Buldan: Di 14’ê gulanê de bersiva herî xurt dê jin bidin

  • rojane
  • 12:19 2 Nîsan 2023
  • |
img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku dê di 14’ê Gulanê de rejîm were hilbijartin û wiha got: “Di 14’ê Gulanê de bersiva herî xurt em jin dê bidin kesên hebûna xwe li ser tunebûna jinan ava dikin.” 

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, di bernameya ragihandina Beyannameya Hilbijartinê ya Jinan a Meclisa Jinan Partiya Çep a Kesk de axivî. Buldan, jin bi kurdî silav kir. 
 
Buldan, diyar kir ku ya jin anîn vê astê, dîroka têkoşînê ya jinan e û wiha domand: “Bawerî û seknekî biisrar heye ku hêviya jinan her tim zindî dihêle. Jin dilwêrek hene ku tevî hemû zehmetî û astengiyan jî bêdudilî keda xwe arasteyî vê dîroka têkoşînê kirine.”
 
Bi domdarî Buldan jinên di girtîgehê de, yên li sirgûnê, yên li pey şopa heqîqetê, yên hesaba windakiriyan, yên li edaletê digerin, jinên nobetên edaletê digirin û hemû jinên têkoşer silav kir û wiha pê de çû: “Îro ev kursî ya me ye, ev beyanname ya me ye, ev hilbijartin a me ye. Dê serkeftina di vê hilbijartinê de ya me be. Sedsala nû ya me ye, serkeftin a me ye. Dem dema wê ye ku em vê bi saya vê berxwedana mezin û têkoşîna xwe ya bêhempa jiyanê jinûve ava bikin. 
 
TÊKOŞÎNA YEKBÛYÎ YA JINÊN HER ÇAR ALIYÊN CÎHANÊ
 
Beyannameya me ya jinan, beyannameya maf, azadî, demokrasî, wekhevî û edaletê ye ku jin bi sala ye têkoşîna wê didin. Beyannameya têkoşîna Denîz Poyraz û rêhevalên wê ye. Ez bi taybet jî dayika wê bi rêzdarî silav dikim. Têkoşîna bi rûmet a jinên îranî yên ku pora kirin alaya berxwedanê, Emîne Şenyaşar a li Rihayê ji bo edaletê têdikoşe, jinên efxan ên li dijî sepanên îmhakirinê têdikoşin û têkoşîna hemû jinên li her çar aliyên cîhanê li dijî baviksalarî û faşîzmê li ber xwe didin, îro li vir bûye yek. Û em jin, şirîkên wan ên niha îktîdar in di 14’ê gulanê de vedixwînin meydanê. Em li vir in, bi tu deverekê ve naçin. Em ê li dijî kompasên li dijî têkoşîna jinan, vebijêrkên xwe zêde bikin û pêşveçûna xwe bidomînin. Lewma em hilbijartinên pêş bi Partiya Çep a Kesk pêşwazî dikin. Em bi Tifaqa Ked û Azadiyê, bi tifaqa jinan û tifaqa xurt a hemû bindestan dikevin hilbijartinan. 
 
EM Ê HESABÊ ZEXT Û WÊRANIYAN BIPIRSIN
 
Yên ku 20 sal in li ser îktîdarê, di vê pêvajoyê de her cureyên tundiyê li dijî jinan bi kar anîn û jin hêjayî kedxwariyê, mercên giran ên xizantiyê û komkujiyê dîtin. Ji siyasetê heta daraz, burokasî û medyaya xwe ya qirêjî, bi hemû hêza xwe deriyên sûcên li dijî jinan vekirin. Me ev yek ji bîr nekiriye û dê nedin jibîrkirin. Em ê hesabê hemû êş, xemsarî û wêraniya wan ji vê îktîdarê bipirsin. 
 
EM JI BO GUHERANDINA REJÎMÊ TÊN
 
Em jin, li dijî karesata sedsalê, ji bo avakirina sedsalê tên. Em ji bo wekheviyê, ji bo demokrasiyê, ji bo derxistina heqîqetê û hevrûbûna dîrokî tên. Em, li dijî daraza qesrê; ji bo darazeke serbixwe tên. Em, ji bo pêşîlêgirtina tundiya ser jinan û cînayetên jinan tên. Ji bo mîsogerkirina ked û jiyana jinê em tên. Em, ji bo jin di hemû astên rêveberî û nûnertiyê û mekanîzmayên biryardayînê de xwedî mafê wekheviyê bên tên. Em ji bo mîsogerkirina pergala hevserokatiyê tên. Ji bo paratina hemû destkeftiyên xwe em tên. 
 
EM JI BO BIDAWÎKIRINA TECRÎDÊ TÊN
 
Em, ji bo hesabê ji xespa qeyûm bipirsin, ji bo her tiştê aydê xwe dîsa li xwe vegerînin, tên. Ji bo hilweşandina selteneta îktîdara yekzilamî em tên. Ji bo bidawîkirina sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin, ji bo bidawîkirina faşîzm, Îşkence û polîtîkaya tecrîdê em tên. Em ji bo avakirina aştiyeke birûmet tên. 
 
14’Ê GULANÊ DÊ BIBE HILBIJARTINA REJÎMÊ
 
Em jin baş dizanin ku hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo jinan tenê hilbijartineke bijartina îktîdarê nîne. Ev hilbijartin dê ji bo jinan bibe bijartina rejîmê. Di 14’ê Gulanê de bersiva herî xurt em jin dê bidin. Em jin dê vê îktîdara dijminatiyê li jinan dike hilweşînin. Hin, hêza bingehîn a guherîn, veguherîn û jinûveavakirinê ne. Weke her carê, di vê hilbijartinê de jî em jin bi soza nûnertiya wekhev dikevin hilbijartinê. Em soz didin ku dê di serdema pêş de bi awayekî herî xurt di siyasetê de cih bigirin û rola xwe ya dîrokî bilîzin. Em, jin li ser xeta Rêya Sêyemîn tên ba hev.Di Rêya Sêyemîn de em dibêjin destpêkeke nû, sedsalake nû. Ev rê, ev hêz, ev îrade jî di bi saya Çep a Kesk, bi Tifaqa Ked û Azadiyê û bi tifaqa me jinan bi ser keve. Belê jinên hêja û delal; jin hebûna me ne. Jiyan berxwedana me ye. Azadî armanca me ye.”
 

Sernavên din

02/04/2023
15:09 Rojnameger Evîn Buldan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:57 Li Stenbolê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê
14:47 Partiya Çep a Kesk li 2 bajaran starta hilbijartinê da
14:36 Tevî biryara bêçalakitiyê jî artêşa tirk bênavber êriş dike
14:32 Banga ‘Îmraliyê bigirin’ li namzetên serokkomariyê kirin
14:07 Malbata Şenyaşar: Pêdiviya me bi azadî û edaletê heye
14:04 Li DYA’ê bablîsok rabûn: 26 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:49 Jinên filistînî ji bo Partiya Çep a Kesk peyama piştevaniyê şandin
12:43 Uçar: Em ê hesabê bipirsin û vê îktîdarê bi hev re biguherînin
12:19 Buldan: Di 14’ê gulanê de bersiva herî xurt dê jin bidin
12:03 Beyannameya Partiya Çep a Kesk: Ji berxwedanê ber bi serhildanê, ji serhildanê ber bi avakirinê ve
11:54 Strana Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk: Dîsa jin, dîsa jiyan
11:24 Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk Beyannameya Hilbijartinê ragihand
10:49 Ji Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk starta hilbijartinê: Dîsa jin, dîsa jiyan
10:36 ‘Em dengê xwe nadin partiyên dijminatiyê li jinan dikin’
10:13 Baroya Amedê: Bikaranîna çekê ya bi keyfî nayê qebûlkirin
10:02 'Em ê li dijî tecrîdê li Amarayê bin'
09:21 Îspenax, roqe û bexdenûz di dest cotkarên Hatayê de man!
09:05 Esnafên mexdûrê erdhejê hewl didin di konteyniran de xwe li jiyanê bigirin
09:04 Ji 5 birayên girtî berdana 2'yan jê hat taloqkirin
09:03 Banga ji bo 4'ê Nîsanê: Em ji bo azadiyê bimeşin
09:01 Li dijî tecrîdê banga ji bo Meşa Amarayê
09:00 ROJEVA 2’YÊ NÎSANA 2023’YAN
01/04/2023
23:58 Li Amedê leşkeran welatiyek qetil kir
21:37 ANYAKAY-DER'ê 4'ê Nîsanê pîroz kir
19:53 Li Şehbayê Festîvala Amara ya 3`yemîn dest pê kir
17:00 Partiya Çep a Kesk li Hatayê xebatên hilbijartinê didomîne
16:42 Cihên namzetên serokkomariyê yên di pisûlayê de diyar bûn
16:41 Karabûlût: Îstîhbaratê karsazê kurd Zekî Ogûz revandiye
16:06 Bi girseyî serdana şîna Nazlier kirin
15:55 ÎHD: Tevî îtîrafa endamê JÎTEM’ê aqûbeta 4 kesan nehate lêkolînkirin
15:38 Hat xwest ku girtiyê nexweş Îlhan Dîkmen ê rewşa wî giran e bê berdan
15:19 Komeleya Ekolojiyê: Em tev li kampanyaya çandina şitilan bibin
15:07 Ji bo girtiyên nexweş Emîn Çam banga berdanê hat kirin
14:53 ‘Heta ku hemû kedkarên cemaweriyê bên vegerandin dê têkoşîna me bidome’
14:08 Malbatên Windakiriyan xwestin faîlên Bûlmûş bên darizandin
13:45 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Nezîr Acar pirsîn
13:16 TEV-DEM: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em têkoşînê mezin bikin
12:04 Li Qoserê mirina biguman a leşkerekî
11:38 Li Îzmîrê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:37 Malbata Şenyaşar: Tava ku vê pêvajoya tarî ronî bike wê ji Rihayê hilê
11:26 ‘Li Pirsûsê 23 kes beriya hilbijartinê bi sedemên siyasî hatin girtin’
11:15 Bîlançoya şer a meha adarê: 53 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn
10:17 Haleta kêrhatî ya AKP'ê: HUDA PAR
09:56 HDP’ê li Ewropayê seferberî îlan kir: Armanc ew e ku 3 milyon hilbijêr biçin ser sindoqan
09:06 Rêxistinên jinan ên Kurdistanê: Em ê tecrîdê bişkinin û Ocalan azad bikin
09:02 Amara li benda mêvanên xwe ye
09:02 Ji malbata Karaoglan û Dag banga ji bo Amarayê
09:01 Dr. Doran: Ger kavil daxilî nava avê bibin em ê nikaribin pêşî li nexweşînan bigirin
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2023'YAN
31/03/2023
21:50 Ciwan bûn mêvanê sifreya fitarê ya Malbata Şenyaşarê
17:46 Di 18 saliya xwe de hat girtin, di 48 saliya xwe de ji girtîgehê derket
16:35 Li girtîgehan di 3 mehan de 13 kesan jiyana xwe ji dest daye
16:20 Rawestandina hilberîna petrole bandor li ceyranê jî kir
16:04 Li Êlihê qezaya trafîkê çêbû: Kesek mir û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn
15:57 Li Xarpêtê 6 kes di malekê de mirî hatin dîtin
15:47 Li Rihayê girtina 23 kesan hat protestokirin
15:44 Hîzbûllahiyê digot ‘em ê serê wan jê bikin’ hate berdan
15:33 Rojnameger Ziya Ataman: Em di bin tecrîdeke giran de ne
15:24 OHD û ÎHD têkildarî mirina bi guman a li edliyê rapor amade kir
15:00 Li Islahiyeyê erdhej çêbû
14:57 Kedkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
14:23 KFC û Pîzza Hutê hemû şaxên xwe yên li bakurê Kurdistanê girtin
13:56 Doza tecawizê ya li cemaetê taloqî 5’ê hezîranê hate kirin
13:48 ‘Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn yekane çavkaniya hêviyê ye’
13:42 Şenyaşar: Dê îktîdar bi êşên daye kişand, zilm û nelirêtiyên xwe bê bibîranîn
13:30 Jinan li ber deriyê edliyeyê bang kirin: Jin li dijî tifaqa ‘şer’ in
13:27 Rewşa girtiyê 82 salî ku 4 caran hatiye sewqkirin di rojeva Meclisê de ye
13:00 Derbarê 10 kesan de ji ber êrişa mala polîsan a Mezîtliyê doz hat vekirin
12:38 Li Mêrdîn û Amedê berf barî
12:38 Serhat Gullu piştî 31 salan hate berdan
12:10 Serokê Baroya Amedê: Her 5 polîs jî ji îşkenceyê berpirsiyar in
12:08 Têkildarî hestiyên li Wanê hatine dîtin lêpirsîn hate destpêkirin
12:04 Li Mêrsînê starta hilbijartinê hate dayîn: Partiya Çep a Kesk dê serbikeve
11:58 Li dijî avahiya Partiya Îyî ya Stenbolê êrişa çekdarî hate kirin
11:43 Li Bajarê Antîk ê Darayê hilweşîneke dîrokî
11:42 Bi ruhê 31’ê Adarê ber bi 14’ê Gulanê ve: Êdî serdema AKP-MHP’ê bi dawî bû
10:51 Her ku cînayet zêde bûn têkiliyên ‘tarî’ derketin holê
10:50 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
10:50 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:42 Aydar: Ji bo ku hilbijartin neyê sabotekirin divê herkes tişta dikeve li ser milê wan bike
10:32 Parêzerê Ocalan ji partî û tifaqan re got: Gelo dê helwesta we derbarê Îmrali de çi be?
09:03 Dayikên Cizîrê: Divê Tirkiye jî dest ji êrişên xwe berde
09:02 Amedî: Em ê bi Partiya Çep a Kesk AKP'ê hilweşînin
09:02 Ayşe Efendî: Em dixwazin Serok careke din li Kobanê hembêz bikin
09:01 Kana madenê di erdhejê de jî nesekinî: Jehrê belav dike
09:01 Li Wanê bazar vala ne: Em bi 100 lîreyî tenê dikarin 2 lîmon, 3 kartol û 4-5 xiyaran bikirin
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2023'YAN
08:02 Li Pirsûsê 23 kes hatin girtin
30/03/2023
22:39 Gundiyê ku 5 roj berê hatibû binçavkirin hat girtin
21:47 Li Derayê êrişî hêzên hikûmeta Şamê hat kirin
20:54 Malbata Şenyaşar: Heya ev bêedaletî bi dawî nebe dê têkoşîna me bidome
19:47 Mahîr Çayan û hevrêyên wî hatin bibîranîn
18:54 Li Wanê di bin Mala Artêşê de hestiyên mirovan hatin dîtin
17:57 Di rapora CPT'yê de behsa tecrîdê nehatiye kirin!
16:57 Doza Vartînîsê hat taloqkirin
16:56 Gelê li Goristana Mehabadê kom bû banga mezinkirina berxwedanê kir
16:33 10 kesên li Antalyayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:21 Danişîna rêveberê ÎHD’ê Yuksel hate taloqkirin
16:13 FEDA’yê banga beşdariya nav Partiya Çep a Kesk kir