Yuksekdag: Doza Kobanê fermana tunebûna îktîdarê ye

  • rojane
  • 14:57 12 Nîsan 2023
  • |
img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag di Doza Kobanê de parastina xwe kir û wiha got: “Doza Kobanê, piştî hilbijartinên 7’ê hezîranê kompaseke li dijî îradeya gel e. Dê mutalaa bibe fermana tunebûna îktîdarê.”
 
Li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li bakurê Kurdistanê gel rabû ser pêyan. Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê doz hatibû vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê jî di nav de û 17 jê girtî bi giştî 108 kes tên darizandin. Rûniştina 1’emîn a danişîna 24’emîn a Doza Kobanê li Eywana Danişînan a Kampusa Girtîgeha Sîncanê hate lidarxistin. 
 
Doz, ji hêla şandeya 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve tê birêvebirin. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk , endamên MYK û Meclisa Partiyê (PM) ên HDP’ê, parlamenterên HDP’ê Garo Paylan, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) tev li danişînê bûn. 
 
Hinek siyasetmedarên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin tev li danişînê bûn û yên li girtîgehên cuda tên ragirtin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn. 
 
TEVÎ ERDHEJÊ JÎ DANIŞÎN DOMIYA
 
Di danişînê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag axivî û got ku şande û dadgeh pêvajoya darizandina “mîna kamyona frena wê teqiyayî” birêve dibin û tu pîvan û qaîdeyan nas nakin. Yuksekdag, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Êdî hûn qet nakevin hewldana ku qaşo kiribe. Di pêvajoya erdhejê de em bûn şahidê vê rastiyê. Du meh berê erdhej hejiya û mîna jehrê li jiyanê bû. Jiyan, ji bo kesên li herêmên erdhejê dijîn veguherî dojehê. Ev rewş hêjta didome. Di roja duyemîn a erdhejê de me hêj şoka wê li ser xwe neavêtibû ku serê sibehê bang hat kirin; ‘22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran we vedixwîne danişînê.’ Êdî kêliyeke wisa bû ku hêrs jî bi têrî bertekê nake. Min wê demê ferq kir ku min hesta xwe ya hêrsbûnê ya li dijî we winda kiriye. Ev kesên li hemberî ku me weke dijminên xwe dibînin, êdî dijminên me jî nînin. Hûn nikarin êdî bibin dijminên me jî. Min nekarî li xizmê xwe yê li Edeneyê bigerim.
 
PÊDIVIYA ÎKTÎDARÊ BI BIRYARA KOBANÊ HEYE
 
Tevî ku di erdhejê de bi dehhezaran kesan jiyana xwe ji dest dan jî danişîn nehatin taloqkirin. Ji ber ku kesên li qesrê dimînin li benda biryara we ne. Di demekê ku mirov ketin derdê canê xwe, dadgeh û dozger ji bo me xebitîn. Di erdhejê de dewlet tune bû lê ji bo ku di vê doza kompasê de darazê li hemberî me weke çekekê bi kar bîne heye. Hûn, navenda propagandaya hilbijartinê ne. Ji bo ku Erdogan namzetê serokkomariyê yê li hemberî xwe têk bibe, pêdiviya wî bi vê biryarê heye. Vê biryarê bi kar tîne û wisa siyasetê dike. Di qonaxeke wiha girîng de biryara we xwe li navenda siyasetê bi cih dike. AKP-MHP’ê heta niha jî rewşa me ya dîlgirtîbûnê bi kar anîn û siyaseta xwe li ser vê kirin. Dema pêl bi pêl hemû kes kirin dijminên xwe, kampanyayên xwe yên hilbijartinê li ser me meşandin û em weke hedef nîşan dayîn, winda kirin. Mutalaaya dozger beg dê bibe fermana tunebûna îktîdarê. Ev îktîdara siyasî ji hêla exlaqî ve ji xwe tune bûye. 
 
LI EYWANÊN DADGEHÊ SÛC HATE KIRIN
 
Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên derheqê min û hevalên min de hene. Hûn jî derkevin û bibêjin ‘em DMME’yê nas nakin.’ DMME’yê hem şahidên we û hem jî delîlên we vala derxistin û di biryara xwe de israr kir. Li eywanên van dadgehan sûc hate kirin. Hûn jî şirîkên vî sûcî ne. Şahid derewîn bûn, wesfê şahidiyê lê nebû. Pir girîng e ku mutalaaya derheqê esasê de bêyî rapirsîna me were kirin hatiye amadekirin. Gelo hûn çima şêweyê xebitîna vê derê çima ewqas bi tehemûlê xera dikin? Tu têkiliya vê rewşê bi aqil û mentiqê ve nema ye. Çima rapirsîn beriya mutalaayê tê girtin? Hûn weke butona qurfê dixebitin. Ji bo hilbijartinê mehek ma û hûn dê daxwaza îktîdara siyasî pêk bînin. Lê destên me û gelê me jî sêvan kom nakin. Me rêya siyaseteke nû, rêya siyaseta demokratîk şoreşger a gelên me vekir û em ê ji vir û şûnde jî mil bidin milên hev û rêya xwe bidomînin. Rêya hemû gelên me yên di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de hatin ba hev vekirî be.” 
 
KIŞANAK: HÛN NIKARIN DOZÊ BI HILBIJARTINÊ RE BIGIHÎNIN
 
Siyasetmedara kurd Gultan Kişanak jî di serî de qurbaniyên erdhejê bi bîr anî û ev tişt anî ziman: “Şandeya dadgehê ji bo bicihanîna fermanê dixebite. Hûn ji qesta ewqas xwe parçe parçe dikin. Ji ber ku hûn nikarin bigihijînin hilbijartinê. Hûn jî bi vê dizanin lê dibêjin; ‘Qet nebe em mutalaayê bixwînin da ku hikûmet bikare li qadên hilbijartinê vê bi kar bîne.’ Di bingeha wê de ev rastî heye. We ev dosya li gorî serê xwe tije kir û heta îro anî. Hûn wî cubeyê we li xwe kiriye tune dihesibînin. Bi ser xema we ve nîne. Ji xwe qet bi ser guhê me ve nîne. Tenê ji bo ku di vê dosyayê de hemleyeke dijber bikin biryara neşopandinê hate derxistin û li vir hincet hatin afirandin. Yên ku hiqûq bi vî awayî binpê kirin, hûn in. Çawa bi kêrî karê we bihê, wisa bi kar bînin. Ji bo birêvebirina pêvajoya siyasî, hûn bi hev re dixebitin. Hûn tevek jî sûcdar in. Em ne bersûc lê dozdar in. Em li hemberî kesên ji bo desteserkirina şaredariyan dosyayên kompasê amadekirin dozdar in. Yên ku dê bibin bersûc, ew kesên ev kompas amade kirinin. Me gelek caran vegot. Vî gelî û îradeya gel a daxwaza aştiyê dikir, di 7’ê hezîranê de bend ji holê rakir û hat. Bi hilweşandina bendê re vê rejîma otorîter dest bi bendên kompasê yên nû kir. Çepên Kesk tê. Hemû kesên ji demokrasiyê bawer, yên baweriya wan bi aştî û azadiya jinan tê ji bo di bin sîwana Çepên Kesk de bendên kompasê  hilweşînin tên. 
 
DÊ KOMPASGER DI 14’Ê GULANÊ DE HESABÊ BIDIN
 
Dê jin di hilbijartinê de bendên li hemberî azadiya wan hatine danîn hilweşînin. Dê îradeya azadî û wekheviyê ya jinan bi ser keve. Dê zîhniyeta ‘îtaet bike, rehet bike’ dê di wê sindoqê de têk biçe. Ev dozên kompasê li hemberî bendên di 7’ê hezîranê de hatine hilweşandin hatin vekirin. Di 7’ê hezîranê de îradeya gel aştî tercîh kir. Lê we ji bo vî welatî di nava xwînê de bifetisînin û ji bo rê li ber polîtîkaya şer vekin ev kompas çêkir. Lê êdî roja wê hatiye. Dê hesaba vê kompasê ji ewil li ser sindoqan û piştre jî li pêşberî darazeke serbixwe were pirsîn. Hûn çi qas dixwazin ewqas kompasan çêbikin lê em ê li dijî vê li ber xwe bidin. Roj dê were, dê çerx biguhere û kesên ji kompasger, yên hêviyê ji xwînrijandinê dikin û edalet qetil kirin hesabê bidin. Dê di 14’ê Gulanê de li ser sindoqê û li hemberî gelê me hesabê bidin. Ev yek ewqas hêsan û erzan nîne. Rêya valaderxistina vê kompasê ew e ku li ser sindoqê hesab were pirsîn. Dê vê bikin û tu gumana me ji vê nîne. Ev gel pir baş dizane bê ka tiştên bi serê wan hatine tên çi wateyê. 
 
Ez ji we dipirsim; gelo beriya rapirsînê mutalaa çawa tê xwendin? Em tevek jî girêdayî hev in. Em nûnertiya vîna vî gelî dikin. We îdianameyeke me tevan eleqeder dike nivîsandiye. 
 
DÊ PARTIYA ÇEPÊN KESK JI SINDOQAN ÎRADEYA AZADÎ Û AŞTIYÊ DERXÎNE 
 
Hefteyek berê ji qada siyasetê ferman dan dadgeha we. Îradeyeke te ya azad tune ye, qet nebe bihêle ez biaxivim. Ji destpêkê heta niha ev dosya doza bêdengkirina muxalefeta demokratîk e. Em dibêjin ku tiştên weke delîl hatine nîşandan delîl nînin. Heke hûn bibêjin dîktatorî heye, mafê axaftinê tune ye, wê demê tiştekî dikare were gotin nîne û ceza bidin bila biçe. Lê heke hûn weke ku hebe tevbigerin, wê demê em jî gotina xwe bikin. Di biryarên we de çi were gotin, hûn li gorî wan gotinan tevdigerin. We azadiya me ji me dizî em ê çawa derheqê kompasan de neaxivîn? Hûn bi kîjan mafî vê diziyê dikin? Hûn azadiya 7 milyon mirovên deng dayîn çawa didizin? Dê ev çerx wiha negere. Otorîte û zext demkî ne. Lê hesta azadiyê her tim xwedî wê hêzê ye ku wê otorîteyê hilweşîne. Dê hilweşîne jî. Em ji dil bi vê bawerin. Dê Partiya Çepên Kesk bendên kompasê hilweşîne û îradeya azadî û aştiyê ji sindoqan derxîne. Ev darizandin nehatiye qonaxa mutalaayê. Hevalên me hêj jî parastina xwe nekirine. Hêj tu hevalên me jî mafê xwe yê parastina zêdek bi kar ne aniye. Heke hûn bibêjin em fermanên qesrê pêk tînin, wê demê ev yek pirsgirêka we ye. Hûn bixwazin di dîrokê de çawa bên bibîranîn, li wir bisekinin.”
 
USTUN: REWABÛNEKE DOZÊ NEMA
 
Siyasetmedar Emîne Beyza Ustun jî got ku dadgeha çawa ku tengijî, serî li îfadeyên şahidên nepen daye û ev tişt anî ziman: “Em van delîlên derew qebûl nakin. Em pêvajoya darizandinê rast nabînin. Me got bila li dijî belgeyan delîl bên vekolandin lê hûn lêkolîn nakin. Hevalên me hêjta parastinên xwe nekirine. Pêvajoya darizandineke adilane tune ye. Ez tu delîlên dijber qebûl nakim, em qebûl nakin. Tu rewabûneke hiqûqî yê vê darizandinê nîne. Vê darizandina neadilane bi dawî bikin. Tevahiya hevalên me di vê pêvajoya hilbijartinê de ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin. Ji bo li qadê demokrasî jinûve bê avakirin em di nava hewldanan de ne. Derfetê bidin ku em ji bo we jî ava bikin. Hemû hevalên me yên girtî berdin.” 
 

Sernavên din

12/04/2023
16:33 Li Kerkukê 4 DAIŞ’î hatin girtin
15:14 Bernameya 1’ê Gulanê: Qedexeya li ser Taksîmê rakin
15:13 Malbata Şenyaşar: Edaleta ku em li bendê ne wê paşve were
14:57 Dayikên Şemiyê giliyê polîsan kirin
14:57 Yuksekdag: Doza Kobanê fermana tunebûna îktîdarê ye
13:47 Berdana girtiyê nexweş Sevîlgen cara çaremîn hat taloqkirin
13:33 Di Doza Kobanê de leza hilbijartinê: Em gelê xwe vedixwînin ku îktidarê di sindoqan de têk bibe
13:15 YSK’ê dîroka dengdayînê ya derveyî welat eşkere kir
13:13 Ozturk: Em ê di vê hilbijartina dîrokî de bersiva dijminên gelê kurd bidin
13:07 Tîyatro Îmge bi 2 lîstikan derdikeve pêşberî şanohezan
12:56 Mitehitê Diyar Galeriayê hate binçavkirin
12:50 Waliyê Şirnexê gef li keyayan xwar û ji bo Erdogan deng xwest
12:31 Di Cejna Çarşema Sor de şervan hatin bibîranîn
11:58 Êriş li dijî buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kes pêk hatin
11:51 Deh meh piştre doz li 16 jê girtî 18 rojnamegeran hate vekirin
11:49 Serokkomarê Iraqê û serokwezîr civiyan
11:40 Ciwan bi kelecan in: Em ê AKP’ê bişînin
11:19 Arricale: Tecrîda Îmraliyê di pirsgirêka kurd de weke amûrek tê bikaranîn
10:50 Di lîsteya namzetên AKP’ê ya Sêrtê de ‘gendelî’ heye
10:34 Rojnameger Taştekîn: Îktîdar ji bo êrişî Rojava bike li pey firsenda ye
10:30 Partiya Çep a Kesk amadekariya ‘di her sindoqê de muşahîtekê dike’
10:16 Partiya Çepên Kesk li Rihayê armanc dike ku bibe partiya yekemîn
09:07 Keça manewî ya Erdogan ku nelirêtî li ser nelirêtiyê kiriye cardin bû namzet!
09:04 Hevseroka Giştî ya OHD'ê Yeter: Rakirina tecrîdê daxwazeke rewa ye
09:04 'Meletî dê hesab ji vê desthilatê bipirse'
09:01 Kayan ê ku ji girtîgehê derket: Divê her kes bibe dengê girtiyan
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 ‘Em ê sedsala Komarê ya duyemîn azad bikin’
08:49 Rê û kolanên Cizîrê di bin avê de man
11/04/2023
21:06 Cihê ku hestiyên mirovan lê hatin dîtin hat betonkirin!
20:56 Li Wêranşarê 3 kes hatin binçavkirin
20:51 Dayikên Aştiyê bûn mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
20:47 Coşa hilbijartinê bi vekirina buroyan didome
19:43 Li Hewremanê teqîn: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
19:39 Ji RJAK’ê li dijî tecrîdê kampanyaya nameşandinê
16:58 Li Antalyayê ceza ji 8 xwendekaran re hat xwestin
16:50 Malbata Şenyaşar: Xelkê Rihayê dê di 14’ê Gulanê de bersiva pêwîst bide
16:22 Gerok MA'yê li Hatayê bo zarokan çalakî li dar xist
16:09 Cendirmeyan li Çanakkaleyê kurdek qetil kirin
15:57 Li Şîban ê ji helîkopterê avêtin 7 sal û 6 meh ceza birîn
15:32 Ji bo Gorgun û Kahraman meş hat lidarxistin: ‘Bimre xiyanet’
15:24 Di danişîna doza Erhan Gorur de ji bo leşkerê bersûc ceza hate xwestin
15:20 Nûçegihana JINNEWS’ê hate berdan
14:51 ÎSÎG: Di 3 mehan de 463 cînayetên kar hatin kirin
14:35 Li Dîlokê karkerek di bin mînareya herifî de ma û jiyana xwe ji dest da
14:31 Ji ciwanan strana rep a hilbijartinê: Hatin em
14:24 Rapora girtîgehên Rihayê: Piştî lehiyê pirsgirêka ava paqij derket
14:23 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe kir: Biharek nû li benda me ye
14:02 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
13:56 Bi keviran êrişî bûroya hilbijartinê ya CHP’ê kirin
13:49 Di danişîna rojnameger Çoban de dozger daxwaza cezayê hefsê kir
13:24 AYM’ê dosyaya girtina HDP’ê ji raportor re şand
12:38 Ganî Kaplan di danişîna ewil de beraet kir
12:05 Kesên êrişî avahiya CHP’ê kirin hatin berdan
12:04 Li Mereşê erdhej çêbû
12:04 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:01 Kevirên sûrê yên ji ber erdhejê ketîn xwarê ev du meh in nayên rakirin
11:52 Li Pakistanê êrişa bombeyî
11:52 Rêxistina Efûyê ji bo doza girtina HDP’ê bang li AYM’ê kir
11:30 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe yên jin kir
11:28 Li Agiriyê armanc 4 wekîl in
10:44 Kiliç ku xizmên xwe yên bersûcên cînayetê parastî ji AKP’ê bû namzet!
10:38 Li kana madenê karker jehrî bûn: Karkerek mir
10:30 Li Îranê aktîvîsta kurd Gorj cara duyemîn hat girtin
10:29 Di Partiya Çepên Kesk de pergala fermûarê
10:10 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
09:54 Di Doza Kobanê de dê mutala were pêşkêşkirin
09:51 Aborînas Onder: AKP ji neçariya xwe ketiye nava hewldanên rojane
09:45 Ji astengdarên mexdûrên erdhejê re konteynir nîn in!
09:06 Şirîkê êrişên li ser Efrînê û sercerdevan namzetê AKP'ê ye
09:03 Mexdûrên erdhejê: Em ê bi Partiya Çepên Kesk hesabê erdhejê bipirsin
09:02 Jineke kurd a wêrek: Evrîm Alataş
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2023'YAN
10/04/2023
23:59 EŞÎK: Lîsteyên parlamenteran ji temsîliyeta wekhev gelekî dûr in
23:55 Li Rezanê buroya hilbijartinê ya jinan: Em ê bi ser bikevin
21:50 Partiya Çepên Kesk li Karşiyakayê buroya hilbijartinê vekir
21:05 26'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn
19:16 Platforma Ewlehiya Hiqûqî ya Hilbijartinê hat avakirin
18:37 Bêyî ku kes pê bihese 58 tetikkêşên Hîzbullahê berdane
18:30 Bi girseyî serdana şînên HPG'iyan hat kirin
16:42 Partiya Çepên Kesk li Qers û Enqereyê buroyên hilbijartinê vekirin
16:17 Bûldan: Em ê bi awayekî bihêztir bên
16:16 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li ber Girtîgeha Xarpêtê ye
16:14 Li Seqizê êrişên bi çekên kîmyewî hatin protestokirin
16:07 Xelkê Mexmûrê êrişa li Silêmaniyeyê şermezar kir
16:02 Baroya Agiriyê têkildarî ‘întîhara’ li emniyetê rapor amade kir
15:53 Li Xarpêtê coşa hilbijartinê: Em Partiya Çepên Kesk bi her kesî bidin naskirin
15:52 Li Sûrê coşa Partiya Çepên Kesk: Valêzên xwe amade dikin
15:06 Partiya Çepên Kesk li navçeya Başanê buroya xwe ya hilbijartinê vekir
14:52 Li Êlihê avahiya li ber rawestgehê xetereyeke mezin ser jiyana gel çêdike
14:42 Komîsyona Ewlekarî û Parastinê ji bo lêkolînkirina êrişê çû Silêmaniyeyê
14:37 Dozger xwest rojnameger Cengîz Çandar were cezakirin
14:05 Li Geverê vekirina bûroyê veguherî mitîngê
12:57 Bayindir: Meletî dê di 14’ê Gulanê de ji desthilatê hesab bipirse
11:43 Di lîsteyên AKP’ê de ma kî heye kî nîne!
11:43 Qurbaniyên Komkujiya Garê di meha 90’an de hatin bibîranîn
10:57 Namzetê Partiya Çepên Kesk Hasan Cemal: Ez dev ji karê rojnamegeriyê ber didim
10:35 Li Êlihê jinek hate qetilkirin
10:29 Mizrakli: Biryara bêçalakitiyê helwestekî hem exlaqî hem jî polîtîk e
09:50 Rojên Muzîkê yên Aryenê ku diyarî mexdûrên erdhejê hatin kirin bi dawî bûn