Sancar: Hêza guherandina vê pergalê em in

  • rojane
  • 20:45 28 Nîsan 2023
  • |
img
RIHA - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar ku li Pirsûsê xîtabî bi hezaran kesî kir, diyar kir ku dê piştgiriyê bidin Kiliçdaroglû û got: "Em çareserkirina pirsgirêkên sereke bi guherandina serokkomartiyê ve girênadin. Bername û hêza sereke ya ku vê pergalê biguherîne,em in."
 
Partiya Çepên Kesk, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Prisûsê ya Rihayê bi beşdariya bi hezaran kesî mîtîngek li dar xist. Qada mîtîngê ku li têketina bajêr e, bi alayên partiyê hat xemilandin. Bi hezaran kes tevlî mtîngê bûn. Kesên di dest wan de alayên partiyê û ber bi qada mîtîngê ve hatin dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Jin, jiyan, azadî" berz kirin. 
 
Piştî ku Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce hatin qadê coşa li qadê bilind bû. 
 
Bername bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo kesên ku tê dikoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Di dema rêzgirtinê de dirûşmeya "şehîd namirin" hat berzkirin. Parê namzetên Partiya Çepên Kesk derketins er dikê. Gava Namzetê Parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar ku tevî dêya xwe Emîne Şenyaşarê li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digire, derket ser dikê girseyê bênavber li çepikan xist. Piştî ku Hevserokên HDP û DBP'ê yên bajêr welatî silav kirin, Hevserokê Giştî axivîn. 
 
'JI BO ŞIKANDINA TECRÎDÊ...'
 
Ewilî Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî. Aydenîzê di axaftina xwe de destnîşan kir êdî tu tiştekî ku ev desthilat ji gel re bibêje nemaye û ji ber vê dest bi binçavkirinan kiriye û bal kişand ser binçavkirin û girtina rojnameger, hunermend, parêzer û siyasetmedaran. Aydenîzê destnîşan kir ku ew ê bi helwesta Pirsûsê va kujeran bişînin û faşîzmê birûxînin.
 
Aydenîzê bilêv kir ku divê deriyên Îmraliyê bên vekirin û got: "Dizanin ku birêz Ocalan ji bo aştî û wekheviyê têdikoşe. Ev desthilata faşîst ji aştiyeke birûmet ditirse. Lewma tecrîdê kûr dike. Lê belê îro ro hemû cîhan têkoşîna ji bo aştî û wekheviyê ya birêz Ocalan dibîne. Ji bo şikandina tecrîdê em ê jî di 14'ê Gulanê de dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk." 
 
'EM Ê PIŞTGIRIYA BIDIN KILIÇDAROGLÛ'
 
Paşê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar axivî. Sancar jî got: "Ez dibînim ku Pirsûs ji bo hilbijartinê û serketinê amade ye. Gelê Pirsûsê tim li ber zilmê li ser pêyan e û cihê wê yê di têkoşîna me de cihekîc uda ye. Ev ruh û têkoşîn ji bo me çavkaniya hêzê ye." 
 
Sancar îşaret bi Kobanê kir û got: "Li hember Kobanê heye. Berxwedana li Kobanê wekî rûpeleke taybet ket nava dîroka cîhanê. A ku dawî li DAIŞ'ê anî berxwedana Kobanê bû. Niha jî dem hatiye ku em di 14'ê Gulanê de dersekê bidin feraseta DAIŞ'ê. Gelê Rihayê, gelê Pirsûsê, gelên Tirkiyeyê li benda wê rojê ne. Em ê wê rojê di sindoqan de bersiva herî mezin bidin vê ferasetê. Ma ne wisa ye?" 
 
Sancar di berdewama axaftina xwe de îşaret bi hilbijartinên Seorkkomartiyê kir. Sancar diyar kir ku dê piştgiriyê bidin Kiliçdaroglû û got: "Em çareserkirina pirsgirêkên sereke bi guherandina serokkomartiyê ve girênadin. Bername û hêza sereke ya ku vê pergalê biguherîne, em in."
 
Her wiha Sancar bilêv kir ku divê Partiya Çepên Kesk di meclisê de xwedî temsiliyeteke mezin be û got: "Ji bo pêkanîan xeyalên 33 Rêwiyên Xeyalan, divê em bi awayekî herî xurt biçin meclisê. Wê gavê em ê hesab ji hemû kiryaran bipirsin. Dê wê gavê edalet bê." 
 
Sancar di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê jî û got ku ew ê hesab ji kesên ku tiliya wan di vê komkujiyê de heye bipirsin. Sancar îşaret bi girtina rojnamevanan jî kir û got: "Çapemeniya azad natepise. Kes nikare zarokên Apê Mûsa bêdeng bike." 
 
Mîtîng bi stranên hunermendan û govendgerandinê bi dawî bû. 
 

Sernavên din

30/04/2023
10:55 Ji Zîlana 17 salî ev 2 roj in tu agahî nayên girtin
10:54 Rojnamegerên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:41 Ji Antalyayê bang: Di 1’ê Gulanê de dakevin qadan, di 14’ê Gulanê de herin ser sindoqan
10:40 Înfaza nivîskarê girtî Algunerhan cara duyemîn hate şewitandin
10:21 Namzetê suryan: Em dikarin bi cudahiyên xwe jiyaneke nû ava bikin
09:36 Li dijî ESP’ê operasyona hilbijartinê: Hevserok Tumuklu û gelek kes hatin binçavkirin
09:36 Rojnamevan Kanbal: Ji bo ku Soylû twît parve bike, me kirin binçavan
09:28 Xelkê Wanê: Desthilata AKP’ê vê carê teqez dê têk biçe
09:12 Li girtîgehê li xizma girtî ku platîn di nigê wê de ye ferzkirina X-Rayê
09:10 Partiya Çepên Kesk: Em li kuçeyê dibînin ku em ê ji Mûglayê parlamenterekî bişînin meclisê
09:09 '1'ê Gulanê dê bibe nîşaneya 14'ê Gulanê'
09:07 Girtiyê nexweş Kodîn cardin hat girtin
09:00 ROJEV 30’YÊ NÎSANA 2023’YAN
29/04/2023
21:15 Ahmet Turk: Bêyî kurdan dê nikaribin gavekê jî biavêjin
20:29 Rojnamevanên ku girtina hevpîşeyên xwe protesto kirin hatin binçavkirin
20:17 Parêzer Ataş û keseke din jî hatin berdan
19:51 Li Tarsûsê mîtîng: Em ê di 14'ê Gulanê de biharê bînin
18:44 Li gundên Semsûrê hê jî pirsgirêka tuwaletê nehatiye çareserkirin
18:27 'Jin dê AKP'ê bikin partiya tabelayê'
17:55 Leşkerek mir
17:50 Ûçar: 14'ê Gulanê ne darbe ye, bihar e
17:06 AKP’iyên tevî cerdevanan xebatên hilbijartinê dikirin ji gund hatin qewirandin
16:57 Partiya Çepên Kesk li her çar aliyan bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin
16:56 Demîrtaş bersiv da gotinên Ahmet Şik: Tu HDP’ê ji Selahattîn cuda bikî tiştek namîne
16:50 Bûldan: Em dixwazin di 15’ê Gulanê de ji sibeyeke bêhiqûqî nebin re şiyar bin
16:26 PENa Kurd: Çi bikin jî dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
16:17 Sancar li Rihayê serdana gelek cihan kir
16:02 Hat xwestin ku girtiya nexweş Neslîhan Çetîn bê dermankirin
15:59 Jin dê 14’ê Gulanê bi serkeftinê tacîdar bikin
15:57 Basin-Îş: Binçavkirin û girtina rojnamevanan pirsgirêka hemû civakê ye
15:56 Bi girseyî serdana şîna Mehmet Karahan hat kirin
15:46 Partiya Çepên Kesk li quntara Çiyayê Kumtik bi jinan re civiya
15:30 Li Amed, Êlih û Îzmîrê aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
15:14 Hiqûqnasan perwerdeya ewlehiya hilbijartinê dan
14:58 28 sal in nexweşî lê peyda bûne
14:33 Bîlançoya operasyona hilbijartinê: 48 kes hatin girtin, 91 kes hatin berdan
14:28 Herêma Serhedê xwe bi rengê Partiya Çepên Kesk xemilandiye
14:17 NY’ê biryar da ku girtina rojnamegeran ji nêz ve bişopîne
14:15 ‘Soylû rayeya xwe ya wezaretê ji bo mûxalefetê bêdeng bike bi kar tîne’
14:07 Li Bodrum û Ceyhanê civîna gel
13:54 Kesên di operasyona navenda wê Enqereyê de hatin binçavkirin
13:46 Dibe ku hûn rojnamevan Abdurrahman Gok bigirin lê belê hûn nikarin pênûsa wî bigirin!
13:38 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê, aştî û aramî jî nayê
13:30 HDP: Ayten Donmez bi delîlên sexte hate girtin
13:19 DFG: Hûn dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
12:34 Li Wanê otobusa rêwiyan wergeriya: 16 kes birîndar bûn
12:29 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin
12:23 ‘Dê ‘ewlehiya sindoqan’ li Balikesîrê nebe pirsgirêk’
12:22 Hevseroka Giştî ya OHD’ê Yeter: Operasyon li rêgeza ewlehiya hiqûqî hev nayê
12:18 Basin-Îş: Wê nikaribin dengê çapemeniya azad qut bikin
12:01 Hêzên demokrasiyê yên Mêrsînê dê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
11:45 Ji Baroya Hatayê ji bo hilbijartinê seferberiya ‘ewlehiya sindoqan’
11:31 Li Êlihê banga 1’ê Gulanê: Em li dijî talan û diziyê qadan tije bikin
11:00 Damezirînera ICAVI'yê bang li jinan kir: Baweriya xwe bi sozên îslamiyên siyasî neyînin
10:58 Avahiya terkkirî veguherandin cihê têkoşînê
10:24 ‘Rojnamegerên ku dê dev ji heqîqetê bernedin hene’
10:21 Bêyî ku doza înşeata mizgeftê biqede ji bo hilbijartinê hat temamkirin
10:07 Jin 1'ê Gulanê pêşwazî dikin: Em heqê keda xwe nastînin
09:56 Bertekên li dijî binçavkirin û girtinan: Em ê dev ji heqîqetê bernedin
09:47 Tesîsa ceyranê û valakirina çopê dibe sedema mirina sewalan
09:00 ROJEVA 29’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:32 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz hatin binçavkirin
28/04/2023
23:59 Parêzer Temûr û rojnamevan Kanbal hatin berdan
23:20 Rojnamevan Kanbal bi nûçeya der barê du birayên hatin qetilkirin de hat sûcdarkirin
22:31 Tê gotin ku cerdevanan li Elkê 2 xanî şewitandine
21:54 Bûldan: Gelan biryara xwe daye, wê biguherînin
21:50 Akin: Navnîşana guherînê Partiya Çepên Kesk e
20:45 Sancar: Hêza guherandina vê pergalê em in
20:23 Li Kovanciyanê buroya Partiya Çepên Kesk hat vekirin
19:09 Li Mûşê 2 ciwan hatin girtin
18:17 Dayika ku hestiyên kurê wê bi kargoyê jê re hatin şandin hat girtin
18:08 Hejmara kesên li Amedê hatin girtin gihîşt 39'an
17:56 Seroka IFJ’ê Pradalîé: Girtina rojnamevanan nayê qebûlkirin
17:45 Rojnamevanên di binçavan de anîn Edliyeyê
16:47 Li Wanê ji bo mitînga 1’ê Gulanê banga tevlibûnê hate kirin
16:35 Xebatên hilbijartinê didomin: Ev hilbijartina man û nemanê ye
16:23 Kesên di 1’ê Gulana 1977’an de li Taksîmê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn
15:50 Li ber Edliyeya Amedê protesto: Em natirsin, em li vir in
15:44 Ji bo Roboskî edalet hat xwestin
15:43 ÎKK’a Amedê ya TMMOB’ê bertek nîşanî girtinan dan: Em ê serî netewînin
14:44 Demîrtaş bertek nîşanî binçavkirin û girtinan da: Ev komploya Qesrê, Soylû û Bozdag e
14:36 Mîtînga Misircê: Em ê dijminên kurdan di 14'ê Gulanê de bişîni
14:26 ‘Wê ev operasyon dawiya wan bîne’
14:13 Tifaqa Ked û Azadiyê wê piştgiriya Kiliçdaroglû bike
13:36 Malbata Şenyaşar: Cilnimêj eniyên qirêj paqij nake!
13:33 Semra Guzel: Ya ku tê darizandinê rastiya gelê kurd e
12:30 Dozger xwest rojnamevan Çelîk û Yayla bên cezakirin
12:09 Rojnamevan Aktan: Beriya hilbijartinê dixwazin li Kurdistanê rewşek tarî biafirînin
12:03 14 kesên di bin çavan de sewqî edliyeyê hatin kirin
11:32 Li gundên ser sînor Partiya Çepên Kesk bi coş hate pêşwazîkirin
11:30 Li Amedê hejmara kesên hatin girtin derket 28'an
11:05 Şanoya Bajêr a Amedê: Hevalên me tev hatin berdan, niha jî dora temaşekirina lîstikê ye
10:45 Guney: Sicîla Tirkiyeyê di warê azadiya çapemeniyê de nepaqij e
10:39 Li Hatay û Mereşê erdhej çêbû
10:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:22 Li Bûrsayê kesayeta bi têkoşînê navdar e di rêya Meclisê de ye
10:03 'Bozdagê ku serok û amire dadgeran e gelo wê çawa edaleta hilbijartinê temîn bike?'
09:02 Baroya Îzmîrê ji bo hilbijartinê amade ye: Dê hezar û 600 parêzer li qadê bin
09:01 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bîlgîn: Em ji bo guherandina çarenûsa Yozgatê diçin
09:01 Karkerên ku di şert û mercên giran de 1'ê Gulanê pêşwazî dikin dixwazin desthilat biguhere