Remzî Kartal: Pêvajoya heyî pêvajoya guherîn û veguherînê ye

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal diyar kir ku pêvajoya pêş, pêvajoya guherîn û veguherînê ye û wiha got: “Muzakereyeke îxtîmalî, tenê bi muxatabiya birêz Ocalan û azadiya wî pêkan e.” 
 
Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal, têkildarî geşedanên dawî bi Rojnameya Yenî Yaşamê re axivî. Kartal, têkildarî biryara bêçalaktiyê ya KCK’ê ku ji ber erdhejê dabû wiha got: “Muxatabê esasî ya vê bangawaziyê, raya giştî ya kurd û tirk bû. Bandoreke erênî jî kir. Erdhejeke mezin bû û bêtevdîriya îktîdarê û polîtîkaya dewletê kir ku veguhere karesateke mezin. Konseya Rêveber a KCK’ê li dijî vê bîlançoya giran, bi berpirsyarî tevgeriya û biryareke pir girîng da. Vê biryarê jî bandor li her deverê kir.” 
 
'ERDOGAN Û PUTÎN BI HEV RE NE’ 
 
Kartal, di çareserkirina pirsgirêka kurd de bal kişand ser hevsengiyên navneteweyî. Kartal, got ku dema Esad çûy Rûsyayê, îxtîmal heye ku Erdogan jî di wê hevdîtinê de hebe û wiha domand: “Ne di mijara pirsgirêka kurd de û ne jî di pirsgirêkên demokrasî û mafên mirovan ên Tirkiyeyê de hikûmeta AKP-MHP’ê mimkin nîne gavekî biavêje. Jixwe gavekî erênî xuya nake. Ev polîtîkaye jî bo Rûsyayê firsendeke mezin e. Ji ber ku Rûsya û Putîn ji ber şerê li Ûkraynayê di dorpêçeke mezin de ne. Putîn û Erdogan ji her alî ve niha hev digirin. Putîn ji bo ji derve bêhnê bistîne, dixwaze Erdogan bi kar bîne. Erdogan jî gelek tengav bûye û dixwaze di pêvajoya hilbijartinê de li ser Putîn li Sûriyeyê pêvajoyeke çareseriyê bide destpêkirin, tiştekî bi dest bixe û wisa bikeve hilbijartinê.” 
 
'DIVÊ LI DIJÎ ÊRIŞAN AMADEKARÎ HEBIN’
 
Kartal, da zanîn ku ji bilî şer tu vebijêrkên din ên Erdogan nînin û ev hişyarî da: “Şerê taybet, hêzên paramîlîter, hêzên mafyayî... Dibe ku êrişên bi vî rengî çêbibin. Digot dê êrişî Rojava bikim lê ji ber rageşiya di navbera Amerîka, Rûsya û NATO’yê de tengav bû. Niha jî dixwaze bi rêya Putîn hinek tiştan bike. Lê ew jî sekinî, nameşe. Di destê Erdogan de tenê êriş ma ye. Divê civaka Tirkiyeyê, Kurdistan, qada siyasî û her qad di vê mijarê de hişyar bin û amadekariyên wan hebin. Da ku bikarin van konseptan vala derxînin. Di hilbijartinên Tirkiyeyê de HDP xwedî roleke diyarker e.” 
 
DEWLET TÊK DIÇE 
 
Bi domdarî Kartal anî ziman ku bi hilbijartinê re di asta dewletê de di navbera partiyan de pevçûnên mezin hene û wiha pê de çû: “Ji ber ku ev partî (CHP) heta demekî nêz jî di nava plana têkbirinê ya dewletê de bû. Di çarçoveya polîtîkaya dewletê de tevgeriya. Rakirina parêzbendiyên HDP’iyan, operasyonên li dijî Iraq û Sûriyeyê û hwd., di tevahiya planên dewletê de cih girtin. Lê niha di navbera wan de pevçûneke mezin heye. Tirkiye êdî di vê rewşê de ye. Plana wan a çareserkirina pirsgirêka kurd, bi gotina wan ‘çareserkirina terorê’ ya di çarçoveya vê konseptê de pûç bû. Dixwestin bi temamî têk bibin lê dewlet anîn ber hilweşandinê. Di siyaseta blokê ya dewletê de jêveqetîn hene û ji hev belav dibin, ev yek pir girîng e.” 
 
PEYAMA BAFIL TALABANÎ
 
Têkildarî Serokê YNK’ê Bafil Talabanî ya ji bo Newroza Amedê jî Kartal ev nirxandin kir: “Bangawaziya Bafil Talabanî, ji bo pêvajoyê girîng e. Di halê hazir de pirsgirêka sereke ya kurdan, yekitiya neteweyî ye. Di demekî ku dewletên mêtinger li dijî kurdan de ketina nava polîtîkaya têkbirinê de partiyeke kurd - ku ew jî PDK ye -  di nava vê konseptê de cih digire û ev jî hem ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û hem jî ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên herêmê pirsgirêkeke mezin e. Di heman demê de Talabanî bang li PDK’ê kiriye. Bi peyama xwe dibêje; ‘Bila PDK were û em van pirsgirêkan bi hev re çareser bikin. Bila PDK bê û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, di navbera PKK û dewletê de rol bilîzin.’ Lewma peyameke girîng e. Weke tevger, em amade ne ku rola xwe bilîzin. Jixwe saziyên weke KNK’ê jî xebatên xwe yên di vê mijarê de didomînin.” 
 
GELO DEWLET BI OCALAN RE HEVDÎTINAN DIKE? 
 
Di berdewamê de Kartal wiha bersiv da pirsa “Gelo Dewlet bi Abdullah Ocalan re hevdîtinan dike yan na?”: “Dibe ku hevdîtinên ji bo qanehkirinê – mîna hilbijartinên Stenbolê – bikin û hewl bidin peyamekî jê bigirin. Lê li gorî texmîna me, zextekî giran lê dikin. Birêz Abdullah ocalan li dijî van li ber xwe dide. Ji ber ku pêşdîtineke pir mezin, baş dizane bê ka pêvajo çawa pêş dikeve, civaka Tirkiyeyê çawa vediguhere û pergala dewletê ya Tirkiyeyê di nava pêvajoyeke çawa de ye. Heke AKP-MHP bi rastî jî ji bo çareseriyê jidil bin, birêz Ocalan li partiyan nanihêre û nabêje ‘we duh filan tişt kir.’ ev yek tevek polîtîkaya dewletê ne û em jî têkoşîna guherandin û veguherandina dewletê didin. Hewldaneke AKP-MHP’ê ya ji bo çareseriyê nîne lewma kesek ne li ber e ku daxwazên wan pêk bîne. Niha di navbera Tifaqa Milet û Tifaqa Cumhur de rageşiyeke mezin heye lê ew jî di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd û vekirina deriyên Îmraliyê de gelek dûr disekinin.
 
ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE
 
Di vê krîza aborî û polîtîkayên têkçûyî yên li dijî kurdan de dewlet nikare van polîtîkayan bidomîne. Lewma kî dibe îktîdar bile bibe, barekî giran li benda wan e. Neçar in ku polîtîkayên leşkerî, siyasî, aborî, civakî biguherînin û pêvajoya çareseriyê û veguherînê bidin destpêkirin. Neçarin ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û hêzên demokrasiyê bibînin. Heke Tifaqa Milet jî bibe îktîdar, em ê têkoşîna guherîn û veguherînê li dijî wan bidomînin. Divê em xwe ji bo vê amade bikin. Di vê pêvajoyê de divê teqez serî li Îmraliyê bidin û deriyên Îmraliyê vekin. Dewlet nikare êdî polîtîkayên xwe yên li dijî kurdan bidomîne. Ji ber ku xitimî ye. 
 
Divê birêz Ocalan azad bibe. Armanc ew e ku Rêber Apo û Amed hev hembêz bikin. Ev yek, şertê nebe nabe yê vê pêvajoyê ye. Divê di pêşxistina vê pêvajoyê de birêz Ocalan yekser di nav de be û bikare rola xwe bilîze. Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê neçare ku şer bide sekinandin. Lewma divê deriyên Îmraliyê veke. Divê bi Rêber Apo re guftûgo hebin û pêvajo were pêşxistin. Ji 2013’an heta niha ji bo pêşxistina şer her tiştek kirin lê encamek jê negirtin. Pêvajoya pêşiya me êdî pêvajoya guherîn û veguherînê ye. Divê muzakere bi rêya van guftûgoyan bên pêşxistin, birêz Ocalan  yekser di nava muzakereyan de hebe û weke muxatab bê qebûlkirin. Em ê di nava tu pêşketin û pêvajoyên ku wî weke muxatab qebûl nekin cih negirin. Ji ber ku pêbawer nabe. Em di pêvajoyeke wiha dîrokî de ne. Em ê bi wî re bên ba hev û hev hembêz bikin. Armanca ew e ku gelên Tirkiyeyê pergaleke demokratîk ava bikin. Em dixwazin çareseriyeke ji bo hemû welatên cîhanê dibe mînak pêş bixin.” 
 

Sernavên din

27/03/2023
15:31 ÎKK’a Wanê bertek nîşanî qeyûm da ku erdên şaredariyê da ber firotinê
15:30 Di nav polîsên îşkence li Y.D. kirin amirek jî heye: Me hêza biqademeyî bi kar anî!
14:58 Li Seyhanê agir bi konê mexdûrê erdhejê ket
14:54 Piştî 10 salan ji bo 69 rojnamegeran biryara neşopandinê hate dayîn
14:34 Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê: Tecrîd veguherî rejîmeke siyasî
14:33 Partiya Çep a Kesk: Em ê ala têkoşînê bilind bikin
13:52 Tevî biryara bêçalaktiyê jî di rojekê de 28 êriş hatin kirin
13:26 Ji bo Dayikên Aştiyê yên girtî banga azadiyê kirin
12:59 Protestoyên ‘Jin, jiyan, azadî’ berdewam in
12:58 Emîne Şenyaşar: Zilm li me hate kirin û em li dijî zilmê sekinîn
11:55 Îfadeya zarokê ku li Licê hat îşkencekirin belav bû
11:54 Remzî Kartal: Pêvajoya heyî pêvajoya guherîn û veguherînê ye
11:27 Qanûna hilbijartinên Encûmenên Bajaran û Parlamentoyê hat pejirandin
11:10 Koma xebata hilbijartinê ya ‘HADÎ Ewropa’ hate avakirin
11:06 Ji bo 4'ê Nîsanê bang: Werin em ji bo azadiyê bi hev re ber bi Amarayê ve bimeşin
10:42 Lîstikvan Koksal Engur jiyana xwe ji dest da
10:16 Li Pirsûsê 12 kes hatin binçavkirin
09:08 Li Cizîrê 6 gund 10 roj in di dorpêça leşkeran de ne
09:06 Li Amedê şirîkatiya avahiyên qaçax!
09:05 Ji bo teserûfa benzînê kavilan li jîngehan vala dikin
09:04 Li Meletiyê 107 hezar xanî li benda hilweşandinê ne
09:03 Mîna Ûgûr Kaymaz vê carê jî çek danîn ber Fatma Elarslan!
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2023'YAN
26/03/2023
23:45 Di lêpirsîna îşkenceya li Licê de 3 polîs hatin girtin
22:47 Kesê cara duyemîn êrişî avahiya HDP’ê kir dîsa hat berdan
21:11 Zaroka mexdûra erdhejê di şewata kon de jiyana xwe ji dest da
20:32 Pola Kîtap ji bo pirtûka Sîdar gotûbêj li dar xist
20:17 Li Rihayê carek din lehî rabû
17:38 Tayînkirina qeyûman hate protestokirin: Her tiştê gel talan kirine
16:38 Dîroka hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê diyar bû
15:46 Bîlmez: Tecrîd tê wateya neçareserkirina pirsgirêka kurd
15:15 Dema serlêdana namzetiyê ya Partiya Çep a Kesk bi dawî bû
14:19 Walîtiya Amedê îşkence qebûl kir û 5 polîsên îşkencekar ji peywirê dûr xist
13:35 Zarokê li Liceyê hatibû îşkencekirin 3 polîs teşhîs kir
12:49 Nobeta Malbata Şenyaşar didome: Bêzarbûn tune ye!
12:40 Dorpêça leşkeran a li Geverê didome: Leşker daran dibirin û deriyan dişikînin
12:04 Girtiyê nexweş piştî rewşa wî giran bû hate berdan: Me nekarî bavê xwe hembêz bikin
11:11 Li Xaneqînê bi pileya 3.1 erdhej çêbû
11:06 Li DYA’yê ji ber bablîsokan 26 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:44 Li Îskenderûnê agir bi kon ket: 2 jê zarok bi giştî 3 kes birîndar bûn
10:43 Li girtîgehê mirineke biguman: Gardiyanan îşareta ‘bêdeng be’ kir
10:04 Kavilên avahiyan ên Meletiyê li navenda bajar tên komkirin!
09:37 Bîrdal: Tolê ji girtiyên nexweş hiltînin
09:36 Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Şêxo: Tirkiye bi destê çeteyan li Efrînê sûcan dike
09:21 Jinan bertek nîşanî girtinan dan: Dê têkoşîna me bidome
09:19 Ji kiryarên malbata Şenyaşarê Yildiz 5 salan rastî tu astengiyan nehatiye
09:06 Konteyner nedan mexdûrê erdhejê ku 7 caran emeliyat bûye
09:05 Li Islahiyeyê metirsiya lehî û hezazê
09:02 Nivîskar Altan: Tifaqa Ked û Azadiyê berpirsiyariyeke dîrokî hilgirtiye
09:00 ROJEVA 26’Ê ADARA 2023’YAN
25/03/2023
22:43 Kesên ku li Bazîdê hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:44 Înfaza Dayika Aştiyê Bûlûtê hat şewitandin
18:38 Li Amedê civîna 'Di siyaseta Tirkiyeyê de kurd û hilbijartin'
16:51 Xelkê Samandagê rê li kamyonên kavilan vala dikin girtin
16:42 ‘Bila girtiyê nexweşê giran Ozkan bê berdan’
16:27 Lîstika ‘Nîsko’ derket pêşberî temaşevanan
16:24 Partiya Çep a Kesk û HDP xebata kampanya hilbijartinê didin destpêkirin
15:36 Êrişkarê ku dadgehê wî berdabû dîsa êrişî HDP’ê kir
15:32 Bêyî destûra Iraqê nikare petrolê bifiroşe Tirkiyeyê
15:00 Keskîn: Dewlet budçeyê ne ji bo jiyanê ji bo kuştinê xerc dike
14:27 Rêveberiya Xweser serdana Senatoya Fransayê kir
14:19 Xizmên Windayan û ÎHD: Zeynel Kursep û Tekçî li ku ne?
14:09 OHD: Em azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan dixwazin
13:55 Dayikên Şemiyê li aqûbeta kesên ji aliyê Hîzbullahê ve hatin revandin pirsî
13:14 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê Tirkiye biryara tedbîrê ya NY'yê bi cih bîne
11:54 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re têkoşîna xwe berdewam bikin
11:23 Li Sêrtê du malbatan bi çekan şer kirin: 2 kes mirin
10:58 ‘Kurd di Newrozê de xwedî li Ocalan derketin, niha jî dora têkbirina îktidarê ye’
10:54 Li Meletiyê avahiyên ku divê bên hilweşandin li benda erdhejokan e!
10:28 Îşkence, kuştin û birîndarkirin dibe para zarokên kurd
10:23 Abdullah Ocalan: Ez bi heqîqetê li dijî tecrîdê li ber xwe didim
09:58 Mexdûrên erdhejê beriya rojiyên berê dikin!
09:29 Li Bazîdê 5 kes hatin binçavkirin
09:06 Kavilan li nav zeviyan û zozanan vala dikin
09:03 Bi Erzînê pesnê xwe dan, lê kon nedan welatiyan!
09:01 Bi hesreta dîtina lawê xwe û dîtina gora keça xwe dijî
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2023'YAN
08:38 Li Mereşê bi pileya 4.5 erdhej çêbû
24/03/2023
23:22 ÎHD: Ji ber têrnekirina mudaxeleyan bi sedan kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest da
23:01 'Dek û Dolabên Scapen' ji bo zarokên herêma erdhejê derket ser dikê
22:22 Axaftina bi kurdî kirin hinceta 'serîhildanê'
22:04 Mazlûm Ebdî: Tevî DYA'yê dê têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê bidome
21:26 Li Bazîdê avêtina ser malan
21:10 Gundê Sîgêrê yê Amêdiyê hat bombeberankirin
20:04 Îşkence û binçavkirinên li Amedê hatin şermezarkirin
19:42 Partiya DEVA'yê di fitarê de serdana malbata Şenyaşar kir
17:56 Dê 60 milyon û 904 hezar û 499 kes dengê xwe bi kar bînin
16:49 Li Rihayê hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt 21 kesan
16:47 Li Meletiyê avahiya 5 qatî hilweşiya
16:44 Li Belucistanê protestoya înê
16:44 Tifaqa Ked û Azadiyê protokola xwe pêşkêşî YSK’ê kir
16:18 Li Êlih û Stenbolê 2 jin hatin qetilkirin
15:40 Li bajarê Xoyê bi pileya 5.6 erdhej çêbû
15:37 Dadgerê ku siyasetmedarên kurd ceza kirin bû Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr
15:24 Li Helebê di navbera rejîmê û komên paramîlîter de şer derket
15:11 TEV-DEM'ê ji bo Efrînê bang li Neteweyên Yekbûyî kir
14:31 Ji Bûldan û Sancar peyama hilbijartinê: Hedef 100 parlamenter e
13:57 Şandeya ji siyasetmedaran pêk dihat serdana malbata Ûl kir
13:54 Malbata Şenyaşar: Dema parêzbendî rabû dê deriyê girtîgehê vebe
13:37 Parêzer li emniyetê hatin derbkirin