Dr. Savary: Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne

  • rojane
  • 09:01 5 Nîsan 2023
  • |
img
WAN - Serokê IPPNW a Swîsreyê Dr. Peppe Savary, diyar kir ku Tirkiye li Herêma Kurdistana Federe çekên kîmyewî bi kar anîne û wiha got: "Delîlên di dest me de ji bo vê bes in, lê ji ber ku nayê hiştin em biçin herêmê em nikarin bi awayekî fermî piştrast bikin." 
 
Tirkiye di êrişên xwe yên li hemberî PKK'ê de çekên kîmyewî û gazên jehrî bi kar tîne. Êrişên bi çekên kîmyewî yên di salên 90'î de dest pê kirin, heya niha didomin. Di 11'ê gulana 1996'an de li gundê Ballikaya yê Silopiyayê, di sala 2009'an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê û di 31'ê tîrmeha 2011'an de jî li Şemzînanê çekên kîmyewî hatin bikaranîn ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ve. Her wiha di êrişên 2019'an de ên li hemberî herêma Serêkaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelek sivîl ji ber çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan. Tirkiyeyê bi şirîkatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve piştî ku di 17'ê nîsana 2022'yan de êriş birin ser Zap, Metîna û Avaşînê, li vir jî gelek caran çekên kîmyewî bi kar anîn. Êrişên li van herêman hê jî didomin. Navenda Parastina Gel (NPG), di tebax, Îlon û cotmeha 2022'yan de daxuyand ku 17 endamên HPG û YJA-Starê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane. Her wiha NPG'ê dîmenên du gerîlayên HPG'ê yên bandor ji çekên kîmyewî girtibûn jî belav kiribûn. Piştî ku ev dîmena hatin belavkirin, Bijîşkên Navneteweyî yên ji bo Pêşîgirtina Şerê Nukleerî (IPPNW), ji bo vekolîna der barê bikaranîna çekên kîmyewî de xwest bi Herêma Federe ya Kurdistanê. 
 
Serokê IPPNW a Swîsreyê û Berdevkê Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Ocalan Dr. Peppe Savary ku têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî çend caran çûye Herêma Kurdistana Vedere, ji ajansa me re axivî. 
 
‘PIŞTÎ DELÎLAN ARTÊŞA TIRK BI VEŞARÎ HEREKET KIR'
 
Savary diyar kir ku ew bi pisporê kîmyewî Hans Blix re çûye herêmên ku çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn û wiha got: "Em çûn herêmê ji bo ku delîlên der barê bikaranîna çekên kîmyewî de berhev bikin, lê ketina me ya herêmê ji aliyê waliyê PDK'yî ve hat astengkirin. Lê belê me xwe gihand malbateke gundî ku laşê zarokekî wan ji ber madeyên kîmyewî şewitîbû. Vî zarokê ku me xwe gihandê û daneyên der barê gund de ku me ew bi dest xistin li cîhanê deng vedan. Artêşa tirk gava ev çek bi kar anîn, hewl da bi awayekî sergirtî hereket bike, ji bo eşkere nebin. Ji lew re wan fêm kir ku dê rastî mueyîdeyên me bên. Lê mixabin dewletek ku em karibin bi dîplomasiyê pêwendiyê pê re deynin tune bû. Ger dewletek serî li OPCW an jî Neteweyên Yekbûyî bide, dê bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin. DYA’yê ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî yên li Sûriyeyê serlêdan kiribû. Lê mixabin dewleteke kurdan tune ye, ji ber vê lêpirsînkirina vê ne pêkan e." 
 
‘ÇEKÊN HATINE BIKARANÎN ÇEKÊN KÎMYEWÎ NE'
 
Savary anî ziman ku dema çûne herêmê bi gelê herêmê re têkilî danîne û wiha got: “Di destê me de rasterast delîl tune bûn. Delîlên me ji bo piştrastkirina vê têr nekirin, lê bi awayekî fermî ev çekên kîmyewî ne. Madeyên ku hatine bikaranîn di peymanên navneteweyî de wekî madeyên kîmyewî têne hesibandin. Gundek hebû, bi qasî 20 kîlometreyî dûrî cihê ku çekên kîmyewî lê hatibûn bikaranîn. Lê peywirdarên herêmê nehiştin em biçin wir. Ez wer difikirim ku ji ber ku delîl li wir hebûn nehiştin em biçin." 
 
Savarî bibîr xist ku PKK'ê der barê bikaranîna çekên kîmyewî de daxuyanî daye û got: "Li gorî min daxuyaniyên PKK'ê rast in, lê mixabin weke min got, em nikarin bi awayekî fermî îspat bikin. Lê delîlên di dest me de ji bo vê bes in, lê ji ber ku nayê hiştin em biçin herêmê em nikarin bi awayekî fermî piştrast bikin." 
 
'DEWLET TIŞTEKÎ NAKIN'
 
Savary bibîr xist ku lêkolînên xwe yên li herêmê wekî rapor berpêş kirine û got: "Rapora me ji bo gel raporeke eşkere ye û hemû dewletan ew xwendiye. Ez yeqîn dikim ku dewleta tirk jî ew xwendiye. Me rapor amade kir, lê dewlet di warê biakaranîna çekên kîmyewî yên Erdogan de tiştekî nakin. Ji bo çekên kîmyewî yên Sedam Husên her tişt kirin. Ji lew re ew di warê siyasî de di weziyeteke qels de bû." 
 
Savary anî ziman ku xwediyê van çekên kîmyewî Alamnaya û Swîsre ne, lê ji ber penaberên di destên Erdogan de tiştekî nakin û got: "Artêşa Erdogan ji artêşên herî mezin ên NATO'yê ya çaran e. Yanî niha kes naxwaze lêkolîn bike ku Erdogan çekên kîmyewî bi kar tîne." 
 
‘GER ERDOGAN DI HILBIJARTINÊ DE BIÇE DIBE KU LÊKOLÎN BÊ KIRIN'
 
Savarî diyar kir ku eger Erdogan di hilbijartinê de têk biçe dê hêzên navneteweyî karibin lêkolînê bikin û got: "Em hêvî bikin ku ew di hilbijartinê de têk biçe, ji ber ku wê demê dê rewşa wî ne wekî ya niha be. Em, wekî IPPNW, çi ji destê me bê em ê bikin. Ez wiha difikirim ku dê hilbijartina li Tirkiyeyê rewşa heyî biguherîne. Her wiha ez wiha difikirim ku ger hikûmet biguhere, dibe ku hikûmeta nû serî li bikaranîna çekên kîmyewî nede. Tew belkî ji bo vê pêvajoya şer çareyek jî bê dîtin." 
 
‘MIFTEYA ÇARESERIYÊ OCALAN'
 
Savary diyar kir ku gava yekem a piştî hilbijartinê azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan be û got: “Gaveke din jî divê azadiya Ocalan be. Azadiya wî mifteya çareseriya pirsgirêka kurd e. Çawa ku me li Afrîkaya Başûr çareseriyê di azadiya Mandela de dît, çareseriya azadiya kurdan jî Ocalan e. Modela Konfederalîzma Sosyalîst a Demokratîk modeleke adil e û çareya pirsgirêkan e, lê li çar parçeyên Kurdistanê, çar dîktator hene. Azadiya Ocalan mifteya azadiya tevahiya Rojhilata Navîn e."
 
MA / Berîvan Kûtlû
 

Sernavên din

05/04/2023
13:00 Berfa hefteyek berê li Wanê bariyayî bandor li rêjeya avê ya bendavan nekir
13:00 Bûldan: Jin dê we bi hêza xwe têk bibin
12:02 Li perava Kumlucayê keştiyek noqî avê bû: 5 kes hatin rizgarkirin û lêgerîna bo 9 kesan didome
11:46 Berxwedana gundiyan di roja 3’yemîn de ye
11:28 Xelkê gundê Mûsolarê bi fikar e ku xanî ji wan re neyên çêkirin
10:46 Sari ku ji Panosê sewqî Sîncanê hate kirin ev 3 meh in tavê nabîne!
10:36 Hat xwestin cezayê li rojnamevan Çoban hatiye birîn bê xerakirin
10:20 ‘Heta ku Ocalan azad nebe pirsgirêk nikarin bên çareserkirin’
10:02 Rojnameger Şêro: Bêdengiya niha li Îranê bêdengiya beriya tofanê ye
09:02 Medreseya Sor tehsîsî Weqfa Hayratê hat kirin!
09:02 Ji bo mexdûrên erdhejê 'Konê Sînemayê' çêkirin
09:01 Cara duduyan berdana girtî Abî hat taloqkirin
09:01 Dr. Savary: Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 Ciwanan li Hezexê rojbûna Ocalan pîroz kirin
08:31 Îdrîs Balûken ji girtîgehê derket
04/04/2023
21:24 Partiya Çep a Kesk li Rezanê buroya hilbijartinê vekir
20:01 Malbata Şenyaşar li ber edliyeyê fitirî
19:16 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê
18:31 Partiya Çep a Kesk li Esenyûrtê buruya hilbijartinê vekir
16:50 Kesên li Xelfetiyê hatin binçavkirin hatin berdan
16:28 Fînlandiya bû endama NATO’yê
16:16 Tirkiyeyê geştên hewayî yên bo Silêmaniyeyê rawestand
YNK: Ev ambargo yasayî nîne
16:15 Malbata Şenyaşar: Şiyar be Tirkiye, şiyar be gelê Rihayê!
15:55 Rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin
15:41 Şitil ji bo azadiya Abdulah Ocalan hatin çandin
15:40 Dayikên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:32 Îlham Ehmed çû serdana YNK’ê
15:28 Bexda û Hewlêrê li hev kir
15:27 Saziyên sivîl ên li Êlihê bertek nîşanî dozê dan: Bi rêya darazê komplo hate kirin
15:24 ‘Ji bo kurd nefesê negirin atmosferek nijadperestiyê belav dibe’
15:24 Partiya Çep a Kesk li Wan û Agiriyê buroyên hilbijartinê vekir
15:11 Kesên ji bo rojnameger Kartal daxuyaniyê didan hatin binçavkirin
14:55 DMME’yê îtîraza Tirkiyeyê red kir
13:36 Partiya Çep a Kesk li Hatayê starta hilbijartinê di bin kon de da
13:23 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
13:16 Li Ûrmiyeyê êrişa bi gazê: 5 zarokan rakirin nexweşxaneyê
13:07 Meşa Amarayê dest pê kir: 4'ê Nîsanê roja vejîna gelê kurd e
13:05 Li Qilebanê qezaya trafîkê çêbû: 3 kes mirin
13:04 Buldan: Bila rengê sindoqan Çepa Kesk be
13:01 Malbata Mîkaîl Ekîncî: Ji pir nêz ve gule lê dan û kuştin
12:16 Dayikan 4’ê Nîsanê pîroz kirin
11:34 Li Sûriyeyê DAIŞ’iyekî payebilind hate kuştin
11:22 Dadgeriyê jî serdana li gel rojnamevan Altan ‘bifikar’ dît
11:11 Jinên tev li Nobeta Jiyanê bûn: Em dixwazin li ser xaka xwe bin
11:01 Cara 3’yemîn berdana wî hat astengkirin: Zimanê rêxistinê diaxive!
10:48 Li Hatayê ji bin kavilan 8 cenaze hatin derxistin
10:47 Mahmoud Patel: Fikrên Abdullah Ocalan ji bo sedsala nû bûne hêvî
10:35 Kekê wî di girtîgehê de mir: Ez naxwazim yekî din jî winda bikim
10:34 AKP’ê xwe qedand, hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan mezin bû
10:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
10:33 Li Wanê 7 jê zarok nêzî 20 kesan hatin binçavkirin
09:06 Giştînameya wezaretê ji bo girtiyên nexweş ên siyasî ne derbasdar e!
09:03 Girtî du caran hatin cezakirin: Herî kêm berdana 138 girtiyan hatiye taloqkirin
09:02 Girtiyê ku di erdhejê de di bin kavilan de ma û platîna di milê wî de şikiyaye, nayê dermankirin
09:02 Bazarcixî konteyniran dixwazin
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2023'YAN
03/04/2023
22:35 Endamê HPG'ê Harûn Elbak hat girtin
22:20 Abdullah Ocalan 74 salî ye: Azadiya wî azadiya me ye
21:34 Piştî 30 salan li Amedê bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin
20:02 Aydenîz: Em ê we têk bibin!
18:25 Li Şirnexê ciwanekî xwe kuşt
16:51 Serokwezîrê Iraqê: Hewcehiya me bi hêzên biyanî nîne
16:48 Înîsiyatîfa ji bo Abdullah Ocalan Azadî li dijî tecrîdê banga hestiyariyê kir
16:40 Li Samandagê li dijî kavilan nobeda ‘jiyanê’ hat destpêkirin
16:25 Di roja 57'emîn a erdhejê de li 6 bajaran ‘herêma afetê’ hat ragihandin
16:09 Ji PYD’ê peyama 4’ê Nîsanê: Divê têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan bê mezinkirin
16:00 Leşkeran êrişî çalakiya vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk kirin
15:54 Li Efrînê 4 kes hatin revandin û bi fîdyeyeke zêde hatin berdan
15:45 Ji jinên Rojava û Herêma Kurdistanê banga têkoşîna hevpar
15:37 Nerazîbûna li dijî binçavkirinan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:24 Tevî biryara bêçalakitiyê jî di du rojan de 21 car bombebaran hat kirin
15:19 Malbata Şenyaşar: Tişta pîroz ne cilnimêj lê edalet e
15:15 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd hate avakirin: Serkeftin ya me ye
15:12 Têkildarî 7 girtîgehan rapor: Tecrîd girantir dibe
14:37 KCDP: Di adarê de 23 jin hatin qetilkirin
14:20 Li Girtîgeha Islahiyeyê dermanan nadin girtiyên nexweş
14:19 MGKP’ê rapora binpêkirinan a 3 mehan eşkere kir: 18 rojnamegerên jin girtî ne
13:36 Mehmet Zengeralp piştî 30 salan hate berdan
13:19 Qeyûmê Şaredariya Amedê beriya hilbijartinê 97 donimên erd firotin
13:11 Parêzer Ektî: Gundiyên ku li ber GES’ê rabûne hatine îşkencekirin
11:54 Biryara ‘veşarî’ danîn ser lêpirsîna Harûn Elbak
11:53 Li Wanê şewat derket: Ziyan gihişte herî kêm 50 kargehan
11:48 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd: Werin em ji bo serkeftinê li dora Partiya Çep a Kesk bibin yek
11:40 Ji ber ku kolanên teng nayên vekirin nikarin xwe bigihînin cenazeyan
10:03 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Ciwan hatin binçavkirin
09:41 Xwebûn bi manşeta “Çirûska Azadiyê” derçû
09:16 Li Ewropayê xebatên hilbijartinê: Dê bi ruhê ‘Jin jiyan azadî’ biçin ser sindoqan
09:03 Omer Ocalan: Ji bo şikandina tecrîdê berê xwe bidin Amarayê
09:02 Serokê Weqfa Aştiyê: Li gorî me biryara bêçalakitiyê binirx e
09:02 Ajokarê TIR'ê welat bi welat çanda kurdî dide naskirin
09:01 Aktîvîstê Ekolojiyê Bîlgîç: Êrişa li ser Hewselê, êrişa li ser bîra civakê ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2023'YAN
02/04/2023
23:55 Li Şîroyê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
21:26 Ciwan di aktîvîteya ‘Ciwan ber bi şoreşê ve dimeşin’ de hatin bahev
20:29 Rojbûna Yilmaz Guney hate pîrozkirin: Dengê bilind ê doza gelê kurd bû
18:42 Partiya Çep a Kesk li Esenyûrtê 2 buroyên hilbijartinê vekirin
17:39 Ji bo şînê serdana malbata Dakman kirin
16:42 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd dê sibe deklarasyona hilbijartinê ragihîne
16:20 Bexda û Hewlêrê li ser hinartina petrolê li hev kir