çêkirine de dimînin.” 
 
Welatiyê dilxwaz anî ziman ku li bajêr herî zêde pêdivî bi konan heye û wiha axivî: “Dewlet dixwaze welatiyên ku naxwazin warê xwe terk bikin, terbiye bike. Ji gundan tu agahî tune ye. Em rewşa gundan nizanin. Em tenê dikarin bi rewşa bajêr re eleqedar bibin.” 
 
FEQÎR LI BAJÊR MANE 
 
Nûnerên rêxistinên sivîl ên li bajêr dibêjin ku ji sedî 70’ê bajêr hilweşiyaye û xesara giran lê çêbûye û ji ber vê yekê jî xelk neçar maye ku koçber bibe. Nûnerên rêxistinên sivîl didin zanîn ku kesên rewşa wan baş koç kirine û malbatên feqîr jî di nav êş û tirsê de mane. 
 
MA / Azad Altay - Mujdan Can
 

Sernavên din

25/02/2023
16:56 Li Sergolan û Bazarcixa ku ji erdhejê bi giran bandor bûn gundên li ser piyan man jî hene!
16:43 Fatûreya vînca ku psîkan rizgar kir li komeleyê hat birîn
16:29 Siyasetmedar û parêzeran serdana gundên Semsûrê kirin
16:28 Şaredariya AKP’yî beramberî daîreyan destûra qatên zêde daye
16:04 Kesên li Galeriayê rûdinin ji bo tiştên xwe yên taybet di çalakiyê de ne
15:39 Hat xwestin girtiyê nexweş Cemîl Erdem bê berdan
15:38 Şaredarê Nûrdagiyê yê AKP’î hate binçavkirin
15:26 Girtiyê nexweş ê 82 salî di 2 salan de li 4 girtîgehan gerandine
15:11 Berdana girtiyê ji Mereşê sewqî Manavgatê hate kirin tê astengkirin
14:32 Meclisa Tenduristiyê ya HDK’ê: Hewcedarî bi piştevaniya enternasyonal heye
14:24 Li Nîgdeyê bi pileya 5,3 erdhej çêbû
14:21 Gorur: Bi vê hişmendiyê wê dîsa ewqas qurbanî û wêranî çêbibe
13:47 Dayikên Şemiyê li aqûbeta windayên erdhejê pirsîn
13:46 Walî xeyal dike ku roja duşemê bi Elbistaneke cuda hişyar bibe
13:28 TJA'yê deklarasyona 8'ê Adarê êşkere kir
13:23 Dewleta tirk piştî erdhejê 20 caran êrişî Rojava kir
13:09 Suheyla Qazî koça dawî kir
12:48 Li Qilebanê dîwarê bendavê deriziye, gel bi fikar e: Li gorî Wezaretê xetere nîne
12:47 Erdheja 1966’an li wan vegeriya: Gimgima Mereşê jî hilweşiya
11:56 Di konên xemrî de piştevanî didome
11:55 Malbatên ku naxwazin biçin konbajar bêkon mane
11:18 Di nav xirbeyan de li tiştên xwe digerin
11:01 ‘AFAD nehat, xizmên me gihîştin hawara me’
10:55 Li aşxaneyê xebateke bêatlehî
10:42 Dîrokek serobin bû!
10:32 Li herêmên erdhejê pêdiviyên kesên dezavantajî li ber çav nayên girtin
10:13 'Bi konbajaran dixwazin gel ji civakê îzole bikin'
09:03 Hevşaredarê Wanê Avci: Ger hûn hêza xwe tenê ji bo şer amade bikin, hûn ê di bin kavilan de bimînin
09:02 Rola li jinên mexdûrên erdhejê tê ferzkirin: Xwarin, xwedîkirina zarokan
09:00 Botanî ji bo mexdûran sefer bûn: Deriyên malên xwe ji mexdûrên erdhêjê re vekirine
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2023'YAN
24/02/2023
22:57 Hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 44 hezar û 218'an
21:06 Mexdûrên erdhejê bertek nîşanî AFAD'ê dan: Divê ên we şandine îstifa bikin
20:52 Ji Girtîgeha Kurkçulerê gelek girtî hatin sewqkirin
20:48 Li Sêwazê erdhej çêbû
19:17 Li Amedê ji bo apartmana ku hatibû gotin 'kêmxesar' e, paşê rapora 'pirxesar' hat amadekirin
18:46 Xwediyê otêla hilweşiya Kirçûvalê AKP'î hat girtin
18:26 Koçê HDP'î hat berdan
18:15 Der barê polîsê ku Nîhat kazanhan qetil kir de biryara zevtkirinê
16:53 Li Şêxmeqsûdê teqîn: Kesek mir û du kes birîndar bûn
16:53 Rojnamevan Altûn di 31’emîn qetilkirina salvegera xwe de hate bibîranîn
16:46 Ahmet Bugrur ê ku bi mele re minaqeşe kir li nezaretxaneyê mirî hat dîtin
16:29 Li Cizîrê di kargeha plastîkan de şewat derket
15:54 Alîkariyên ji herêma erdhejê re didomin
15:52 Doza xelata JIN TV: Dadgehê hêj hikûm nedayî dosye girt
15:42 Polîsan konên ji bo mexdûrên erdhejê hatibûn vegirtin rakirin
15:36 Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê hate valakirin
15:20 Têjikê kûçik ê her du lingên wî şikestîn li benda tedawîkirinê ye
14:38 Fîncanci: Li herêmên erdhejê di xizmeta tenduristiyê de cihekarî heye
14:38 13 pisîkên di Sîteya Galeria’yê de hatin rizgarkirin
14:27 Baroya Îzmîrê: Polîtîkayê cihêkar ên li dijî penaberan nayê qebûlkirin
14:11 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
14:05 Li Amedê ji bo komkirina ‘delîlên’ hilweşîn û xesarê xebata keşfê hate destpêkirin
14:00 Li Amediyê bombeya fosfor hat bikaranîn
13:29 Dilxwazan li 80 gundan kontrola tenduristiyê kirin
13:04 Egîtîm Senê giliyê personelên saziyên cemaweriyê kir
12:45 Malbata Şenyaşar: Dema mijar dibe desthilat dozger nikarin darizînin
12:37 ‘Dixwazin bi nûçeyan rojnamevanan ceza bikin’
12:19 Bijîşkê dilxwaz: Malzemeyên paqijiyê kêm in xetereya şewbê heye
11:29 Muteahîd û şaredarê AKP’yî rê li ber karesatê vekirin
11:00 Pîrê elewiyan Soysuren: Ji bo vejîna mirovahiyê hewcehî bi civakîbûnê heye
10:40 Hevserokê HDP’a Nisêbînê yê berê hate binçavkirin
10:33 Ji Baroya Hatayê ji bo mexdûrên erdhejê rehbera hiqûqê
10:33 Li Îzmîrê mirina biguman a zarokekî
10:12 Sancar: Heke em rê li ber planên xêrnexwaz negirin dê çanda bajarên me biguherînin
09:58 Tenûr bûne stargeha wan
09:43 Agaoglû: Îktîdar bi hedefgirtina penaberan hewl dide terkexemiya xwe veşêre
09:11 Li Girtîgeha Xarpêtê qufla li ser quflê!
09:07 Roja 19'an a erdhejê: Pêdivî bi konan û zexîre heye
09:05 Dê ji sedî 40'ê heqê avahiyan ji gel bê stendin: Wê 20 salên din jî me deyndar bikin
09:01 Sê hevreyên ku piştî 30 salan hatin berdan: Ya ku mirov nêzî azadiyê dike berxwedan e
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2023'YAN
23/02/2023
21:14 Li Semsûrê lîsteya pêdiviyên jinan hat amadekirin
19:46 Li Defneyê bi pileya 5'an erdhejokek çêbû
19:42 8 hezar û 550 erdhejok çêbûne
19:37 Têkildarî avahiyên hilweşiyayî 22 kes hatin girtin
17:39 Sancar: Heqîqeta gel piştevanî ye
16:52 Hevberdevkê Înîsyatîfa Rêza Li Miriyan û Edaletê Erol: Divê dawî li definkirina komî bê
16:27 Kavilên Diyar Galeria bi veşarî tên rakirin: Gelo Tîma Taybet li çi digere?
16:26 Ji Hiqûqnasan Nobeta Edaletê: Em li pişt êrişên nijadperest dewletê dibînin
16:25 AFAD mexdûrên erdhejê deyndar dike
15:55 Ricaya zarokekî: Belkî dawî li şeran bînin û ji bo erdhejên din tevdîran bigirin
15:35 Li Meletiyê li pey hev erdhej çêbûn
15:14 Di weşana zindî de gef li nûçegihanê Halk TV’yê hat xwarin
15:14 HDP’ê kampanya ‘Em malbatan tînin ba hev’ da destpêkirin
15:08 Tevî biryara bêçalaktiyê di rojekê de 74 caran êriş kir
15:00 ‘Doza Akademiya KCK’ê’ hate taloqkirin
14:58 Xetereya Koçê: Bêyî ku ji qadan derkevin divê jiyana nû ava bikin
14:49 Sancar: Em ê li gorî ruhê dîrokê û çandê bajarên xwe ava bikin
14:44 Alîkariyên PAME’yê hatin belavkirin: Dê piştevanî dinyayê biguherîne
14:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:26 TUÎK’ê îstatîstîkên koronavîrûsê 2 sal piştre eşkere kir
14:07 Partiyên Kurdistanî: Divê Tirkiye berpirsiyariyên xwe bi cih bîne
13:48 Dîroka danişîna rojnamevanên li Enqereyê girtî ne diyar bû
13:41 Ji Eren Keskînê re cezayê hefsê hate xwestin
13:23 Esnafên Pasaja Qapaxliye: Divê rayedar cihekî bo esnafan peyda bikin û mexdûr nekin
12:57 Malbata Şenyaşar: Em li dijî zilmê bêdeng nemînin
12:48 Baroya Îzmîrê ji ber zarokên erdhejê giliyê wezîr Yanik û ÎHH’ê kir
12:48 Sancar li Narliyê çû serdana mexdûrên erdhejê
12:47 Li Agiriyê îdiaya întîharê