'Heke zû mudaxile bihata kirin dê encam cuda bûya'

img
SEMSÛR - Zeynel Gormez ku ji ber erdhejên Mereşê gelek xizmên wî li Semsûrê jiyana xwe ji dest dane, destnîşan kir ku heya çend rojên ewil jî tu mudaxile nehatiye kirin û got: "Heke zû midaxile bihata kirin dê encam cuda bûya." Her wiha Gormez bilêv kir ku hê jî meseleya wan a avê nehatiye çareserkirin. 
 
Li Semsûrê ku bandoreke mezin ji erdhejê girt, li gor mexdûrên erdhejê zêdetirî 30 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye. Li Semsûrê piştî erdhejê bi rojan mudaxileyî kavilan nehat kirin û ji ber vê gelek kesên di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan. Her wiha yên ku bi saxî filitîn jî di sir û seqema zivistanê de li derve man û pêdiviyên wan ên sereke nehatin dabînkirin. Zeynel Gormez ku gelek xizm û nasên wî di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane diyar kir ku çend rojên ewil ew û malbata xwe li derve mane. 
 
‘GELEK XIZM Û NASÊN ME JIYANA XWE JI DEST DAN’
 
Gormez anî ziman ku gelek xizm û nasên wî jî di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û ev tişt gotin. “Piştî ku erdhej çêbû me bi zorê xwe avêt der. Piştî ku em derketin der, em li xizm û nasên xwe geriyan. Telefonan qet nedikişand. Lawikê xalê min bi malbata xwe ve di bin kavilan de mabûn. Me bi derfetên xwe lawikê xalê min piştî 2 rojan derxist, lê hevjina wî û zarokên wî di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan. Lawikê apê min, hevjina wî, zarokên wî, amojna min û ji aliyê meta min ve jî 7 kesan û gelek xizm û nasên me di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan.”
 
‘MUDAXILE NEHAT KIRIN’
 
Gormez bi lêv kir ku li Semsûrê heya çend rojan qet mudaxile nehatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “2 rojan ne alîkarî ne mudaxile tiştek tune bû. Televîzyonan qala Semsûrê nedikir, weke ku tiştek li vir tune be. Heke zû mudaxile bihata kirin encam wê gelek cuda bûna. Hevalekî me yê ku di bin kavilan de bû heta 3-4 rojan jî dengê wî ji bin kavilan dihat, lê mixabin ne tîmeke mudaxilekirinê hebû ne jî amûrên wan hebûn. Heta çend rojan qet mudaxile li Semsûrê nehat kirin.”
 
PIŞTÎ 6 ROJAN WAN KON STENDIYE
 
Gormez di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku çend rojan kon nehatine belavkirin û ji ber vê ew di sir û seqema zivistanê de li derve mane û wiha pê dê çû: “Welatiyên ku ji Riha, Amed û bajarên din hatibûn alîkarî kirin. Wan xwarin û pediviyên me dabîn dikir. Di sir û seqemê de kon tune bûn, nan tune bû me nedizanî em ê çi bikin. Di erebeyê de jî meriv her tim nikare bimîne. Di erebeyê de hem zarok hem jî pîr hene, 6 rojên me wisa derbas bûn. Me li ku pirsî kon tune bûn. Herî dawî bi israran me konek kevn stend. Em 5 kes bûn, li derve di erebeyê de bi awayekî em diman. Jiyan pir dijwar bû.”
 
HÊ JÎ MESELEYA AVÊ NEHATIYE ÇARESERKIRIN
 
Gormez di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku pirsigrêka wan a avê hê jî çareser nebûye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Xaniyê me jî pir xirab bûye, ji ber wê em nikarin biçin xan. Lê ji Wezareta Hewirdor û Bajarvaniyê hatine lê nêrîne, gotine kêmxesar e. Lê me îtiraz kir. Ji ber ku dîwarê xanî hema bibêje hilweşiyane. Çendî hê saleke xênî neqediyaye jî xesareke mezin dîtiye." 
 
MA / Mahmût Altintaş-Zerrîn Sargût
 

Sernavên din

07/03/2023
15:36 Li Zanîngeha Dîcleyê qirkirina daran
15:31 MKGP û DFG’ê ji bo rojnamegerên girtî bang kirin
15:30 Buldan: Em ê mijara diyarkirina namzetiya serokkomariyê dîsa binirxînin
14:27 Girtîgeha Tîpa D a Amedê hate valakirin
14:20 Girtiyê nexweş ê ku înfaza wî hatibû taloqkirin dîsa dişînin girtîgehê
14:10 Sefîra DYA’yê bi Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê re hevdîtin kir
14:03 OHD’ê ji bo 8 sûcên li dijî Amedsporê hatine kirin li dozgeriyê gilî kir
13:41 Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê serdana Bexdayê kir
13:40 Jin li dijî gazên jehrî daketin qadan
13:38 Mexdûrên erdhejê ku konên wan di bin avê de man konteyniran dixwazin
13:24 Li Amedê 3 hezar û 252 avahî xesara giran dîtiye
13:13 Malbata Şenyaşar ji bo mexdûrên erdhejê û edaletê find vêxist
12:40 Amûrên çandiniyê di bin xirbeyan de ne, cotkar bi fikar in
12:18 Li herêma erdhejê mal bi mal digere û konan vedide
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:16 Bahçelî Amedspor hedef girt û êrişên faşîst silav kir
11:59 Di êrişên kîmyewî yên li dijî dibistanên Îranê de 4 zarok hatin qertilkirin
11:53 ‘Me encamên erênî yên piştevaniyê li vir dîtin’
11:52 Jinan ji bo meşa 8’ê Adarê ya Êlihê bang kirin
10:56 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dikeve sala 3’yan
10:53 Ji bo jiyaneke azadîxwaziya jinê û ekolojîk dixebitin
10:14 Mîna 10 bajarên din qeyûmê Colemêrgê jî ‘ji bo erdhejê amade ye!’
09:15 ‘Ji ber ku em kurd û elewî ne kon nedan me'
09:14 Jinên hatayî: Em giya jî bixwin, em ji vir naçin
09:09 Sûriyeyî hewl didin kesên piştî erdhejê winda bûne bibînin
09:07 Ji girtiyê ku gardiyanan parxanên wî şikandin 250 hezar TL dixwazin
09:05 Ajalên li ber kavilan sekinandî!
09:03 Jinên êzidî bi felsefeya 'jin, jiyan, azadî'yê vedigerin hêza xwe ya xweser
09:01 'Heke zû mudaxile bihata kirin dê encam cuda bûya'
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2023'YAN
06/03/2023
21:01 Namzetê serokkomartiyê yê Tifaqa Miletê Kemal Kiliçdaroglû ye
20:05 Hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 46 hezar û 104'an
19:31 Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Mûglayê: Hikûmet îstifa
18:29 Li ser rêya Şirnex-Nisêbînê qeza: 8 kes birîndar bûn
17:09 Jinên îranî: Em ê dev ji mafê xwe yê perwerdeyê bernedin
16:35 Komxebata Tifaqa Kurdistanî: Amedspor ne bi tenê ye
16:07 Ji bo jinên girtî qertên 8’ê Adarê hatin şandin
16:03 Akşener dîsa vegeriya Tifaqa Milet
15:50 Elçî piştî 31 salan hate berdan
15:42 Kiliçdaroglû dê bi Akşener re hevdîtinê bike
15:36 Baroya Bursayê daxuyanî da
15:26 Şertê Akşener: Bila Îmamoglû û Yavaş bibin cîgirên serokkomar
15:23 Kavilên leşkeriyê dirijînin pengava avdaniyê ya taxê
15:03 'Tevî polîtîkaya cihêkar a dewletê jî’ jin li cem hev in
14:43 Piştgirî dan Amedsporê: Em ê li hemberî xerabiya bi van bûyerên gemar tên kirin bisekinin
14:30 Îmamoglû û Yavaş çûn serdana Akşener
14:20 Li herêmên erdhejê bager rabû
14:02 Rêxistinên Ekolojiyê: Bila Biryarnameya Hejmar 126 bê betalkirin
13:34 Li rojnamegera girtî Şahînlî 6 sal piştre doz hate vekirin
12:43 Ji OHD’ê rapora girtîgehên Egeyê: Binpêkirin didomin
12:23 Şaredariya Seferîhîsarê faîlê tacîzê derxist betlaneyê
12:19 Ji bo Emîne Şenyaşar nebînin ji deriyê piştê dikevin edliyeyê!
12:14 145 nivîskaran ji bo kampanyaya ‘Tu jî di paca xwe de findekî vêxe’ bang kirin
11:41 Qefîleya Amedsporê bi girseyî hate pêşwazîkirin
11:34 Ji HDP’ê vîdeoya ‘Di erdhejê de mehek’: Hûn dê hesabê bidin
11:21 Li rojnameger Babat û Arslan doz hat vekirin: Li dijî dewletê qaşo nûçe çêkiriye
11:04 Ji bo derxistina 600 berdanên êm li benda hilweşandina avahî ne
10:57 Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo biryara dawî ya namzetiya serokkomariyê dicive
10:41 Tifaqa Milet dicive: Dê namzetê serokkomariyê bê eşkerekirin
10:27 Roja pîroz a erebên elewî 'Leyle-t el-shaban' hat pîrozkirin
10:27 TJA û Dayikên Aştiyê li Rihayê hevgirtinê mezin dikin
10:06 Cotkarê tûtinê: Yên ji bo rizgarkirina canê me nehatin ma dê ji bo xelaskirina malê me bên?
09:30 Berberên dilxwaz li Nûrdaxî û Islahiyeyê welatiyan traş dikin
09:29 ‘Kêmbûna baweriya li dijî otorîteya navendî dibe ku bi xwe re guherînên cidî yên civakî bîne’
09:15 'Ger AFAD zû bihata dê nîviyê kesên jiyana xwe ji dest dan rizgar bûbûna'
09:01 Çopên nayên berhevkirin dibin sedema nexweşînan
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2023’YAN
05/03/2023
22:00 Berteka 14 baroyan a ji bo êrişên nijadperest ên li hemberî Amedsporê
21:30 Otobusa alîkariyê ya HDK, HDP û TJA'yê bi rê ket
20:00 Li Colemêrgê mirineke bi guman
18:53 Li Qamişloyê çalakiyên 8`ê Adarê
18:06 Çawîşê pispor ji ber mirina Bayindira ku li malê mirî hatibû dîtin hat binçavkirin
16:55 Jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
16:47 Hatîmogûllari: Divê îktîdar bedelekî pir giran bide
16:45 Li zarokan pêlîstok belav kirin û bi hev re lîstin
16:34 Soylu yê ku pêşî li ber êrişan negirt daxuyanî da!
16:26 Piştî erdhejê îcar jî hezaz çêbû: Şaredarî bi kolandina avahiyên TOKÎ’yê ve mijûl e
16:09 Gel konan peyda nake lê AFAD li rex mizgefta bêxesar ji bo mescîdê kon vedide!
15:54 Saribal ê CHP’î: Tevî hişyariyan jî tevdîr nehatin girtin
15:49 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Dê têkoşîna me bidome
15:41 TAJÊ: Em ê li dijî êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin
15:31 Jinên TÎP’î ber bi Hatayê ve ketin rê
15:21 ‘Tirkiye ji sedî 75’î ava bo Iraqê tê dibire’
15:12 Li Semsûrê toza ji ber rakirina kavilan radibe rê li ber nexweşiyan vedike
15:00 Baroya Amedê têkildarî êrişa faşîst li serdozgeriyê gilî kir
14:38 Şêniyên Avgamasiyanê rê li trafîkê girtin
14:31 Li dijî Amedsporê êrişa faşîst: Wêneyên JÎTEM û Torosên Spî hatin vekirin
14:13 Miley çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:10 Talabanî ji bo yekitiya neteweyî bang kir
13:58 Tevî biryara bêçalaktiyê jî êrişên dewleta tirk didomin
13:16 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi navê ‘Jin’ derket
12:50 HDK’ê kampanyaya ‘Tu jî di paca xwe de findekî vêxe’ da destpêkirin
12:30 Malbata Şenyaşar: Êş û doza me yek e
12:21 Pirsgirêka konan a li Mereşê hêj didome
12:02 ‘Dê jin jiyana di bin kavilan de mayî jinûve ava bikin’
11:25 Serokwezîrê Iraqê diçe Misirê
11:24 Îlham Ehmed: Divê jin xwe li dora dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ birêxistin bikin
10:46 Samur ê ku hatiye îşkencekirin: Polîsan ez xistim korekê û gotin ‘dê te bikujin’
10:21 Li Bursayê li dijî Amedsporê êrişa nîjadperest
09:53 Ji bo jinên ducanî xizmeta tenduristiyê ya bêheq