Partiyên muxalîf bi boneya cejnê çûn serdana Partiya Çepên Kesk

img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çepên Kesk bi boneya Cejna Remezanê bi gel re bernameyên pîrozkirinê li dar xist û li hêla din jî partiyên muxalîf hatin serdana Partiya Çepên Kesk. 
 
Partiya Çepên Kesk li hêlekê xebatên hilbijartinê didomîne û li rexa din jî bi boneya Cejna Remezanê bi gel re hate ba hev. Partiyên muxalîf ên weke Partiya Gel a Komarê (CHP) û Partiya Saadetê jî bi boneya cejnê hatin serdana Partiya Çepên Kesk. 
 
RIHA 
 
Rêxistinên CHP û Partiya Saadetê yên Rihayê bi boneya cejnê çûn serdana Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Şandeyên CHP û Partiya Saadetê ji hêla Parlamenterê HDP’ê Mûrat Sarisaç û rêveberên partiyê ve hatin pêşwazîkirin. Di pîrozkirina cejnê de mijara sereke hilbijartinên 14’ê Gulanê bû. Her wiha di sihbetan de qala girîngiya ewlehiya hilbijartin û sindoqan hat kirin û bal kişandin ser girîngiya muxalefeta hevpar. 
 
DÎLOK
 
CHP, Partiya Deva, Partiya Saadetê û Partiya Pêşerojê jî li Dîlokê çû serdana Partiya Çepên Kesk û  HD’ê. Şande, li Rêxistina HDP’a Dîlokê hatin pêşwazîkirin. Gelek partiyî tev li hevdîtinê bûn. Di serdanan de li ser hilbijartin û erdhejê axaftin hatin kirin. 
 
ANTALYA
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk di çarçoveya bernameya Cejna Remezanê de li Rêxistina HDP’a Antalyayê bi gel re hate ba hev. Di pîrozkirina cejnê de li gel parlamenteran, her wiha gelek kes tev li bûn. Namzetên parlamenteriyê li vir cejn li gel pîroz kirin û piştre jî li navçeyên Antalyayê çûn serdana malbatan. 
 
EDENE/MÊRSÎN
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Edeneyê li avahiya partiyê bi gel û partiyiyan re bernameya pîrozkirina cejnê li dar xist. Nazmetên parlamenteriyê yên Edeneyê û gelek kes tev li bernameyê bûn. 
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê jî li avahiya partiyê bi gel re hate ba hev û cejna wan pîroz kir. 
 
WAN
 
Namzetên Partiya Çepên Kesk tev li torena pîrozkirina cejnê ya li navçeya Rêya Armûşê. Torena pîrozkirina cejnê li pêşiya bûroya hilbijartinê ya navendî hate lidarxistin û bi sedan kes tev li bûn. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Wanê Veysî Dîlekçî li vir axivî û got ku dê gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn 3 cejnan pîroz bikin. Dîlekçî, got ku li gel cejnên Remezan û Qurbanê, her wiha dê di 14’ê Gulanê de jî cejnek were pîrozkirin. Dîlekçî wiha domand: “Mijara nasname û zimanê kurdî di her mijarê de diyarker e. Heta ev pirsgirêk çareser nebe jî dê çi pirsgirêk çareser nebin. Em ê di 14’ê gulanê de bi hev re îktîdara AKP-MHP’ê têk bibin. Her wiha em li vir cejna bi dehhezaran girtiyên siyasî pîroz dikin. Hêvîdarim ku ev cejn bibe cejna dawî ku ew di girtîgehê de.” 
 
MÛŞ
 
Namzetên parlamenteriyê yên Mûşê, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên pîşeyî û gelek kes bi boneya cejnê çûn serdana gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn. Namzeta Partiya Çepên Kesk a Mûşê Sumeyye Boz di serdanê de axivî û wiha got: “Ev têkoşîn, hêzê dide me tevan. Têkoşîna wan bo me weke mîras ma. Em jî dê li ser şopa wan têkoşîna azadiyê bidomînin.” 
 
GORÊN ŞEHÎDÊN PIRSÛSÊ HATIN ZIYARETKIRIN
 
Piştre jî gorên şehîdên Pirsûsê Mucahît Erol, Serhat Devrîm û Alî Barûtçû hatin ziyaretkirin. Ji namzetên parlamenterê Serhat Dursun li vir axivî û wiha got: “Rêhevalên me ji bo aştî û demokrasiyê li wir bûn. Lê belê di encama êrişa biorganîzeyî ya DAIŞ’ê hatin qetilkirin. Dirûşmeke me heye ku dibêjin ‘Ey şehîd rêya te rêya me ye’. Ev dirûşm rastî ye, heqîqete. Em ê vê têkoşîn û rastiyê bidomînin. Rêya hevalên me, rêya me ye. Têkoşîna wan rêya me ronî dike.” 
 
Piştî serdanên goristanan jî derbasî avahiya Rêxistina HDP’ê bû. Bi tevlibûna namzetên bajar û namzetê Agiriyê Sirri Sakik cejna gel hate pîrozkirin. 
 
ÎZMÎR
 
Partiya Çepên Kesk û HDP’ê bi boneya Cejna Remezanê li bûroya hilbijartinê ya li Taxa Dudu ya navçeya Gazîemîr a Îzmîrê cejna gel pîroz kir. Namzetên parlamenteriyê Burcugul Çubuk, Erhan Morkoç, Kerem Ay, rêveberên Partiya Çepên Kesk û gelek welatî tev li bernameya pîrozkirina cejnê bûn. 
 
Namzeta Partiya Çepê Kesk Burcugul Çubuk li vir axivî û ev tişt anî ziman: “Cejna esasî dê bibe hilbijartinên 14’ê Gulanê. Em ê piştî 14’ê Gulanê bi hev re jiyaneke nû ava bikin. Cejna me dibê bibe azadiya Tirkiye û Kurdistanê. Em rojên ber bi wê cejna mezin ve dirêsin. Ev roj jî yek ji wan rojan e. Dê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 

Sernavên din

23/04/2023
16:15 ‘Em bi xwe bawer ber bi edaletê ve dimeşin’
15:53 Di du rojan de 52 caran êriş pêk hatin
15:08 Bûldan: Tekane navnîşana me Partiya Çepên Kesk e
14:14 Bi wesayîtên Şaredariya Rezanê alên AKP’ê tên daliqandin
14:13 Li Kadikoyê forûma ciwanan: Divê em atmosfera nefretê ji holê rakin
11:25 Ji bo Şehba û Helebê bang li NY'yê hat kirin
11:23 Li Hemayê di mehekê de 54 kes hatin kuştin
11:22 Ciwanên li Dîlokê bi biryar in: Wê bibe hilbijartina dawî ya AKP’ê
10:47 Mitînga Partiya Çepên Kesk a li Colemêrgê sibê ye
10:15 AKP bi qoliyên alîkariyê yên AFAD’ê propagandaya hilbijartinê dike
10:04 Êrişên kîmyewî jî encam bi dest nexist
10:03 Divê ji bo tenduristiya civakê û aştiyê tecrîd bê rakirin
09:06 Jin xwe ji bo mîtînga mezin a li Botanê amade dikin
09:05 Riha xwe ji hilbijartinê re amade dike: Em edaletê dixwazin
09:04 Namzetê Colemêrgê Duşunmez: Em ê li bajêr rekora dengan bişikînin
09:04 Namzetê Partiya Çepên Kesk Kabaîş: Em ê nehêlin ku Edene bibe cihê çopê Ewropayê
09:02 Îrmez: Em ê di 15'ê Gulanê de du cejnan bi hev re pîroz bikin
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2023’YAN
08:45 Li Alanyayê êrişî otobûsa Êlihê kirin: 3 kes birîndar bûn
22/04/2023
21:46 Li Esenyûrtê vekirina buroyê veguherî mitîngê: Em dengan di Partiya Çepên Kesk de bikin yek
20:56 Edîtora Jinnewsê Gulşen Koçûk hate berdan
20:39 Di bin çavan de heqaret û îşkence li Dayikên Şemiyê kirine
19:54 Li Bazarcixê du kesê din jî jiyana xwe ji dest dan
18:32 Partiya Çepên Kesk li Bûrsa û Tekîrdagê bi gel re civiya
18:16 Dewleta tirk Amediyê bombebaran kir
18:08 Li Dêrsim û Tetwanê buroyên hilbijartinê yên jinan hatin vekirin
17:08 Li Cizîrê jin vexwendin mitîngê
17:04 Partiya Çepên Kesk gund bi gund xebatên hilbijartinê dike
16:51 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê cejna mexdûrên erdhejê pîroz kir
16:31 ÎHD: Em ê li hemberî bêhiqûqiyan serî netewînin
16:27 Tedawiya girtiyê nexweş Kavak tê astengkirin
15:44 Partiyên muxalîf bi boneya cejnê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
14:54 Nameya girtiya nexweş: Êdî taqeta min nema ye
14:44 Şaredarê AKP’î ji mexdûrê erdhejê re got: Wê demê di bin konan de nemîne
14:35 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk çalakî li dar xist: Ciwan, dînamîka sedsala nû ne
14:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta helbestvan Tanîle Varujan pirsîn
13:13 Li Newala Hespistê liv û tevgera hewayî
13:06 Li Qilebanê rewdegurê 30 bizin mirar kir
13:02 Partiyên muxalefetê bi boneya cejnê çûn serdana HDP’ê
13:01 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 17 kes hatin binçavkirin
12:50 Malbata Şenyaşar: Bila dilên me di rêya edaletê de bibin yek
12:40 Pirtûka ‘Xweşikiyên Bihûştê li Dojehê Tên Afirandin’ gihişt ber destê xwîneran
11:36 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 783’yan
11:31 Xebatên ji bo dîtina 3 ciwanên ketine Çemê Munzurê berdewam in
09:59 Nivîskar Namazie: Dawiya rejîma Îranê êdî nêz bûye
09:59 Dê hesaba lawê xwe yê hate qetilkirin li Meclisê bipirse
09:13 Ji têkoşîna kedê heta namzetiya wekîltiyê: Dê bibe xelasiya civakê
09:12 Namzet û rojnameger Dogan ala bavê xwe dewr girt: Hêvî dikim ku layiqî tekoşîna wî bibim
09:07 Hatîmogûllari: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan be
09:03 Yagiz: Bi êrişên li Başûr re dixwazin kurdên welatparêz tune bikin
09:00 Li Geliyê Botanê xemla biharê
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2023'YAN
21/04/2023
21:36 Sancar li Erzînê ye: Hatay ji 14’ê Gulanê re amade ye
21:04 Sirri Sureya Onder: Ev hilbijartina hebûn û tunebûne ye
20:13 Li Semsûrê li dijî Kiliçdaroglû provokasyon
20:01 Li Agiriyê jinek hate qetilkirin
19:54 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Ûçar li Stenbolê ye: Ew dê biçin em ê serbikevin
18:21 Li Sûdanê di cejnê de jî şer didome: Herî kêm 330 kes mirin
18:07 KNK: Roja Rojnamevaniya Kurdî li hemû rojnamevanên têkoşer pîroz be
17:53 Sancar ê li Hatayê axivî: Armanca me ew e ku em vê desthilata mirinê bişînin
17:19 Wesayîta ku 3 kes tê de bûn kete Çemê Mûnzûr
17:10 Partiya Çepên Kesk bêrawestan xebatên xwe didomîne
16:28 Bayindir: Em ê hesabê erdhejê ji desthilatê bipirsin
15:51 Li Samandagê hevdîtina bi gel re: Dê piştî 14’ê Gulanê ji bo me bibe cejn
14:57 Malbata Şenyaşar cejn li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
14:55 Bi boneya Cejna Remezanê goristan hatin ziyaretkirin
13:19 Sancar: Em ê îktîdarê têk bibin û pergalê biguherînin
12:36 Parastina Bajar a Amedê bi boneya cejnê çû serdana Partiya Çepên Kesk
12:13 Gorên berxwedêrên 'Jin, jiyan, azadî' bi girseyî hatin ziyaretkirin
11:52 Mutalaaya Doza Kobanê: Dadgehê ji bo hilbijartinê tişta jê dihat xwestin kir
11:08 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Îro bi milyonan kes alaya têkoşînê li ba dikin
10:44 Konukçu: Jin bêalternatîf nînin
10:39 Delîl tune ye, lê sûcdar e!
10:19 Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Hatayê: Em ê herî kêm 2 wekîlan derxînin
09:53 Dê li bajarê ku bi darê zorê jê hatibû koçberkirin bibe parlamenter
09:19 'Semsûrî êdî guherînê dixwazin'
09:09 Banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt: Dengek dikare dîktatorekî hilweşîne
09:06 Partiya Çepên Kesk dê li Stenbolê bi 68 hezar û 500 kesî sindoqan biparêze
09:04 ‘Em ê bibin deng û wijdanê yên vederkirî'
09:03 Namzetê Agiriyê Heval Bozdag: Li dijî xespkirina mafê tenduristiyê Partiya Çepên Kesk
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2023'YAN
20/04/2023
21:07 Li Bazarcixê bahoz rabû: 2 kes mirin, 150 kes birîndar bûn
20:31 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê maseya krîzê danî
18:23 Ji HDP û MEBYA-DER'ê serdana goristanan
17:10 Xebatên Partiya Çepên Kesk didomin: Me soz da em ê yek zilamî bişînin
16:56 Malbata Şenyaşar: Di 14’ê Gulanê de dê azadî û edalet were
16:55 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Karê îktîdarê dizî ye lewma divê em sindoqan baş biparêzin
16:31 Li Bazarcixê bahoz rabû: Herî kêm 20 kes birîndar bûn
15:51 Li Amedê serdana goristanê hat kirin
15:38 Xelkê Amedê: Em ê cejna li pêşiya me bê Tayyîp derbas bikin
15:29 HPG’ê têkildarî Garê daxuyanî da
14:54 ÎHD: Îşkence li 52 girtiyan hatiye kirin û berdana 32 girtiyan hat astengkirin
14:38 Waniyên ku nekarîn danûstandina cejnê bikin: Em ê di hilbijartinan de bersiva pêwîst bidin
14:34 Bi boneya cejnê serdana gora Denîz Poyraz kirin
13:57 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê çû serdana goristanan
13:43 Di erefeya cejnê de Semsûr: Qêrîn û hawar
13:31 Ferît Şenyaşar: Îktîdara ku vê zilmê dike li ber têkçûnê ye
13:30 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kirin
13:16 Li Sîteya Pîşesaziyê ya Mêrsînê şewat derket: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:40 Ji HDP’ê û Partiya Çepên Kesk peyama cejnê: Em dikarin 14’ê Gulanê veguherînin cejna duyemîn