* Hat diyarkirin ku rewşa tenduristiyê ya girtiyê bi navê Ahmet Kaya ê ku di êrişa gardiyanan de parxan û diranên wî şikestin, ji ber ku piştî êrişê nehat dermankirin xerab bûye û hestiyên çena wî dihelin.
* Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Qersê Guldane Kiliçê destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd beriya her tiştî divê tecrîd bi temamî were rakirin û rêyên muzakereyê bên vekirin.
* Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê ku bang li her kesî kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi berpirsyarî rabin, destnîşan kirin ku divê ziman û pratîka desthilata AKP'ê li gorî pêvajoyê biguhere.
* Rojnameger Dogan Cîhan diyar kir ku êrişên Tirkiye û SMO'yê yên yên li dijî Bendava Tişrînê dewam dikin û got: "Tevî hemû êrişên Tirkiyeyê jî gel paşve gav navêje. Li herêmê peymanên navneteweyî û hiqûqa şer tên binpêkirin."
* Berdevka Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê Ayşe Şehrîban Demîrel bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan û got: "Binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê girêdayî binpêkirinên li Îmraliyê ne."
* Di nava 2 mehên dawî de 2 rojnameger hatin qetilkirin, 13 jê hatin girtin û der heqê 4'an de jî lêpirsîn hate destpêkirin. Nûnerên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran bal kişandin ser zextên îktîdarê û gotin: "Hewl didin tirsê ava bikin."
* Endamê Meclisa Giştî ya HDK'ê Cengîz Çîçek diyar kir ku yek ji sedema têkçûna pêvajoyên çareseriya pirsgirêka Kurd ên heta niha jî dûrmayina muxalefetê bû û wiha got: "Ev, bangeke. Werin em bi xwe vê meseleyê çareser bikin."
* Welatiyên Kadikoy a Stenbolê bal kişandin ser nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha gotin: "Hewce bike bila hezar caran biçin Îmraliyê lê bila ev pirsgirêk teqez çareser bibe."
* Şaxa ÎHD’a Enqereyê dê têkildarî girtina rojnamegeran li avahiya xwe daxuyaniyê bide. (11.30)
* Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm li pêşiya Şaredariya Akdenîzê hatiye destpêkirin dê bidome. (13.00) ZINDÎ
* Jin dê li Mêrdînê li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşê li dar bixin. (13.00)
*Têkildarî kampanyaya “Ji bo aştiyê milyonek îmze” ya HDK’ê dê li avahiya DEM Partiyê ya li navçeya Çankaya ya Enqereyê daxuyanî bê dayin. (13.00)