SES’ê rapora xwe ya Bazarcixê eşkere kir: Divê xizmetên tenduristiyê yên bi dilxwazî bidomin

img
AMED - Şaxa SES’a Amedê rapora xwe ya xebatên li Bazarcixê eşkere kir û wiha got: “Di alîkariyan de cihêkarî tê kirin û liv û tevgerên ku gel biçûk dixin tên raberkirin. Divê xizmetên tenduristiyê yên bi dilxwazî bidomin.” 
 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Amedê têkildarî xebatên xwe yên di navbera 8-13’ê adarê de li Bazarcix a Mereşê û gundên wê raporek parve kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku di çarçoveya planê de du tîm hatine avakirin û li gundên Musolar, Şahîntepe, Oruçlar, Teterlîk, Esmapur, Mînehuyuk, Bolukçam, Dehlîz, Marli, Seyrantepe, Çîgîlî, Kocalar, Oksuzlu, Kupelî, Tevekelî, Kuyumcular, Osmandede, Ordekdede, Karahasan, Doganli û Sogutluyê û Konbajarê Stadyumê, Konbajarê Belmanê, Konbajarê Narliyê, Konbajarê Parka Ataturkê û Konbajarê Febrîqeyê xebat hatine meşandin. 
 
XEBATÊN HATINE KIRIN
 
Di daxuyaniyê de xebatên hatine kirin wiha hatin diyarkirin: “Li gund û kobajarên hatine diyarkirin xebatên qadê, bi awayekî tîmên gerok hate kirin. Li tevahiya gundan tespîtên destnîşankirina rewşê hatin kirin. Li gundên Mînehoyuk û Sogutluyê xizmetên polîklînîkê hatin dayîn. Li gund û konbajaran ji bo piştgiriya psîko-sosyal xebatên qadê hatin kirin. Ji bo zarokan qadên lîstikê hatin avakirin û xebat hatin kirin. Her şev saet di 21.00’an de bi mexdûrên erdhejê re çalakiya vêxistina findan hate kirin. Li hinek gundên ku ava wan nepaqij, perwerdeya klorkirina avê hate dayîn. Kontrolên tenduristiya hawirdorê hatin kirin, li hinek gundan paqijiya hawirdorê hate kirin. Di mijarên plankirina malbatê û tenduristiya zayendî li gund û konbajaran jin hatin perwerdekirin. Di çarçoveya pêdiviyê de kîtên hîjyenê li jinan hatin belavkirin. Li hemû gund û konbajaran xebatkarên tenduristiyê hatin ziyaretkirin. Penaberên sûriyeyî yên li konbajaran rastî cihêkariyê hatin, hatin ziyaretkirin. Di saetên êvarê de li pêşiya konê me bi mexdûrên erdhejê re sihbet hatin kirin.” 
 
NIRXANDIN Û PÊŞNIYAR
 
Di beşa nirxandin û pêşniyaran a daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: 
 
“*Em bûn şahid ku gundên elewiyan di mijara alîkariyan de rastî cihêkariyeke mezin tên. Me dît ku kon pir dereng şandine gundên kurdên elewî û xurek, cil û berg, makîneyên kar qet neçûne. Şêniyên gelek gundan bi derfetên xwe makîneyên kar kirê kirin û cenazeyên xizmên xwe ji bin kavilan derxistin. (Gotin ku tevahiya alîkariyan HDP, rêxistinên civaka sivîl û dilxwazan ji wan re şandine.” 
 
*Me li konbajaran tespît kir ku ji bo kesên rewşa wan cuda xwarinên cuda nayên çêkirin. Divê di zûtirin demê de ev pirsgirêk bê çareserkirin. 
 
*Di encama kontrola li qadê de di gelek zarok û kesên temenmezi de piştî travmayê pirsgirêka stresê peyda bûye. Divê bi taybet jî li konbajaran xebatên psîko-sosyal bên meşandin û xebatkarên di bin sîwana KESK’ê de jî tev li van xebatan bibin. Weke Şaxa SES’a Amedê hindik jî be me xebat meşandin û divê ev xebat bên domandin. Ji bo van xebatan divê bi SHU-DER, DERMEZ, TODAP û TPD’ê re hevdîtin bên kirin. 
 
* Jin hêj jî nikarin xwe bigihînin alavên hîjyenê (Bi taybet jî li konbajaran) Divê ji bo vê xebat bên meşandin. 
 
*Şêniyên gundan ên sewalkariyê dikin zehmetiyên mezin dikêşin. Ji ber ku êm peyda nakin, neçar dimînin ku sewalên xwe bifiroşin keysbazan. Divê em pirsgirêk bê çareserkirin. 
 
*Xebatkarên AFAD û Heyva Sor a Tirk bi liv û tevgerên xwe mexdûrên erdhejê dişikînin, wan biçûk dixin û rûmet û heysiyeta wan binpê dikin. Di dema belavkirina xwarin, av û tiştên zarokan de dikevin nava tevgerên nemirovî. Divê ev xebatkar bên perwerdekirin. 
 
*Penaberên sûriyeyî li hinek konbajaran rastî cihêkariyê tên. 
 
*Di jinan enfeksiyonên cihê destavê pir zêde hene. 
 
*Li pêşiya konên dilxwazan her şev çalakiya vêxistina findan tê lidarxistin. Me dît ku bi saya van bîranînan, mexdûrên erdhejê xwe baştir hîs dikin. 
 
*Li navenda Bazarcixê dema avahiyên pirxesar tên hilweşandin, av lê nayê reşandin. Lewma tozeke zêde radibe û xetereyeke mezin li ser tenduristiya gel dike. Divê xebat li gorî danezana absestê bên meşandin. 
 
*Yek ji pirsgirêkên herî mezin a konbajaran, hejmara kêm a serşok û daşiran e. Li hêla din jî ji aliyê hîjyenê gelek nebaş in. Ji bo rê li ber nexweşiyan venekin, divê tavilê tevdîr bên girtin.” 

Sernavên din

16/03/2023
14:41 Qurbaniyên Helebçeyê hatin bibîranîn: Bila weke qirkirinê bê naskirin
14:32 Rejîma Îranê kolberekî 14 salî birîndar kir
14:29 Emîne Şenyaşar: Ji ber vê zilmê dê kevir jî bibarin
14:25 ‘Ji bo ku qeraxê Çemê Dîcleyê ji îmarê re vekin, konbajar hat avakirin’
14:16 Newroza Enqereyê li Anitparkê tê pîrozkirin: Dê ji Dehaqan hesab bê pirsîn
14:02 Doza Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Turkdogan hate taloqkirin
13:56 Serokê YSK’ê: Dê li 15 welatên nû sindoq bên danîn
13:53 Buldan û Sancar dê bi TÎP û EMEP’ê re hevdîtinê bikin
13:45 TMMOB’a Rihayê: Rêveberên ku berpirsyarin bila îstîfa bikin
13:30 AKP ji bo Serokkomariyê kom bû
12:59 Li Cizîrê qezaya trafîkê: Kesek mir, yek jî birîndar bû
12:36 Li kesê nêçîra pezkoviyan dikir 261 hezar TL ceza hate birîn
12:35 Amadekariyên ji bo Newroza Stenbolê didomin
11:59 Esad: Heta Tirkiye leşkerên xwe venekişîne dê bi Erdogan re hevdîtinê nekim
11:53 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:42 Serlêdanên namzetên HDP’ê dest pê dikin: Dê distûra du serdeman naguhere
11:36 2 zarokên di bin kavilên blokên CCK'ê yên hilweşiyan de man winda ne
11:34 Hevberdevka Partiya Çep a Kesk: Em amade ne ku di hilbijartinê de berpirsyariyê li xwe bigirin
11:20 Konê lîstikê yê zarokên mexdûrê erdhejê hat girtin
10:50 45 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin hatin berdan
10:44 Qoliyên Remezanê digihînin mexdûrên erdhejê
10:37 Agahiyên der barê zarokên keçik ên girtî de nayên bidestxistin
10:27 'Dê bibe Newroza azadiya Abdullah Ocalan’
10:12 Elefterîa Fotulakî ku bi agirê Newrozê li heqîqetê geriya
09:49 Li Wanê 9 jin hatin binçavkirin
09:15 Du Newrozên nejibîr: 1993 û 2013
09:04 Kujerê Nîhat Kazanhan hê jî nehatiye girtin
09:03 Li Botanê Bêrîvanên ku bûne Newroz
09:01 Îdianameya rojnamevanên girtî di bin kontrola Wezareta Dadê de tê amadekirin!
09:01 Daholvanê Newroza 1992'yan: Bila azadiya me li cîhanê olan bide
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2023'YAN
15/03/2023
23:19 Li Amêdiyê helîkopterek ket xwarê
22:12 Kiliçdaroglû li Rihayê ye: Sedema kerasetan desthilat e
20:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê lehî rabû
18:30 Li Riha û Semsûrê 14 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan
17:54 Malbata Şenyaşar: Dewlet û deshilat pişta zaliman digirin
16:46 Mizrakli nehat berdan
16:23 Li Amedê lehî rabû: Rê hatin girtin
16:22 Li Rihayê 9 kesên li ber lehiyê ketin jiyana xwe ji dest dan
16:18 KNK'ê qurbaniyên Helepce û Enfalê bi bîr anîn
16:04 Hunermend Ferhat Tunç strana Arix diyarî erdhejê kir
15:49 Doza Kobanê hate taloqkirin
15:13 MSD’ê di salvegera 12’emîn a krîza Sûriyeyê de banga guftûgoya kir
15:04 Kiliçdaroglû dê di 18’ê adarê de biçe serdana HDP’ê
14:57 Bernameya Newroza Botanê eşkere bû
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Ev bajar bêxwedî nîne
14:17 Polîsan li Stenbolê 20 kes kirin binçavan
14:06 Siyasetmedar û parêzer beşdarî Doza Kobanê nebûn
14:03 Li geliyê Şemzînanê agirê ewil ê Newrozê hate pêxistin
13:34 Li qada çêregehê wê xaniyên TOKÎ’yê bên avakirin
13:22 Li Antalyayê dê agirê Newrozê di 19’ê adarê de bê vêxistin
13:14 Rapora girtîgehan a ÎHD’ê: Di dema erdhejê de jî îşkence berdewam kir
13:04 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
12:47 Li rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin
12:45 Li Bexdayê 4 DAIŞ’Î hatin kuştin
12:44 Waliyê Hatayê îstîfa kir
12:15 Li Rihayê gel şaredar ji qada lehî lê rabû derxist
11:55 Li Şemzînanê agirê Newrozê bi 3 zilikên şixatê hat vêxistin: Heta Ocalan azad dibe dê têkoşîn jî bidome
11:53 Beşar Esad li Rûsyayê ye
11:45 Yek ji 6 kesên ku di tunelê de asê mabûn bi avjeniyê xelas bû
11:32 ‘Bi Komkujiya Helebceyê xwestin kurdan qir bikin’
11:13 HDP’ê serlêdaneke nû kir: Bila parastin bimîne piştî hilbijartinê
11:13 Li Semsûrê lehî rabû: Kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî winda ne
11:12 Rojnameger Yildirim hate binçavkirin
11:00 Li Wêranşarê kon di bin avê de man
10:38 Li Rihayê baraneke zêde bariya: 6 kes di tunelê de asê man
10:30 Elbistan, li Karaelbistan a erdhejê ser û bin kiribû ji nû ve tê avakirin
10:23 Ji bo mexdûrên erdhejê balavxane hate çêkirin
10:13 Li Girtîgeha Bandirmayê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
10:12 MYK’a HDP dicive: Pêşniyaza ku Tifaq bi lîsteyekê bikeve hilbijartinê li ser maseyê ye
09:03 Deşta Hespîstê bi nêrgizan xemilî
09:02 Hem li malê hem li midûriyeta polîsan bi saetan îşkence lê kirine
09:02 'Çi dibe bila bibe em ê li vir bimînin'
09:01 Altan ku di Newroza Cizîrê de 3 kes ji malbata wî hatin qetilkirin: Îro Newroz bi saya ruhê 90'î tên pîrozkirin
09:00 'Em ê bi ruhê seferberiyê li qadan bin'
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2023'YAN
14/03/2023
22:19 Li Agiriyê Newroz hat pîrozkirin
22:04 Li Stewrê malbatên xeydan li hev hatin anîn
20:13 Li Behra Spî erdhej çêbû
19:18 SES'a Amedê: Em ê hefteya têkoşînê li herêmên erdhejê bidin destpêkirin
18:25 Li Mereşê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
17:28 Girtiyê nexweş zextên girtîgehê vegotin: Roj nîne ku ceza nedin
17:18 Ji bo Newroza Sêrtê banga tev li bûnê
17:03 Şîna Saltan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:49 Di doza Mulkiye Kazan de dadgehê biryar da ku şahid neyên guhdarîkirin
16:48 TFF’yê cezayê êrişa nijadperest kêm kir
16:37 Kiliçdaroglû li Hatayê ye: Beriya helalbûnê lêborînê bixwaze
16:19 SES’ê rapora xwe ya Bazarcixê eşkere kir: Divê xizmetên tenduristiyê yên bi dilxwazî bidomin
16:11 Xebatkarên Tenduristiyê Cejna Tipê bi xemgîn pîroz kirin
15:46 Xirbeyên Hatayê diavêjin zeytûngehan
15:43 Kujerê Kultur dîsa nehat cezakirin
15:26 Bernameya Newrozê ya Êlihê diyar bû
15:15 Sancar: Teqez em ê vê pergalê û vê îktidarê biguherînin
15:03 Derbarê parlamentera HDP’ê Guzelê de îdianame hate amadekirin
15:03 Piştgiriya navneteweyî ya bo HDP’ê zêde dibe: Girtina wê dê darbeyeke jêveneger be
14:39 HDP bi Partiya Çep a Kesk dikeve hilbijartinan
14:23 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:22 Fîncanci: Em îro di şînê de ne
14:12 Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bo Bozdag nameya vekirî: Gelo hûn di ferqa berpirsyariya xwe de ne?
13:46 Ji nûçeya ‘Kujerên zarokan’ a Ozgur Gundemê re cezayê pere hate birîn