Jinên îranî: Em ê dev ji mafê xwe yê perwerdeyê bernedin

img
WAN - Di nava 3 mehên dawî de li dijî dibistanên xwendekarên jin gelek êrişên kîmyewî hatin kirin. Jinên îranî diyar kirin ku rejîm bi vê yekê hewl dide jinan ji perwerdeyê dûr bixin û wiha gotin: “Ev xak, têkoşîna jinan a ji bo mafê perwerdeyê vedibêjin. Lewma em ê dev ji vî mafê xwe bernedin.” 
 
Yek ji rojevên herî zêde li Îranê niha tê nîqaşkirin jî êrişên kîmyewî yên li dijî dibistanên xwendekarên jin e. Meclisa Mamosteyên Zanîngehê ji bo tevlibûna çalakiya ku dê di 7’ê adarê de li seranserî welêt bên lidarxistin, banga tevlibûnê kirin. Nayê zanîn bê ka xwendekar bi kîjan gazê hatine jehrîkirin lê ji ber ku dikarin bên tedawîkirin, ev yek weke şensek tê nirxandin. 
 
REJÎM DAXUYANIYÊN HEVNEGIRTÎ DIDE
 
Rayedarên rejîma Îranê têkildarî bikaranîna gazên kîmyewî heta niha gelek daxuyaniyên hevnegirtî dane. Cîgirê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Yûnûs Panahî gotibû; “Wisa xuya dike ku hinek kes dixwazin tevahiya dibistanan, bi taybet jî dibistanên jinan bên girtin.” Serokê Komîteya Perwerdeyê yê Meclisê Alîriza Monadî-Sefîdan jî bi daxuyaniyekê îdia kir ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin, gazên kîmyewî nehatine tespîtkirin lê nîtrojen hatiye tespîtkirin. Lê belê rojek piştî vê daxuyaniyê, Wezîrê Karên Hundir ê Îranê ahmet Vahîdî ev yek derewand û got ku tu gazên kîmyewî nehatine tespîtkirin. 
 
DAYIKA KU KEÇA WÊ JEHRÎ BÛYE: DÊ BI SER BÛYERÊ BIGIRIN 
 
Jineke li navçeya Pardîs a Tehranê dijî ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide, diyar kir ku keça wê jî di van êrişan de jehrî bûye. Dayikê diyar kir ku bûyer nehatiye lêkolînkirin û wiha domand: “Dê ev bûyer jî bê nixûmandin. Baweriya me bi vê pergalê nayê û hêviya me ew e ku dinya dengê me bibihîse. Divê dewletên cîhanê piştgiriyê nedin kujera zarokan Îranê.” 
 
REJÎM TOLÊ HILTÎNE
 
Derdorên muxalîf jî dibêjin ku ev êriş li herêmên rejîm lê bihêz dest pê kirine û li tevahiya welêt belav bûne. Muxalîf dibêjin ku rejîm hewl dide tola çalakiyên piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin û li tevahiya welêt belav bûn ji jinan hilîne. Çalakiyên piştî qetilkirina Emînî hatin destpêkirin jî niha li deverên cuda yên welêt berdewam in. 
 
Dayikeke ku keça wê ji ber êrişê jehrî bûy, hewl da li pêşiya nexweşxaneyê çalakiyê li dar bixe lê rastî êrişa polîsan hat. Dayikê got ku rejîm bi vê yekê hewl dide zarokên keç ji xwendinê dûr bixe. Jinê destnîşan kir ku ew ji ber ewlehiya zarokên xwe bifikar in û da zanîn ku tevî her cureyên êrişan jî ew dê dev ji perwerdeyê bernedin. 
 
JIN: EM Ê DEV JÊ BERNEDIN 
 
Jinan, got ku tevî hemû cureyên zextan jî hejmara jinên li zanîngehan dixwînin ji ya mêran zêdetire û dê dev ji mafê xwe yê perwerdeyê bernedin. Jinên îranî yên bi ajansa me re axivîn, bal kişandin ser têkoşînê û ev tişt anîn ziman: “Ev xak, dîroka têkoşîna bêeman a jinan û hewldanên wan ên bênavber ên ji bo mafê perwerdeyê vedibêje. Lewma em ê dev ji vî mafî bernedin.” 
 
DURÛTIYA REJÎMÊ
 
Rejîma Talîban li Efxanistanê mafê perwerdeyê yê jinan xesp kiribû û rejîma Îranê jî di 26’ê kanûna 2022’yan de bi daxuyaniyekê ragihandibû ku heke jinên efxanî bixwazin perwerdeyê li Îranê bibînin, dê tişta ji dest tê bo wan bikin. 
 
3 MEH BERÊ DERKET HOLÊ
 
Di 30’ê mijdara 2022’yan de piştî ku 18 xwendekarên Dibistana Amadehî ya Teknîkê ya Nûr ku li bajarê Kumê ye rakirin nexweşxaneyê, derket holê ku bi gazên kîmyewî hatine jehrîkirin. 3 meh piştre jî heman bûyer herî kêm li 10 bajaran rû da. Piştî bajarê Kumê, li Tehran, Erdebil, Borujerd, Vardanjan Chaharmahal, Bakhtiari, Sari, Qochan, Torbat Jam û Kazvinê jî li dijî dibistanên xwendekarên jin êrişên bi gazên kîmyewî hatin kirin. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin, bajarên heta niha êrişên bi gazên kîmyewî li van bajaran hatine kirin: “Kirmaşan, Urmiye, Sine, Îlam, Heftekelî, Xuzistan, Tehran, Sefadeşt, Şehiryar, Perend, Kiwar, Qum, Kerec, Lahîcan, Reşt, Hemedan, Kebûderaheng, Tebrîz, Semîrûm, Kaşan, Zencan, Bicnurd, Esfehan û Birûcêrd.” 

Sernavên din

06/03/2023
18:29 Li ser rêya Şirnex-Nisêbînê qeza: 8 kes birîndar bûn
17:09 Jinên îranî: Em ê dev ji mafê xwe yê perwerdeyê bernedin
16:35 Komxebata Tifaqa Kurdistanî: Amedspor ne bi tenê ye
16:07 Ji bo jinên girtî qertên 8’ê Adarê hatin şandin
16:03 Akşener dîsa vegeriya Tifaqa Milet
15:50 Elçî piştî 31 salan hate berdan
15:42 Kiliçdaroglû dê bi Akşener re hevdîtinê bike
15:36 Baroya Bursayê daxuyanî da
15:26 Şertê Akşener: Bila Îmamoglû û Yavaş bibin cîgirên serokkomar
15:23 Kavilên leşkeriyê dirijînin pengava avdaniyê ya taxê
15:03 'Tevî polîtîkaya cihêkar a dewletê jî’ jin li cem hev in
14:43 Piştgirî dan Amedsporê: Em ê li hemberî xerabiya bi van bûyerên gemar tên kirin bisekinin
14:30 Îmamoglû û Yavaş çûn serdana Akşener
14:20 Li herêmên erdhejê bager rabû
14:02 Rêxistinên Ekolojiyê: Bila Biryarnameya Hejmar 126 bê betalkirin
13:34 Li rojnamegera girtî Şahînlî 6 sal piştre doz hate vekirin
12:43 Ji OHD’ê rapora girtîgehên Egeyê: Binpêkirin didomin
12:23 Şaredariya Seferîhîsarê faîlê tacîzê derxist betlaneyê
12:19 Ji bo Emîne Şenyaşar nebînin ji deriyê piştê dikevin edliyeyê!
12:14 145 nivîskaran ji bo kampanyaya ‘Tu jî di paca xwe de findekî vêxe’ bang kirin
11:41 Qefîleya Amedsporê bi girseyî hate pêşwazîkirin
11:34 Ji HDP’ê vîdeoya ‘Di erdhejê de mehek’: Hûn dê hesabê bidin
11:21 Li rojnameger Babat û Arslan doz hat vekirin: Li dijî dewletê qaşo nûçe çêkiriye
11:04 Ji bo derxistina 600 berdanên êm li benda hilweşandina avahî ne
10:57 Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo biryara dawî ya namzetiya serokkomariyê dicive
10:41 Tifaqa Milet dicive: Dê namzetê serokkomariyê bê eşkerekirin
10:27 Roja pîroz a erebên elewî 'Leyle-t el-shaban' hat pîrozkirin
10:27 TJA û Dayikên Aştiyê li Rihayê hevgirtinê mezin dikin
10:06 Cotkarê tûtinê: Yên ji bo rizgarkirina canê me nehatin ma dê ji bo xelaskirina malê me bên?
09:30 Berberên dilxwaz li Nûrdaxî û Islahiyeyê welatiyan traş dikin
09:29 ‘Kêmbûna baweriya li dijî otorîteya navendî dibe ku bi xwe re guherînên cidî yên civakî bîne’
09:15 'Ger AFAD zû bihata dê nîviyê kesên jiyana xwe ji dest dan rizgar bûbûna'
09:01 Çopên nayên berhevkirin dibin sedema nexweşînan
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2023’YAN
05/03/2023
22:00 Berteka 14 baroyan a ji bo êrişên nijadperest ên li hemberî Amedsporê
21:30 Otobusa alîkariyê ya HDK, HDP û TJA'yê bi rê ket
20:00 Li Colemêrgê mirineke bi guman
18:53 Li Qamişloyê çalakiyên 8`ê Adarê
18:06 Çawîşê pispor ji ber mirina Bayindira ku li malê mirî hatibû dîtin hat binçavkirin
16:55 Jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
16:47 Hatîmogûllari: Divê îktîdar bedelekî pir giran bide
16:45 Li zarokan pêlîstok belav kirin û bi hev re lîstin
16:34 Soylu yê ku pêşî li ber êrişan negirt daxuyanî da!
16:26 Piştî erdhejê îcar jî hezaz çêbû: Şaredarî bi kolandina avahiyên TOKÎ’yê ve mijûl e
16:09 Gel konan peyda nake lê AFAD li rex mizgefta bêxesar ji bo mescîdê kon vedide!
15:54 Saribal ê CHP’î: Tevî hişyariyan jî tevdîr nehatin girtin
15:49 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Dê têkoşîna me bidome
15:41 TAJÊ: Em ê li dijî êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin
15:31 Jinên TÎP’î ber bi Hatayê ve ketin rê
15:21 ‘Tirkiye ji sedî 75’î ava bo Iraqê tê dibire’
15:12 Li Semsûrê toza ji ber rakirina kavilan radibe rê li ber nexweşiyan vedike
15:00 Baroya Amedê têkildarî êrişa faşîst li serdozgeriyê gilî kir
14:38 Şêniyên Avgamasiyanê rê li trafîkê girtin
14:31 Li dijî Amedsporê êrişa faşîst: Wêneyên JÎTEM û Torosên Spî hatin vekirin
14:13 Miley çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:10 Talabanî ji bo yekitiya neteweyî bang kir
13:58 Tevî biryara bêçalaktiyê jî êrişên dewleta tirk didomin
13:16 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi navê ‘Jin’ derket
12:50 HDK’ê kampanyaya ‘Tu jî di paca xwe de findekî vêxe’ da destpêkirin
12:30 Malbata Şenyaşar: Êş û doza me yek e
12:21 Pirsgirêka konan a li Mereşê hêj didome
12:02 ‘Dê jin jiyana di bin kavilan de mayî jinûve ava bikin’
11:25 Serokwezîrê Iraqê diçe Misirê
11:24 Îlham Ehmed: Divê jin xwe li dora dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ birêxistin bikin
10:46 Samur ê ku hatiye îşkencekirin: Polîsan ez xistim korekê û gotin ‘dê te bikujin’
10:21 Li Bursayê li dijî Amedsporê êrişa nîjadperest
09:53 Ji bo jinên ducanî xizmeta tenduristiyê ya bêheq
09:53 Cendirmeyan 'giliyê' mexdûra erdhejê kiriye
09:44 Li dû bajarekî hilweşyayî: Xem û Semsûr
09:37 Ji bo kesên ji Hatayê koç kirine bang: Werin em bajarê xwe bi hev re ava bikin
09:24 Bi hevkariya mêr-dewletê hat girtin: Ya ku me rizgar bike hêza me ya xweser e
09:06 Rêhesin parçe parçe ye: Trêna bar ev meheke disekine
09:06 Nexweşa beşa venihêrîna awarte Elîf Topyurek ev meheke winda ye!
09:02 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê dê Parka Jiyanê ya Berkîn Elvan ava bike
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2023’YAN
04/03/2023
22:28 Li Îranê di Sibatê de 13 kurd hat îdamkirin û 16 kolber hatin qetilkirin
20:09 Li Silopiyayê jinek li mala xwe mirî hat dîtin
20:00 Jinên TJA'yî û HDP'î serdana mexdûrên erdhejê kirin: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
18:25 Baroya Amedê 2 TIR av şandin Semsûr û Hatayê
17:12 Girtî meheke di girtîgeha bixesar de dimînin
16:49 Sancar: Em ê deriyên guhertina demokratîk vekin
16:38 Bal kişandin ser rewşa girtiyên jin ên li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn
16:21 Helbestvan Sara Motaghî hate girtin
16:14 ‘Bila girtiyê ji sedî 94 astengdar bê berdan'
15:54 Bûldan: Hêza jinan wê têra şandina vê desthilatê bike
15:39 'Em ê di hemû têkoşînên mafê mirovan diparêzin de cih bigirin'
15:26 Malbatên windakiriyan faîlên Can, Kaya û Sanir pirsîn
15:24 ÎHD'ê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsî
14:59 Dewleta tirk êrîşî Kobanê kir: Gelek birîndar hene
14:56 MYK'a HDP'ê li hev civiya: Wê Sancar daxuyanî bide
14:45 TJA: Em ê jinekê bi tenê jî ji wijdanê dîktator re nehêlin
14:01 Dayikên Şemiyê ji bo ‘windahiyên’ erdhejê bang kirin
13:54 Operasyona leşkerî ya Geverê didome
13:35 Têkildarî windabûna Messe Hamvî kesek hate binçavkirin
13:24 Kiliçdaroglû Îmamoglû û Yavaş re hevdîtin kir
13:15 Ciwanên HDP'î xwe bi hewara waizê 83 salî re gihandin
12:46 Ji Mehmet Duşunmez ê 13 salî agahî nayên girtin!
12:19 Cenazeyê endamê HPG’ê Manak hat veşartin
11:55 Li Hatayê bazaramal û can!
11:16 Di pêşengtiya jinan de pergala demokratîk a di cih de