Me xwe gihand 378 gundan, li 215 gundan 2 hezar û 151 cenaze hatine definkirin

SEMSÛR - Me xwe gihand keyayên 387 gundên Semsûrê û 8 navçeyên wê. Tenê li 215 gundan 2 hezar û 151 cenaze hatine definkirin. 
 
Ji 11 bajarên ku erdhejên Mereşê bandor li serê kir jî yek jê Semsûr e. Li Semsûrê bi hezaran kes canê xwe ji dest dan. Heta niha têkildarî qurbaniyên li Semsûrê tu daxuyaniyek fermî nehatiyedayîn. Di rojên ewil ên derdhejê de Semsûr bi veşartina komî ya cenazeyan ketibû rojevê û qurbanî bêtir li Goristana Yenî û Goristana Karapinar ên li navenda bajêr hatin veşartin. 
 
Li Goristana Yenî bi kepçeyan li ser dirêjahiya 100 metreyî û firehiya 2 metreyan gor hatin kolandin û cenaze bi komî hatin veşartin. Li gorî agahiyên me ji Midûriyeta Goristanan a Semsûrê wergirt; 700 cenaze li beşa goristana malbatan, 2 hezar û 756 cenaze li beşek din a goristanê, 692 cenaze jî li beşek cuda ya goristanê hatine veşartin. Her wiha li Goristana Yenî di beşa gorên bêkesan de jî 65 kesên nasnameya wan nehat eşkerekirin, hatine definkirin. Li Goristana Karapinar jî 350 kes hatine veşartin. 
 
HEJMARA CENAZEYAN NEHATINE TESPÎTKIRIN 
 
Rayedarên Midûriyeta Goristanan a Semsûrê diyar dikin ku pir zehmet e hejmara rastî bê bidestxistin û ji ber cenaze zêde bûne nikaribûne hemû cenazeyan tespît bikin û gelek cenaze jî şandine derveyî bajêr. 
 
ME XWE GIHAND 377 GUNDAN 
 
Di sê rojên ewil ên erdhejê de li navenda Semsûrê ne ekîbên AFAD’ê ne jî ekîbên Kizilayê hebûn û xelkê li gorî derfetên xwe cenaze û birîndarên xwe ji bin kavilan derxistin. Gelek welatiyan cenazeyên xwe birine li gundên xwe veşartine. 
 
Hat diyarkirin ku li gundên bi ser navenda Semsûrê û gundên bi ser navçeyên wê Sergolan, Çelîkan, Bêsnî, Tût, Algûş, Sincik, Semsat û Kolikê bi giştî 2 hezar û 151 cenaze hatine definkirin. 
 
Em wek Ajansa Mezopotamya (MA) bi giştî li keyayên 416 gundên navend û navçeyên geriyan. Lê me tenê xwe dikaribû bigihanda 378 keyayên gundan. Li gorî agahiyên me ji keyayên 378 gundan girtin, ji navenda bajêr bi giştî hezar û 755 cenaze birine gundan, ji navenda 8 navçeyan jî 58 cenaze birine gundan veşartine. Li gundan jî ji ber xanî hilweşiyan 326 kesî jiyana xwe ji dest dane û li goristanên gundan hatine definkirin. Ji Osmaniyeyê 2 cenaze, ji Hatayê 4 cenaze, ji Dîlokê 6 cenaze û ji bajarên din jî 2 cenaze birine gundan û hatine definkirin. Li gorî agahiyên li ber destê me, aqûbeta kesekî jî ne diyar e. 
 
HEZAR Û 148 CENAZE LI GUNDÊN NAVENDÊ HATINE VEŞARTIN 
 
Ji 135 gundên navenda Semsûrê keyayê 107 gundan dibêjin ji navenda bajêr hezar û 148 cenaze li gundan veşartine. Her wiha li gundên bi ser navenda Semsûrê ve jî 54 kesan canê xwe ji dest daye. Ji Osmaniyeyê 2 cenaze, ji Hatayê jî 3 kes li gundên navendê hatine veşartin. 
 
SERGOLAN 
 
Li navçeya Sergolanê ji keyayê 30 gundan me xwe gihand keyayên 22 gundan. Li van gundan 35 kesî jiyana xwe ji dest dane, ji navenda navçeyê jî 31 cenaze, ji Dîlokê jî 6 cenaze anîne û li gundan veşartine. 
 
BÊSNÎ
 
Ji 67 keyayên gundên navçeya Bêsniyê me xwe gihand 60 keyayên gundan. Keyayên gundan dibêjin ji ber hilweşîna li gundan 100 kesî canê xwe ji dest daye, ji navneda Semsûrê 146 cenaze, ji navenda navçeya Bêsniyê 25 cenaze û ji bajarên cuda jî 2 cenaze li gundan hatine veşartin. Li navçeya Bêsnî hê jî kesek winda ye. 
 
ÇELÎKAN 
 
Me xwe gihand 23 keyayên gundên bi ser Bajaroka Bûlama Çelîkanê. 44 kes li gundan jiyana xwe ji dest dane û ji navenda Semsûrê jî 6 cenaze hatine gundan. 
 
ALGÛŞ 
 
Me xwe gihand 41 keyayên gundên bi ser navçeya Algûşê. Gundên bi ser navçeyê ve 4 kesan canê xwe ji dest daye û ji navenda Semsûrê jî 19 cenaze li gundan hatine veşartin. 
 
SEMSAT 
 
Me li navçeya Semsatê jî ji keyayên 16 gundan xwe gihand keyayên 12 gundan. Lig undan kesî jiyana xwe ji dest nedaye û ji navenda Semsûrê 186 cenaze birine li gundan veşartine. 
 
TÛT 
 
Ji keyayên 14 gundên bi ser navçeya Tûtê ve me xwe gihand keyayên 13 gundan. Li gundên Tûtê 25 kesan canê xwe ji dest daye û ji navenda Semsûrê jî 133 cenaze birine li gundên navçeyê veşartine. 
 
SÎNCÎK 
 
Li navçeya Sincikê jî ji keyayên 24 gundan me xwe gihand keyayên 21 gundan. Li gundên navçeyê 48 kesan canê xwe ji dest daye. Ji navenda Semsûrê jî cenazeyê 3 gundan birine li gundan veşartine. 
 
KOLIK 
 
Li navçeya Kolikê jî ji keyayên 102 gundan me xwe gihand keyayên 109 gundan Li gundên bi ser Kolikê ve 14 kesan canê xe ji dest daye û ji navenda Semsûrê 114 cenaze, ji navenda Kolikê 2 cenaze, ji Hatayê cenazeyek li gundên navçeyê hatine definkirin. 
 
MA / Omer Akin – Zerrîn Sargût 
 

Sernavên din

17/03/2023
12:50 Aydenîz: Gelê me wê di 14’ê Gulanê de ji desthilatê hesab bipirse
12:19 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:52 Dê rojnameger Bayram bibin Enqereyê
11:51 Li Mehsertê jineke ciwan awayeke guman jiyana xwe ji dest da
11:39 Malbata Şenyaşar: Serokkomar kesê komkujî pêk anî diparêz e
11:34 HDP’ê xwest têkildarî Kizilayê Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê bê avakirin
11:34 HDP’ê ji bo çilroja erdhejê vîdeo parve kir: Hûn dê hesabê bidin
11:29 ‘Balavxane di nava jiyanê de bûye mîna odeyeke biçûk’
11:23 Li Îranê 7 girtiyên kurd hatin bidarvekirin
11:13 Di dosyeya HDK’ê ya Tekîrdagê de derbarê 38 kesan de doz hat vekirin
11:01 Alîkariya 10 hezar TL’an nedanê lê weke ku wergirtibe nîşan dan
10:20 Me xwe gihand 378 gundan, li 215 gundan 2 hezar û 151 cenaze hatine definkirin
10:15 Bajarê ku tevlibûna Newrozê sal bi sal lê zêdetir dibe: Wan
10:02 Ji 13 salî û vir ve Newrozê pîroz dike: Ji bo azadiyê wê agir gur bibe
09:38 Kekê Kemal Kûrkût: Bila ev Newroz bibe wesîleya edaletê
09:02 Li Botanê kelecana Newrozê: Em ê hesab ji Dehaqan bipirsin
09:01 Berteka ji bo bazarkirina qanûna 6284'an: Têkoşîna jinan wan çavtirsandî dike
09:01 Cotkarên islehiyeyî li benda alîkariyê ne
09:00 'Me ji AFAD'ê konteyner xwest got 'herin bikirin'
09:00 Ege ji bo Newrozê amade ye
09:00 Ji 92'yan heya niha tev li hemû Newrozan bûye: Em ji bo van rojan têkoşiyan
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2023'YAN
16/03/2023
21:20 Li Rihayê xebatên lêgerînê didomin
20:33 Li Enqereyê agirê ewil ê Newrozê hat vêxistin
20:28 Rojanmevan Hamdûllah Bayram hat binçavkirin
19:20 ​​​​​​​Tê gotin ku MÎT'ê zirnevanekî efrînî revandiye
18:20 Li Kobanê û Hesekê ji ber lehiyê 2 zarok jiyana xwe ji dest dan
17:55 Hejmara kesên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 17'an
17:35 Tifaqa Ked û Azadiyê dê di bin heman banî de tevlî hilbijartinê bibe
16:23 Tifaqa Ked û Azadiyê li hev kir
16:05 Ji bo zarokê di lehiyê de winda bû xebatên lêgerînê hatin destpêkirin
15:58 Kolanên Amedê bi pankartên Newrozê hatin xemilandin
15:57 Li Amedê qezaya trafîkê: Ajokar di wesayîtê de asê ma
15:44 Rezervên Bankaya Navendî dihelin
15:33 Li ser sînorê Rojhilat bi pileya 5.3’yan erdhej çêbû
14:53 Li Bolûyê bi pileya 4,8 erdhej çêbû
14:52 Şaxa SES’ê ya Merdînê ji ber nelirêtiyê derheqê cîgirê serbijîşk de gilî kir
14:48 Ji Erdogan îtîrafek nû: Derfetên di destê me de têr nakin
14:41 Qurbaniyên Helebçeyê hatin bibîranîn: Bila weke qirkirinê bê naskirin
14:32 Rejîma Îranê kolberekî 14 salî birîndar kir
14:29 Emîne Şenyaşar: Ji ber vê zilmê dê kevir jî bibarin
14:25 ‘Ji bo ku qeraxê Çemê Dîcleyê ji îmarê re vekin, konbajar hat avakirin’
14:16 Newroza Enqereyê li Anitparkê tê pîrozkirin: Dê ji Dehaqan hesab bê pirsîn
14:02 Doza Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Turkdogan hate taloqkirin
13:56 Serokê YSK’ê: Dê li 15 welatên nû sindoq bên danîn
13:53 Buldan û Sancar dê bi TÎP û EMEP’ê re hevdîtinê bikin
13:45 TMMOB’a Rihayê: Rêveberên ku berpirsyarin bila îstîfa bikin
13:30 AKP ji bo Serokkomariyê kom bû
12:59 Li Cizîrê qezaya trafîkê: Kesek mir, yek jî birîndar bû
12:36 Li kesê nêçîra pezkoviyan dikir 261 hezar TL ceza hate birîn
12:35 Amadekariyên ji bo Newroza Stenbolê didomin
11:59 Esad: Heta Tirkiye leşkerên xwe venekişîne dê bi Erdogan re hevdîtinê nekim
11:53 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:42 Serlêdanên namzetên HDP’ê dest pê dikin: Dê distûra du serdeman naguhere
11:36 2 zarokên di bin kavilên blokên CCK'ê yên hilweşiyan de man winda ne
11:34 Hevberdevka Partiya Çep a Kesk: Em amade ne ku di hilbijartinê de berpirsyariyê li xwe bigirin
11:20 Konê lîstikê yê zarokên mexdûrê erdhejê hat girtin
10:50 45 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin hatin berdan
10:44 Qoliyên Remezanê digihînin mexdûrên erdhejê
10:37 Agahiyên der barê zarokên keçik ên girtî de nayên bidestxistin
10:27 'Dê bibe Newroza azadiya Abdullah Ocalan’
10:12 Elefterîa Fotulakî ku bi agirê Newrozê li heqîqetê geriya
09:49 Li Wanê 9 jin hatin binçavkirin
09:15 Du Newrozên nejibîr: 1993 û 2013
09:04 Kujerê Nîhat Kazanhan hê jî nehatiye girtin
09:03 Li Botanê Bêrîvanên ku bûne Newroz
09:01 Îdianameya rojnamevanên girtî di bin kontrola Wezareta Dadê de tê amadekirin!
09:01 Daholvanê Newroza 1992'yan: Bila azadiya me li cîhanê olan bide
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2023'YAN
15/03/2023
23:19 Li Amêdiyê helîkopterek ket xwarê
22:12 Kiliçdaroglû li Rihayê ye: Sedema kerasetan desthilat e
20:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê lehî rabû
18:30 Li Riha û Semsûrê 14 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan
17:54 Malbata Şenyaşar: Dewlet û deshilat pişta zaliman digirin
16:46 Mizrakli nehat berdan
16:23 Li Amedê lehî rabû: Rê hatin girtin
16:22 Li Rihayê 9 kesên li ber lehiyê ketin jiyana xwe ji dest dan
16:18 KNK'ê qurbaniyên Helepce û Enfalê bi bîr anîn
16:04 Hunermend Ferhat Tunç strana Arix diyarî erdhejê kir
15:49 Doza Kobanê hate taloqkirin
15:13 MSD’ê di salvegera 12’emîn a krîza Sûriyeyê de banga guftûgoya kir
15:04 Kiliçdaroglû dê di 18’ê adarê de biçe serdana HDP’ê
14:57 Bernameya Newroza Botanê eşkere bû
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Ev bajar bêxwedî nîne
14:17 Polîsan li Stenbolê 20 kes kirin binçavan
14:06 Siyasetmedar û parêzer beşdarî Doza Kobanê nebûn
14:03 Li geliyê Şemzînanê agirê ewil ê Newrozê hate pêxistin
13:34 Li qada çêregehê wê xaniyên TOKÎ’yê bên avakirin
13:22 Li Antalyayê dê agirê Newrozê di 19’ê adarê de bê vêxistin
13:14 Rapora girtîgehan a ÎHD’ê: Di dema erdhejê de jî îşkence berdewam kir
13:04 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
12:47 Li rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin
12:45 Li Bexdayê 4 DAIŞ’Î hatin kuştin
12:44 Waliyê Hatayê îstîfa kir
12:15 Li Rihayê gel şaredar ji qada lehî lê rabû derxist
11:55 Li Şemzînanê agirê Newrozê bi 3 zilikên şixatê hat vêxistin: Heta Ocalan azad dibe dê têkoşîn jî bidome
11:53 Beşar Esad li Rûsyayê ye
11:45 Yek ji 6 kesên ku di tunelê de asê mabûn bi avjeniyê xelas bû
11:32 ‘Bi Komkujiya Helebceyê xwestin kurdan qir bikin’
11:13 HDP’ê serlêdaneke nû kir: Bila parastin bimîne piştî hilbijartinê