NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser bi boneya Newrozê daxuyaniyek belav kir û got: “Meşaleya Newrozê dê her tim rêça gelê me be û em ê bi rihê Newrozê civaka xwe rizgar bikin.”
Bi boneya Newrozê, nûnerên desteyên Rêveberiya Xweser, saziyên leşkerî, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Malbatên Şehîdan, şêx û rûspiyên eşîran û Meclisa Sivîl a Reqayê li ber avahiya Rêveberiya Xweser a li bajarê Reqayê kom bûn. Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebid Hamid El Mihbaş metna daxuyaniyê xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Cejna Newrozê serkeftineke dîrokî ya ber bi rizgarkirina mirovan ji zilm, koletî û pêkanîna azadiyê û vejîna nû ya xwezayê ye ku ruhê rizgarî û hevgirtina pêkhateyan vedihewîne, li ser azadiyê îsrar dike, li hember zilm û zordariyê disekine. Her wiha li dijî tundî û qirkrinê radibe.
Pîrozkirina gelê me yê Kurd û gelên herêmê ji vê boneyê re û parastina mîrasa xwe ya dîrokî û pêkanîna wê di projeya Rêveberiya Xweser de bi rêya hevgirtinê û dayîna şehîdan israra li ser azadî û rizgariya ji zilmê ye.
Ev proje, projeya Rêveberiya Xweser ku tê de hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar in, nûnertiya meşaleya rihê Newroz, wate û mîrasa wê ya gewre û mezin dike.
Bi hatina Newrozê re, em vê boneyê li gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hemû gelên cîhanê pîroz dikin û bi hêvî ne ku xêr dewam bike. Em piştrast dikin ku em ê li ser têkoşîna di oxira rizgarî, demokrasî û parastina yekitiya gelên me û yekitiya wan li hember projeyên tesfiyekirin û înkarkirinê de dewam bikin.
Her wiha em soza xwe ya şopandina rêça şehîdan heta serkeftinê û pêkanîna armancên gelê me yên ber bi avakirina civakeke demokratîk a azad a xwedî vîn û biryar, nû dikin.
Bi vê boneyê em bang li tevahî hêzên nîştimanî yên Sûriyeyî û hêzên navneteweyî dikin ku kedên cidî ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê li ser bingeha demokrasiya pirreng bidin û tawîzê li hember her tişt li pêş lihevkirina ji bo berjewendiya Sûriyeyê û gelê wê dibe asteng, bidin.
Em amade ne rola xwe ya berpirs di pêkanîna erkên xwe yên nîştimanî yên Sûriyeyê de bidin û têkoşîna xwe li dijî terorê û rizgarkirina herêmên me yên dagirkirî dewam bikin.
Wê meşaleya Newrozê her tim bimîne rêça gelê me û em ê bi rihê Newrozê civaka xwe rizgar bikin, Sûriyeyeke hevgirtî û yek ava bikin, armancên gel û şehîdên xwe yên azadiyê pêk bînin.
Newroz pîroz be."
Piştî xwendina daxuyaniyê agirê Newrozê hat pêxistin.